Hilbijartina tirkan, hdp û helwesta hin partîyên kurdan
Ev hilbijartina dewleta Tirkîyê ye, dixwazin nizama rêvebirina vê dewletê biguherînin. Berê bi referandûmê qanûna esasî guhertibûn, anuha hewl didin ku vê guhertinê realîze bikin...

Di van salên dawîn de têgîna bihevre jîyan (pêkve jîyan), ji alîyê sinifa sîyaseta me û rewşenbîrên me bi israr tê ziman û weke hedefeke stratejik tê pênase kirin. Mebesta wan ew e ku di hindur tixûbên dewletên dagirker de hemû pêkhateyên heyî bi hev re bi aramî bijîn.