Divê em bizanîbin, dewleta Tirkîyeyê di ser Diyarbekir re li Hewlêrê dinêre.

Divê em bizanîbin, dewleta Tirkîyeyê di ser Diyarbekir re li Hewlêrê dinêre.

Divê em vê fahm bikin, esas dagirkerên Kurdistanê, ev her du dewlet, Dewleta Tirkîyeyê û dewleta Îranê ne. Devleta Iraqê û Sûrîyeyê ji xwe ne pir temendirêj bûn û anuka êdî ber bi dawîbûne ve, ber bi parçebûnê ve diçin. Di serî de jî yek wek mandeya Birîtanyayê, ya din jî wek mandeya Fransa hatibûn avakirin. Esas dijminên doza Kurdîstanê, dijminên xedar û xeternak dewleta Tirkîye û dewleta Îranê ne.

OPERASYONA GARÊ

-Temaşwanên hêja, hûn jî dizanin di demên dawî de êrîşên Tirkîyeyê ên li ser kurd û Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe. Herî dawî jî li Garê operasyonekê çêkir. Niha  îro mijara me ya sereke operasyona Tirkîyeyê a li Garê ye. Lê li gel wê jî ew moşekên ku hatine avêtin bo Hewlerê û têkilya hukûmeta Kurdistanê bi Iraqê re, eger wext bimîne, em ê li ser wan û li ser Peymana Şingalê jî bîştexilin. Ez dixwazim bi Kek Fuad dest pê bikim.

-Kek Fuad, wek me gotî di demên dawî da êrîşên Tirkîyeyê ên li ser kurd û Kurdistanê, her ku diçe zêdetir dibin. Ew eskerên ku di destê PKKyê de bûn, şeş salek e di destê wan da ne. Heta niha Tirkiyeyê tiştekî nekir û behsa wan jî nekir. Û wê rojê nişkave operasyonek li dar xist, bi hinceta rizgarkirina wan eskeran ji destê PKKyê. Lê di dawîyê de tu esker nehatiye rizgarkirin û em bibêjin tev jî mirin. Ez dixwazim pêşi vê bipirsim, piştî şeş salan çi çêbû û çawa çêbû ku Tirkîyeyê qerara operasyonke wisa da? Ez dixwazim hûn piçekî bi kurtî ji me ra vê vebêjin.

BI TENA SERÊ XWE OPERASYONA GARÊ NAYÊ NIRXANDIN

-Belê, silav û daxwaza serkeftinê li temamê Kurdistaniyan dikim. Du roj berê roja zimanê maderî ya cîhanî bû û îsal bi coşekê li her çar parçeyên Kurdistanê û li her çar aliyên dinyayê ew roj hate îdrakkirin. Hêvîdar im, ji niha pêve li her derê Kurdistanê, li her aliyê dinyayê kurd bi zimanê xwe bifikirin, bi zimanê xwe bipeyivin, bi zimanê xwe binivîsînin, ango bi zimanê xwe bijîn. Û ne tenê rojekê lê  365 rojên salê bi vî rengî bimeşînin.

Dewleta Tirkiyeyê, ev çend sal e li sê parçeyên Kurdistanê şerekî tund û dagirkerane dimeşîne. Li Rojavayê Kurdistanê Efrîn, Serê Kanîyê, Girêsipî dagir kiriye, Li Başurê Kurdistanê gelek baregahên leşkerî vekirine, hima tu bigire her roj bombebaran li ser axa Başurê Kurdistanê dike, bi hinceta ku PKK li wira ye.

Divê em vê fahm bikin, esas dagirkerên Kurdistanê, ev her du dewlet,  Dewleta Tirkîyeyê û dewleta Îranê ne. Devleta Iraqê û Sûrîyeyê ji xwe ne pir temendirêj bûn û anuka êdî ber bi dawîbûne ve, ber bi parçebûnê ve diçin. Di serî de jî yek wek mandeya Birîtanyayê, ya din jî wek mandeya Fransa hatibûn avakirin. Esas  dijminên doza Kurdîstanê, dijminên xedar û xeternak dewleta Tirkîye û dewleta Îranê ne.

Vana jî nuh dest bi operasyonan nekirine, bi dehan sal in heman karan dikin. Û di hedefa her du dewletan de lawazkirina  desthilata Başûr û ger pêkan be, jiholêrakirina desthilata Başûr û dezgehên neteweyî, di hedefa her du dewletan de jî, ev heye, divê em qet vê ji bîr nekin, hincetên wan çi dibin bila bibin. Yanê dewleta Tirkîyeyê dibêje îşte PKK li wir e ez lewma bombebaran dikim. Lê me ji bîr nekiriye di  referandûma serxwebûnê de PKK li dijî serxwebûna Kurdistanê bû, dewleta Tirkîyeyê jî li dijî serxwebûna Kurdistanê bû. Wê çaxê dema tetbîqatên leşkerî li Silopîyê kirin li dij PKKyê nekirin, li dij serxwebûna Başûrê Kurdistanê kirin.

Nuha çend baregehên wan yên leşkerî li Başûr hene, a rastî, em nizanin. A herî berbiçav li Başîkayê, tabûrek wan ya tankan li Bamernê ye û li ser sînorê  her du dewletan gelek baregehên leşkerî ava kirine. Di kurahiya Başûr de jî tê gotin ku gelek baregahên wan yên leşkerî hene.

Divê em bizanîbin, dewleta Tirkîyeyê di ser Diyarbekir re li Hewlêrê dinêre. Çawa ku dewleta Îranê di ser Mehabadê, Sanandajê û Ûrmîye de li Başûrê Kurdistanê dinêre, dewleta Tirkîyeyê jî di ser Dîyarbekir re li Bakurê Kurdistanê dinêre. Hişmendîya her du dewletan jî ev e. Heger Başûr ber bi serxwebûnê ve here, ku Başûr ji %16 -17 ji axa Kurdistanê ye, li %16-17 axa Kurdistanê dewletek serbixwe çêbibe, dewleta Tirkîyeyê ji %42yê Kurdistanê dagir kiriye, dê ji %42yê Kurdistanê wek berê nekare bi rê ve bibe. Ango, hicûma dewleta Tirkan li ser Başûrê Kurdistanê, esasen ji bo parastina hebûna xwe li Bakurê Kurdistanê ye. Sedema esasî ev e, lê ji bo bikeve  wir gelek hincetan tînin ziman.

– Kek Fuad,, em niha pirs bi pirs herin, gav bi gav herin ew ê baştir bibe. Yanî armanca sereke a vê êrîşê, gelo rêlibergirtina pêşketina Herêma Kurdistanê ye, hedef  rasterast Herêma Kurdistanê ye an em bêjin, baregeha PKKyê a li wê derê bû, û em bêjin eskerên di destê PKKyê de bû.

-Ez ê bêm ser wê, operasyona wan a dawîn, bi tena serê xwe em nikarin binirxînin. Her roj operasyonan dikin. A, duh gotin me dîsa Çiyayê Garayê bombebaran kiriye. Heke esas hedefa stratejîk a vê dewletê em fahm nekin, tenê vê operasyona dawîn em ê şaş binirxînin. Niha sedemên taybet yên vê operasyona Garayê çi bûn?

Îttîfaqa cûmhûrî a ji AKP û MHP û dewketa klasîk hatiye pêkanîn. Ew bloqa îktîdarê ya nuh di tengasîyê de ye. Hem di sîyaseta navdewletî de, hem di warê aborî de, di hundir qirîzeke bingehîn de ye. Wan pêwistî bi serketineke erzan hebû. Li gor raportên xwe yên îstixbaratê gotin em ê herin bigirin ser Çiyayê Garayê, em ê dîlên xwe ji dest PKKyê bigirin, wê çax li Tirkiyeyê ew ê cejneke serkeftinê li dar bixistana. Feqet hesabê koşka Erdoxan û sûka Garayê li hev derneket. Ji xwe ne pêkan bû ew bi zindî bên xelaskirin. Ango tu diçî û hicûmî derekê dikî, dîlên te jî di nav wan da ne.  Şik tê de tune ye, yan dê bi bombaranan bên kuştin yan jî ew ê ji alîyê  ku ew dîl girtine, bêne kuştin. Lê wan wer hizir dikir ku bi awayekî erzan  serkeftineke mezin bi dest bixin. Didu, şer gur dikin û dixwazin di nabêna hêzên Başûr û PKKê de jî  şer derkeve. PKK jî ji vê re musaîd e. Ji bo hebûna PKKyê li Başûrê Kurdistanê rewa be, du şerd hene; yek, ew ê rêz li desthilatiya Başûrê Kurdistanê bigire, rêz li parlemana wê bigire, rêz li hukumeta wê û rêz li serokatiya herêmê bigire. Didu, tevgera PKKyê, li Başûrê Kurdistanê divê bi rizamendiya rêveberiya Başûrê Kurdistanê be.

PKK van her duyan jî nake.  Yanê dibêje çi bê hesabê min ez ê li vir bikim û divê desthilata Başûr pêşî li min negire.  Didu, di vir de, li dij desthilatiya Başûr, ji bo lawazkirina desthilatiya Başûr, di nav hevkariyê de ye bi dewleta Îran û bi Bexdayê re. Dewleta Tirkan jî van gişa dihesibîne û dixwaze ji van fêde bigire ji bo ku bikaribe li hember têkoşîna azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê mewzî bi destê xwe bixe û qeweteke xurt ji raya xwe ya giştî bigire, ji miletê xwe bigire. Sedemên vê operasyona dawîn yên taybet ev bûn. Lê operasyonên wan bi dawî nebûne. Hebûna wan li Başûrê Kurdistanê hebûneke nerewa ye, hebûna dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê  dagirkerî ye.

Di sala 2007-8an de,  tam sala wê nayê bîra min, rêveberiya Başûr ji tirkan xwest ku wê baregeha li Bamernê vala bike. Tirkan gotin em vala nakin. Dewleta Tirkan ne bi rizamendiya reveberiya Başûr, bi hêza xwe li vir dimîne. Dibêje ez hatime ez ê li vir bim û weke hincet hebûna PKKyê nîşan dide, lê esas sedema mayîna dewletê, pêşî li serxwebûna Başûrê Kurdistanê girtin e û ji destê wan bê bi Îranê re desthilatiya Başûrê Kurdistanê li hember Bexdayê lawazkirin e. Çawa ku dewleta Bexdayê niha ji %40 axa me dagir kiriye, dewleta Tirkan jî û dewleta Îranê jî di ser Heşdîşabî re li Başûrê Kurdistanê dagirker in. Divê niha  em vana gişa bi hev re binirxînin.