Di van salên dawîn de têgîna bihevre jîyan (pêkve jîyan), ji alîyê sinifa sîyaseta me û rewşenbîrên me bi israr tê ziman û weke hedefeke stratejik tê pênase kirin. Mebesta wan ew e ku di hindur tixûbên dewletên dagirker de hemû pêkhateyên heyî bi hev re bi aramî bijîn.
Hişmendîya netewî rasteqîn û ruh û rûmeta netewî kurd, li ser her kurdekî vê ferz dike biqîre û bêje: berjewendîyên netewî û ewlekarîya axa Kurdistanê...