Fuat Onen, li îzmîrê di sala 2013an de konferanseke berfireh li ser serxwbûnxwazîyê dide. Konferanseke kêrhatî û xwediyê analîzên giring in lê bi tirkî ye.
Nacî Mîr Alî vê konferansê deşifre dike û dinivîse.
Ez jî li ser vê nivîsê konsatre bûm û min xwest ku ji wan nivîsan çar xal bibijêrim, wergerînime kurmancî û bi we re parve bikim. Ji ber ku hem ew analiz bibin kurdî û hem jî yên ku bi tirkî nizanin jê haydar bibin.
Li gor min ev her çar xal giring in. Ji ber ku teorîsyenên tirkiyewî yên kurd xwe dispêrine van xalan û ji xwe re dikin referans da ku tezên xwe yên tirkiyewî xurt û zexim bikin. Ji bo wê jî ew bûyerên dîrokî berevacî dixwînin û serobino dikin û li gor dîroka fermî ya tirk dinirxînin.
Lê Fuat Onen van her çar referansên wan bi serê wan de hildiweşîne û pêç dike.
Şerê Melazgirê
‘Referanseke siyasetmedar, rewşenbîr û akademisyenên kurd yên tirkiyewî jî Şerê Meydanê yê Melazgirê, yê di sala 1071ê de ye. Îdia dikin, dibêjin di vî şerî de tirk û kurdan îtifaq kiriye.
Bi rastî jî îtifaq kirine? Îtifaqeke wiha ka heye? Çawa dibe ku selçûkî dibin bapîrên tirkên niha? Di wê demê de Mîrekiya Merwanî ya Kurd li herêmeke bisînor, li Kurdistanê serwer bû. Ew peymana ku dibêjin û îdia dikin ku di navbera Begê Selçûkiyan û Mîrê Merwanî yê kurd de çêbûye, çawa dibe îtifaqa kurd û tirkan? Dûre, ka bi rastî jî îtifaqeke wiha heye, gelo?
Di wan çavkaniyên ku ez gihamê de, ez rastî tu agahî û dokumanekê nehatime ku vê peymanê birastîne (teyîd bike). Lê di Dîroka Kurdên Merwanî ya Îbn-î Erzak de, îbare hene ku mirov tam berovaciya wê bikare şîrove bike.
Li gor wê jî, gava ku selçûkî ber bi Anadoluyê ve pêş ketine, Mîrê Merwaniyan wek rehin girtine heta dawiya şerê.
Ew îdiayên ku dibêjin ev e 10 hezar, 30 hezar, 50 hezar, 100 hezar kurd tevlî artêşa Alpaslan bûne, li gor çavkaniyên dîrokê, ji binî de ne muteber in.
Lê em ferz bikin ku îtifaq jî kirine, ka kurdan çi bi dest xistine? Encama vî şerî, encama Şerê Melazgirê yê 1071ê ew bû ku Xelat û Melazgir ket bin serweriya selçûkiyan ku ew jî heta wê demê, di bin serweriya Mîrê Merwaniyan de bûn.
Li vir jî ne tu îtifaqek û ne jî tu rewşeke ku bi hev re kar (qezenc) kirine, dixwiyê.’
- Şerê Çaldiranê
‘ ……Rast e ku di sala 1514an de bi marîfeta Îdrîsê Bedlîsî, çend mîr û begên kurd, bi osmaniyan re îtifaq kirine. Lê bi heman awayî rastiyeke din jî heye: Di wê demê de hin mîr û begên kurdan bi sefewiyan re jî îtifaq kirine. Ji ber vê yeke ye ku kurd, di wê demê de, di şerê sefewî-osmaniyan de bûne du beş. Jixwe di dawiya wê şerê de, bi peymana Qesrê Şirîn, Kurdistan wek Kurdistana Osmaniyan û Kurdistana Sefewiyan bûye du parçe. Li gor jimara ku Izadî dide; Kurdistana Sefewiyan ji sedî %32 û Kurdistana Osmaniyan jî ji sedî %68 Kurdistanê temsil dike.
Îcar bifikirin ku siyasetmedar an rewşenbîrekî/e kurd, ji van tekili û îtifaqan re dibêje erê û baş dibine ku dawiya wê, bûye sedemê parçebûyîna welatê wî/wê bi xwe. Û dikare ji vê re bêje; me jî û osmaniyan jî, me her duyan jî qezenc kiriye.
Ev, ji bo rûxandina terîfên Rizgarîxwazên Kurd yên Neteweyî li Kurdistanê, êrîşên îdeolojîk in. Divê ku em li hember van êrîşan bisekinin. …’
- Rûhê Çeneqeleyê çi îfade dike
‘ ….. Yek jî ya herî ecêb (seyr) û pir rezîlane ew e ku hin siyasetmedar an rewşenbîrên kurd behsa itifaqa kurd û tirkan di Şerê Çeneqeleyê de dikin. Îdia dikin ku meseleya Kurdistanê dikare bi Rûhê Çenekeleyê çareser bibe.
Jixwe siyasetmedarên tirkan bi salan e ku vê digotin. Di Teza Dîroka Tirk de destnîşankirinên wiha pir in. Lê di van salên dawîn de hin sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd jî dest pê kirin hevokên wiha bi lêv dikin. Li vir lazim e em vê bejin ku Rûhê Çeneqeleyê rûhekî emperyalist e. Li Çeneqeleyê îtifaqeke kurd û tirkan tune ye. Li Çeneqeleyê mutefiqên Dewleta Osmanî, Avustûrya-Macaristan û Împaratoriya Prûsyayê ne. Itifaq di navber van her sê dewletan de ye. Û yê ku li Çeneqeleyê artêşa osmaniyan bi rê ve dibir genaralekî almanan yê bi navê Sanders bû. Aniha, hûn ê çawa îtifaqaqa kurd û tirkan bi şerekî re monte bikin ku generalekî alman wî bi rê ve dibir?
Hemû lîteratûrên me, Şerê Cijhanê yê Yekan wek şerekî emperyalist yê dabeşkirinê dibine. Yê ku hûn jê re dibêjin Rûhê Çeneqeleyê, di esasê xwe de rûhekî emperyalist e. Di vê rûhê emparyalîst de jî çareserî ji bo pirsgirêka Kurdistanê dernakeve.
Ev, ewqas tiştekî tewşomewşo ye ku mirov bêje di Şerê Cihanê yê Yekan de anzakan û îngîlîzan itifaq kirine, bi qasî wê jî gotineke petrewa ye ku mirov bêje di Şerê Cihanê yê Yekan de kurd û tirkan itifaq kirine û her du alî jî, di dawiyê de bi kar (bi qezenc) derketine.
Di encamê de, ew anzakên ku tabaaya (rajêriya) Qraltiya Îngilîzan bûn, bi hezaran kîlomêtro ji dûr de anîn û di Şerê Çeneqeleyê de dan telefkirin. Kurdî jî wê deme tabaaya (rajêriya) Împaratoriya Osmaniyan bûn û beşekî kurd bi sedan kîlomêtro ji dûr de anîn û li Çeneqeleyê hatin telefkirin.
Ev şer bi xwe şerekî emperyalist bû. Li vir fikirîna îtifaqeke kurd û tirkan û li ser wî rûhî çareserkirina meseleya Kurdistanê tiştekî viromiro ye, bêhişî ye.
Pir diyar e ku ev, êrîşeke tirkiyewî ye ku hedefa wê, rasterast hizirîna Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê ye.’
- Türk Ulusal Kurtuluş Savaşı (Şerê Rizgariya Milî yê Tirk)
‘Tîştekî ku wek dibêjin ‘Şerê Rizgariya Milî yê Tirk’ tune ye. Hîna 1919-23yan berdewama Şerê Cihanê yê Yekan e. Yên ku di şerî de bi ser ketine bi yên têkçûyî pir peyman dane îmzekirin. Peymana Sewrê yek ji wan peymanên aştiyê ye, Peymana Lozanê yek ji wan paymanên aştiyê ye. Peymana Enqereyê ya 1926an de jî yek ji wan peymanên aştiyê ye.
Şerekî wek antî-kolonyalîst, antî-emperyalîst, rizgariya milî li navê tune ye. Ev bûyerek e wisa ye ku împaratoriyek ketiye şerê, têk çûye û sînorên wê biçûk bûye. Mesele ev e.
Jixwe gava ku hûn bala xwe bidinê ne tenê Împaratoriya Osmaniyan e ku di Şerê Cihanê yê Yekan de hilweşiyaye. Împaratoriya Avusturya-Macaristanê jî hilweşiyaye. Împaratoriya Almanan jî hilweşiyaye û ya Çarlikê jî.
Li ser darê dinyayê nehatiye hişê kesî ku di şerekî emperyalîst de ji împaratoriyeke hilweşiyayî, şerê rizgariya neteweyî derxe. Ev tenê hatiye hişê Teza Fermî ya Dîroka Tirk.
Ev şaşî ye ku mirov li vir qala îtifaqeke kurd û tirkan bike. Di dawiya vî şerî de Kurdistan bûye çar parçe. Û ketiya bin dagiriya çar dewletan û li her çar parçeyan jî ji ber ku rasteqiniya netewe û welatê kurdan hatiye redkirin, tûşî jenosîdeke domdar bûye.’