”Komita Stenbolê û Komîta Erziromê bûne yek rêxistin.”

”Komita Stenbolê û Komîta Erziromê bûne yek rêxistin.”

Konsulê Erziromê Pavlovskîy di rapora xwe de derheq Yusif Zîya yê endamê Komîta Stenbolê ye, agahyên balkêş radighîne. Komîta Stenbolê ya serokê wê Seyîd Ebdulqadir bû, rêxistinek bi serê xwe bû.

Pavlovskîy behsa hevdîtina xwe ya bi Xalid begê Cibrî û Yusif Zîya re dike. Yusif Zîya behsa soza alîkarîyê ya dîplomatên Sowyetî dabûn wî û encamên wê yên neyînî ji Pavlovskî dibêje. Agahîyên Yusif Zîya dide, ji Pavlovskîy re gelekî balkêş tên û Pavlovskîy derheq rastiya agahîyên Yusif Zîya dide, dikeve ber gûmanan.

Herweha Pavloskîy radigîhîne, ku Yusif Zîya: ”li ser talîmatên komîta Stenbolê hemû selahiyetên xwe yên der heq guftûgoyên bi Sowyet Rûsyayê re dewrî mimesilê komîta Erziromê Xalid beg dike. Herweha Pavlovskîy dinivîse, ku Komita Stenbolê û Komîta Erziromê bûne yek rêxistin.

Ji rapora heval Pavlovskiy ji Erziromê

11. 05. 1923.

Ziyareta mebûsê meclîsa Enqerê ji bajarê Bedlîsê Yusif Ziya.  

Ez ê bi teferûat der heqê vî mirovê sirî-esrarengîz, û li ser pirs kurdî rawestim.

Helwesta komîta Erziromê

Ji ber sedemên ku min di rapora xwe a berê de nivîsî bû, tenê carekê di 7ê gûlanê de karîbûm bi Xalid beg re bi axivim. Xalid beg bi mebûsê Bedlîsê Yûsif Ziya re hatin cem min. Yûsif Ziya ji Enqerê, di ser Tiflîsê re hatiye Erziromê.

Ez pewist dibînin ku ji mijarê dûrkevim û be teferûat hinekî li ser  rewşa berî hatina Yûsif Ziya rawestim.

Berî hatina Yûsif Ziya ya Erziromê bi heftekê, min ji heval Livovîç vê telegramek stend. ”……… (gotin nayê fêmkirin F.N.) … Yûsif Ziya do (rojek berê) sefer kir nqt. (.) Otomobîl soz da bû, ku roja sêşembê bişîne”(gotinek bi şîfre ye –F. N.). Mihtemel e heval Livovîç texmîn dike ku der heqê vê pirsê de ez ji teref Enqerê de hatime agahdarkirin û ji bo wê jî telegramek wisa kurt ji bo ku tişkî zêde nebêje, ji min re rê kiriye. Mixabin, tiştek wisa ne bûye û heta nuha ji dervê vê telegrama heval Tumanov a min ji we re ragîhand, min tu agahdarî ne stendine. Tenê vê telegramê imkan dan min ku ez karibim fêm bikim gelo çi pêwendiyên Yûsif Ziya li cem min heye.

Min encex roja sisiyan Yûsif Ziya beg qebûl kir, piştî ku Xalid beg ji min re şand ku mirov dikare bi her awayî ji vî mebusî bawer be û xwest ku ez wan hersiyan Xalid beg, Yûsif Ziya û tercûman Îsmaîl beg qebûl bikim.

Yûsif Ziya bi kurtî got, ku ew li ser navê komîta Stenbolê, ji bo alîkariyê bi kurdan re bikin, bi Aralov û Şaxovskoy re lihevkirine. Xwedê giravî Şaxovskoy ji bona mesrefên destpêkê soz daye, ku 50 000 lirî û paşe jî 40 000 tiving û pere bide wî (Yusif Zîya F.N.). Li Tiflîsê, diva bû ku wî 50 000ê soz dabûnê bistenda, lê belê konsilê Tiflîsê heval Livovîç der heqê vî hesabî de tu talîmat ne stendibû. Der heq tiştên weha de pewist e agahdarî be dayin. Payina Yûsif Zîya heta ku bersîv  bistenda, karibû şipha mîsyona-sefareta tirka bikşanda. Ji bo wê, wî rast dît                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                     li benda bersîvê nemîne û ji wir biçe.

Wî (Yusif Zîya) ji min ra got, ku li ser talîmatên komîta Stenbolê hemû selahiyetên xwe yên der heq guftûgoyên bi Sowyet Rûsyayê re dewrî mimesilê komîta Erziromê Xalid beg dike. Ji bo karekî pewîst ê ew bixwe pêk bîne, ew ê biçe Bedlîsê. Bi cîhanîn û encamên vî karî bi bersîva Rûsyayê ve girêdayî ye.

Ew (Yusif Zîya F. N.) hate cem min ji bo ku ragihîne: 1) Ew selehetiyên xwe dewrî Xalid beg dike. 2) Komita Stenbolê û Komîta Erziromê bûne yek rêxistin. 3) A esasî, ew (Yusif Zîya F. N.) di ser min re hemû tiştên li jorê hatine diyarkirin radigihîne Moskova û bersîvek qetî, erê an na, dixwaze. Xeta helwesta kurdan a dahatû de, ew dê bi vê bersîvê ve girêdayî be. Wî daxwaz kir, ku bersiv ji 15 rojan ne derenktir be. Eger di vê demê de ew bersîvekê nestîne, ew dê bersîvê (ya Sowyet Rûsyayê F. N.) red bihesibîne.

Derketina Yûsif Ziya li ser sahnê, tiştekî ez ne li bende bûm, ji bo wê jî, zorê dide min ku ez di hin texmînên xwe ên der heq rastiya rola wî de, şaş bim.

Eger Yûsif Ziya, bi rastî bi seferata me re li hev kiri be û ji bona pera bistîne ew şandibin Tiflîsê û paşê ew di ser Erziromê re ji bo xebatê diçe Bedlîsê, ew ê zahmet be mirov texmin bike, ku sefaretê (sefareta Rûsyayê li Enqerê F. N.) ehemiyeta Erziromê ya der heq pirsa kurdê de zanîbû. Li gor wê sefaretê hesiband, ku agahdarîkirina min der heq sefera Yûsif Ziya ya di ser Erziromê re, tiştekî bê wate ye. Qebûl kirina tiştekî weha, tê wê wateyê, ku xebatkarên me yên li Enqerê û bi taybetî yên li ser ”pirsa kurdî” rûniştine, aqilselîmtiyê red dikin.

Hatina Yûsif Ziya bû pewîstiyek, ku ez di ber çav re derbaskim, gelo Yusif Zîya ajanekî gelek zirek e û ji bo ku şantaja li komîta kurdî- Erziromê, li konsilîyê (konsulxana Rûsyayê li Erziromê F. N.) û mihtemel e, bi awayekî giştî, li Rûsyayê bike, ji teref tirkan de hatiye şandin. Di vê navbirê de ew ê kampanya hêzên mixalefetê (mixalefeta tirk a dijî kemalîstan F. N.) ya ji bo hilbijartinan jî têk biçûya. Planekî ne bêaqil e. Lê di vê derê de şupheyek heye. Mixalif û Xalid beg, ku di der heqê nerxandina mirovan de gelekî miqate ne, û herweha bi awayek giştî, wek ez dizanim, ew Yûsif Ziya, wek mirovekî li dijî kemalîstan, dinirxînin.

Ez helwesta komîta Erziromê bi vî rengî dinirxînim.

Komîta Erziromê ev 6 meh e bersîva helwesta xwe ji Rûsyayê ne stendiye. Di vê demê de agahdar bûm, ku ji ber nezîkbûna tirkan û ingilîzan rewşa hikûmeta Silêmaniyê gelekî nazik-xeter bûye. Herweha bihêzbûna mixalefeta Tirkiyê ya ku tahamila wê ji mafê çarenûsî ya gelê kurd re heye, rê lê vekiriye ku komîta kurdî ji nuh de nezîkî wê bibe. Ji bo wê jî komîta kurdî bi hatina mixalif Necatî re hewl da ku namzediya Xalid begê ji bona meclîsa Enqerê dayne.

Vê rewşa bi gotinên mixalif jî te tesdiqkirin ku di nav wan û serokên kurdan de hîç dubendî tuneye. Lê hatina Yûsif Ziya û axaftina wî ya derheq peymana ku bi Rûsyayê re çêkirine, komîte anî cem helwesta wê ya ji meha 12ê (december F. N.) û heta meha adarê. Lê dereng dom nekir: 15 rojan.

Ziya beg, îmayek esrarengîz kir. Bi raya min, eger heta dema (15 rojan F. N.) wî (Yusif Zîya F. N.) berê gotibû, bê bersîv bimînin, an jî bersîvek red bistînin, wan tedbîrên ”derîyên” din, ên ku kurd bi awakî vekirî biçinê, stendine. Heger ku ew ne şantajvanek bêhempa-mûstesna ye, van deriyana perên meclîsa Tirkiyê ne. Eger ihtîmala bersîva Rûsyayê red be, ji bo firseta kampanyaya berî hilbijartinê nerevînin, midetek ji bo 15 rojan tayin kirin.

Ez helwesta komîta Erziromê û heger Yûsif Ziya jî ne durû ye û ajanekî dahî yê dewleta Tirkiyê ye, herweha helwesta komîta Stenbolê jî bi vî rengî dinirxînim.

Ez ê di her halûkarî de şexsiyeta Ziya begê eşkere bikim.

Derheq kurdên Tirkiyê de, dikarim bejim: heta ew giraniya xwe li terefekî tesbit nekin, ne mimkin e serîhildin.

Wergera dokumentê ji Rûsî: Fewzî Namlî

2020.05.11