Ji niha û pêde qedera me di destê me de ye
Pirs: Berî 5-6 salan li seranserî cîhanê televîzyonên mezin yên cihanê, rojnameyên mezin yên cîhanê, rojnameger û feylozofên hevdem yên cîhanê digotin; ev sedsal sedsala kurdan e, dê kurd bigihîjin xewn û xeyalên xwe. Ew şerê DAÎŞê dikin û mirovahîyê xelas dikin û hizbên Rojhilatê Kurdistanê beşdarî civînên Amerîkayê dibûn û herwiha li Bakurê Kurdistanê proseya çareserîyê hebû, kurd di rehetîyê de bûn û kurd di rojevê de, di rojeva cîhanê de bûn, li Başur kurd di civînên mezin, di konferansên mezin yên Neteweyên Yekgirtî, yên Natoyê de amede bûn. Niha em dibînin ku di her deverê de siyaseta kurdan xetimîye, dişkên, şikestin dixwin, darbeyên mezin dixwin.
Rêya çareserîyê çi ye? Divê kurd çawa ji vê şikstinê xelas bibin? Çi pêwîst e?
Em miletekî piçûk in û dorlêpêçayî ne û fersendên dîrokî tim nayê ber derîye me, di Şerê Cîhanê yê Yekem û Şerê Cîhanê yê Duyem de me fersendên dirokî revandin, ev Şerê Cîhanê yê Sêyem e, fersendên dîrokî li ber me ne. Ji niha û pêde qedera me di destê me de ye, em nikarin gazinan ji tu hêzên navdewletî bikin, gazinda me divê ji me be.
Demên ku tu dibêjî heya salên 2015an fersendeke dîrokî li ber kurdan hebû, ew fersend revîya. Ew fersend çi bû? Di şerê li dijî DAÎŞê de kurdan bi cengawerî, bi têkoşerî nav dan lê belê sinifa me ya siyasî ji van bedelên leşkerî encameke siyasî dernexist. Wek mînak; li Başûrê Kurdistanê, ez bawer dikim, li dor 1500 -2000 pêşmerge di şerê li dijî DAÎŞê de şehît ketin û li wir bi emerikîyan re tevdigeriyan, heya Musul û Ramadîyê şer kirin. Demekê bi Heşdel Şaabî û Bexdayê re jî li hember DAÎŞê şer kirin lê başûriyan ji emerîkiyan re negot temam, em bi we re tên lê ev ne sehaya me ya operasyonê ye, em ji bo we tên, hûn jî ji tune de ewlekeriya sinorên me garantî bikin li hember hicûmên hewayî.
Rojavayî qala 13-14 hezar şervanên YPGyê dikin ku di şerê li dijî DAÎŞê de hatine şehit kirin û wan ji emerîkiyan daxwazeke wiha nekirine. Negotine; ev der Rojavayê Kurdistanê ye, bila nûnerekî wezareta we yê derve bêje ku parastina sehaya hewayî ya vê derê aîdî me ye, bila kes hicûmî vê derê neke. Ev fersend di 2014an de reviya. Dema şerê Kobanê de, dema pêşmerge çûn Kobanê, heger PKK rê bida û parvekirina desthilatiya Rojava qebûl bikira, wê wextê berî ku tirk têkevin Cerablûsê pêşmerge û gerilla bi hev re ew ê têketina Cerablûsê û Ezazê û ew ê yekîtiya axa Kurdistanê pêk hatibûya. Wê wextê hîn Tirkiye ne xwediyê qabîlîyeteke hicûmeke wiha bû. Lê piştî DAÎŞ ji Kobanê dûr ket, bi lez û bez peşmerge bi şûn de vegeriyan. Wê demê bînin bîra xwe, sînorê fermî di navbera Iraq û Suriyeyê de nema bû, tenha di nabêyna Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ew sinorê dewletê hebû. Li jor pêşmerga diparast, li jêr gerilla diparast, halbûkî hedefa me ye ku ew sînor ji ortê rabe. DAÎŞê sinor ji nabeyna Iraq û Suriyeyê rakir, sinorê nabeyna Iraq û Suriyeyê me kurdan parast.
Ev fersend reviya, 2017an de fersendeke dîrokî hebû, li her çar parçeyên Kurdistanê û li her çar alîyên dinyayê pêleke neteweperwerî xurt û bilind bûbû û ew di referandûmê de encam jî da, lê belê 20 roj kete navbeynê li hember hicûma Iraqê bereyeke neteweyî li holê tune bû. Heger wê wextê bereyeke neteweyî hebûya ew fersend belkî bi serxwebûna Kurdistanê encam bidaya. Ew dê biçûya qada navneteweyî, ew dê biçûya qada Neteweyên Yekgirtî.
Ji bo wê revandina van fersendan em nikarin bêjin Emerîka îxanet bi me kir, rusan îxanet bi me kir, tirkan ji bo çi hicûmî me kir. Ew karên xwe dikin, me karê xwe nekir lewma fersendên dîrokî ji ber me revîyan. Ji niha û pêve jî rewş heman rewş e, em karên xwe nekin ,têkçûna desthilata Başûrê Kurdistanê jî ihtimal e. Derketina Rojavayê Kurdistanê ji kurdistanîbûnê jî ihtimal e.
Evana giş risk in. Li tenişt van riskan, derfetên mezin hene. Heger em bereyeke niştimanî ava bikin û hedefên xwe zelal bikin em dikarin van derfetan bi dest bixin. Em vê nekin ev tiştên heyî jî wê ji dest me herin, bi ya min.