Pêlkurd, di sê kategoriyan de, bi sê awayan li babeta zimanê kurdî dinêre û ji her kategoriyekê re jî li çareseriyeke rasteqîn digere. Li Bakurê Kurdistanê, li navçeyên kurdan yên li Anatolyayê û li bajar an metropolên Tirkiyeyê.
Zimanê kurdî ji bo neteweyê kurd saziyeke neteweyî yê sereke ye ku neteweyê kurd li ser piyan dihêle û taybetiya netewetiyê diyar dike. Neteweyê kurd bi zimanê xwe netewe ye, bi zimanê xwe neteweyekî cuda ye û taybetmendiya wî di zimanê wî de ye. Hebûna xwe, taybetmendiya xwe, rengê xwe, dengê xwe û jiyana xwe tenê bi zimanê xwe dikare bidomîne û li ser piyan bimîne.
Bakurê Kurdistanê bi ax û hemû hêjayiyên xwe ve, bi hemû saziyên xwe ve di bin dagiriyeke jenosîdal de ye. Sîstema Serweriya Tirk bi hemû saziyên xwe ve, bi artêş û tîmên xwe ve, bi tang û topên xwe ve, bi bombe û çekên kimyayî ve li wir e û karên îmhakirin û tehrîbatkirinê bi îstiqrar didomîne.
Û çekê wan yê herî xeternak û saziya wan ya herî tuneker û îmhaker zimanê wan e, zimanê dagirkeran e. Bi dibistanên xwe ve, bi weşangerî û saziyên xwe yên ragihandinê ve, bi darê zorê zimanê xwe li ser me ferz kirine. Li ser axa me, li welatê me û di jiyana me de, zimanê me ji me re qedexe kirine. Armanca vê qedexeya bibername û domdar veguherandina mejî, kesanî û taybetmendiya me ya neteweyî ye. Ew baş pê dizanin ku zimanê neteweyî li navê nemine netewe bi xwe jî li navê namîne. Hedef ji navê rakirina miletê kurd e.
Sîstema dagirker bi hemû kiryarên jenosîdal jî û bi her awa bombebaranan jî nekarîn miletê kurd ji navê rakin, nekarîn bi her awayî axa Kurdistanê li gor dilê xwe dagir bikin. Lê mixabin di warî zimên de qismen bi ser ketine. Zimanê dagirkeran di dilê me de birînên kûr vekirine, bi saya wî mejiyên me şikestên mezin xwarine û hemû saziyên me yên zimanê neteweyî di bin dagiriya zimanê serdest de ne. Zimanê tirkî di hemû warên jiyana me de serdestiya xwe îlan kiriye û li dabelandina me dixebite.
Li ser axa Kurdistanê zimanê tirkî di jiyana kurd de bi darê zorê bûye serwer û bûye çekekî herî jenosîdkar, bûye kujerê zimanê me. Zimanê tirkî saziyeke herî tehrîbatkar û bibandor e li ser axa me. Ev rewşeke awarte û hovane ye. Pêlkurd vê rewşa zalimane û nerasteqîn ji binî de red dike.
Pejirandin, xweşdîtin û xemsariya li hember hakimiyeta zimanê serdest wek xeflet bi nav dike û wek helwêstgirtineke teslîmiyetê dipejirîne. Loma em qenc pê dizanin ku dawiya hezimkirina zimanê serdest radestbûyîna dil û mejiyê jî bi xwe re tîne. Ev sazî ji xwediyê xwe re xizmet dike, li gor wê hatiye sazkirin. Gava ku mirov ket li bin wê hâkimiyetê hêdî hêdî kedîbûn jî li ber derî ye û mirov hay ji xwe jî namîne. Di şert û mercên kolonyalîzmê de tu nikarî zimanê serdest wek alava ragihandinê bi kar bînî ew te bi kar tîne û te ji te re dike biyanî.
Pêlkurd li ser axa xwe, li welatê xwe, li Bakurê Kurdistanê zimanê xwe yê neteweyî di hemû warên jiyanê de bi kar tîne û lê dixebite û dê lê bixebite ku bike zimanê jiyanê. Ax û zimanê me heqîqetên me ne û em mecbûr in li heqîqetên xwe xwedî derkevin, ji bo azadkirina wan têbikoşin û şer bikin. Wezîfeya me ya neteweyî ye ku em hemû saziyên sîstema dagirker, di serî de zimanê wan, yên li Kurdistanê, bikin der û raqewirînin.
Nêrîna kurdistanî ev e, em li welatê xwe tu saziyên zordest û îmhaker qebûl nakin. Armanca sereke û stratejîk ya Pêlkurdê avakirina dewleteke serbixwe li ser axa Kurdistanê ye. Rizgarî û azadyeke rasteqîn di avakirina dewleta kurd de ye. Em ê li welatê xwe perwerde û fermiyeta zimanê xwe bi avakirina dewleta xwe ci bi cî bikin. Çareseriya diyarker û nihaî di dewletbûyînê de ye.