1- Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkeranedimeşîne. Li gorî rayedarên Sîstema Serwerîya Tirk, ev şer ji bo wan mijara bekayê (mayin-nemayinê) ye. Her çend rayedar û berdevkên vê sîstemê vî şerî weke li dijî terorê bi nav bikin jî eşkereye ku mijara bekaya wan Kurdistan e. Duho ji bo pêşîlêgirtina Serxwebûna Başûrê Kurdistanê bi her sê dewletên dagirker re li hevkirina wan ji ber vê yeke bû. Dagirkirina Efrînê û tehdîda wan a li ser rojhelatê Ferêt, hicûmên li ser Şingalê û her roj bombebaran kirina axa Başûrê Kurdistanê jî ji ber vê yeke ye. Ev tirsa wan ne bê sedem e. Ew dizanin wan çi anîye serê neteweyê Kurd û Kurdistanê. Û rast e ya ku wê dawî li vê sîstema jenosidal bîne jî Kurdistaneke Serbixwe û yekgirtî ye. Sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanê divê dev ji temîyên vala berdin û bes bêjin Serxwebûna Başûrê Kurdistanê an Kanton,federalîya Rojavayê Kurdistanê tu zirarê nade Dewleta Tirkîyê. Kes van temîyan naxwîne û Sîstema Serwerîya Tirk ji we çêtir dizane ku çi zirarê di bekaya wan.
2- Ji bo meşandina siyaseteke proaktiv pêwîst e ku rojeva xwe ya sîyasî em tayin bikin. Dewleta Tirkîyê li gel ku li sê parçeyên welatê me şerekî jenosîdal dimeşîne, her dem banga “demokrasi”yê û hilbijartina li me dike. Mixabin sinifa me ya sîyasetê jî rojeva xwe li ser vê bangê ava dike û her car dibêje ev hilbijartina hanê hilbijartineke dîrokî ye û ji bo me mijara mayin û nemayinê ye. Divê êdî bête fahm kirin ku rizgarîya me ne di sindoqên qesasê me de ye. Mijara me ya bekayê li ser axa xwe dewletbûyin e, pêkanîna yekîtîya axa welatê me ye. Rojeva me ya esasî pêşîlêgirtin û têkbirina van hicûmên dagirkerane ye.
3- Yekîtîya neteweyî ji bo mijara bekayê pêwîst e. Armanca Yekîtîya Neteweyî ya stratejik dewletbûyin û yekîtîya Kurdistanê ye. Rojeva Yekîtîya Neteweyî jî li her çar parçeyên Kurdistanê parastin û pêşdexistina destkeftîyên me ye. Ango Kerkûk e, Efrîn e, Şengal e, rawestandin û têkbirina hicûmên dewletên dagirker e. Yên ku ji derveyî vê rojevê yekîtîyê li ser bidestxistina çend postan li parlamanên dagirkeran pênase dikin an xwe dixapînin an dixwazin me bixapînin an jî hinek wan dixapînin.
4- Nîzama piştî şerê cîhanê yê yekemîn ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn bi hun guherînan hat domandin rasteqînîya welat û neteweyê me bin pê kir û nehişt neteweyê me derkeve ser dika dîrokê. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li cîhanê û li herêmê li nîzameke nuh digere. Ev şera me dernexistiye. Şer li ser me ferz bûye. Di vî şerî de hedefa me ya stratejik dewletbûyin û yekîtîya Kurdistanê ye. Mafê neteweyê me yê xwezayî ye ku derkeve ser dika dîrokê û weke hemû neteweyan li welatê xwe desthilatdar be. Taybetmendîyeke şerê cîhanê yê sêyem ew e ku li ser zemîneke şematokî dimeşe. Hevkarîyên mayinde nîn in, her dem hin hevkarî hildişin û hin hevkarîyên nuh ava dibin. Ji bo ku em di vî şerî de neşemitin û ji aktoren vî şerî re nebin amûrên demkî, divê em bi armancên xwe yên stratejik re pabend bin û çi di hindur parçeyan de çi di nav parçeyan de yekîtîyeke rast û dirust pêk bînin. Sedema têkçûyina Kerkûkê ya esasî tunebûna yekîtîyeke serxwebûnxwaz bû. Li Rojavayê Kurdistanê tunebûna yekîtîyeke Kurdistanî kêşeya herî girîng e di parastin û pêşdexistina destkeftîyên Rojava de. Ger em li ser armancên xwe yên stratejik yek bigirin yên ku bişemitin wê dagirker bin.
5- Di dema îro de li Bakurê Kurdistanê hişmendî û helwêsteke Kurdistanî ya xurt, ji dil û dirust li navê naxwiyê. Li Bakur, bêhelwêstî, îtaetkirin, entegrasyon û bişivîn li ser kurdan tê ferzkirin. Bêperwatîya Sîstema Serwerîya Tirk li tevaya Kurdistanê, hinek jî ji bêhelwêstî, bêhestiyarî û nerastiya ji siyaseta Bakur tê. Pêvajoya ku em aniha tê de dijîn li gor dil û bernameyên dagirkeran e. Rojek zûtir lazim e ku li Bakurê Kurdistanê sîyaseteke rast û serxwebûnxwaz di vê pêvajoyê de bibe xwedî gotin û mudaxîl. Wezifeyeke milî ye li ser me hemûyan ku em li ser vê bifikirin da ku ji siyaseteke rast re rê vekin.