Dİ SÎYASETA KURDISTANÎ DE NÎQAŞÊN LI  SER MODERNÎTEYÊ Û KÊŞEYÊN ŞOREŞA KURDISTANÊ

Dİ SÎYASETA KURDISTANÎ DE NÎQAŞÊN LI  SER MODERNÎTEYÊ Û KÊŞEYÊN ŞOREŞA KURDISTANÊ

Hevalên hêja, Kurdistanîyên ezîz,

Hûn giş bi xweşî hatine. Di kesayeta serok Mehmûd û Kekê Nesîm de temama rêvebir û kadroyên KED-KOMê re malavayîyê dibêjim. KED-KOM li bajarê Îzmîrê navnîşaneke Kurdistanî ye.Di şertên zor û zehmet de hatiye damezirandin. Ev pênc salên wê jî tevî temama bêîmkanîyan li ser keda kadroyên KED-KOMê ev kar dimeşe. Hêvî dikim ku hevalên li Îzmîrê kadroyên KED-KOMê tenê nehêlin, bêtir li KED-KOMê xwedî derkevin ev navnîşana Kurdîstanî li Îzmîrê her ku here geş bibe.

Niha îro; mijar, modernite û kêşeyên şoreşa Kurdistanê ye. Modernîte tegehek e û îşaretî heyamekê dike. Di dîsîplîna dîrokê de weke metod peryodîzasyon heye. Bi tirkî jê re dibên;”dönemlendirme” an “dönemseleştirme”. Bi kurmancî em; “peryodkirin” an “mawekirin” bi kar tînin.

Esasê peryodîzasyonê an peryodkirinê, parçekirina demê ye. Yanê di ser demek dûr û dirêj de ji bo têgihandina wê em parçe dikin û di ser deme re, ser parçekirina demê re, em dixwazin hukim li demê bikin. Wek tê zanîn; zeman-mekan û dû re lez jî lê zêde bû,  formên hebûnê ne.

Em di hundir zemanekî de diherikin, bona em bikaribin vî zemanî baş fahm bikin û bi awakî hukim li zemên bikin, ev teknîka peryodîzasyonê çi di dîroknasîyê de çi di civaknasîyê de teknîkeke girîng e û tu bigire bê vê teknîkê, dîroknasî û civaknasî nameşe.

Berîya niha donzdeh salan, ev teknîk bo pênasekirina PKKê min bi kar anî û ji 1978a heta 2019a di ser 7-8 peryodan re min PKK pênase kir.

Tarza heyî; du tarzên yekalî ne. PKK, di 78an de miletê Kurd dikira ji holê rabe, me PKK ava kir, me pê milet rizgar kir, ev 40 sal e jî em xetek rast û durist dimeşînin..

Dijberên PKKyê jî, PKK li ser xetekê pênase dikin, di 78an de dewletê ev ava kiriye ev 40 sal e dewlet wê bi  rê ve dibe. Halbûkî em vê demê li gorî pratika wê parçe bikin, em ê dikaribin çêtir pênase bikin gelo çi ne, an ne çi ne? Yanê temam, di perîyoda yekem de destê dewletê tê de heye vêya rêvebirên PKKyê jî dibêjin.

Lê 84-93 peryodek dinê ye. 93-99 peryodek din e. Ji girtina Ocalan û vir de sê peryodên cuda hene: Yanê ji 99an heta bi 2008an Ocalan bi arteşa tirkan re kar kirîye û hewl daye ku AKP nebe desthilat, 2008an pêve îjar bi AKPê re kar kirîye heya 2015an, piştî 2015an karek din kirîye. Van jibo çi dibêjim; Eger mirov bixwaze demên dirêj baş fahm bike, tu nikanî yekpare bigirî û fahm bikî. Dibê tu parçe bikî û bi awakî hukim li demê bikî. Peryodîzasyon bo vî karî pêwîst e.

Çendak berê li ser serhildana 1925an ez pêyivîm, 150î salîyê vê talîyê û ji dema mîrektîya bigire kî qala dîroka kurdan dike, tenê lehengîya pêşengên me dikin ev di cî de ye em jî qal dikin. Feqet ev serdema dûr û dirêj yekpare nayê fahmkirin.

Yanê sedsala 16an heta bi sedsala 19an heyama mîrektîya ye. Heyama mîrektîya; erê dewletên dagirker wek dewleta Osamanî û Safewî jorserwerê Kurdistanê ne. Feqet li hundir Kurdistanê kurd xwe bi xwe bi rê ve dibin. Di ser mîrektîya ve xwe bi rê ve dibin.

Mîrektî esasen formek jêrdewletê ye. Heyama salên 1830yan heta bi 1847an serhildanên mîrekan e. Dewleta Osmanî  xwestîye mîrekên Kurdistanê ji holê rakin, ji Mîr Mihemedê Rewandûzî û heta bi serhildana Bedirxan Beg, mîregan ev qebûl nekirine, şerê Osmaniyan kirine.

Ev serdem, serdema serhildanên mîrektîya ye. Ji 1847an pê ve, piştî ku mîrektî ji holê hatin rakirin, ji dêvla 16-20 mîrekiyan, bi hezaran eşîr derketin holê. Bi sedem di sînorên her mîrektîyê de 15-20-30 heb eşîr hebûn. Wexta mîrekî ji holê rabûn, îjar li Kurdistanê serdema eşîran dest pê kir. Bi awakî kaosek li Kurdistanê çêbû. Osmanîyan nema dikanî bûn Kurdistanê bi rê ve bibin.

Em lê dinerin; wê çaxê, terîqet derketine pêş. Li Kurdistanê du terîqetên mezin hene. Yek terîqeta neqşîbendî ye ya din terîqeta qadirî ye.

Ji terîqeta qadirî Şêx Mehmûdê Berzencî derdikeve pêş. Şêxên ku ji terîqeta neqşîbendiyan derdikevin pêş ; Şêx Ubeydullahê Nehrî, Şêx Evdilselamê Berzanî, Şêx Seîdê Paloyî ne.

Osmanîyan xwestîye di ser şêx û serokeşîran re Kurdistanê bi  rê ve bibin. Feqet dem derbas bûye serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî dest pê kirîye. Û ev serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî, bi awayekî weka destpêka serhildanên millî tê pênase kirin.  Hinek ji Bedirxan Beg didin dest pê kirin , hinek jî ji Şêx Ubeydullahê Nehrî.

Ev serdem, serdema serhildanê millî û olî ye: Li Başûr Evdilselamê Berzanî, li bakur rojhilat Şêx Ubeydulahê Nehrî .

Em tên sala 1925an, serhildana 1925an gelek car şaş, weke serhildana Şêx Seîd tê pênase kirin, ev pênaseya dewletê ye, li paş vê serhildanê, komita Îstîklal an rêxistina Azadî heye.

Komîta Îstîklal rêxistinek modern e. Serxwebûna Kurdîstanê ji xwe re kiriye armanc, piştî serhildana Beyşebabê û hin rêvebirê wan hatin girtin, serhildan hebek bêserî ma, şerdên ku Şêx Seîd Efendî derket pêş, ji van zarûretîyan derket.

Serhildan serhildanek modern e. Di hindur vê serhildanê de rehê oldar û rehê modern bi hevre qiyam kirine. Ji xwe girîngîya wê û ya herî bêtir dewleta tirk tirsandîyê ew herdu damar, gîhandina va her du rehan e. Ji vê pê ve, her hewl dane ku damara oldar û damara neteweyî ji hev cuda bikin. Em kanin bêjin, serhildana 1925an, ji serhildaneke klasîk derbasî serhildana modern dibe ew tam di nabêna vê de ye. Alîkî wê oldarî alîkî wê  jî modern e.

Niha, piştî têkbirina serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî, hûn dizanin nîvîskarên tirkan jî yê kurdan jî di derheq alayê Hemîdî de gelek tiştan dinivîsînin. Bêtirîn tên gotin ku; ev alayan, li hember ermenîyan hatine avakirin. Alîkî wê yê wisa heye.

Yanê ji xwe alayên Hemîdî du bere ne . Yek bereya bakûr, sînorê Rûsya li wir ermenî jî hene. Bereya başûr jî li hember îngîlîzan, hatiye avakirin[TB1] . Feqet qeneeta min, analîza min ew e ku; piştî ku Evdilhemîd dît medreseyên kurdan bûn çavkanîyên neteweperwerîyê û serhildanan; ji nû ve li eşîran vegerîya. Got îjar, di ser eşîrav ra em ê Kurdistanê bi rê ve bibin.

Wek encam bêjim; peryodîzasyon, ji bo fahmkirina civatê ye û ji bo fahmkirina dîrokê ye. Bê peryodîzasyon em nikanin civakê û dîrokê baş fahm bikin.

Modernîte heyamek e, dewrek e ku bi tirkî tê gotin “dönem”. Ev heyam, bêtirîn ji sedsala 17yan vee tê destpêkirin. Berîya modernîteyê serdema ronesansê heye, wê ji sedsala 15an ve didin destpêkirin heta bi sedsala 17yan, hinek kes jî heyama ronîbûyînê bi tirkî “aydınlanma” wek berdewama ronesansê pênase dikin.

Niha bi sedem ku peryodîzasyon mudexeleya demê ye, parçekirin û hikumkirina demê yê, ên ku wan perîyodan tasnîf dikin li gor hişmendîya xwe tasnîf dikin. Yanê çewa ku ez niha, peryodên cuda datînim ku ev di dîrokê de tune ne. Tu zeman parçe dikî û bi hişmendîya xwe serdema moderniteyê an serdemek din pênase dikî.

A herî balkêş ew e ku ji bo vê mijarê baş vebêjim: Sê mutefekîr û sosyologên sedsala 19yan; Êmile Durkheim, Karl Marx û Max Weber (ku dameziranêrê civaknasîyê jî tên zanîn), her sêyan, serdema modernîte bi sê şiklan pênase kirine.

K.Marx dibêje; modernîte, esasen kapîtalîzm e û ev guherînên ku  di civatê de çêdibin encamên şoreşa burjuva ne, kapîtalîzm bi ser dikeve, kapîtalîzm civatê li gor prensîba xwe (maksîmîzekirina kar e) diguherîne. Dînamîkên vê serdemê, têkoşîna çînî û firehbûna kapîtalîzmê ye. Analîza K.Marx ev e.

Êmile Durkheim, bo serdema moderînîteyê dibêje endustîrîyalîzm, yanê dibêje endustrî her ku diçe pêşdikeve, yê civatê diguherîne endustrî ye.  Em ê dû re qala ka çi guherîn hene bikin.

Max Weber, kapîtalîzmê qebûl dike, feqet di analîza Weber de kapîtalîzm û têkoşîna sinifan li hember hev ne di cîhekî navendî de ne. Wekî faktoreke navendî-merkezî di Weber de ev yek tune ye. Weber ji dêvla wê, têgeha rasyonalîzasyonê bi kar tîne. Ew tê çi wateyê? Serdema berî modernîteyê an serdema berî kapîtalîzmê bêtirîn civat, ji alîyê wan kesan ve dihat rêvebirin ku xwe berpirsên Xwedê dizanîn. Di ser dîn re civat îdare dikirin. Serdema moderînîteyê ev alîyê ruhanî ji holê rabûye, êdî civat, li gorî aqil dimeşe, li gorî aqil pêşvedikeve.

Niha, sê filozof û civaknasên girîng in. Her yek, serdema modernîtêyê li gor hişmendîya xwe pênase dike. Bi sedem çawa li cîhanê dinerin, demê jî li gor vê hişmendîya xwe parçe dikin û dixwazin hukim li demê bikin.

Destpêka heyama modernîteyê xwe disipêre şoreşa sanayîyê ya Brîtanyayê, hinek jî digihînin heya ronesansê. Ronesansê bêtir di wêje û çandê wan de guherînên mezin bi xwe re anîne.

Çend têgehên wan ên esasî hene. Yek jê sekularîzm an laîsîzm e. Êdî serdema modernîteyê de şiklên dewletê, ne li gor kitêbên pîroz, lê li gorî hişmendîya însên divê bi rê ve bê birin. Ev, weke têgeh; laîsîzm an sekularîzm tê bikaranîn.

Tabî, li vê derê hewceyê gotinê ye ku: Di serdema kapîtalîzmê de laîsîzm, ne ku li hember tevaya olan di heman mesafeyê de ye. Laîsîzm bi xwe bûye dînekî, yanê bûyê dînê kapîtalîzmê. Êdî li tu deverê cîhanê em dewletek ku li hember tevaya bawerîyan û li hember bêbawerîyê heman helwest digirin nabînin. Berowacî wê, nimûneyên herî balkêş, laîsîzma Fransayê em bihesîbînin, laîsîzma dewleta Tirkîyeyê ji wir hatiye, esasen laîsîzm kontrol kirina dîn e. Ne ku azadîya bawerîyê û azadîya fikrî ye, kontrol kirina dîn e.

Têgehek din netewe-dewlet e. Van salên dawîn, ev têgeh pir tê gengeşekirin. Nuha dewletên cîhanê hene, giş xwe weke netewe-dewlet pênase dikin. Feqet dewletên cîhanê, giş bi heman teşeyî civata xwe bi rê ve nabin. Aniha ez bejim; Swêsra netewe-dewlet e, Îran jî netewe-dewlet e, Afganîstan jî netewe-dewlet e, Dewletên Yekbûyî Emerîka jî netewe-dewlet e, ê baş e, vana gişan em dikanin wek hev pênase bikin? Her yek li gorî dîroka xwe, li gorî civata xwe teşeyek cuda girtine. Bona wê temama dewletan li bin paranteza netewe-dewletê bikaranîn metodek şaş e. Bi sedem ev teşeyekî dewletê ye û ev teşeyê dewletê li her welatî ne heman teşe ye.

Ya din, fîlozofê heyama ronîbûnê (aydınlanma) hene.  Evana jî bêtir aqil û rasyonaliteyê derdixin pêş. Feqet, dema ku tu civatekê pênase dikî, divê tene tu li dewletê nenihêrî, divê tu li bingeha van cıvatan jî binihêrî. .

Niqaşên li ser moderînîteyê û dûvre ku em ê werin ser modernîteya demokratik esasen tiştekî vedişêrin; yanê terefdarên kapîtalîzmê, civata xwe wek civatên modern pênase dikin û pê kapîtalîzma xwe vedişêrin.

Halbûkî modernîte di heman demê de kolonyalizm e. Modernîzm, îdeolojîya dagirkeran e, îdeolojîya kolonyalîstan e. Yanê, Fransa wexta ku Cezayîr dagir dike, nabêje: “Ez hatime te talan bikim.” Dibêje: “Ez hatim, te modern bikim.”

Ev koçberên ku çûn Emerîka keşif kirin, giş bi hinceta ku em ê wê dere jî modernize bikin çûn. Brîtanya dixwest Hîndîstanê modernîze bike û komara Tirkîyeyê ev sedsalê wê ye hicûma xwe ya îdeolojîk li ser Kurdistanê jî di bin şala modernizekirinê re dimeşine.

Yanê, dibêjin pêşengên serhildana 1925an şêx bûn, axa bûn dixwestin xîlafetê bînin û kemalîzmê ku dewletek laîk û modern avakirîbû birûxînin, vana dijminê pêşveçûyînê ne, vana murtecî ne.

Bo komkujîya Dêrsimê, dewleta tirkan heman tiştî dibêje. Dibêjin vana eşîr bûn, eşqîya bûn, nîzam-qanûn nizanî bûn. Ji bona em wan modernize bikin em çûn Dêrsimê.

Halbûkî, di serdema rêxistinên modern de rêxistinên Kurdistanî jî rêxistinên modern in. Komîta Îstîklalê rexistinek modern e. Xoybûn rêxistinek modern e. Heta Xoybûn ew çend modern e ermenîya û kurda bi hev re ava kirin e. Teşkîlatî Îctîmayî Cemîyetî rêxistinek modern û serxwebûnxwaz e.

Li Rojhilatê Kurdistanê komela JEKAF, ji rêvebirê Îranê wê çaxê, yê anûka hîn moderntir bûn. Yanê, JEKAF ( Komeleyê Jîyanêweyî Kurdistan ) rêxistinek modern bû. Evên van serhildanan li darxistin, pêşengên van serhildanan ji pêşengên komara Tirkîyeyeyê yên wê çaxê û ji yên anûka jî moderntir in.

Şex Evdilselam Berzanî, dema ku tu li rêzikê wî dinêrî; yanê, kuştinê qedexe dike, birîna daran qedexe dike, kuştina heywanan qedexe dike hîn jî dewleta Tirkîyê û dewleta Iraqê negîhayê wê asta modernîteya Şex Evdilselam Berzanî, Komîta Îstîklalê, Komeleya JEKAFê. Feqet, hem ji bo li hember raya giştîya cîhanê, hem jî ji bo civata xwe stabilîze bikin tim hincetên modernist bikaranî ne. Gotine em modern in, em ê wan jî modernîze bikin.

Esasen, ji têkçûna Sowyetê û vir ve, di vî sî salên dawî de, ev li gorî min, ji salê 1990 vir de pêla sisîya a mezin a globalîzasyonê ye .

Hucûmek bi vî rengî heye. Vê carê navê wê ne modernîzm e navê wê globalîzm e. Yanê, piştî ku Yekitîya Sowyetan têkveçû hûn dizanin du navê meşhûr hene. Yek ji Francis Fukuyama ye makaleyek nivîsî û dawîya dîrokê anî. Navê pirtûka wî: Tarihin Sonu ye.

Qesta wî jê, temamê îdeolojîyê din giş pûç bûn tenha lîberalîzm serdest maye û fikriyata rasyonalîst tenê lîberalîzm e, gerek dinya îdî li gorî rêzikên lîberalîzme bê, bi rê ve birin.

Yê din Samuel Hîntîngton e, wî jî Pevçûna Şaristanîyan -Medeniyetler Çatışması- nivîsî. Ew jî heman mantik e. Ew dibê: “Şaristanîya Rojava heye, şaristanîya Îslamê heye, şaristaniya Hînd û Çînê heye, şaristanîya Rusan heye, lê şarisatanîya ku gerek li temama cîhanê serdest bibe, şaristanîya Rojava ye. Lewma, dewletên Rojavayî giş wexta bên ba hev, dikanin şaristanîya xwe li ser yên din ferz bikin.”

Parçekî din ew e ku şoreşên rengîn hene. Bihara ereban, şoreşa zer, şoreşa kesk, a pembe. Evana tev hicûmên îdeolojîk ên rojavayîyan ên nuh in li ser tevahîya cîhanê.

Vê jî bêjim, ew Huntîngtonê ku digo pevçûna şarîstanîyan vê  talîyê pîrtûkek bi navê Avakirina Dewletê nivisî, dibêje hîn di avakirina dewleta Emerîkî de em gerek şûnde ne gerek em vî ya xurt bikin. Qebûl dikin ku hîn li wê derê netewe-dewletek ava nebû ye.

A rastî, ji bo Dewletê Yekbûyî Emerîka û Tirkîye peyva netewe-dewlet ne di cî de ye. Evana hin ji dewletê re neteweyekî ava dikin. Yanê dema komara Tirkîyê îlan bû li sehayê miletek tune bû. Feqet sazî û dezgehên bermahîya Împaraturîya Osmanî di dest wan de mabû. Ev sed sal e, hewl didin,  ji vê dewletê re miletekî ava bikin.

Ermenî, Rum, Pontûs, Laz bi jenosîdên demkî ji holê rakirin. Li pêşîya vê dewletê vê projeyê, tenha rastîya Kurdistanê ma ye. Eger dikaribin ji vê  dewletê re miletekî ava bikin gerek rasteqînîya welat û miletê kurdan ji holê rakin. Heta ku rasteqîniya welat û miletê kurd hebe, ji vê dewletê re, ne dikarin miletekî ava bikin û ne dikarin Tirkiyeyê bikin welatek. Tirkiye ne navê welatekî ye, Tirkiye navê dewletekê ye û ev sed sal e hewl didin ji vê dewletê re welat û miletekî ava bikin.

Aniha jî astengiya herî mezin li pêşiya vê projeya jenosîdal rasteqîniya welat û miletê kurdan e. Ji ber wê hicûmî Kurdistanê dikin. Ne tenê hicûmê Bakurê Kurdistanê dikin, hicûmê Başûrê Kurdistanê dikin, hicûmê Rojavayê Kurdistanê dikin.

Em vana gişka bidin ser hevdû li gorî min modernîteya kapîtalîzim e. Ew ji sedsala 17 yan ve dest pê dike û heta digihêje dawiya sedsala 19 an. Ji dawiya sedsala 19an pê ve ew kapîtalîzima ku civat diguherand û li gor rêzikên Marks, civat bi pêş ve dibir, hat li derekê sekinî êdî bû kapîtalîzima monopolîst.

Ew serdem derbas bû, ji wê çaxê vir de jî dewlet navên heyaman yên sexte derdixin pêş me. Aniha dibêjin heyama zanînê, ew derbas dibe dibêjin heyama înternetê, feqet vana gişk dixwazin bingeha civatê, têkiliyên ku însan pê xwe xwedî dikin, pê malan ava dikin û wan têkiliyana veşêrin. Armanca wan ew e.

Yanî ev heyama em tê de ne, ne heyama zanînê ye, ne heyama înternetê ye û ne heyama modernîteyê ye. Heyama kapîtalîzmek monopolîst e. Ev kapîtalîzim kolonyalîst e, emperyalîst e.  Dixwazin ji nû ve cîhanê parve bikin. Ew nayê wateya ku ez tiştên nû red dikim. Na! Di warê teknîkê de, di warê tibê de gelek pêşvêçûnên xurt çêbûne, feqet ev pêşveçûnan gişk di xizmeta monopolan de ye. Yanî îro tib gelekî pêşketî ye, feqet sektora temama tibê di destê çend tekelên mezin de ye. Berê dixtorek li bajarekî heba li temama nexweşan diniherî. Aniha tu diherî ortopediyê ortopedî 4-5 beş in , tu diherî daxîliyeyê 4-5 beş in, tu herî norolojiyê 4-5 beş in. Rast e, bi pêş ketiye, feqet kontrola wê di destê monopolên mezin de ye. Hilberîn gelek xurt bûye, yanî îro li dinyayê tiştên tên hilberîn têrê dike ku 8 mîlyar însan jiyanek asayî û xweş derbas bike. Hilberîna heyî têra vîya gişkî dike. Lê li sahayê rastî çi ye?

Li sahayê rastî ew e ku her roj bi deh hezaran însan ji nêza dimirin, olîgarşiyek cîhanê jî  şevê dikare mîlyon dolaran xerc bike, xwarinên ku nahên xwarin dirijînin. Heya li Tirkiyeyê jî gelek caran dibêjin firingiyan ji bo fiyeta wan danekeve li ser erdan pûç dikin diavêjin ji bo negihêje destê însanan. Ji bo me esas, ev têkiliyên hilberînê ne.

Kapîtalîzmê çi bi pêş xist? Bi nîsbetên têkiliyên serf-senyor, kapîtalîst û kedkar têkiliyek hîn pêş de ye. Gundiyên, serfên li Ewropayê bi axê ve girêdayî ne, tev axê tên firotin  Bi nîsbetê wê, têkiliyên karker û dewlemendan têkilîyek pêş de ye. Lê êdî ev têkiliyên hilberînê yên kapîtalîst pêşiyê li pêşveçûnê jî digire. Ev dem, bona wê dema şoreşê ye.  Ev tiştên em qal dikin gişk ji bo cîhana Ewropiyan e.

Heta sedsala 16an Rojhilat di warê felsefeyê de, di warê tibê de, di warê îlmî de di pêşiya Rojava de bû. Feqet piştî şoreşa sanayiyê, hêdî hêdî di van qadan gişan de rojavayî bûn serwer.

Temama îdeolojiyên serdema modernîteyê, yanî lîberalîzm jî, neteweperwerî jî, marksîzm jî navendewropî ne û dunya bi derbekê modernîze nebûye. Berê çend dewletên Ewropayê modernîze bûne, dû re jî ji îhtiyacên ekonomîk xwestine koloniyên xwe ji piyasê re vekin, modernîte di ser wan re gihaye koloniyên wan. Yanî jixwe bo rojavayîyan dunya Ewropa ye. Akimên fikrî yên serdema moternîteyê jî gişk navendewropî ne. Dema em tiştekî analîz dikin divê em vêya ji ber çavan nerevînin.

Em werin,”Li Kurdistanê modernîte bo çi tê nîqaşkirin?”

Niha ya asayî ev e. Em lêkolînê bikin bibêjin: “Modernîte, li Kurdistanê di çi astê de ye?”

  1. Karakterê modernîteya Kurdistanê çi ye?
  2. Li hember vêya têkoşîna azadî-sexwebûna Kurdistanê divê helwesteke çawa bigire?

Ji vir em dersên siyasî derxin.

Mixabin li Kurdistanê modernîte bi vî şiklî nayê nîqaşkirin. Yanî min çend caran nivîsand: Modrnîte, li Kurdistanê di ser dewleta tirkan re û bi tirkî tê. Ev modernîteyeke jenosîdal e, modernîteyeke dagirker e. Bi sedem dewlet, sîstema serweriya tirkan di ser modernîteyê re dixwaze nasnameya miletê kurd ji holê rake.

Yek ji xusûsiyeta serdema modernîteyê, îcada matbaayê û perwerdeya giştî ye. Yanî ji bona ku modernîte di hindurê civatekê de rehê xwe berde perwerdeya giştî ferz e. Mirovên zanin bixwînin û binivisînin divê zêde bibin, feqet modernîteya tê cem me zimanê me ji holê radike. Em fêrî xwendin-nivîsandinê dibin, lê em fêrî xwendin-nivîsandina tirkî dibin. Têkiliya zimanê kurdî û zimanê tirkî, ne têkiliyek mahsûm e. Yanî niha Yasemîn xanim fêrî îngîlîzî bibe, tu xisara îngîlîzî ji kurdiya wê re nîne. Berovajiyê wê her ku fêrî zimanekî din bibe hakîmiyeta wê li ser zimanê xwe wê xurtir bibe. Ne wisa?

Feqet têkiliya zimanê kurdî û zimanê tirkî têkiliya kujer û kuştî ye.

Di ser modernîteyê re xwestin zimanê me, rastiya welatê me, rastiya miletê me ji holê rakin. Yanî ê ku esas gerek em nîqaş bikin vana ne. mixabin qada siyasî û rewşenbîriya kurdan rojeva xwe bi xwe tayîn nakin. Ji derve tiştek li ser wan ferz dibe , ew jî bera pê wê rojevê didin. Wek nimûne di salên 75-76-77an de li Bakur-rojavayê Kurdistanê geşedanek, berxwedanek, şoreşgerî pêk hat, geşedanek neteweperwerî jî bi xwe re anî, ji nişkave rojeva me, pevçûna Çîn û Sovyetê dagir kir. Yanî ji dêleva em dîroka xwe nîqaş bikin, ekonomiya Kurdistanê nîqaş bikin û civaknasiya Kurdistane nîqaş bikin, me ew nîqaş kirin.

Nîqaşa li ser modernîteyê jî ji Îmraliyê derket. Îmralî ji 99 an û vir ve Ocalan gelek teoriyan pêşkêş dike,yanî ne teorî, em bibêjin argumentan pêşkeş dike. Ji vana yek jî Modernîteya Demokratîk e. Li tenişta vêya hûn dizanin Konfederalîzma Demokratîk heye, Komara Demokratîk heye, Nîzama Wekhevmafiya Zayendî heye, Civata Ekolojîk heye, gelek argumentên wer hene. Hûn bipirsin em ê qala ê din jî bikin.

Ez vegerim ser Modernîteya Demokratîk.

Modernîteya Demokratîk, du têgeh in. Yek modernîte ye ,yek jî demokratîk e. Modernîte, kapîtalîzm e. Demokrasî şiklekî dewletê ê kapîtalîzmê ye.  Yanî tu demokrasiya antîk a yewnanan daynî aliyekî, jixwe ew jî ne demokrasî bû. Tenê ji wan kesayetên azad re demokrasî bû, demokrasiyek olîgarşîk bû. Tu demokrasiya antîk a yewnanan daynî aliyekî, demokrasî teşeyê dewletê ê kapîtalîzmê ye û jixwe ji bona kapîtalîzmê, dewleta herî îdeal demokrasî ye. Yanî komara demokratîk bo civata kapîtalîst dewleta herî îdeal e. Heta niha pêk nehatiye  ew tiştekî din e. Feqet waazên mutefekîrên kapîtalîstan û daxwaza sinifa kapîtalîst ku di welatê wan de demokrasî hebe. Bo çi? Yek li gor hişmendiya wan piyaseya serbest ew jî têgeheke wan a din e. Eve 500 sal e kapîtalîzm li cîhanê ye, li tu deverî piyaseya serbest ava nebûye. Feqet li Tirkiyeyê jî hûn van salên dawiyê dibihîzin “serbest piyasa ekonomisi- serbest piyasa ekonomisi”, tu dev ji Tirkiyeyê berde , ne li Emerîkayê, ne li Brîtanyayê, ne li Fransayê piyasayek bi rastî serbest ava nebûye. Bi sedem dewletên heyî dezgehên sinifa serdest in û li gor menfaetên wan mudaxaleyê ekonomiyê dikin. Li tu devera dinyayê keda azad tune, tu li her  derê ji kê re bixwazî herî li wê derê bixebitî tune. Jixwe tiştekî wisa tuneye. Li tu derÊ dunyayê firotina axê ne serbest e, hin sînorên wan hene. Serbest piyasa tiştekî îdeal e bo kapîtalîzmê, lê heta niha pêk nehatiye. Qenaeta min ji niha û pêve jî dê pêk nehê.

Demokrasiya bûrjûvazî, a ku dibêjin demokrasiya lîberal jî teşeyek wisa ye.

Ê baş e te modernîte anî û te demokrasî anî, esasen tu kapîtalîzmeke demokratîk diparêzî. Yanî ev her du têgeh bi hev du re kapîtalîzmek demokratîk derdixe holê. Çawa ku Weber digot kapîtalîzma rasyonel, rasyonalîzasyon di hundurê kapîtalîzmê de diparast, modernîteya demokratîk jî esasen kapîtalîzmek demokratîk diparêze.

Baş e, bo çi derket holê?

Yanî ev argumentên ji îmraliyê tên, xwe dispêrin çend çavkaniyan?

Yek jê Gunter Frank e, ew jî dîrokzanekî bi nav û deng e. Yek Walerstein e, yek jî Bookchin e. Gunter Frank ev perîdîzasyonê bi hawekî red dike, dibêje şaristaniya 5000 sal berê û kapîtalîzmê di hundurê vêya de, ne wek pêngavek bilind, wek berdewama 5 hezar sal berê dinirxîne. Ocelan jî dibêje min hîn Gunter Frank nexwendibû, lê berî ez wî bixwînim, ez gihîştibûm wê qenaetê ku şaristaniyek 5000 sal berê heye. Ew mijara Sumer Rahîb dewletî û vir de- wê de tîne. Murray Bookchin anerşîstekî Emerîkî ye, konfederalîzma demokratîk teza wî ye.

Nîqaşa nabeyna komînîstan û anarşîstan li ser dewletê bû. Komînîst dibêjin di heyama derbasbûyînê de hîn dewlet lazim e.

Anarşîst dibêjin na, roja ku me dewlet xira kir, em êdî nema dewletê ava dikin.

Di her du aliyan de jî kêşeyên teorîk hene.  Murray Bookchin bo civatên Ewropa, civatên Ewropa xusûsiyeta wan bi rêxistin in. yanî tu li Stokholmê herî bi cî bibî bê haya te jê hebe tu dibî endamê 5-6 rêxistinan. 

Murray Bookchin dibêje: “Em ê di nav van rêxistinan de têkiliya konfederal deynin, ev konfederalî çiqas xurt bibe em ê dewletê bifetisînin û civatê di ser konfederalîzma demokratîk re bimeşînin.” Ev tezek anarşîzan e.

 Ev tez ji bo çi derket?

Komara Demokratîk, Konfederaliya Demokratîk, Modernîteya Demokratîk û ên wek wê. Tekane hedef heye. Hedefa wan li dijî dewletbûyîna Kurdistanê derkevin.

Evana, yanî ev vegotinên Ocalan, ne gotinên teorîk in. Vegotinên siyasî ne.

Piştî  ku di 99an de hat girtin û teslîm bû û ji dewletê re got ez ê ji we re xizmetê bikim, xizmeta teorîk ev e. Bi van argumentana dibêjin kurd gerek nebin dewlet. Dijberiya wan a netewe-dewletê jî heman tişt e.

Bo ev nîqaşan kovareke bi navê Modernîteya Demokratîk ku tu tiştekî nû tê de tuneye jî derdixin. Ê 50 sal 60 sal berê Gunter Frank û Walerstein û Murray Bookchin gotine, li pê hev rêz dikin, wek teorî datînin ber xwe. Tekane hedef li dijî dewletbûyîna Kurdistanê derketin e. Ez tu qîmetê nadim van argumentanan. Ha tu bi Walerstein re dikarî nîqaş bikî, bi Murray Bookchin re tu dikarî nîqaş bikî , bi Gunter Frank re tu dikarî nîqaş bikî, yanî bi eserê wan re dikarî nîqaş bikî. Feqet li Kurdistanê nîqaşên  van argumentanan, ne nîqaşên teorîk in. nîqaşên siyasî ne, li paş wê hişmendiya dewletê heye. Bi sedem dewleta tirkan dibêje li kîjan parçeyê Kurdistanê kurd bibin dewlet , ev bo me mijara bekayê ye. Kurd bi dewlet bin dewleta me wê têkve here. Ev felsefeya Komara Tirkiyeyê ya sed salî ye. Tu jî qaşo li ser navê kurdan vê fikriyata dewletê bi hin têgehan dixemilînî û derdixî pêşiya me. Hedef pêşî li dewletbûyîna Kurdistanê girtin e.

Çi dewletên dagirker, çi kirêgirtiyên wan nikarin pêşiyê li Kurdistanek Serbixwe û Yekgirtî bigirin. Bi sedem êdî akademîsyenê me hene, ciwanên me hene, kadroyên me hene, rêxistinên me hene, li çar parçeyên Kurdistanê kêm zêde tevgerek neteweyî ya xurt heye. Tu kes nikare pêşiyê li vêya bigire.

Peyva dawîn ev e. Çi kapîtalîzm, çi kapîtalîzma monopolîst, hatiye dawiya emrê xwe. Bo welatên kapîtalîst dem dema şoreşa sosyalîst e, bo miletên bindest, bo welatên bindest jî dema şoreşa neteweyî û demokratîk e.

1-  Gelek kes diherin Ewropayê digerin û tên van deran dibêjin: “Me ew trêna medeniyet û terakiyê revand û em li vir man.” tiştên wisa dibêjin. Wateya wê çi ye?

2-  Niha têgehên çepgirî û rastgirî bala min dikişînin. Çi çax em kurdistanî tên ba hev dû, dibêjin: “Sebeba paşdemayîna me gişk çepgir in.”  Ji bo vê dikarî çi bibêjî?

Ew mijara, ne mijara revandina trena şaristaniyê ye. Mijar mijara revandina trena dewletbûyînê ye. Dibêjin di sedsala 20 an de me dewlet ava kiribana me karibû ava bikira.  Lê em gihîştine sedsala 21 ê, li dunyayê globalîzasyon pir bi pêş ketiye, Yekîtiya Ewropayê sînorên nav dewletan radike, êdî daxwaza dewletbûyînê daxwazek paşverû ye û ev jî ne pêkan e. Ew tez xwe li ser vana datîne. Ji têkçûna Sovyetê û vir de bi dehan dewletên nû derketin ser dika dîrokê. Heger gotina wan rast bûya, di vî sî salên dawîn de zêdeyî sî dewletên nû ava nedibûn.

Heger globalîzasyon  asteng e ji bo dewletbûyînê , bo çi Çekya û Slovakya ji hev cuda bûn ?  Ew qas sal bi hev re dijiyan bo çi ji hev cuda bûn? Bo çi Katalanî tevî ku di warê endustrî de di pêşiya Spanyayê de ye jî, bo çi dewletek serbixwe dixwaze û bo çî ewên ku dibêjin me tren revandiye piştgiriya Katalanan dikin, piştgiriya welatê Baskiyan dikin ,piştgiriya Skoçya dikin, piştgiriya Îrlanda dikin?

Sûdan  dewletek bû, bû du şeqan , bû du dewlet. Sûdana Başûr û Sûdana Bakur.

Ji hundurê Yogoslavyayê şeş dewlet derketin. Baş e eger ev serdem serdema globalîzasyonê ye û êdî damezirandina dewletan ne pêwîst û ne pêkan e, divê vêya ji me re îzah bikin. Yanî li vê cîhanê ji xêndî kurdan ji kê re dibêjin dema dewletbûyînê derbas bûye? Yanî îro li bin çengê me Filîstînî û Îsraîl şerekî dijwar dimeşînin, lê li her derekî dunyayê, Dewleta Yekbûyî ya Emerîkayê jî tevê her kes dibêje çareseriyek du dewletî. Ê baş e, ku dema dewletbûyînê derbas bûye bo çi?  Filîstîn cihekî biçûk e û Filîstîn ne welatê cihûyan û ne ê ereban e. Di eslê xwe de cihû di sala hezarî ya  berê zayînê de çûne wê derê, ereb jî piştî wê ji başûr hatine Filîstînê. Filîstîn navê erdnîgarîyekê ye. Qewmê wan ê otokton filîstî bûn , jixwe ev nav jî ji wir tê. Ê baş e, ev dewletbûyîn ji Filîstînîyan re dema wê derbas nebûye trêna wê nereviya ye, bo çi ji me re reviyaye?

Îzaha vana tuneye, vana ne argumentên teorîk in. Vana argumentên îdeolojîk in,  ên siyasî ne û li paş van argumentana dewlet heye. Yanî niha hûn li televîzyonên tirkan temaşe dikin, dibêjin em û kurdan wek goşt û nenûg in, em ji hev cuda nabin. Yekî me yê kevneparlementer hebû, digot tirk û kurd wek cotikên siyamê ne, ji hev cuda bibin her du jî dê bimirin. Niha li dunyayê ewqas milet ji hev cuda bûne, kesek nemiriye. Yanî bo çi em ê bimirin? Berî ku tirk bên vê axê em li ser vê axê bûn , niha jî kurd li ser axa Kurdistanê di piraniyê de ne, xwediyê vê axê ne. Em dixwazin dewleta dakirker ji vir derkeve . Dewleta dagirker ji vir derkeve ji bo çi em ê bimirin?

Çend salekê dewleta Iraqê ji Kurdistana  Başûr derket, di hindurê deh panzdeh salan de mesafeyek pêncî salî qat kirin. Dû re dewleta Iraqê ji 2017 an û pê ve dîsa hat Başûrê Kurdistanê dagir kir.

Bona wê vana ne argumentên teorîk in. Li paş van argumentana gişkan hişmendiya dewleta dagirker heye. Kî vê hişmendiyê li ser navê kurdayetiyê biparêze kirêgirtiyê dagirkeran e.

Çepgir – Rastgir du têgehên dema şoreşa Fransayê de derketine holê ne. Li meclîsa wan ên li aliyê çepê rûniştine daxwaza reforman, şoreşê û pêşveçûyînê  kirine, ên li aliyê rastê rûniştine jî nîzama kevn parastine, ji vana re gotine rastgir ,ji yên din re gotine çepgir.

Di vê heyama em tê de ne, kabîliyeta pênasekirina van her du têgehan nema ye. Li Tirkiyeyê ji kevin de nemabû. Yanî tu bifikire ku CHP wek partiyeke çepgir tê nasîn. CHP partiya damezirînerê vê dewletê ye, dixwaze vê dewletê muhafaza bike. Li paş jenosîda ermenan, suryanan, lazan, pontûsan ev partî heye, li Tirkiyeyê ev partî wek partiyek çepgir tê nasîn . Heke CHP çepgir be, têgeha çepgiriyê êdî bê wate ye.

Rastgirî jî heman tişt e. Yanî îro bona Tirkiyeyê em bibêjin, Erdoxan jî rastgir e, Baxçelî jî rastgir e, ê, ê din jî  rastgir in. Tu qabîliyeta van têgehan ku mijarê zelal bikin nema ye . ji dêlva van, têgehên watedar terefdarê kapîtalîzmê  û dijberê kapîtalîzmê aliyeê komînîst hene . Bereyekê berfireh çepgir û rastgirên dixwazin sîstema kapîtalîst biparêzin, bereyek jî dijberê wan in, komînîst in, anarşîst in . Bi vî rengî ne. Em vana dikarin îzah bikin. Feqet têgehên çepgir û rastgiriyê nikarin îzah bikin.

Ev hicûmên li ser  çepgiriyê, li ser çepgirên kurdan korefahmî ye. Yanî esas hedefa wan heyama 68-80 û 90 e. Yanî di wê heyamê de grûbên Kurdistanî gişkan digotin em Marksî ne, em komînîst in, an em Maoîst in. Feqet tiştekî ji bîr dikin. Li hersê parçeyê Kurdistanê dema talebên siyasî otonomî bû, li Bakur – Rojavayê Kurdistanê talebên siyasî Kurdistana Serbixwe û  Yekgirtî ya sosyalîst an demokratîk bû. Yanî wexta xuşk û birayên me li Başûr digotin ji Iraqê re demokrasî, ji Kurdistanê re otonomî, me digot bimire dagirkerî, bijî Kurdistana Serbixwe û Yekgirtî.

Baş e kê ev dirûşmanan derxistin pêş? Bi gotina wan çepgiran derxistin pêş. Ji salên 90î pê ve ewên berê digotin em sosyalîst in, komînîst in; êdî di nav wan de ê dibêjin em komînîst in, sosyalîst in pir kêm mane. Her hal tu li Kurdistanê  bipirsî bibêjî  kî komînîst e?  Ewê bibêjin wele Fuad Onen komînîst maye, ew jî kelaynaq e. Ê baş e, ji 93yan û vir de piştî ku bandora sosyalîzmê, komînîzmê li ser tevgera kurd kêm bû, encama wê çi ye? Encama wê li Bakur-Rojavayê Kurdistanê êdî Kurdistana Serbıxwe û Yekgırtî nayê parastin. Bi sedem sosyalîzm, tu tev lê bibî nebî hişmendiyeke radîkal e û hedefên radîkal datîne ber xwe.

Di vê heyama dirêj de li ser navê çepgiriyê me şaşî nekirine?

Me bi dehan şaşî kirine. Weke encam wexta me dest bi siyasetê kir temenê me 18-19-20 bû , yên serokatiya rêxistinan dikirin jî temenê wan yên mezin 25 salî bûn. Ne me sosyalîzim, komînîzim baş zanîbû, ne jî me heqîqeta Kurdistanê baş dizanî bû. Di wir de me bi sedan şaşî kirine bila rexneyan li wan şaşiyan bigirin.

Li tenişta vêya argumentek din heye, ew jî dibêjin ger ku kurd  ne musliman bûna wê ji zûda bibana dewlet. Ev jî vegotinek beredayî ye. Kurd ne muslimanbana em nizanin ew ê çi bana. Kurd ne musliman bana belkî ji holê rabûna , belkî împaratoriyek ava bikirana, belkî bifiriyana, feqet vêya em nizanin. Yanî evana pirsên spekulatîf in. Kurd ne musliman bûna em ê bi dewlet bûna tu garantiya vêya tune ye, tu kes nikare tiştekî wer bibêje.

Weke encam hîn di sedsala 7an û 8an vir de, lê bêtirîn piştî sedsala 15 an miletê kurd bi piranî baweriya xwe wek baweriya îslamê pejirandiye. Tu yê muhakeme bikî li ser vê muhakeme bike. Miletê me miletekî piraniya wan musliman in, di nav de êzîdî hene, raye heq hene, xiristiyan hene, ên bê bawerî hene , feqet pirayî musluman in, tu jî dixwazî vî miletî rizgar bikî. Tu yê miletê xwe bi vî şiklî nas bikî û programa rizgariya milî tu yê wer pênase bikî.

Yanî miletê me ne musliman baya ew ê çer bibûya  kes ji me pê nizane. Lê miletê me musliman e, hûnê çi bikin wê bikin.


 [TB1]Meseleya îngilizan bi taybetî jî ya fransizan bêtir piştî şerê cîhanê yê yekemîn derdikeve holê