HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN

Fuat Önen
Nuha ev kêşeyên sîyaseta Tirkîyê ne, sîyasetmedar û rewşenbîrên Tirkan dikarin vê mijarê guftûgo bikin. Em li Kurdistanê ne, li Kurdistanê sîyasetê dikin û ji Kurdistanê li hilbijartinên Tirkîyê dinerin. Ev ne hilbijartina me ye, em di nav vê hilbijartinê de ne terefekî sêyem, çarem û hwd in.

Nuha li Tirkîyê du bere hene: Bereyek jê AKP, MHP û beşeke dewleta Kûr e. Bereya din ji CHP, İyi Parti, Partîya Saadetê û beşeke dewleta kûr ya din pêk tê. Her du bere jî li Kurdistanê dagirkerîyê diparêzin, dijminatîya Kurdan dikin, hebûna xwe li ser tunebûna miletê Kurd û Kurdistanê ava kirine.

Ne xwezayî ye ku sîyasetmedarên Kurdan wek yên Tirkan bipeyivin, nakokîyên di nav sîyaseta Tirkan de mezin bikin û di nav sîyaseta Tirkan de ji xwe re li cîyekî bigerin. Divê sîyasetmedarên Kurdistanê zanibin ku ev ne hilbijartina me ye, ev hilbijartina dagirkerên me ye. Hebûna vê dewletê ya li Kurdistanê ne rewa ye, ev dewlet bi temama dam û dezgehên xwe li Kurdistanê dagirker e. Ne heq e ku sîyasetmedarên Kurdistanê li Kurdistanê meşrûîyetê bidin vê dewletê.

Dewleta Tirkan dixwaze ji xwe re serokekî hilbijêrê û parlemana xwe nuh bike. Divê sîyasetmedarên Kurdan ji vê re nebin enstruman ku dewleta Tirkan li Kurdistanê meşrû bikin.

Di vê hilbijartinê de helwesta herî rast ew bû ku, partîyên Kurdan bi hev re li Kurdistanê berbijêrek derxistina, bigotina ku em vî berbijêrî ji bo Kurdistanê derdixin, li Kurdistanê hedefa me ew e ku em ji sedî pêncî û yek (%51) dengan wergirin. Wê çaxê me yê hilbijartina Tirkan veguhestiya referandûma li Kurdistanê.
Mixabin, partîyên ku ji xwe re dibêjin em Kurdistanî ne û partîyên din bi hev re xwe wek muxalefeta Tirkîyê dibinin. Em ne muxalefeta Tirkîyê ne, em li dij vê nîzama dagirker in, hedefa me ew e ku ev dewleta dagirker ji bakurê Kurdistanê derkeve.

DIVÊ MIROV DI DIL Û HEŞÊ XWE DE DAGIRKERÎYÊ TÊK BIBE
Kêşe ev e ku, divê mirov di serî de di heşê xwe de dagirkerîyê têkbibe, mirov dikare di heş û dilê xwe de zora dagirkerîyê bibe. Mixabin, derveyî rojhilatê Kurdistanê, li her sê perçeyên Kurdistanê yên din, sîyasetmedarên Kurdan pirên di nabêna xwe û dagirkerên xwe de navêjin. Her hewl didin ku bi dagirkerên xwe re bi awayekî li hev bikin.

Îro di heman demê de li Bexdê jî hilbijartin heye. Partîyan me yên Başûr ketine pêşbazîyekê ku kî yê pirtir parlemen bişîne Bexdê. Baş e, ev Bexda ne ew Bexda ye ku ji sisêya yekê axa başûrê Kurdistanê ji nuh ve dagir kir, rê lê vekir ku bi hezaran Kurd koçber bibin û gelek pêşmerge şehîd bibin? Gava ku dewleta Iraqê êrîşî Kurdistanê kir, serokê Iraqê Kurd bû, Fuad Masûm bû, li parlemena Iraqê jî nêzîkî 70 parlemenên Kurd hebûn. Serokkomarê Iraqê yê kurd û 70 parlemenên Kurd yên li meclîsa Iraqê li hember vê êrîşa dewleta Iraqê ya dagirker dikarîbûn çi bikin? Tu tişt jî nekirin. Fuad Masûm hat li Dokanê civînek çêkir û got ku “dewleta me tê, hun vekişin.” Parlemenên Kurd yên li Bexdê jî tûşî heqaretan bûn û nikarîbûn li hember vê êrîşa dewleta dagirker ya Iraqê û Haşdî Şabî tu çalakîyan çêbikin. Partîyên me yên Başûr çima di van şerdan de diçin Bexdê?
Miletê me ne lawaz e. Miletê me piştgirîya banga referanduma serxwebûnê kir, ji sedî 70yî milet çûn ser sindoqê û ji sedî nod û sisêyê miletê me dewleteke serbixwe daxwaz kir. Vê yeke jî dîyar kir ku talîmata miletê me, îlankirina dewleteke serbixwe ye. Partîyên Başûr çima diçin Bexdê? Heman tişt ji bo partîyên Bakur jî derbasbar e. Divê Bakurî di serî de di heşê xwe de dagirkerîyê bi dawî bîne. S. Demirtaş di sala 2014an de jî bû berbijêrê serokkomarîya dewleta Tirkan. Vê yeke çi li me zêde kir? Parlemenên HDPê, yeko yeko bi guhên wan hatin girtin û ji teref dewleta dagirker xistin zîndanan. Ji bo çi sîyasetmedarên me ji vê sîyaseta dewletên dagirker dûr nakevin? Hun ji bo çi sîyasetê li ser axa Kurdistanê û ji bo dewletbûyina Kurdistanê nameşînin?

Nuha li ser me ferz dikin ku, em ji du dagirkeran yekî bipejirînin. Birayê min Î. Xelîl Baran jî dibêje R. T. Erdogan dewleteke zêdetir tund ava kiriye û bi tundî êrîşî ser Kurdistanê dike. Baş e, bereya li hember Erdogan kî ye? Bereya li hember Erdogan CHP ye ku ev sed sal in ku zilm û zordarîyê li Kurdistanê dike. Partîyeke din ya Meral Akşener e ku ew bi xwe perçeyekî dewleta kûr e û destê wê di nav xwîna bi hezaran xortên Kurdan de heye.

HEŞMENDÎYEKE KURDISTANÎ TUNEBE, YEKRÊZÎ ÇÊNABE
Em ne mecbûr in ku ji du dagirkeran yekî tercih bikin, em dikarin vê sîstema dagirker red bikin. Ji ber ku heşmendîyeke Kurdistanî tuneye, yekrêzî çênabe. Îslamîstên xelkê li ser axa xwe sîyasetê dikin, îslamîstên Fîlîstînî hewl didin ku li dij Îsraîlê dewleteke xwe ava bikin. Îslamîstên me dibêjin ku em ê dewleta Tirkîyê bikin dewleteke îslamî. Demokratên me dibêjin em ê vê dewletê bikin dewleteke demokrat. Çepgirên me dibêjin em ê vê dewletê bikin dewleteke çepgir. Hek hun ji fikrîyata xwe bawer dikin, dewletekê li Kurdistanê ava bikin, bila îslamîst, demokrat an çepgir be. Hun ji bo çi fikriyata xwe li ser axa xwe naparêzin. Heta ku ev terefên sîyasî sîyasetê li ser axa xwe nemeşînin û pirên di nabêna xwe û dagirkeran de navêjin, tu yekrêzî çênabe. Hek çêbiba wê li Başûr çêbiba, gava ku dewleta Iraqê û Haşdî Şabî êrîşî Kurdistanê kirin, me dît ku yekrêzî di nabêna PDK û YNKê de jî tuneye.