Çepgirî, Enternasyonalîzm û Kurdistan

Çepgirî, Enternasyonalîzm û Kurdistan

Fuat Önen

Li Bakurê Kurdistanê pirsgirêkeke ramanî/fikrî li ser têgînên ku tên bikaranîn heye bêyî ku têgîn pênase bibin û bêyî ku naveroka wan têgînan bête fahmkirin. Yek ji van jî mijara ‘çepgirî’yê ye. Li Kurdistanê, van salên dawîn, bi taybet yên ku xwe û derûdorên xwe wek neteweperwer pênase dikin li dijî çepgiriyê propaganda dikin û dibêjin çepgirî wek tiştekî nebaş zerar dide Doza Serxwebûna Kurdistanê. Û îdia dikin ku fikreke wisa êdî li dinyayê nemaye lê tenê li Kurdistanê maye. Ya ecêb ew e ku ew kesên rexne li çepgiriyê digirin, xwe wek ‘rastgir’ pênase nakin. Gava ku tu behsa ‘çepgirî’yê bikî divê ku ‘rastgirî’ jî hebe. Li Kurdistanê tu kes ne ‘rastgir’ e lê her kes jî li ‘çepgirî’yê rexne digire. Sedema vê idxalkirina têgînan e. Derketina vê têgînê bi Şoreşa Fransayê ve girêdayî ye. Di Meclisa Firansayê de yên ku li dijî arîstokratiyê derketine û xwestine bi her awayî nîzameke nûh ava bikin, li milê çepê, yên statukoparêz jî li milê rastê rûniştine û ji yên li milê çepê re gotine ‘çepgir’ û ji yên milê rastê re jî gotine ‘rastgir’.

Di serî de şaşî ye ku em van têgînan bi awayekî otomatîk transferî Kurdistanê bikin û di ser van têgînan re dijberiya hevûdin bikin. Jixwe li Kurdistanê parlementoya me tune, li hindur wê parlementoyê kesên ku bixwazin civatê biguherînin û nîzameke nûh ava bikin û li milê din jî yên ku bixwazin nîzama heyî biparêzin tune ku em niqaş li ser çepgirî û rastgiriyê bikin.

Li Kurdistanê, ji çepgirî û rastgiriyê bêtir li ser têgînên wek ‘şoreşgerî’, ‘radîkalî’, ‘welatperwerî’ an ‘neşoreşgerî’, ‘neradîkalî’, ‘newelatpewerî’ bê niqaşkirin dê çêtir be. Yek ev e. Ya diduyan jî: Têgîna çepgiriyê di hindur xwe de gelek rêbazên (akim) fikrî dihewîne. Li Awropayê, ji sosyal-demokrasiyê heya komunîzmê, anarşîzm, grûbên ekolojîk, grûbên li dij serdestiya nêrzayîyê derdikevin û hwd. giş wek çepgir û yên ku dixwazin rejîmê an nîzama heyî muhafaze bikin jî wek rastgir tên pênasekirin.

Li Kurdistanê kêşe ne ev e. Tiştî ku ji me re bibe pîvan ev e; Kurdistan welatekî dagirkirî, parçekirî û parvekirî ye. Ku mirov bi vê wateyê lê binêre, yên ku li hember dagirkirin, parçekirin û parvekirina Kurdistanê derdikevin esasen giş çepgir in. Di eslê xwe de neteweperwerên me çepgir in loma li hember rejîma heyî derdikevin û dixwazin vê rejîmê biguherînin. Heke tu bi awayekî van têgînan ji Awropayê transfer bikî, wê demê Mesud Berzanî jî, PDK jî, YNK (Yekitiya Niştimanê Kurdistan) jî, PAK jî, PSK jî çepgir in û li sahaya sîyasî ya Kurdistanê rastgir tune ne.

Feqet têgînên vala bi kar tînîn û herkes li gor xwe wateyekê li wan têgînan bar dike û ev sergêjiyeke fikrî derdixe holê. Lê kî li dij dagirkeriyê, li dij parçekirin û parvekirina Kurdistanê derkeve û yekîtî û serxwebûna Kurdistanê biparêze ew şoreşger in , welatpewer in, di qada teorîk de jî ne rastgir in lê çepgir in. Ev têgîn wek norm ji Awropayê hatibine transferkirin jî, gava ku mirov lê dinêre ji berê de li Kurdistanê hebûne. Hîn di salên 1900ê de jî kardroyên komonîzan hene. Li Stenbolê, girseya Partiya Komunîstê Tirkiyeyê bi giştî hemalên kurd in. Ev nû daneketiye Kurdistanê, tim bi wê wateyê jî li Kurdistanê ‘çepgirî’ hebûye.

Lê xwîyabûn, bervalavbûn û cîgirtina vê têgînê li Kurdistan û di tevgerên serxwebûna Kurdistan de, di sala 1968an de dest pê dike. Lê berî vê jî, di girtinên (tewqîfên) 49an de jî (1959-60), li gor tesnîfa dozgerê tirkan, hin ji wan 49an kurdên (kurdçiyên) komunîst in, hin ji wan jî kurdçiyên neteweperwer in. Lê ji salên 1974an pêve bi giranî ‘neteweperwerî’ li ser çepgirî, sosyalîstî, komunîstîyê de hatiye pênasekirin li Bakurê Kurdistanê. Heta hatiye asteke wisa ku Partiya Demokratê Kurdistana Tirkiyeyê jî, piştî ku bi navê KUKê tevgeriya, wan jî xwe wek marksîst, komunîst, sosyalîst bi nav kirine. Em dikarin bêjin heta salên 1990î jî, bi taybet li Bakurê Kurdistanê lê li parçeyên Kurdistanê yên din jî, li Rojhelat û kismen li Başûr, tevgerên ku xwe bi komunîstî û sosyalistî pênase dikirin hebûn.

Ku em parçeyên din bihêlin li alikî û li Bakur binêhêrin û li ser Bakur bipeyivîn, pîştî Serhildana Agiriyê yên ku siyaseta serxwebûnxwaz li Bakurê Kurdistanê danîne ber xwe û kirine rojeva kurdan, ew kes bûne ku xwe wek sosyalîst- komunîst pênase kirine. Wan xistine rojevê, wan ji nûh de dest bi vî karê rizgariya mili kirine û dane ber xwe. Wan li Bakur di ser çepgiriyê re welatperwerî ji nûh de bi rûh kirine, piştî 1968-70yî. Wê demê welatperwerî û çepgirî wek hev dihate qebûlkirin. Wê demê li Bakur her welatperwerekê/î Kurdistanê xwe wek çepgir, sosyalîst-komunîst bi nav dikir. Ew ên ku îtirazên wan yên fikrî an derûnî li hember komunîzmê hebûyan jî bi musamehe li komunîst-sosyalîst û çepgirên Kurdistanê dinihêrîna.

Piştî têkçûyîna Sovyetê, ku êdî sîstem hilweşiya, îtibar winda kir, akimên (bizavên) fikrî jî li gor pêlên cihanî û herêmî ne, wê demê bizavên fikrî yên çepgir kêmîtibar bûn, tereftarên wan kêm bûn. Li Kurdistanê jî wîsa çêbû, yên ku ewqas bi tundî rexne li çepgirî, sosyalîzm-komunîzmê digirin çepgir, sosyalîst û komunîstên kevn in. Ew in yên ku piştî têkçûyîna Sovyetê dibêjin me nûh fehm kir ku sosyalîzm esasen xeyal û ne tiştekî baş e. Û ew in dibêjin fikrên sosyalîstî-komunîstî fikra welatperweriyê an hestiyariya welatperweriyê lawaz dikin. Aniha ew xwediyên îdiayên wisa ne.

Ev îdiayên pûç û vala ne. Heke tu çepgir, sosyalîst an komunîst bî jixwe tu li dij nîzama heyî yî. Nîzama heyî jî li Kurdistanê, dewleteke dagirker, jenosîdal û serweriya tirk e ku jiholêrakirina rasteqiniya milet û welatê kurdan ji xwe re kiriye hedef. Heke tu çepgir, sosyalîst-komunîst bî divê ku tu dij van bî û tu yê tereftarê yekîtî û serxwebûna Kurdistanê bî. Gerek e ev têgîn li gor şertan li gor welatan û li gor dema ku em têde diguherin bên bikaranîn. Têgîn ne li her demê û li her derê di heman wateyan de ne. Têgîn bi hevdû re sîstemeke fikrî ava dikin û gava tu têgînan bi kar tînî divê ku ew bi awayekî bi hevûdin re têkildar bin û pênaseya wan jî li hev were. Ew niqaşên ku le ser çepgiriyê dimeşin pûç in, ne watedar in û ne rast in.

Neteweyîbûn û Navneteweyîbûn

Li nav kurdan mesela ‘enternasyonalîzm’ ê tê niqaşkirin ku dibêjin ‘çepgir’, ‘sosyalîst’ û ‘komunîst’ enternasyonalîst in lê ne neteweperwer in. Li vir jî têgîna ‘enternasyonalîzm’ê bixwe nehatiye fehmkirin. Wateya ‘enternasyonalîzm’ ê navneteweyîbûyîn e. Li vir netewe hene, neteweyî hene û fikrek di ser wan re heye û ev neteweyîyê ji holê ranake an red nake. Heke neteweyîbûn tune be navneteweyîbûn jî çênabe. Navneteweyîbûn ew e ku netewe hene û tevgereke di ser wan re navneteweyî jî heye. Hin kes ‘enternasyonalîzm’ ê yanê navnetewetiyê wek reda netewetiyê fehm dikin. Yanê ‘enternasyonalîstî’ ne asteng e ku mirov yekîtî û serxwebûna Kurdistanê biparêze û bi vê wateyê ‘enternasyonalîst’ên kurd neteweyî ne jî. Çawa neteweyî ne? Komunîstên Brîtanyayê jî neteweyî ne, dê têkiliyên wan û komunîstên kurd navneteweyî bin. Lê bi sedem ku tê hesaban ewqas têdigihêjin ku ‘enternasyonalîzm’ ê wek reda ‘nasyon’ fehm dikin lê na, heke neteweyî tune be navneteweyî jî tune ye.

Têkiliyên dagirkerên Kurdistanê yên Tirkiye, Îran, Iraq û Suriyeyê têkiliyeke ‘enternasyonalîst’ e. Her çar dewlet jî enternasyonalîst in. Dibêjin heke li vir Kurdistaneke Serbixwe ava bibe, ev di eleyhiyê miletên me de ye û ji bona wê, di warê mezhebî, fikrî de, di warê menfeetên dewletên wan de, çi kêşeyên wan yê navxweyî hebe jî gava ku mijar dibe ‘KURDISTAN’, her çar dewlet bi awayekî ‘enternasyonalîst’ tên ba hevdû û ji bo ku ‘Kurdistanek’ tune be, bi hev re kar dikin. Çawa ‘enternasyonalîzm’a proleteran heye wisa jî ya dewlemendan heye û wisa ya emperyalîstan jî heye. Ne tenê çepgir enternasyonalîst in, di dinyaya îroyîn de her aktorên siyasî yên cidî û xwedîbandor, têkiliyên wan yên enternasyonalîst hene. Îcar gelek giring e ku em baş fêm bikin ku têkiliyên di navbera dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Suriyeyê de têkiliyeke enternasyonalîst e. Sed sal e ku ev her çar dewlet li hember Kurdistanê itifaqeke enternasyonalîst danîne. Itifaqa Tirkiye û Iranê ne itifaqeke neteweyî ye, itifaqeke navneteweyî ye. Û hedefa vê enternasyonalîzmê jî ew e Kurdistanek tune be.
Hin şaş an kêmfêmkirinên grûb û kadrûyên çepgir jî rê li vê vedikin. Gava li Kurdistanê yek bêje ez enternasyonalîst im, ji bo wê ez ê çi bikim bi Kurdistanê, ev ne enternasyonalîstî ye. Di wateya teknîkî de Emerîka jî, Rusya jî, hemû dewletên li herêmî jî enternasyonalîst in. Ez jî enternasyonalîst im ji ber ku li kîjan derê dinyayê zilm û zordarî hebe ez wê zilm û zordariyê wek li ser xwe hîs dikim. Ez li Kurdistanê me û wezifeya min ya enternasyonalîst ew e ku Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî ava bikim. Ev hem wezîfeya min ya enternasyonalîstî ye û hem jî wezifeya min ya neteweyî û welatperwerî ye. Wezîfeya min ya enternasyonalîstî ye bi sedem ku Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî li Rojhilata Nêzîk şoreşeke herî mezin e. Ev şoreş dê çar dewletên dagirker û ew dewletên emperyalîst ku ev çar dewletên dagirker jî dûvikên wan in, lawaz bike. Karê Şoreşa Kurdistanê karekî enternasyonalîst e.

Divê ku hindurên van têgînan rast bên dagirtin û wek tenekeyên vala deng dernexin. Lazim e nava van têgînan bê tejîkirin ku mirov bizanibe ka kengî û li ku bi kar bîne.

Çepîtiya tirkan

Çepîtiya tirkan, di serî de wek çepîtiya dewletê ava bûye. Mirov dikare bêje ku qusûrek an arêzeyeke ontolojik ya komunîstiya tirkan heye. Di serî de wek dezgeheke dewletê hatiye avakirin. Hişmendiya komunîstî li Tirkiyeyê ji bo parastina vê dewletê ava bûye, yanê parastina vê dewletê ji bo wan armanca sereke ye. Di serî de ev ne li gor rêzikên komonîzma rastîn e (Komonîzma ku ez pê dizanim). Li tu derê dinyayê, komunîstên dewleteke dagirker, parastin û yekitiya wê dewletê ji xwe re nakin armanca sereke. Berovaciya vê, parçekirin û jiholêrakirina wê ji xwe re dikin armanc. Lê li Tirkiyeyê arêzeyeke komunîstên Tirkiyeyê ya ontolojîk heye.

Di salên 1919- 1923yê de em tevgera komunîstên Tirkiyeyê di sahneyê de dibînin. Bê guman di beriya wê de, di dema Osmaniyan de jî hin tevgerên sosyalîst-komunîst hebûne. Lê ev dem dema avakirina Komînterneyê ye û êdî Partiya Komunîstên Tirkiyeyê wek beşek ji komînternê ava dibe lê di heman demê de jî Dewleta Osmanî derbasî Komara Tirkiyeyê dibe. Û ew vê wek şoreşekê dibînin. Ew karên ku dûre wek ‘kemalîzm’ tê binavkirin, ew kar hem feodalîteyê hem arîstokrasiyê tesfiye kiriye û hem jî cumhuriyeteke modern ava kiriye û ev jî li gor wan wek şoreşekê ye. Avabûn û berbelavbûna Partiya Komunîstên Tirkiyeyê bi sedem ku bi van her du bûyeran re di heman demê de ye, şopên zayînê, yên wan tevgeran, li ser wê heye. Di avabûna Komara Tirkiyeyê de ew jî avabûne wek şopa zayînê li ser maye ku parastina yekîtî û liserlinganhêştina vê dewletê wezîfeya komunîstiyê ye. Li her derê dinyayê komunîst li dij dewletan in lê yên Tirkiyeyê ne wisa nin, di serî de jî.

Li gor konjoktûrê, belkî Partiya Komunîst, gava ku têkiliyên Tirkiyeyê û Sovyetê xirabûne, wê demê li dij dewletê helwest girtibin lê dema ku mirov di temamê dîroka Tirkiyeyê de lê binêre, ji cepheyê de helwestgirtineke ji bo rûxandina vê dewletê di xeta serdest ya komunîstên Tirkiyeyê de tune ye.

Ev dibe sedem ku wan kêşeya Kurdistanê jî baş fehm nekirine. Yanê ji alî dewletê ve li Kurdistanê dinêrin, ne ku Kurdistanê welatekî bi serê xwe û welatekî di bin dagirkeriya dewleta xwe de dibînin. Ew Kurdistanê wek parçeyekî vê dewletê mulaheze dikin. Her çend di warê teorik de mafê çarenûsî ji bo kurdan parastibin jî, bi sedem ku di avabûna vê tevgerê de ev pirsgirêk hene, ne wek welatekî ku ji alî dewleta xwe ve dagirkirî lê wek parçeyekî welatê xwe hizir kirine. Û wan van hizrên xwe jî bi peyvên enternasyonalîst xemilandine. Esas kêşeya esasî di tevgera komunîst ya Tirkiyeyê de ev e. Ev jî dihêle ku ew ne enternasyonalîst lê nasyonalîst in.

Tabî di hindur vê tevgerê de, hin dengên li dij vê pêla serdest hene. Di salên 1930yî de Dr. Hikmet Kivilcimli yekî wisa ye. Bi qasî ku ez pê dizanim yê ku pêşî gotiye Kurdistan kolonî ye û gerek e komunîstên Kurdistanê cihê rêkxistin ava bikin, ew e, Dr. Hikmet Kivilcimli ye. Dûre di salên 1969-70yî de hin vegotinên Îbrahîm Kaypakaya jî derî vê xeta serdest em dikarin binirxînin. Hin gotinên wî wisa ne, lê fikriyata wî di mijara Kurdistanê de, bi vê fikriyata serdest re li hev e.Tenê hin vegotinên wî derheq kemalîzmê û Kurdistanê de hene, ewqas. Îsmaîl Beşîkçî jî çepgir û sosyalîstekî Tirkiyeyê ye. Cî bi cî û hin caran hin kes an partiyên biçûk yên komunîst yên Tirkiyeyê hene ku dibêjin em li Kurdistanê xwe bi rêxistin nakin û karê şoreşa Kurdistanê ne karê me ye lê karê komunîstên Kurdistanê ye. Yên wer jî hene, em neheqî li wan nekin. Lê di avabûnê de hebûna van pirsgirêkan di vê heftê heştê salê de nehêştiye ku Tevgera Komunîstên Tirkiyeyê kêşeya Kurdistanê baş pênase bikin û helwesteke birra enternasyonalîst bikaribin bigirin.

Di rastiyê de ev niqaş di salên 1978an de qediya û çepgirên Tirkiyeyê jî qebûl kirin ku vaye çepgirên kurdan jî cihê rêxistin ava dikin û giş nas kirin. Yanê wan KIP jî, PSKyê jî, Rizgariyê jî, Kawaciyan jî, PKKyê jî nas kirin. Ji 1978an pêve di vê mijarê de, komunîstên Kurdistanê êdî bi ser ketin. Di niqaşên teorîk û îdeolojîk de bi ser ketin û bi çepgirên Tirkiyeyê dan pejirandin ku mafê me ye em xwe cihê bi rêxistin bikin û serxwebûna Kurdistanê jî biparêzin.

Ev jî piştî têkçûna Sovyetê êdî şiklekî nûh wergirt, û ya herî xirab ku PKK di ser HDPyê re vegeriya ser xeta çepgiriya berî 1978an. Di ser HDPyê re rêxistinên xwe tasfiye kirin, wek DBP û DTKyê, li Kurdistanê bê fonksiyon hêştin û ji nûh de yekitiya çepên Tirkiyeyê û kurdan xistin rojeva Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê. Li vir itifaqeke xwezayî tune ye. Li aliyekî tevgera PKKyê û partiyên legal yên ser PKKyê ve hene û girseyî ne, hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê di nav Kurdistaniyan de, tevgerek e ku xwediyê qabiliyeta temsîlê ye. Û li aliyê din ew terefekî (çepgirên Tirkiyeyê) muxateb digirin ku ne xwedî qabiliyeta temsîlê ye û di mijara Kurdistanê de ne xwedî helwesteke enternasyonalîst e. Ev wek projeyeke dewletê derket holê. Li vir ya ku bên rexnekirin ne çepgirî mepgirî ye, li vir çepgirî, sosyalîstî, komunîstî tune ye. Ev projeyeke dewletê ye ku ji bo entegrasyonê xurt bike û sîyaseten jî siyaseta kurd entegre û asîmîle bike.