Ketin û rabûn

Ketin û rabûn

‘ Û gelek însanên ku di nîvê rê de dikevin û ranabin, nekarîbûn xwe di jiyanê de realîze bikin û dê neyên bibîranîn’. T. Eagleton

Ez fikirîm ku yên ji vê herî baş fêm bikin, em in. Em hejmara windayiyên xwe nizanin yên di têkoşîna azadiyê de, ya ku bi qirnan (sedsalan) e didome. Lê misoger (qethî) e ku yekûna hejmara windayîyên me ji nifûsa gelek dewletên li dinyayê zêdetir e. Ev ji bo me hem cihê şermê û hem jî cihê xemgîniyê ye. Ji bo me cihê xemgîniyê ye ku ew neteweyên ku hemwelatiyên wan ji windayiyên me kêmtir in, bûne dewlet. Û ji bo me cihê şermê jî ye ku me ji hejmara hemwelatiyên van dewletan zêdetir însanên xwe winda kirine lê em nebûne dewlet.

Di vê hevokê de xaleke din ku min dihizirîne ‘ketî’ ne. Divê ku mirov van  ‘ketiyan’ bixe nav tesnîfekê. Ji min re wisa xwiya kir ku mirov dikare wan di nav çar sinifên cuda de berhevî hev bike. Bi vî awayî:

  • Ketiyên ku (di cî de mane) mayî:  Ev ew in, yên ku me di şerekî  dirêj de winda kirine. Ew rûmetên me ne. Ew, ew in, yên di têkoşîna rasteqînkirina xiyalên me yên hevbeş de, bêyî ku xwe di jiyanê de realîze bikin, ‘ketî û man’ên me ne.  Gava ku babet ew bin,  gotina ‘Jibîrkirin îxanet e.’, herî zede ji bo wan rast e. Yên ku xatirayên wan ji bo têkoşîna me rehber, xwîna wan ya sor ji bo riya me fener, ew in. Vatiniyeke me ya çalakîtî ew e ku em wan jibîr nekin û nedin jibîrkirin.
  • Ketiyên  ranebûyî: Yên ku ‘ketin’ê ji xwe re veguherandine firsendê. Yên zîrek in ku krîzan (qeyranan)  ji xwe re veguherandine delîveyan. Dibêjin ku ‘krîz’ ji erebiya ‘rizk’ê., di grekiyê de jî,  ji ‘di demê de biryardayîn’ê tê.  Ew fikirîne ku ’ketinê’ ji xwe re bikin dema firsendê da ku bikevin li dû ‘rizqên xwe û wisa tê fêmkirin ku biryarekê girtine ji bo ku ew riya jê hatine berevajkiya wê biçin. Wan di sektorên wek teahûd, tûrîzm, medya, siyaset, reklam û hwd. de, di pozisyonên pir bibandor û desthilatdar de cî girtine. Yên ku nekarîne krîzê veguherînine firsendê û bi erde ve xwişilîne jî ne hindik in. Ne bes e ku em bejin; ev rêhevalên me yên kevin in. êdî ne ji me ne, divê em lê zede bikin ku ew li dij me ne.
  • Ketiyên ku nekarîne rabin: Ev di nav pençeyên çeşîdekî anarşîzma organan (lebatan) de ne. Dilê wan li jor, hişê wan li jêr dinêre. Dilên wan jî, mejiyên wan jî dibin warên şerekî navxweyî î bêeman (stemkar). Heman şer di navbera dil û mejiyên wan de jî didome.  Hewl didin ku ji bo rabûnê hemû cesareta xwe berhev bikin û hin caran jî dixwiyê ku radibin. Lê li ser piyan bin jî, ji ketine re meyîldar in.  Aqlî-selîma wan pêşketî, aqlî-têkoşerîya wan lawazbûyî ye. Ew, hestekî tevlîhev yê di navber hêrsîtî û xemgîniyê de bi mirovî didin jîyandin.  Dilê me ne rê dide em navên wan di deftera windabûyan de binivîsin, ne jî rê dide em di deftera qabsor de bigirin.
  • Ketiyên rabûyî: Ew xwedîyê wê fikirinê ku mêrxas ji cihê ku lê ketine radibin ser xwe, bi fikirînê jî nasekinin, hema didin xwe û radibin. Ew, gava ku dikevin jî, ji bo rabûna ser xwe, hişên xwe berhevî  hev dikin. Ew, mirina li ser piyan ji xuşikîna li ser çokan çêtir dibinin. Şaş e ku mirov ji bo van  bêje ‘ketî û rabûyî’, ew bê navber   di nav gerîneka şerî de ne, ‘ketina’ wan qezayeke arizî ya rê ye. Ew in, yên ku mirovî dixe nav dîlemayeke wisa  ku divê an mirov evîndarê wan be, an jî ji wan nefret bike. Ew rûsipîtîya me ne.

Ew hevoka Terry Eagleton ya ku nîvê şevê ez hestiyar kirim, hiltînim dawîya nivîsê jî û bi we re parve dikim bêyî ku sedemê wê jî bizanibim.

‘ Û gelek însanên ku di nîvê rê de dikevin û ranabin, nekarîbûn xwe di jiyanê de realîze bikin û dê neyên bibîranîn’.