Rojava Kurdistan e! Kurd neteweyek in, Kurdistan welatê wan e û çarenûsa wan pêkve ye

Rojava Kurdistan e! Kurd neteweyek in, Kurdistan welatê wan e û çarenûsa wan pêkve ye

Hişmendîya netewî rasteqîn û ruh û rûmeta netewî kurd, li ser her kurdekî vê ferz dike biqîre û bêje: berjewendîyên netewî û ewlekarîya axa Kurdistanê ji hemû rêxistin, serok û rêvebirên kurd, bilindtir û pîroztir e.

Ji cotmeha 2024ê heta talîya salê, di nav Îran û Îsraîlê de şer dest pêkir. Her çiqwas êrîşên ezmanî di nava Îran û Îsraîl de pêk hatin, lê li ser axê, şer di navbera Îsraîl û hêzên bi îranê ve (proksî) girêdayî, dest pê kir û ne sekinîye: li Flîstîn-Gaze Hamas, li Lubnanê Hizbulah-şîa, li Yemenê Husî-şîa û li Sûrîyê hêzên şîa bi Îranê ve girêdayî û Hizbulah, bûn hêzên şer, ên dijberî Îsraîlê. Şer bi temamî bi dawî nebûbe jî, Îsraîl serkeftî ye û Îran li herêma Rojhilata Nêzîk û taybetî di seha şer de, hat şikandin. Herweha di proseya şer de li Sûrîyê desthilata BEAS-Esad têk çû û hêzên îslamî (cîhadî-selefî yên talanker û qatilê miletê kurd in) xwînrij, bi alîkarîya dewleta tirk hewl didin, bibin desthilat. 

Ji destpêka proseya şer, ketina desthilata BEASÊ û û şerê heta nuha dewam dike, mijarek ji bo kurdên rojavayê Kurdistanê grîng, ket rojeva rêxistin û tevaya raya giştî ya kurd li tevaya Kurdistanê. Ev mijar: hewldan û guftûgoyên derheq yekgirtina tevgera kurdên Rojavayê Kurdistanê bi çalakîyên girseyî bû rojeva gelê kurd. Bandora vê hewildanê li ser helwest û hişmendîya netewî, li tevaya Kurdistanê deng veda..

Medya girseyî, civakî û hemû dezgeyên ragîhandinê yên kurd, guftûgoyên derheq mijara yekgirtina kurd-kurd de, gelek bi erênî pêşwazî dikin û piştgiriya çalakvanan dikin. Ne tenê kurd, herweha hemû dagirkerên Kurdistanê, rûdanên li herêmê û muhtemel metîrsîyên wê, yên karin bandorê li ser çarenûsa dewleta wan bike, ji nêzîk ve dişopînin. Tê pêşbînî kirin, ku guhertinên li Rojhilata Nêzîk û taybetî rûdanên li Sûrîyê diqewimin dê li herêmê guhertinên cidî pêk bîne; dê tuxûbên dewletan biguhere û pêkan e hin dewlet, têk biçin. Herweha dewletên dagirkerê Kurdistanê jî pêşbînîyan dikin, ku dê enîya şer di tixûbên deverên şer heye de, nemîne. Şer dê fireh bibe û bê ber derîyê wan jî. Vê tabloyê metîrsîyek bi wan re çêkirî ye. Ji bo pêşîlêgirtina vê metirsîyê, bi hemû hêza xwe hewl didin bandorê li ser naverok, îstîqamet û armanca vê proseya şer bikin, da kurd di vê proseyê de nebin aktorekî sîyasî grîng û deskeftîyan netewî bi dest nexin. Turkîye, bi rexmê vê metirsîyê, di warê, sîyasî-dîplomatîk û leşkerî de, li Sûrîyê û li herêmê gelekî çalak e. Turkîye hewl dide, di vê rewşa nazik û bê îstîqrar a li herêmê peyda bûye, firsetan ji bo berjewendîyên xwe bikar bîne, da nufûza xwe li herêmê fireh bike. Ango, dewleta tirk, proseya şer wek rûdanek xeter metersîdar û di heman demê de derfetek karibi nufûza xwe fireh bike, dinirxîne û li gor wê tevdigere.

Ji bo mirov têbighê, bê kurd hedef û armancên vê proseyê çawa dinirxînin û çi hêvîyan jê dikin, pêwîst e mirov bi helwest, têkîlî û peyamê wan en li dijberî hev radigîhînin, binirxne û şîrove bike.

Hêja ye mirov di pileya yekem de, mijara grîng a hewldanên rêxistinên Rojavayê Kurdistan (ENKS û PYNK) ên ji bo yekgirtina hêzên kurd-kurd û muhtemel encamê wê binirxîne. Mirov dikari helwest û kîryarên heta nuha danin nîşandan, bi rêzekê şîrove bike. Mixabin, herûdu hêz, ji bo yekgirtin pêk neyê li serê xwe swarbûne. Ji bo hewlên yekgirtinê biser nekevin, kîn û nefreta rûdanên berê di nav wan de pêk hatinin, didin ber pozê hev. Berjewndîyên netewî û welat ji bo îxtirasên kesayetî û rêxistînî bin pê dikin. ENKS, di ser PDK başûr û PYNK di ser PKK (Ocalan û Qandîl), herûdu hêz pêkve li dijî berjewendîyên netewa kurd, berjewendîyên dewletên dagirker û taybetî yên dewleta tirk, didin ber hev.  Ev helwesta wan bandorek neyînî li hewildanên yekgirtina hêzên kurd-kurd û berjewendîyên netewî, dike.

Mixabin, helwest û tevgera ENKS û PYNK ya di pratîkê de dimeşînin, berjewendîyên netewî û ewlekarîya axa rojavayê Kurdistanê binpê dikin; berjewendîyên serok, rêvebir û rêxistina xwe di ser berjewendîyên netew û ewlekarîya welat re digrin. Heyvanekî begane, xerab, hişmendî û helwesta netewî ya gelek rêvebirên van rêxistinan, jahrdadayî kiriye: nakokî, îxtîras û nefreta dijberî kes û rêxistinan, di têkîlîyên sîyasî de serwer bûye. Ji dêlva ji bo xatirê berjewendîyên netewî, di hev re bibuhurin û rêzê ji hev re bigrin, îxtîras, nefret û nakokîyên xwe li pêşîya yekgirtina kurd-kurd dikin asteng û talebê xwe li ser hev ferz dikin. Wek numûne: ENKS dibêje bila PKK ji Rojavayê Kurdistanê derkeve; ev daxwaza Turkîyê ye. PYNK jî dibêje ”biratiya gelan”, ”komara demokratîk” û ”netewa deomokratîk” û peyama A, Ocalan. Bi qenaeta min, yek ji armanca di demek weha kurt de û demildest îlankirina aktuelkirina peyama Ocalan, ev e: peyam perdeyek tarî ya ji bo sernuxumandin, bê dengkirina mijar û rojeva aktuel a hewldana yekgirtina kurd-kurd, li Rojavayê Kurdistanê ye. Ne tesaduf e hemû alavên medya PKK û dewleta tirk, gelekî çalak û bê navbir, heroj behsa vê peyamê dikinû hewl didin, bi gelê kurd bidin bawerkirin, ku ev peyam di berjewendîyê wan de ye.

Çi xerîb e, di daxwazên ENKS û PYNKê didin ber hev de, yek maf û berjewendîyên netewa kurd, tune ne. Daxwazên ENKS û PYNK, ji xeynî netewa kurd, berjewendîyên hemû dewletên dagirker û taybetî yên Turkîyê diparezin. Wate, ji bo kurd bindest bimînin û bê maf bin, divê dijberê hev bin û di sefê dagirkeran de bin.  Mixabin û zahmet mirov qebûl bike, lê rastî di ser dilxwazîyê re ye û pîvana rastîyê karê di praktîkê (emelî) li sahayê tê kirine. Divê mirov vê rastîyê bêje: helwesta herûdu hêzan a di vê merhalê de û karên praktîkî dikin, berjewendîyên dagirkerên Kurdistanê diparêzin.

Dijberîya hêzên kurdî li hemberî hev û li cem dijmin sef girtin, ne dîyardeyek nuh e, kokek xwe dîrokî heye. Ev dîyarde ji dema serdestîya dewletên Osmanî û Sefewîyan de destpêkirîye. Piraya mîr û bêgên Kurdistanê û piştî têkçûna wan, gelek serkeşên oldar ên terîqetî, ji bo berjewendîyên xwe yên desthilatîyên herêmî, civakî, aborî, rê ji serdetîya dagirkeran re xweş kirine; nexweşîyek bê derman, mayînde û mîrasek malxerab, ji rêvebirên netewa kurd re hiştin.

Proseya siyaseta dagirkeran a ji bo înkar û tunekirina netewa kurd û Kurdistanê ji sedsala bîstê û taybêtî bi wajokirina peymana Lozanê (1923), destpê dike. Turkîye Îran, Iraq û Sûrîye bi alîkarîya dewletên zilhêz rojavayî, Kurdistan dabeş kirin.  Dagirker ji bo serwerîya xwe li ser Kurdistanê mayinde bikin, li ser du xalên grîng ên ji bo wan û ji bo netewa kurd hayatî bûn, lihevkirin. Yek: kurd, nabe di warê netewî, rêxistînî-sîyasî, ziman û kultûrî de rêxistin, dezge û sazîyên netewî yên hevbeş ava bikin û herweha, nabe kurd pêwendîyan netewî, îqtîsadî, kultûrî di nav beşên Kurdistanê de hebin. Dudo: nabe kurd pêwendîyên sîyasî, civakî, aborî û kulturî bi dewletên zilhêz (taybet rojavayî) re hebin.  Armanca vê sîyaseta jenodsîdkar: înkar û tunekirina netewa kurd û Kurdistan e. Hedefa vê sîyasetê: divê kurd wek netew ne xwedî hişmendî û helwesta kurdistanî bin; doza rizgarîya welat û mafên netewî nekin, berovacî wê, divê kurd dijberê hevûdu bin, rêzê ji hev re negrin û di sefê dijmin de, cîh bigrin.   

Dewletên dagirker di proseya dîrokê ya dirêj de, bi sîyaseta xwe ya jenosîdkar, heta pileyek bilind serkeftî ne. Wek numûne: Mîr û begên kurdan, ji bo berjewendî û serdestîya dagirkerên Kurdistanê, di enîya şer de, di sefên dagirkeran de, serkêşîya şerê kurd li dijî kurd dikirin. Wek numûne: Mîr û begên Ardelan, Baban û gelekî din. Gelek rêvebirên terîqetên Qadirî û Nexşîbendî her dijberê hevûdu bûne û şopên wê heta serdema me, dewam dikin. Glek serokeşîr û axayên kurd di yekîneyên wek alayên Hemîdîyê, cahş û cerdevan (korucî) de, di sefê dagirkeran de şerê birayê xwe kurd kirine û  dikin.

Ev ruhê xerab di hilwest, hişmendî û hestê gelek serkêşên kurdan de, bibû (berdewam e) penceşêrek wîrasî: bê rêzî, hesûdî, nefret, bê tehamulî, ruh koletî, ji hev re dijmin, bi dijmin re alîkar, di hev de nebuhurîn û hw … Dawîya jimara van taybetmendîyên xerab ên kurdkuj, nayê. Mixabin, rêvebirên kurd (îstîsna hene) ên civakî, sîyasî û olî rê li vê mîrasa kurdkuj, negirtin, ji nivşê piştî xwe re, hiştin. Mixabin, rêvebirên vê serdemê jî, ji vê penceşêrê xelas ne bûne. Hêvî ev e: nifşên nuh vê mîrasa kurdkuj, red bikin. Heger nekin, ew jî wek pêşîyên xwe dê bên red kirin û serkurtkirin; dê tekîlîyên koletî û koledarîyê, li ser netewa kurd, her berdewam bin. Pêdivîy e, vê siyaseta jenosîdkar – dagirkerane, bênavbir, bi hişmendîyek û mercekek welatparêz û netewî de, bibînin û bi nirxînin.

Heger em kurd xwedî hişmendîyek welatparêz û netewî rasteqîn bin, em dê karibin rûdanên li Rojhilata Nêzîk û taybetî yên li rojavayê Kurdistanê rû didin, bibînin, binirxînin û xwedî pêşbînî bin. Dagirkerên Kurdistanê hemû pêkve, li Kurdistaatanê û li tevaya cîhanê dijberin, ku, kurd mafê netewî, ziman û kultûrî bidest xin. Feqet vê konjuktura sîyasî erênî, ji bo netewa kurd û taybetî ji bo kurdên rojavayê Kurdistanê, derfetek erênî peyda kirîye, da kurd karibin mafên xwe yên netewî bidest xin.

Dewletên dagirker bi nerîn û helwestek dijminane rewşa hasas, aloz a li Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê rû daye, dişopînin. Hemû pêkve ji ber êncamên neyînî, yên li dijî berjewndîyên wan rû dane, ketine rewşeke felcbûyî. Li Sûrîyê rejim û desthilata BEAS têk çûye, ne diyar e dê desthilatek mayinde pêk bê. Îran di şerê bi Îsraîlê re şikestin xwar; Iraq di metîrsîyeke de ye, dê êrîşên cîdî yên Îsraîl û dewletên zilhêz, bi ser de were; Iraq bi derdê dahatûya çarenûsa xwe biliyaye. Tenê dewleta Turkîye wek aktorekî çalak, ê di herêmê de ”serkeftî” tevdigere. Tirk, bi hemû hêza xwe Rojavayê Kurdistanê ji xwe re kiriye armanc û hewl dide herêmê dagir bike. Armanca tirkan ev e: Karesta li Efrîn, Girê Spî û Serê Kanîyê anîye serê gelê kurd; hewl didin, dubare şehir û gundên kurdan dagir bike û wan bi darê zorê ji ser axa welatê wan derxe; ereb û tirkmenan li şûn û warên wan bi cîh bike, demografîyê biguhere. Ji bo wê, heroj çavkanîyên avê, elektrîkê, bîrên petrol û benzînxane, ambarên genim, firnên nan dipêjin, bombe dikin, da mirov neçar bibin, terkai welatê xwe bikin. Wate sîyaseta jenodsîdkar a tunekirina Kurdistanê li vê derê jî, li dar e.

Dewleta tirk, ji bo mayîndekirina dagirkerîya bakurê Kurdistanê, ne tenê kurdên bakur, herweha kurdên tevaya beşên Kurdistanê dijmin dibîne. Heger li beşekî Kurdistanê muhtemel derfetek kurd karibin mafên netewî bidestxin û pêşwazîyek erênî navdewletî ji wan re hebe, dewletên dagirker hemû pêkve pirsgirêk û nakokîyên nav xwe didin alîyekî û li dijî tevgera netewî kurd, bi yek helwestê tevdigerin. Gelek numûneyên weha henin: di dema peymana Lozanê, Komara Kurdistan (1946), peymana 11 adrarê 1970, Rizgarkirina başûrê Kurdistanê (1990), referandûma Kurdistanêde, hemû dagirker pêkve êrîş anîn ser başûrê Kurdistanê. Di serdema îroyîn de, dewleta tirk bi mîsyonek, barhilgir û xemxûrê hemû dagirkerên Kurdistanê, li saheyê, bi tehdît, êrîşên leşkerî û pêwendîyên dîplomatîk, şerê kurdên Rojava dike. Wate, ji dagirkeran dost û hevpeyman, ne pêkan e.

Dewleta tirk di hemû hevdîtinên nav xwe û yên navdewletî de, teqez dikin ew rê nadin li rojavayê Kurdistanê dewletek an statûyek ”terorîstan” (PKK, YPG) were avakirin. Tirk derewan dikin, ew bûn, ên ji bo guftûgoyan, çend caran Salîh Muslim dawetî Enqerê kirin; di heman demê de A. Ocalan bû, ê methê têkîlîyên PYD û tirka dikir û digot: kurd û tirk pêkve ”ruhê eşme” ava kirine; anha jî, tirk ji bo kurdên rojava bêhêz û bêçek bikin, bi serokê PKK Abdulah Ocalan re di pêwendîyan de ne. Peyama A. Ocalan, vekirî piştgirîya êrîşên dewleta tirk, ên li ser bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê, dike. PKK ji dewleta tirk û dewletên din ên dagirker re, ne xeter e, ew ji bo wan alavek e. Mebest ev e: Dagirker ji bo destkeftîyên netewa kurd (bakur, başûr, rojhilat, rojava) têk bibin, kerta PKK aktuel dikin û bikar tînin. Hişmendîya netewî rasteqîn û ruh û rûmeta netewî kurd, li ser her kurdekî vê ferz dike biqîre û bêje: berjewendîyên netewî û ewlekarîya axa Kurdistanê ji hemû rêxistin, serok û rêvebirên kurd, bilindtir û pîroztir e

Kurd neteweyek in, Kurdistan welatê wan e û çarenûsa wan pêkve ye

Rayedarên dewleta tirk, di ser medya girseyî de, hertim dibêjin wan carekê şaşitî kir, dê cardin nehêlin şaşitîtaya wan dubare bibe. Qesta wan, li hember başûrê Kurdistanê şer nekirine, bêdang man e. Pirsek: gelo di sala 1990ê de PKK serkêşîya rizgarîya başûrê Kurdistanê kir? Na, Kurdên başûr bi serkêşîya rêxistin û peşmergeyên xwe, başûrê Kurdistan rizgar kirin. PKK ji bo kurdên başûr bisernekevin, şerê peşmergeyan kir; ji bo pêşî li bandor û sempatîya hukûmet û parlamentoya başûrê Kurdistanê bigirin, ”parlamento” û ”komar” îlan kir. Lewra mirov kari bêje, rayedarên tirk derewan dikin, çi ji dest wan hat, texsîr nekirin; ji tirsa neketin başûrê Kurdistanê, ji ber ku hêzên navdewletî yên serkêşîya wan DYE dikir, li Iraqê bûn, rê nedan tirkan.

Feqet, dewleta tirk, rizgarîya başûrê Kurdistanê, bi kurdên bakurê Kurdistanê da tazmîn kirin. Bedelê wê: di çend salên destpêka 1990ê de, çar hezar gundên kurdan têk birin, şewitandin; bi darê zorê, bi milyonan kurd ji cîh warê wan derxistin, ew perîşan kirin, birîn û elemên di warê civakî, aborî û derûnî de vekiribûn, heta nuha wek penceşêrêk bêderman, dewam dikin. Mixabin raya navdewletî û ya kurd li hember vê karesatê bêdeng man.

Mebest ev e: dagirkerên Kurdistanê, ji serok û rêvebirên kurd ên sîyasî, bêtir kurdistanî difikirin û tevdigerin. Di konteksta wan a derheq kurdan, ev heye: kurd neteweyek in û welatê wan Kurdistan e. Bi rexmê welatê wan dabeş bûye û li ser wan siyasetek jenosîdkar tê meşandin, kurd dê her ji bo mafên xwe yên netewî û rizgarkirina Kurdistanê, micadele bikin. Dagirker weha tasawur dike û li gor wê hesap û pilana çêdike.

Di vê dem û rewşa ji bo kurdan hesas de, yek ji xalên erênî, ya hêvîyan geş dike û dînamîzmekê dide tevgera kurd, da karibi yekgirtina kurd-kurd pêk bîne, vê konjuktura siyasî ya li Rojhilata Nêzîk e Dewletên zilhêz yên rojavayî (Emerîka, Fransa, Almanya û yên din), yên di herêmê de xwedî înterese nin, bi baldarî û sempatî pêşwazîyê li tevgera netewî kurd a rojava yê Kurdistanê, dikin. Heta nuha bi helwestek eşkere, bi hêza leşkerî, sîyasî û dîplomatîk, êrîşên dewleta tirk firên dikin, ewlekariya netewa kurd, li Rojavayê Kurdistanê diparêzin. Li başûr û rojavayê Kurdistanê baregehên leşkerî avakirine û hw. Ango, ji bo yekgirtin û yek helwest stendina kurdan, atmosferek sîyasî erênî, peyda bûye. Li gel vê, dîplomatên emerîkî û frensî, da kurd şandek hevbeş pêk bînin, gelekî hewl didin ENKS û PYNK bînin cem hev. Lê çi hikmet e, vê rewşa zêrîn a ji bo gelê kurd peyda bûye û kari bibe derfetek çarenûsaz û tayinker, ji teref ENKS û PYNK, tê binpê kirin.

Di konjukturek sîyasî aloz, û gelek şematok li herêmê rû daye de, hemû rêxistin, rewşenbîr û kesayetîyên civakî, berpirsiyar in. Ji bo kurd karibin li dijî êrîşên dewleta tirk û hêzên bi wê ve girêdayî (ereb tirkmen û hw), rawestin û axa xwe biparêzin; ji bo karibin mafê netewî û statûyek siyasî bidest xin, pêwîst e, bi rêzgirtin, yek şande û yek helwest, di saha sîyset û dîplomasîyê de, amade bin. Herweha, ji bo kurd li ser maseya danûstendin û guftgoyên sîyasî-dîplomatîk xwedî rêz û bandor bin, pêwîst e tevgera netewî hêza xwe ya leşkerî, li saheya welêt bihêz bike. Herweha pewîst e û pêdivî ye, pêşmergeyên roj vegerin welêt û pêkve bi HSD re, hêzeke netewî yekgirtî, damezîrînin.

Bi rexmê helwest û dîyardeyên neyînî, yên di nava ENKS û PYNKê de, pêlek netewî erênî ya sisîyê daketîye saheyê. Gelek sîyasetmedar, reweşenbîr û rêvebirên civakî û rêxistinên sîyasî yên kurd, bi meş û civînên girseyî, gengeşîyên hêvîdar û germ, derheq pewîstî û pêdivîya yekgirtina kurd-kurd, bertekan rê didin. Pêşwazîyek girseyî baş li vê pêlê, tê kirin. Armanca pêa sisîya ev e: divê rêxistinên kurd şandekê hevbeş pêk bînin û pêkve bi yek helwestê, biçin Şamê. Daxwazek rewa û rast e. Neteva kurd vê hewl û helwesta netewî erênî paşguh nekir. Li tevaya Kurdistanê (bakur, rojhilat, başûr û rojava), bi helwest, civîn û pêşedanên girseyî, axaftin û nivîsên li ser çapemenî, medya girseyî û civakî, bi xurtî piştgirîya vê hewldana yekgirtina kurd-kurd, tê kirin.

Helwest û çalakîyên berdewam, herweha delîl û pejirandina hişmendîya welatparêz û netewî rasteqîn e. Wate:. Vê proseya erênî, hişmendîya netewî geş dike, girseya şîyar dike û gelê kurd ji bo doza netewî, ji bo yek armanc û yek helwestê, nêzî hev dike û mobîlîze dike.

Pêşwazîya bi coş a gelê kurd a ji bo yekgirtina-kurd, bandor û zextek mezin a êrênî li ser gelek rêvebirên rêxistinên sîyasî-kurd, dike. Ev çend roj in, alavên ragîhandinê agahîyên bixêr, erênî radigîhînin. Wek numûne: Hevdîtinên ENKSê bi serokê HSDê re; serokê HSD Mazlûm Evdî di peyamên xwe de, teqezîye li ser pewîstî û pêdivîya yekgirtina hêzên kurd dike. Berêz Mesûd Barzanî bala rêvebirên ENKSê dikşîne; pêwîst dibîne û piştgirî dike, ku rêxistinên kurd ên Rojavayê Kurdistanê rêza hev bigrin û ji bo guftûgoyan bi yek şandê biçin Şamê. Rêvebirên ENKSê jî derheq yekgirtina kurd-kurd, beyanên erênî radigîhînin. Hêvî xurt dibin û pêwîst e kurd hemû piştgirîya tevgera netewî yekgirtî, bikin. Kurd neteweyek in, Kurdistan welatê wan e û çarenûsa wan pêkve ye.