HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Fuat ÖnenNuha ev kêşeyên sîyaseta Tirkîyê ne, sîyasetmedar û rewşenbîrên Tirkan dikarin vê mijarê guftûgo bikin. Em li Kurdistanê ne, li Kurdistanê sîyasetê dikin û...

Di van salên dawîn de têgîna bihevre jîyan (pêkve jîyan), ji alîyê sinifa sîyaseta me û rewşenbîrên me bi israr tê ziman û weke hedefeke stratejik tê pênase kirin. Mebesta wan ew e ku di hindur tixûbên dewletên dagirker de hemû pêkhateyên heyî bi hev re bi aramî bijîn.