Hilbijartina tirkan, hdp û helwesta hin partîyên kurdan

Hilbijartina tirkan, hdp û helwesta hin partîyên kurdan

Ev hilbijartina dewleta Tirkîyê ye, dixwazin nizama rêvebirina vê dewletê biguherînin. Berê bi referandûmê qanûna esasî guhertibûn, anuha hewl didin ku vê guhertinê realîze bikin û ji sîstema parlamenîyê derbasî ya serokkomarîyê bibin. Di vê hilbijartinê de ji bo Kurdistanê tiştek nîne.

Ewqas sal in ku li Tirkîyê sîstema parlamenîyê hebû, ev sîstem li Kurdistanê dagirker bû, hebûna milet û welatê Kurdan red dikir, ne tenê red dikir ji bo ku ji holê rake û îmha bike çi ji dest dihat dikir. Anuha derbasî sîstema serokkomarîyê bibe jî ji bo Kurdistanê tiştekî ku bê guhertin nîne.

Ev hilbijartina Tirkan e, gengeşîyên di nabêna hêzên sîstema Tirkan e. Beşeke Tirkan sîstema parlamenî, beşek jî ya serokkomarîyê baştir dibine. Li holê Kurdistan nîne. Di nîzama Tirkan de hebûna Kurdistanê û miletê Kurdan nayê qebûlkirin. Di bernameyên van partîyan de jî ji bo Kurdistanê tu tişt tuneye. Hek ji bo serokomarîyê çend berbijêr hebin jî, ji wan tu kes hebûna Kurdistanê û miletê Kurd qebûl nake.

HDP WEK PARTÎYEKE TIRKÎYÊ TEV LI HILBIJARTINÊ DIBE

HDP jî wek partîyeke Tirkîyê tev li hilbijartinê dibe, daxwazên HDPê ev in ku bila zindan vala bibin, bila şervan ji çîya dakevin û hwd. Baş e, ma qey gerîla ji bo pîknîkê derketibûn serê çîyan û anuha ev pîknîk qedîyaye ku ew ê vegerin? Heta ku Kurdistan tunebe, parlamena Kurdistanê tunebe, miletê Kurd bi vê parlamenê rêvebirîya xwe neke, kêşeya Kurdistanê çareser nabe.

Tiştên ku anuha HDP dibêje, partîyên Tirkîyê jî dikarin bibêjin. Wek ku hun jî dizanin partîya Erdogan jî digot bila şervan li çîyan dakevin.

Bahçeli jî dibêje bila ji bo efûyê qanûnek derkeve. Tenê armanceke derketina şervanan ya serê çîyan jî nehatiye bicîkirin. Nîzama Tirkan hebûna bakur-rojavayê Kurdistanê qebûl nake, ji bakur-rojavayê Kurdistanê re dibêje Enetolyaya Rojhilat, hebûna miletê Kurd qebûl nake û dibêje yeko yeko Kurd hene. Mafê Kurdan wek milet û li ser axa xwe qebûl nake. Heta nuha kîjan armanca tevgere rizgarîya Kurdistanê pêk hatiye? Ew ji me re çîrokan dibêjin.

YEKÎTÎYA POSTAN Û YEKÎTÎYA NETEWÎ
Em nabêjin ku hilbijartina Tirkan me aleqedar nake, em dibêjin ku ev hilbijartina dewleteke dagirker e, hebûna dewleta Tirkan li Kurdistanê ne rewa ye, ev dewlet bi hemû dam û dezgehên xwe dagirker e û divê ev dewlet ji bakur-rojavayê Kurdistanê derkeve. Ev hilbijartin me aleqeder dike, lê tarza aleqeya me reda vê nizama dagirker e. Mixabin, partîyên Kurdan yên derveyî HDPê ji roja serî de helwesteke zelal negirtin.

Me bi xwe pêşnîyar kir ku em li bakur-rojavayê Kurdistanê berbijêrekî derxin, tenha ji bo bakur-rojavayê Kurdistanê tev li hilbijartinê bibin, em nizama dagirker ya Tirkan red bikin, em li dor wî berbijêrî hebûna miletê Kurd û Kurdistanê biparêzin.

Mixabin ev pêşnîyar qebûl nekirin. Bi awayekî siyaseten bêahlakî li Diyarbekir piyasa mebûsan vebûye, gelek partî diharin bi HDPê re bazarên sîyasî dikin ku postekî bidin wan û ew jî piştgirîyê bidin HDPê. Ev helwest siyaseten bêahlakî ye, ev ne sîyaseteke Kurdistanî ye. Yekîtîya ji bo çûyina Enqerê ne yekîtîyeke netewî ye, yekîtîya postan e, yekîtîya postan tiştek e û yekîtîya neteweyî tiştekî din e.