Nama konsilê Rûsyayê yê li Erziromê Pavlovskiy ji sefîrê Rûsyayê yê li Enqerê Aralov ra. Erzirom. 20.12.1922.

Nama konsilê Rûsyayê yê li Erziromê Pavlovskiy ji sefîrê Rûsyayê yê li Enqerê Aralov ra. Erzirom. 20.12.1922.

Dokumenta li jêr hatiye weşandin ji sê nameyan pêk tê. Nameya yekê, nameya Konsulê Sowyet Rûsyayê yê li Erziromê Povlovskîy e. Pavlovskîy di nameya xwe de derheq Komîta Erziromê û rêvebirên wê de agahîyan radigîhîne. Pavlovskîy, derheq pirsgirêka netewî û giringiya Kurdistanê û siyaset û helwesta Rûsyayê nirxandinekê dike.

Nameya duyem, derheq şert û biryarên Komîta Eziromê ne. Komîta Erziromê bi 10 şertan nerîn û daxwazên xwe ji hukûmeta Rûsyayê re radighînin.
Nameya sêyem, nameya Xalid Cibrî ye. Xalid Cibrî der heq rewşa herêmê, helwesta tevgera kurdî-netewî li dijî siyaseta îngîlîzan û muhtemel pêwendiyên bi Sowyet Rûsyayê re çêbibin nirxandinekê dike.

Dokument: 1

Nama konsilê Rûsyayê yê li Erziromê Pavlovskiy ji sefîrê Rûsyayê yê li

Enqerê Aralov ra. Erzirom. 20.12.1922.

JI SEFîRÊ RSFSRi HEVAL ARALOV RE

(Li  ser  raporê  vê  nota  bi  dest  hatiye  nivîsandin:  ”Komîta  Kurdî  û  şertên

protektorat (hîmaye) a Rûsyayê li ser Kurdistanê” F. NamlÎ)

Ez şertên Komîta Kurdî (Komîta Erziromê F. Namlî)ii  ji bona damezerandina Kurdistanek serbixwe ya di bin protektorata-hîmaya RSFSR, bi dizî ragîhandine, ji we re pêşkêş dikim.

Min Teksta Rûsî ji ber teksta endamê komîtê ya ji kurdî wergerandiye frensî, wergerand. Dibe ku wergera min  ji sedî sed ne wek teksta kurdî be, ji ber ku ez û her wiha endamê Komîtê di warê zimanê ferensî de lawaz in.

Ti şikên min ji bidilbûn û ciddiyeta niyeta Komîta Kurdî nîn in. Bela Kun mirovek ji xebatkarên min ên dizî yê. Wî bawerîya dostayê daye endamên Komîta Kurdî. Ew wan kontrol û taqîb dike û her wiha rê nade ji teref Komîta Kurdî de siviktî û prowakasyon bên kirin.

Komîte hemû liderên kurdan ên berçav û navdar gihandiye hev. Komîte ji van mirovan pêk hatiye: serok – albay Xalit beg ji eşîra Cibrî. Endam: Hisên Paşa mebûsê Wanê yê meclîsa ewle ya Tirkiyê, Hesen Beg, Selîm Beg, Îsmaîl Heqî Beg, Kaptan Alî – Awêr Beg û yên din, ên ku navên wan di rapora eskerî ya dizî de hatine nivîsandin.

Ev şertana ji teref Komîta Kurdî de hatine amadekirin û ji teref mimesilên hemû eşîrên kurdan ve hatine tesdîqkirin. Piştî şêwrek-civîneka rêberên kurdan û her wiha li ser daxwaza wan ev şertana gîhane destê min. Di vê şêwrê de her wiha pirsa: gelo şertên xwe bighînin konsilê Erzirumê an jî bişînin ji sefîrê Rûsyayê yê li Enqerê, hate mineqeşekirin. Piştî civînê Hisên Paşa û mebûsê Wanê Hesen Paşa sefer kirin Enqerê. Lê ne mimkin bû Hisên Paşa, bê ku şik û agahdarîya desthilatiya tirkan jê hebe, karibe pêwendî bi sefîrê Rûsyayê yê li

Enqerê  dayne.  Ji  bo  wê  biryar  hate  stendin,  şertên  Komîtê  bidin  konsilê

Erzirumê.

Piştî ev şert (ên Komita Kurdî F. Namli) ketin destên min, min jî derheq vê bûyerê de divê helwesta min çi be, bi telgrafe ji we agahî xwest. Heta ku ez ji we dîrektîvên mûayen nestînim ez ê ti gavan navêjim. Berî ku ez dîrektîfên we bistînim, ez ê agahîyên derheq vê bûyerê de ji Moskwa û Tîflîsê re neşînim.

Eger ji min re misade hebe, ez jî nêrîna xwe derheqê pirsa kurd de bejim, ew jî ev e:

Eger berê niqtên nakokiyan ên berjewendiyên Rûsyayê û Ingiltere yên derheq Rojhilat de li ber Enqerê li hev diketin, lê îro ew derbasî Rojhilatê Tirkiyê – Kurdistanê dibin. Ji bo wê, bi nêrîna min ji bona Rûsyayê divê em derheqê rola herêmên Tirkiyê yên rojhilat û bi taybetî Kurdistan xwedî nêrînek wekirî û sexlem bin û herwiha divê li vê derê jî eynî siyasetê bimeşînin. Di pirsa kurdî de Rûsya her bê helwest e, lê Ingilîz bê ku rastî tu astengiyan bibe, bi awakî freh nufûza xwe li herêmê zêde dike.

Zêrên ingilîzan gîhane heta Erzirumê û Komîta Kurd (meyildarê Rûsyayê ye). Ji bona mirov karibe qiymetê kirîna van zêran daxe dereca herî nizim, gelek xebat û hêz divê.  ”

Konsilê RSFSR li Erziromê (Pavlovskiy). Erzirom 20. 12. 1922.

Şert û qerarên Komîta Erzirumê

1) Kurdistan ji wilayetên Erzirum, Wan, Mûsil, Bedlîs, Dîyarbekir, Xerpêt, beşê rojavayê wilayeta Surîyê li Tirkiyê û Kermanşax, Sine, Sakiz, Mahabat, Urmiye û Selmas li Îranê pêk tê.

2) Li wan wilayetan ewê Kurdistaneke serbixwe bê avakirin.

3) Hikûmeta Kurd di warê eleqeyên siyasî, îdarî, iktisadî û eskerî de dê bi temamî serbixwe be. Di heman wextî de hukûmeta Kurd himayeta dewleta Rusyayê li ser xwe qebûl dike.

4) Himaya Rûsya dê di çerçeweya van xalan de be: Bikaranîna neft, maden û dewlemendiyên din ên çiyayên Kurdistanê, avakirina rêyên trênê û wasitên din û gihandina elemanên eskerî û teknikî.

5) Hikûmeta Kurd û liderên kurd ewê li dijî prensipên hukûmeta Rûsyayê û berfirehbûna fikrên komûnizmê dernekevin.

6) Wek me di xala sisîyan de gotibû, hukûmeta Kurd himayeta Rûsyayê qebûl dike. Lê li hemberî wê hukûmeta Rûsyayê divê ji bo avakirina hukûmeteke Kurd di warê aborî û siyasî de alîkarî bike. Eger liderê kurdan pêwist bibînin, hukûmeta Rûsyayê lazim e bi deyn pare bide me û ji bo hazirîya refên eskerî alîkari ya me bike.

7) Hukûmeta Kurdistanê a ku pêş de bê avakirin, dê bixwe forma îdarî ava bike û bi serê xwe erkên xwe yên siyasî bimeşîne. Hukûmeta Rûsyayê ne lazim e di warê siyasî, malî, îdarî, iktisadî û eskerî de tedaxulî serbxwebûyîna tevgera hukûmeta Kurd bike.

8) Eger rêberên Kurdan, ji mecbûrî ji bo avakirina hikûmeta Kurdî derbasî Rûsyayê bibin û ji bona kurd karibin bigihên hedefên xwe û bi serbestî karibin hereket bikin, pewist e hukûmeta Rûsyayê alikarîya wan bike.

9) Eger heremên di xala yekê de bi tevayî nekevin bin destê hukûmeta Kurdî, wê gavê rêxistina kurdan dê bi alîkariya Rûsyayê, ji bona herêmên mane jî tevî Kurdistana serbixwe bike, kar bike.

10) Eger hukûmeta Rûsyayê li ser esasên van neh xalên li jor razî dibe, ku hukûmeteke Kurd ava bibe, di vê çerçewê de rêberên kurdan amade ne bi şêweyek çalak hereket bikin.“

Nama Xalid Begê Cibrî

Tarîxa wergera namê 04. 01. 1923

Ez hîs dikim raya giştî a gelê Kurd a ku ez jî endamê wî gelî me, ber bi terefê îngilîzan ve diçe. Îngilîz dixwazin xwe bidin nîşandan, xwedêgiravî berê tevgera wan ber bi azadî û serxwebûna kurdan de ye. Ez bi xwe ji vê sempatiya li hember îngilîzan heye ti neticeyên baş hêvî nakim. Ez baş bawer dikim ku gelê me bes bi piştgirîya rûsan dikare azadî û serxwebûnê bistîne.

Ji bona ray û sempatiya kurdan li hember îngilîzan kem bibe û sar bibe û herweha sempatiya gelê Kurd li gel rûsan zêde bibe, pêwist e ji bo vê bingehek çêbibe. Ji bona avakirina vî bingehî min ji we re şert û pêşniyarên me di deh xalan de pêşkêş kiribû. Eger hikûmeta Rûsyayê pêşniyarên me qebul dike û alîgir e, ku em hikûmeteke Kurd di çerçeweya van xalan de ava bikin, wê gavê ji bo me pêwîst e, ku hûn bersîveke vekirî a teqabulî van şertan dike, bidin.

Gava ji teref hikûmeta Rûsyayê bersîvek pozitif bê, wê gavê em ê rêxistina xwe xurt bikin û bi serokên eşîran û rêberên kurdan, bi aktifî dest bi hereketê bikin. Bes wê gavê ez soz didim, ku ez ê karibim navên çend kesên Komîta me û biyografiya wan ji we re pêşkêş bikim. Eger Rûsya piştgiriya me bike ew ê Komîta me bi aktifî dest bi karê xwe bike. Li ser esasên ku eleqên min bi rêber û serokeşîrên kurdan re xurt in û min bawerîyek saxlem daye wan, ez bi her awayî bawer dikim ku ew ê sempatiya xelkê me li hember rûsan zêde bibe.

AVP RF F. 0132. Opis: 6.

Pop N. 288.

L: 212-215

Wergerê dokumentê: Fewzî Namlî  21.01.2020

i Komara Sosyalist ya Federastona Sowyet Rûsyayê

ii Diyar e dokumentên di destê Povlovskîy konsulê Erziromê de ne tenê ev du name ne. Ji nama wî jî diyar dibe hin dokumentên din ên derheq Komîta Erziromê de henin. Wek nimûne: rapora eskerî ya dizî.

Not:

Xalid Cibrî û Yusif Ziya du rêvebirên ”Tevgera Azadî” ne. Hevdîtin û hevpeyvînên bi wan re hatinin kirin ji taliya sala 1922an heta sala 1924an berdewam dikin. Li gor axaftinên diplomatên rûsî, ”Tevgera Azadî” di bin navê ”Komîta Serxwebûna Kurdistanê” radighînin. Di Gulana 1923yan de Komîta Erzirumê bi serokatiya Xalid Cibrî û Komîteya Stenbolê bi berpirsiyariya Yusif Ziya, bi hev re ”Komiteya Serxwebûna Kurdistanê”radigihînin.