PEYMANA LOZANÊ Û TÊKOŞÎNA KURDİSTANA SERBİXWE Û YEKGİRTÎ

PEYMANA LOZANÊ Û TÊKOŞÎNA KURDİSTANA SERBİXWE Û YEKGİRTÎ

Heke hûn destnîşan bikin bêjin Lozan Kurdistan parçe kiriye, kiriye çar parçe û hûn li dij vê peymanê bin dive hûn yekîtiya Kurdistanê biparêzin. Heke hûn bêjin bi Lozanê re mafê Kurdan ê dewletbûyînê hatiye desteserkirin divê hûn dewletîbûna Kurdan biparêzin. Ango ji bo di warê sîyasî de dijberiya Lozanê bê kirin, divê parastina Kurdistana Serbixwe û Yekgirtî bê kirin. Ji xeynî Kurdistana Serbixwe û Yekgirtî hemû armancên sîyasî di nav Lozanê de dimînin.

Yek ji peymanên ku dawî li Şerê Cîhanê yê Yekem tîne Peymana Lozanê ye. Peyman xwedî tesîreke xurt e di mijara kurd û Kurdistanê de. Li ser xaka Kurdistanê sînorên nû hatine avakirin û Kurd wekî gelên din ên Rojhilata Nêzîk bê statu hatine hiştin. Lewre jî di 100emîn salvegera vê peymanê de pêwistî pê heye ku bi berfirehî mirov li ser raweste. Tesîra peymanê ya li ser civaka kurdan, ya li ser xaka wan û dîroka wan çibû?

Heke em bikevin mijara dîrokê divê em di serî de zêdehî û kêmasiyekê dest nişan bikin. Zêdehî dîroka fermî ya tirk e. Bi taybetî kesên ku li bakûr rojavayê Kurdistanê xwendine ji zaroktiyê bigre heya ciwanî û navseretiya xwe jî her tim rûbirûyê vê dîroka fermî mane û ji ber vê yekê jî heta radeyekê li ser mêjiyê mirovan tesîr dike.

Dîroka fermî ya tirkan jî ne dîrok e lê belkî falsîfîkasyona dîrokê ye. Ango sextekariya dîrokê ye. Lewre dîroka fermî ya tirkan ji dîrokê bêtir îdeolojî ye. Alavekî birêvebirina serweriya pergala tirkan e teza dîroka tirkan û dîroka fermî yan tirkan e. Ji ber vê yekê jî ji dagirkirina Stenbolê heta bi 192an ûheta 15-16ê Tirmeha 2016an dema mirov di derbarê mijarekî de bifikire an jî nîqaş bike divê mirov xwe ji zêdehiya dîroka fermî ya tirkan rizgar bike. Ji ber ku ev dîroka fermî alavekî serweriya pergala tirkan e ku dîrokê berovajî dike.

Kêmasiya me ya di mijara dîrokê de jî ew e ku çîna siyaseta kurd, rewşenbîrên kurd û bi tevahî Kurdistan di vê mijarê de xalî ye û ev qad dişibe çolê. Dîroka xwe em bi xwe nanivisînin. Dîroka me bi piranî yên biyanî ji nav biyaniyan jî dijminên me yên wekî tirk, ereb û ecem dinivîsin.

Ji xeynî vanan hin tiştên ku gerokên ewropî nivisîne hene. Lê belê li Kurdistanê qadroyên me yên ku ilmê dîrokê xwendine û li ser dîroka Kurdistanê dixebitin ne zêde ne. Bi taybetî ku mijar qada bakûr-rojavayê Kurdistanê be hema hema qet kes tune ye. Kesên ku di mijara dîrokê de dinivisînin bêtir ya mamoste ne yan jî siyasetmedarên teqawidbûyî ne. Ev yek jî dibe sedem ku metnên dîrokî ji ajîtasyonê wirdetir neçin. Lewre jî dema em zêdehî û kêmasiyan ji holê rakin em ê bikaribin rasttir li bûyerên dîrokê binêrin.

Berî her tiştî divê em cudahiya di navbeyna têgihên “peyman” û “lihevkirin”ê de dest nişan bikin. Di navbeyna her du têgihan de cudahîyek heye.  Di zimanên din de jî ev herdû dîsiplîn bi têgihên cuda tên ziman. Wekî mînak ji “antlaşmaya” tirkî re em bi kurdî dibêjin “peyman” ji “anlaşma”ya tirkî re jî em dibêjin “lihevkirin” an jî “lihevhatin”. Dewletên ku peymanekî îmze dikin berpirsiyariyekî digrin ser milê xwe ji bo ku şerd û mercên wê peymanê bînin cî. Lê heman tişt jibo lihevkirinê derbasdar nîn e. Peymana Lozanê peymaneke aşityê ye û yek ji wan peymanên ku dawî li şerê cihanê yê yekemin anîye. Rêze lihevkirin û peyman di pêvajoya şerê cîhanê û di dawiya wê de pêk hatine. Em dikarin van rêze lihevkirin û peymanan ji Sykes-Picotê bidin dest pê kirin. Sykes-Picot jî ne peymanek e lê lihevkirinek e. Lihevkirina kê ye: Lihevkirina Brîtanya, Rusya, Fransa û Îtalya ya ku paşê dikeve şer e. Hê ji destpêka 1915an de di navbeyna van dewletan de hin dan û stendin çêdibin.

1916an de bi navê berpirsên Brîtanya û Fransayê belgenameyeke bi navê Sykes-Picot derdikeve. Çarîtiya Rusyayê hin nerazîbûnên xwe dest nîşan dike û metnê îmze dike. Metna ewil îmze dike. Lê, nerazîbûnên Îtalyayê hene, ji ber ku dema di sala 1915an de Îtalya bi Dewletên Hevalbend (itilaf dewletleri) re tevlî şer dibe hin wehd lê hatine kirin; Li Behra Egeyê û li Behra Spî lê di lihevkirina Sykes-Picotê de ev wehd nîn in. Li ser nerazîbûna Îtalyayê di nîveka sala 1917an de li bajarê Saint-Jean-de-Maurienne civînek pêk tê. Nûnerên Îtalyayê, Fransayê û yên Brîtanyayê tevlî civînê dibin. Lê di wê demê de piştî Şoreşa Sibatê Karenskî li ser hikûmeta Rusyayê ye û aloziya navxweyî li Rûsyayê zêde ye. Hikûmeta Karenskî tevlî vê civînê nabe. Sê dewletên navborî di vê civînê de li hev dikin ku piştî şerê cîhanê heke hêzên hevalbend bi ser bikevin Antalya, Konya, Aydın û Îzmîrê bidin Îtalyayê.

Piştî ku Şoreşa Çiriya Pêşîn pêk te Lev Troçkî dibe wezîrê karên derve. Lev Troçkî hemû dolabên wezareta karên derve dişkine û belgeyên veşarî bi dest dixe û van hemû belgeyan aşkere dike. Hemû imtiyazên ku di van lihevkirinan de bûne para Rusyayê red dikin û lihevkirinên veşarî yên di navbera dewletên emperyalist de pêk hatine aşkere dikin. Ji ber vê yekê Sykes-Picot wekî lihevkirinekê dimîne venaguhere peymanekê. Ji bo ku lihevkirinek bibe peyman divê dewletên alîgirên vê lihevkirinê di organên xwe yên rayedar de qebûl bikin. Piştî ku Sovyetê ev lihevkirina aşkere kir, Sykes-Picot wekî projeyekê ma. Lê belê em nikarin bejin ku tesîra vê lihevkirinê bi tevahî ji holê rabû. Piştî şerê cihanê yê yekemin sînorên siyasî yên Rojhilata Navîn heya radeyekê li gorî vê lihevkirinê teşe girtiye. Sînorên Rojhilata Nêzîk li gorî Sykes-Picotê saz nebûne. Ji ber ku li gorî Sykes-Picotê Brîtanya ji Kurdistanê derdikeve. Eyaleta Musulê ku wekî Başûrê Kurdistanê tê binavkirin û Başûrê Biçûk ê Kurdistanê ku niha wekî Rojava tê binavkirin û hin bajarên bakurrojavayê Kurdistanê yên wekî Entab û Mêrdîn li gorî lihevkirinê para Fransayê dikevin. Bajarên Bakurê Kurdistanê para Rusyayê dikevin. Brîtanya tenê li derdora Çiyayê Hemrînê dibe xwedî axeke bi sînor a Kurdistanê. Li rojhilatê navenda başûrê Kurdistanê Çiyayê Hemrînê keviya dawî ye. Ango dema em sînorê başûrê Kurdistanê xêz dikin em ji Çiyayê Kurmênc heya Çiyayê Hemrînê dest nîşan dikin. Çiyayê Kurmênc Çiyayê Kurd yê li Efrînê ye. Çiyayê Hemrînê jî keviya başûrê Kurdistanê ye. Ji ber ku Bexda para Brîtanyayê dikeve li wir dibe xwediyê qadeke çend kilometreyi ya xaka Kurdistanê.

A rastî girîngiya Sykes-Picotê ev e: Dewletên Hevalbend di heman demê de xwediyê nakokîyên navxweyî ne jî. Bi taybetî di navbera Brîtanya û Rusyayê de nakokîyên girîng yên dîrokî hene. Pêdiviya Rusyayê ya ji ser Behra Reş daketina behrên germ ji bo nebe sedema bihevketineke di navbera Rusya û Brîntanyayê de Fransa dikeve navbera wan û qadeke tamponî tê avakirin. Sazkirina Sykes-Picotê bi vî hawayê ye. Lê belê piştî şer, Brîtanya çav ber dide Musulê û hewl dide ku para hevparên xwe jî bi dest bixe. Li vir mijara bingehîn ne petrol e. Kerkûk-Musul, wekî herêm di mijara enerjî û di warê rêyên enrjiyê de xwedî girîngiyeke stratejik in.

Sykes-Picot li Rojhilata Navîn hatiye sepandin lê belê li Rojhilata Nêzîk nehatiye sepandin. Sedema vê yekê wekî ku min li jor jî dest nîşan kiribû ev e; Brîtanya çav berdide axa ku ji bo Fransa û Îtalyayê hatiye wehd kirin. Ev lihevkirin di warê Rojhilata Nêzîk û Kardistanê de peymaneke jiqîmetketî ye. Lê belê Filistînî li hember lihevkirina Sykes-Picotê pir bi hêrs in. Ji ber ku xaka Filistînê bi tevahî li gorî Sykes-Picotê teşe girtiye.

Piştî Sykes-Picotê yek ji van rêze lihevkirinan a girîng Brest-Litovsk a 1918an e.  Almanya, Avusturya-Macaristan û Osmanî hewl didin ku aşîtiyekê li ser rêveberiya Sovyetê ferz bikin. Ji bo vê yekê civînek tê lidardixistin. Piştî vê civînê mehek du meh nîqaşên vê civînê didomin (civîn di navbera Lenîn û Troçkî de dibe sedema nîqaşeke girîng) û di 3ê adar a 1918an de peymana Brest-Litovsk tê îmze kirin. Bi vê peymanê gelek ax ji destê Sovyetan derdikeve. Gelek mieyide li wan tên ferz kirin. Lihevkirina Brest-Litovskê jî peymaneke aşîtiyê ye.

Piştre di 28ê hezîrana 1918an de Peymana Versayê tê çêkirin. Ev peyman teslîm girtina Almanyayê ya ji alîyê hêzên hevalbend ve ye. Li gel ku xakeke mezin a Almanyayê dikeve destê Polonya û Fransayê hemû koloniyên wê jî ji dest diçin. Artêşa wê tê tasfiyekirin û tazmînateke mezin jê tê daxwazkirin. Ev jî peymaneke aşîtiyê ye. Çima ez bine peymana aşîtiyê xêz dikim, ez ê li ser rawestim.

Piştî Peymana Versayê îcar dor tê ser Awistiryayê. Peymana ku di 10ê çiriya pêşîn a 1919an de bi Awistiryayê re tê îmze kirin jî Peymana Saint-Germanê ye. Awistirya û Macarîstan ji hev veqetîyaye. Heyfa şerê yekem ji Awistiryayê tê stendin Piştî Peymana Saint-Germainê Peymana Neuilly ku di 27ê çiriya paşîna 1919an de bi Bulxaristanê re tê îmze kirin tê. Bulxaristan jî li alîyê têkçûyiya ye. Li dû Peymana Neuillyê jî di 20ê hezîrana 1920an de Peymana Trianonê bi Macaristanê re tê îmzekirin û bi vê peymanê Macaristan tê teslîm girtin û dawîyê de Peymana Sewrê di 10ê tebaxa 1920an de tê îmze kirin.

Niha divê em hinekî li ser Sewrê rawestin. Sewr û Lozan di dîroka fermî ya tirkan de her tim bi hev re tên nirxandin. Mijara ku Sewr “lihevkirin” e an jî “peyman” e mijareke nîqaşbar e. Ji ber ku Sewr peymaneke bêhikm e, bêtir wekî lihevkirinekê ye. Ji ber ku di Sewrê de armanca dewletên hevalbend ew e ku ji nû ve berdêla şer bi Împaratoriya Osmanî bidin dayîn û axa wê di nav hev de parve bikin û li dû wê jî dewleteke biçûk bihêlin. Armanca sereke ya Sewrê ev e. Lê belê ev peyman ne ji alîyê padîşahê Osmanî ve, wê demê Meclîs-î Mebûsan a Stenbolê hatibû feshkirin, ne jî ji alîyê Meclîsa Enqerê ye ve nehatiye pejirandin. Ji ber vê sedemê Sewr wekî lihevkirinekê maye. Pejirandina metnekê ji alîyê nûneran bi tenê ve wê metnê nake peyman. Ji bo metnek bibe peyman divê ew metna hatiye îmzekirin ji alîyê saziyên dewletan ve dibe ku ev meclis, kongre an jî senato be were pejirandin û bikeve merîyetê. Lewre Sewr peymaneke ku hatiye sepandin nîne. Hin sedemên vê yekê hene. Sedema herî girîng-ji bo ku em pêvajoya piştî şerê cîhanê fêm bikin bûyera herî girîng-Şoreşa Bolşevîk a 1917an e. Her çiqas Rusya aliyê serkeftî be jî ev serkeftin ji alîyê Sovyetan ve nayê qebûlkirin. Sovyet ji nav hêzên hevalbend vekişiyaye. Şer êdî di navbeyna Sovyet, Brîtanya, Fransa û dewletên kapîtalîst ên din de ye. Ev yek ji bo têgihîştina piştî şer girîng e.

 Mînak pirsgirêka Ermenîstanê heye. Projeyeke ku gelek bajarên bakurrojavayê Kurdistanê di nav sînorên dewleta Ermeniyan de bimîne di Sewrê de heye. Lê belê piştî Şoreşa Çiriya Pêşîn, Ermenîstana Sovyetê ava dibe. Xaka Kurdistanê ku ji alîyê ermeniyan ve wekî Ermenistana Rojava tê pênasekirin ji ermeniyan tê xalîkirin. Lewre jî; dewleta ku ewil Hikûmeta Enqereyê nas dike jî Komara Ermenîstanê ye.

Bi gotina îngilizan heke li Enedolê dewletekî Ermeniyan ava bibe dibe ku siberojê bi Ermenistana Sovyetê re bigihê hev lewre jî fikirîne ku Ermenîstaneke li Enedolê ji bo wan talûke ye. Ji ber ku wiha qebûl kirine, li Lozanê qerta ermeniyan û Ermenîstanê nîn e. Ev mijar di beşa kêmaniyan de heye. Lê wekî dewlet Ermenîstan tune ye. Sedema bingehîn a vê yekê jî Şoreşa çiriya pêşîn û avabûna dewletên piştî şoreşê ye. Yek ji van dewletan jî Ermenîstan e. Lewre jî li Lozanê ji dêlva Ermenîstanê kêmaniya ermeniyan bûye mijar.

Niha em hatin ser Lozanê. Lozan jî peymaneke aşîtiyê ye. Çima binê peyva aşitiyê xêz dikim? Ji ber ku di van bîst salên dawî de li bakurrojavayê Kurdistanê û li parçeyên din ên Kurdistanê jî bi taybetê tevgerên siyasî yên derdora PKKê sloganeke wiha belav kirin û li Bakurê Kurdistanê gelekî tê bikaranîn. Ev slogan jî “Aşîtiya herî xerab ji şerê herî baş çêtir e.” Ev slogan ji bo bêbandorkirina têkoşîna Bakurê Kurdistanê û wê xistina nava sîstemê hatiye rikibandin. Wekî mînak Peymana Versayê peymaneke aşîtiyê ya pir xerab e û gelek bîrewer dest nişan dikin ku vê peymanê tesîr li pêşketin û girseyîbûna tevgera Nazîyan a li Almanyayê kiriye. Diyar e ku her tim aşîtiya herî xerab ji şerê herî baş ne çêtir e. Lozan jî peymaneke aşîtiyê ye û sed sal e ku Kurdistan kiriye nav cendereyê û armanca wê ji holê rakirina rastiya netewe û welatê Kurd e. Vê peymanê rê li ber çar dewletên dagirker vekiriye ku li Kurdistanê şerekî dagirkeriyê yê dijwar bidomînin. Aşîtiyekî xerab rê li ber şerên nû vedike.

Mijara ku mirov divê esas li ser bisekine ew e ku di aliyekî de xwedê giravî li hember Lozanê derkeve û ji aliyekî ve jî fetîşkirina aşîtiyê bike. Ev yek tevgereke hevgirtî nîn e. Ji ber vê yekê divê mirov binî xêz bike ku van peymanên navborî hemû peymanên aşîtiyê ne.

Ravekirineke din jî ev e: Di heman demê de ev peyman lihevkirinên emperyalist in. Wekî ku hûn dizanin du bikaranînên têgiha emperyalîzmê heye. Ya ewil berî Lênîn, bêtir ji bo di politikaya derve de berfirehbûna hêzên mezin tê bikaranîn. Têgih di vê wateyê de îro jî dibe bê bikaranîn. Bi vî awayê ango dema em têgihê bi vî awayê bi kar bînin, Împaratoriya Osmanî jî dewleteke emperyal-amperyalîst e. Dewleteke berfirehkar û xwedî mêtingehan e. Şerê Cîhanê yê Yekem ji xwe di navbeyna emperyalîstan de ji bo parvekirina cîhanê derketiye. Hemû aliyên şer emperyalist in.

Ji ber ku hemû alî emperyalist in domahiya wan jî wisa ne. Wekî mînak li dû Prûsyayê Şoreşa 1918-1919an a Almanyayê heye. Hilweşandina Komara Bîsmarck heye. Domahiya wê jî emperyalist e. Wisa emperyalist e ku paşê Şerê Cîhanê yê Duyem daye destpêkirin. Domahiya Împaratoriya Osmanî Komara Tirkiyê jî di vî warî de dewleteke emperyalist e. Ango dewleteke ku Senceqa Îskenderûnê îlheq kiriye û hewl daye ku Kurdistanê, Lazîstanê, Pontûsê û Ermenîstanê xalî bike li hemberî me heye. Bi wateya ewil a peyvê, Komara Tirkiyê jî çawa dewleteke jenosîdal be wisa jî dewleteke emperyalîst e.

Lenîn serdema fînans-kapîtal a kpitalîzmê bi têgiha emperyalîzmê rave kir. Ji ber ku berê peyva kolonyalîzmê derketibû bikaranîna wateya yekem a emperyalîzmê hinekî paşde ma. Lê belê dîsa jî ez difikirim ku kêrhatî ye.

Peymana Lozanê encama rêze konferansên çend mehan e. Ez dibêm qey du caran ji ser maseyê rabûne. Paşê dîsa li ser maseyê civiyane. Hêzên hevalbend bi rêya konferansa Lozanê xwest ku ji Tirkiyeyê hesab bipirsin ku amade bûn wê wekî dûmahiya dewleta Osmaniyan bibînin. Çawa ku ji Almanyayê, Awistiryayê, Macarîstanê û Bulxarîstanê hesabek hatibe pirsîn û berdêlek ji wan hatibe girtin li Lozanê jî ji Komara Tirkiyê ev berdêl hatiye girtin. Niha, li Konferansa Lozanê çend xal tên nîqaşkirin. Ji van xalan yek ji ya herî girîng xala sînoran e. Mûsil di mijara sînoran de qadeke nîqaşê ya taybet e. Mijareke din a kapîtulasyonan e. Yeka din mijara tengavan e. Ya din meseleya kêmaniyên netewî ye. Hema bêje di van hemû mijaran de wekî ku tirk îdîa dikin tu serkeftineke komarê tune.

Di mijara sînoran de, sînorê bi Yekîtiya Sovyetan re Peymana Moskovayê ya 1921an esas hatiye girtin û hatiye qebûl kirin. Sînorê bi Sûriyeyê re bi Peymana Enqerê ya ku di 1921an de hatibû qebûlkirin hatiye pesendkirin. Sînorê bi Yûnanistanê re, (ji ber ku tezmînatên şer tên nîqaşkirin ji Yûnanistanê re jî tê gotin ku ew jî tezminata şer bide) Yûnanistan gundên Bosna û Karaagacê wekî tezmînata şer dide Tirkiyê. Li gorî lihevkirinên berê ferqek di navbera Trakyaya Rojhilat û Trakyaya Rojava de hatibû danîn û nîvê Trakyayê ji Yûnanistanê re û nîvê din jî ji Tirkiyeyê re hatibû hiştin.

Mijara tengavan çareser nebûye. Li wir her çiqas hin biryar hatibin girtin jî piştre di sala 1936an de bi Lihevhatina Montro ya Tengavan kêmasî ji holê hatine rakirin.

Nîqaşên esasî di du mijaran de hene: Yek ji van mijara Başûrê Kurdistanê ye ku bi serenavê Eyaleta Mûsilê tê nîqaşkirin. Bajarê Kerkûkê, Dihokê, Silêmaniyê û hemû derdora wan wê demê di nav sînorên Eyaleta Mûsilê de ne. Ango herema ku em dibêjin Başûrê Kurdistanê ev eyalet bi xwe ye. Mijara esasî ya din Livaya Îskenderûnê ye ku wekî Senceqa Îskenderûnê derbas dibe. Divê em kevanekekê ji bo vê mijarê vekin:

Meseleya Mûsilê çareser nebûyê û lihevkirinek çênebûye. Di esasa xwe de Komara Tirkiyê qebûl kiriye ku Mûsilê ji Brîtaniyan re bihêle. Lê belê mijara ku wê sînor di ku derê re derbas bibin ji guftûgoyên navbeyna herdû dewletan re hatiye hiştin. Heke Komara Tirkiyê û Brîtanya di majara sînoran de li hev nekîn wê di derbarê mijarê de Cemiyet-i Akvam biryar bide. Di sala 1926an de bi Peymana Enqereyê Başûrê Kurdistanê di nav sînorê Îraqê de maye, Ev yek tê wê wateyê ku herem ji Brîtaniyan re hatiye hiştin.

Niha ku em derbasê mijara Senceqa Îskenderûnê bibin, ev yek pir nayê zanîn lê her kes dibê qey Sûriye ji berê ve Sûriye bû û Îraq ji berê ve Îraq bû. A rastî di wê demê de li cihê ku em dibêjin Sûriye 6 dewlet  hebûn: Dewleta Şamê, Helebê, Durzîyan, Lubnanê, Nusayriyan û Senceqa Îskenderûnê. Senceqa Îskenderûnê girêdayê dewleta Helebê ye. Di Lozanê de jî Îskenderûn wekî parçeyeke Sûriyeyê hatiye qebûlkirin. Ango bûye para Fransayê. Lê paşê dema Fransa di sala 1938an de ji wir vedikişe Komara Tirkiyê bi fêlan li wir dewleteke serbixwe îlan dike. Paşê jî wir berî ser axa xwe dide. Ango, Komara Tirkiyê di mijara sînoran de li Lozanê tu serkerftinek bi dest nexistiye. Dema em li van hemûyan dinêrin, wekî ku dîroka fermî ya Tirkan îdia dike di warê çawaniyê de cudahiyek di navbeyna Lozan û Sewrê de nîne. Peymaneke aşîtiyê ye û peymaneke aşîtiyê ya emperyalist e.

Li gorî Sewrê Komara Tirkiyê li Lozanê hin destketîyên qismî bi dest xistine, Rojavayî li hember Sovyetan Komara Tirkiyê wekî tampon kêrhatî dîtine lewre jî ji holê ranekirine. Dewletek bi vî awayî ava kirine. Ango Komara Tirkiyê dewleteke ku ji alî Rojavayiyan ve hatiye avakirin e. An na dewleteke ku Kemalîst li hember 7 dewêlan şer kiribin û ava kiribin nîn e. Li dijberê vê yekê bi emperyalîstan re li hev kirine û di bin per û baskên wan de ev devlet hatiye avakirin.

Di pêvajoya Peymana Lozanê de ango di pêvajoya rêze konferansan de sê biryarên cuda hatine girtin. Ev girîng in. Derdê bingehîn ê Komara Tirkiyê ji bo bikaribin Lozanê pêk bînin derbeya hikûmetê ya ku pêk anî bûn ji alî Rojavayiyan ve were qebûlkirine. Serdema 1919-1923an teqez ne serdema “Şerê Rizgariya Netewî” ye. Ji şerê ku di navbeyna emperyalîstan de pêk bê rizgariya netewî dernakeve.

Di navbeyna salên 1919-1923yan de Artêşa Osmanî tenê bi artêşa Yûnanistanê re şer kiriye.  Her wiha li Koçgiriyê bi kurdan re, li herêma Behra Reş jî bi Pontus û Lazan re şer kirine. Tiştê ku bûye ji ser meclîsa ku li Enqereyê ava bûye derbeyeke hikûmetî ye. Ji Rojavayiyan xwestine ku vê derbeya hikûmetî qebûl bikin û daxwaza (li gel berpirsiyarê sucên ku di navbeyna salên 1919-1923yan de li hember mirovahiyê hatine kirin neyên dîtin) nasînê ji wan kirine. Li hember vê yekê çi dane Rojavayiyan? Mînak, di 1ê çiriya paşîn a 1922yan de seltenat û xelîfetî ji hev hatiye veqetandin û seltenat ji holê hatiye rakirin. Axaftinên Mistefa Kemal yên heya 1922yan binêrin di hemûyan de dibêje ku ji bo seltenat û xelîfetiyê xilas bikin li qadê ne. Xelîfetî li ser daxwaza Brîtanyayê di 3ê adara 1924an de ji holê tê rakirin. Bi taybetî pirsgirêkên Brîtanyayê bi Hindîstanê re hene. Jiholêrakirina xelfetîyê tawîzeke ji bo Brîtanyayê ye. Dema ku navber didin konferansê, divê di Nîsana 1923yan de be, bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re peymaneke bi navê Chesterê tê îmzekirin. Ez dibêjim qey ev peymana xeta trenê ya çar hezar kîlometreyê ye ku ji Sêwas, Wan, Mûsil, Kerkûk heta xeta Yumurtalık a Edeneyê dirêj dibe. Li gorî vê peymanê 20 kîlometreyên herdu aliyên xetê dane Amerîkayê. Hê komar nehatiye îlankirin lê bi Meclîsa Enqereyê re Peymana Chesterê îmze dikin. Ev projeyeke rêasinî ya ji Sêwas, Wan, Mûsil, Kerkûk heta xeta Yumurtalık a Edeneyê ye. Berê projeya rêasinî ya Munih-Bexdayê hebû ku Almanyayê bi Împaratoriya Osmanî re li hev kiribû. Ji ber ku Almanya di şer de têk çû ev lihevkirin nehat sepandin. Ango Amerîka ev kar ji Almanyayê dewr girt.

Bi Peymana Lozanê Kemalîstan derbeya hikûmetî û meşrûtiyeta xwe di çavên rojavayayiyan de rewa kirin û dan qebûlkirin ku êdî Hikûmeta Stenbolê neyê naskirin. Li hember van tiştan ji bo Rojavayiyan qanî bikin hin tiştên veşarî hiştine û hin tawîzên ku dane hene.

Yek, rakirina xelîfetiyê ye. Du, Peymana Chesterê ya ku bi DYAyê re hatiye îmzekirin e. Sê, dîsa dema ku navber didin Konferansa Lozanê di 19 sibata 1923yan de li Îzmîrê lidarxistana Kongreya Îktisatê ya Îzmîrê ye.

Kemalîst ji rojavayiyan re dibêjin ku: “ Em ê nîzameke kapîtalîst ava bikin. Em ê ji xeta kapîtalîzmê dernekevin. Me û Sovyetan nekin qeysekî.” Ji ber ku di navbeyna salên 1919-1922yan de Kemalîst piştgiriyeke xurt ji Sovyetan girtine. Sovyet jî wê çaxê wekî Brîtaniyan fikirîne ku Komara Tirkiyê dikara bibe tampon di navbeyna wan û kapîtalîstan de. Kemalîst dibêjin ku: “ Em kapîtalîst in. Belê em kapîtulasyonan radikin lê wê îmtiyazên we bi awayên din bidomin. Em ne sosyalist in. Têkiliya me ya bi Sovyetan re bi alîkariya wan a bi me re sînordar e. Em ê nebin dewleteke ku di xeta Sovyetan de be û em ê xelîfetiyê jî rakin.” Esasê Peymana Lozanê ev in.

Bi Lozanê re Mafê Dewletbûyina Kurdan Hatiye Desteserkirin

Peymana Lozanê ji bo me tê çi wateyê? Peymana Lozanê ji bo kurdan tê vê wateyê: Peymana Kasr-ı Şîrînê ku sînorê di navbeyna Osmanî û Safawîyan dîyar dikir di navbeyna Îran û Komara Tirkiyê hatiye rojanekirin. Ango Kurdistana ku wekî Kurdistana Osmanî tê binavkirin li sê perçeyan dabeş dibe. Kurdistana ku berê di navbeyna Safawî û Osmaniyan bibû dû perçe bi Lozanê re dabeşî çar perçeyan dibe. Îcar di navbeyna Îraq û Sûriyeyê de sînorek tê xêzkirin ku ez jê re dibêjim navend başûrê Kurdîstanê û niha wekî başûrê Kurdistanê tê pênasekirin û navbeyna rojavayê Kurdistanê de sînorek tê xêzkirin. Sînorê ku di navbeyna Îraq û Tirkiyê de jî bakur û başûrê Kurdistanê ji hev vediqetîne. Sînorê Sûriyeyê jî Bakurê Kurdistanê û Başûrê Biçûk ê Kurdistanê ango niha dibêjin Rojavayê Kurdistanê ji hev vediqetîne. Taybetiya yekemîn ev e.

Taybetiya duyemîn, mafê dewletbûyîna neteweya kurd hatiye desteserkirin. Di wê serdemê de him ji alî Komeleya Bilindkirina Kurdan ve him jî ji alî gelek sazî û dezgehên kurdan ve  reze serdan li DYAyê û Konferansa Aşitiyê ya Parîsê hatine kirin. Lê belê di Lozanê de Hêzên Hevalbend mafê Kurdan ê dewletbûyînê desteser kirne. Giringiya esasî ya Lozanê ji bo me ji vir tê.

Kes tevahiya navê Peymana Lozanê bi kar nayne. Navê wê yê tevahî “Di derbarê karên Rojhilata Nêzîk de Konferansa Lozanê” ye. Ango di vê konferansê de sînorên Rojhilata Nêzîk hatine nîqaşkirin. Rojhilata Nêzîk herêma navbeyna Enedolê û Rojhilata Navîn e.  Ev exoname e, ji derve ve hatine binavkirin. Ev binavkirinên Bîzansî ne. Stenbol ji bo Bîzansiyan navenda cîhanê ye. Axa li rojhilatê Stenbolê dimîne Enedol e ew jî jixwe di maneya rojhilat de ye.

Sînorê Enedolê li Kurdistanê diqede. Kamûsu’l-Â’lâm a Şemsettin Samî heye. Di heman demê de Kamûs-ı Turkî ya wî je heye. Şemsettîn Samî di Kamûsu’l-Â’lâmê de Kurdistanê wiha dide nasîn: “Li rojavayê Kurdistanê Enedol heye.” Dema Enedolê dide nasîn dinivisîne: “ Li rojhilatê Enedolê Kurdistan heye.” Ango Stenbol navenda cîhanê; axa Bîzansiyan ya li rojhilatê Stenbolê jî Enedol e. Li Rojhilatê Enedolê ango cînarên Enedolê Rojhilata Nêzîk e. Ji wir wê de jî Rojhilata Navîn ji wir jî wê de Rojhilata Dûr e. A rastî ev yek heya Şerê Cihanê yê Duyemîn jî di lîteraturê de bi vî hawayê hatiye pênasekirin. Ji ber ku Rojhilata Nêzîk tunebe pênasekirina Rojhilata navîn û ya dûr li derveyê mantiqê ye. Heke li cîhekî Rojhilata Navîn hebe, Rojhilata Dûr hebe divê Rojhilata Nêzîk jî hebe. Kurdistan welatê navendî yê Rojhilata Nêzîk e.

Rojhilata Nêzîk, ji Kurdistanê pêk nayê. Divê mirov wiha bifikire: Ji rojhilatê Behra Reş dakevin rojhilatê Behra Spî ji wir jî dakevin bakurrojhilatê Afrîkayê. Hinek kes Misrê jî dikin nav sînorên Rojhilatê Nêzîk. A rastî pênasekirina van sînoran pir ne zelal in. A girîng, Rojhilata Nêzîk piçek ji axa Bîzansiyan a rojhilatê wir de ye.

Navê konferansê di navbeyna Brîtaniyan û Îsmet Înonu de dibe sedema nîqaşê. Înonu pêşî navê Konferansa Şerqê pêşniyar dike. Brîtanî vê yekê qebûl nakin. Piştî hin nîqaşên kurt navê “Di derbarê karên Rojhilata Nêzîk de Konferansa Lozanê” tê pejirandin. Çima divê mirov li ser vê yekê bisekine? Heke cudahiya di navbeyna Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêzîk neyê kirin meseleya Kurdistanê nayê fêmkirin. Li Rojhilata Navîn piştî Şerê Cîhanê yê Yekem ji pêdiviyê zêdetir avahiyên dewletî hene. Nizanim çend dewletên ereban hene. Civakên Rojhilata Nêzîk bêdewlet hatine hiştin. Ango di nav van civakan de Pontûs hene, Laz hene, li başûr Nusayrî hene, Nusayriyên Ereb hene, Nusayriyên heremên Îskenderûnê, Lazkiyê ê Tertûsê hene.

Erdnîgariya Rojhilata Nêzîk, di warê siyasî, erdnîgarî û civakî de ji Rojhilata Navîn û ji Rojava jî cûda ye. Lewre jî ji bo fêmkirina Kurdistanê û bi taybetî jî ji bo fêmkirina Lozanê divê cudahîya navbeyna têgihên Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn bên zelalkirin.

Nêzikayiyên Sîyasetmedarên Kurd yên li hemberî Lozanê ne Hevgirtî ne.

Heke hûn destnîşan bikin bêjin Lozan Kurdistan parçe kiriye, kiriye çar parçe û hûn li dij vê peymanê bin dive hûn yekîtiya Kurdistanê biparêzin. Heke hûn bêjin bi Lozanê re mafê Kurdan ê dewletbûyînê hatiye desteserkirin divê hûn dewletîbûna Kurdan biparêzin. Ango ji bo di warê sîyasî de dijberiya Lozanê bê kirin, divê parastina Kurdistana Serbixwe û Yekgirtî bê kirin. Ji xeynî Kurdistana Serbixwe û Yekgirtî hemû armancên sîyasî di nav Lozanê de dimînin.

Lozanê, bêyî ku bêje Bakurê Kurdistanê, rêvebiriya Bakurê Kurdistanê (%42yê Kurdistanê) ji Komara Tirkiyê re hiştiye. A rastî di konferasê de car bi car hatiye nîqaşkirin lê di belgeyan de navê Kurdistanê nîn e.

Lozanê, li bakurrojavayê Kurdistanê: “Pêşî li perwerdehiya bi zimanê kurdî negirtiye.”

Lozanê, ji Komara Tirkiyê re negotiye ku “Hûn ê tu car otonomî an jî federasyon nedin Kurdan.”

Jibo li rojavayê Kurdistanê kanton ava bibin Lozan ne asteng e. Daxwaza demokratîkbûna Tirkiyê ne li dijî Lozanê ye. Berevajiya vê yekê Lozan van tiştan dibêje.

Daxwaza ku kurdî bibe zimanê perwerdehiyê ne li dijî Lozanê ye. Heya mijara kêmanîyan bi du awayî tê vegotin. Dibe sedema nîqaşên dijwar.

Rojavayî di wan xalan de, hewl didin ku ji bo hemû welatiyên Komara Tirkiyê bi zimanê xwe perwerdehî bibînin û bixwînin. Lê tirk vê yekê dizivirînin muslim-xeyrîmusliman.

Li Lozanê dema emperyalîst behsa mafên kêmaniyan dikin, aliyê Tirkan vê yekê wekî mafê kêmaniyên xeyrîmuslum tomar dikin. Di vê mijarê de nîqaşên dijwar derdikevin. Di dawiyê de li ser formulekî li hev dikin. Tenê di hin xalên peymanê de (38,39,40) kesên ku li Komara Tirkiyê bijîn mafê wan ê bi zimanê xwe perwerde bibin û li dadgehan bi zimanê xwe bikaribin parastina xwe bikin derbas dibe.

Lewre jî ev daxwaz dijberî Lozanê nîn in. Heya bi qasî deh sal berê Îbrahîm Kaboglu û kesên derdora wî gotin: “Em wê xala Lozanê pêk bînin pirsgirêka kurd namîne. Heke am xala bi ziman re têkildar tetbîq bikin pirsgirêka kurd namîne.”

Bêyî ku mirov li dijî Lozanê derkeve jî mirov dikare têkoşîna demokrasiyê, azadiyê û dadê bike. Pêşverûyên Tirkiyê jî yên Farisan jî yên Ereban jî heta welatperwerên kurd jî bêyî dijberiya Lozanê bikin dikarin têkoşîna demokrasîyê, azadiyê û dadê bikin. Bi dehan salane jî tê kirin.

Li çar parçeyên Kurdistanê derdora 105-110 partiyên Kurd-Kurdistanî hene. Ev hemû partî dest nîşan dikin ku dijberî Peymana Lozanê ne. Lê di nav van partiyan de, Kurdistana Serbixwe û Yekgirtî wekî armanceke siyasî û stratejîk dabe ber xwe û kiribe bernameya xwe ya qet tune ye yan jî du sê heb in.

Ev yek kêşeya siyaseta kurdan ya bigehîn e.  Tev bi hev re li hember Lozanê dimeşin, konferansan pêk tînin lê daxwazên siyasî di nav pergala Lozanê de dimînin.

Lewre Pêdiviya Siyaseta Kurdan bi Hevgiriyê Heye

Em, di wê baweriyê de ne ku kêşeya Kurdistanê tenê wekî stratejîk dikare bi armanca Kurdistana Serbixwe û Yekgirtî bê çareserkirin. Û ji ber vê sedemê em li dijberê Peymana Lozanê ne.

Ji bo daxwazên jêr-desthilatî, aborî, demokratîk û ekolojîk pêdivî pê tune ku mirov dijberiya Lozanê bike. Kesên ku asoya wan a siyasî bi sînorên dewletên heyî re sînordar be û tu gazinên wan li van sînoran nîn be û armanca wan a Kurdistana Serbixwe û Yekgirtî tune be gotina wan a ku em li hember Lozanê ne ji durûtiyê pê ve ne tişteke din e.

Tekane rêya dijberiya Lozanê: Parastina Kurdistana Serbixwe û Yekgirtî ye.

Wekî mînak,“Dema li Başûrê Kurdistanê avahiyeke federe hat damezrandin. Li hemû cîhanê kê got: “Ev yek li gorî Lozanê nelirê ye, Îraq nikare bibe dewleteke federal.” Kesî negot. Kes ji ber sedema Lozanê li hember referandûma serxebûnê ranewestiya. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Fransa, Brîtanya (bloka ku Brîtanya pêşengî lê dike) gotin: “Ev niha ne li gorî berjewendiyên me ye.”Ji ber vê yekê li hember derketin.

Heke daxwaza we li gorî pergala dewletên heyî be:

“Wê çaxê tu gazinên we li hemberî pergala Lozanê nîn in”

Wê Çaxê bi vê Qerepereyê Têkoşîna Kurdistana Serbixwe û Yekgirtî Veneşêrin, Pêşî lê Negrin

Bernameyeke ku ser û binê wê demokratîzekirina Tirkiyê be çima li hemberî Lozanê derdikeve? Ev durûtî ye.

Kesên ku li hemebêrî Lozanê derdikevin dibêjin ku li ser navê kurdan kes tevlî konferansê nebûye. Lê belê Înonu dibêje: “ Ez nûnerê kurd û tirkan im.” Di vê navberê de ji Kurdistanê jî gelek telgraf bi destê kurdan ji bo hevdîtinên Lozanê hatine şandin û di telgrafan de hatiyê nivisîn ku koma nûneran ên tevlî konferansê bûne nûnertiya kurdan jî dikin. Mebûsekî Amedê bi nave Zulfu Tîgrel heye ku xwedêgiravî tevlî konferansê bûye. Lê bi Înonu re tevgeriyaye. Qaşo wê demê ji Kurdistanê gelek mebûsên ji bo Meclîsa Neteweyî ya Tirkiyê hatine şandin hene. Yahya Kemal Beyatlı (Urfa), Yakup Kadrî Karaosmanoğlu (Mardin). Xwedê giravî ev mebûsên Kurdistanê ne.

Di roja îro de jî hin projeyên xwedî vê fonksiyonê hene. Projeya ku îro di serî de tê projeya Tirkiyevîbûnê ye.

Ji ber ku dema hûn bêjîn em tirkiyevî ne hûn Kurdistanê red dikin û fonksiyona we jî wekî Îsmet Înonu û Zulfu Tîgrelê ku tevlî konferansa Lozanê dibin heman fonksiyon e. Mebûsê kurd ê tevlî hevdîtinên Lozanê dibû jî Kurdistan red dikir.

Heke hûn li bakûrrojavayê Kurdistanê tirkiyevî, li rojhilatê Kurdistanê îranî, Li başûrê Kurdistanê îraqî, li rojavayê Kurdistanê sûriyevî bin ji xwe tê wê wateyê ku hûn dixwazin ku Lozan bi awayekî tundtir pêk bê.

Tu cudahiyeke şêweya vê siyasetê ji şêweya Zulfu Tîgrelê ku tevlî Konferansa Lozanê dibe û kesên ku bi zorê telgrafan bi wan didin şandin tune ye.  Ev proje ango projeyên ku dewletên desthilatdar û sînorên wan ji xwe re esas digrin a rastî nûjenkirina Lozanê bi xwe ye.

Berdevkên Komara Tirkiyê, rayedarên wê, dema derdikevin pêşberê alemê dibêjin, kurd dibin mebûs, dibin serokkomar, dibin her tişt. Lewre bi rihetî dibêjin ku li ba me pirsgirêka kurd tune. Tu cudahiyek di navbeyna peyama ku dewleta tirk dide cîhanê û peyama ku projeya tirkiyevîbûnê dide de tune ye.

Lozan welatê me parçe kiriye û mafê dewletbûyîna miletê me desteser kiriye.

Em parastina yekîtiya welatê xwe û mafê dewletbûyîna miletê xwe dixwazin ji ber vê sedemê em li dijberî Lozanê ne. Heke daxwazeke me yê bi vî rengî tunebûya wateyeke dijberiya me ya Lozanê bê wate dibû.

Lozan îro Derbasdar e an na

Yên ku Lozanê ferz kirine a rastî Brîtanî û Fransî ne. Li paş perdê DYA heye. Divê bê zanîn ku DYA beşdarvanê Konferansa Lozanê nîn e. DYA ev peyman îmze nekiriye. Lê belê du hefte piştî Peymana Lozanê di navbeyna DYA û Komara Tirkiyê de dîsa bi nave Peymana Lozanê peymanek tê îmze kirin.

Ev peyman, peymaneke aborî ye. Ango peymaneke ji bo têkiliyên baş e. Ez dibêm qey hefteya pêşîn a tebaxa 1923yan hatiye îmze kirin. Ev peymana paşê li Senatoya DYAyê an jî Meclîsa Nûneran nehatiye erêkirin. Peymana Lozanê ya ku DYA erê nekiriye û ji hole rabûye peymana ku em behsa wê dikin nîn e, peymana dualî ya ku di navbeyna DYA û Komara Tirkiyê de ye.

Ev paşê rê dide ku hin kes bêjin: “DYA Peymana Lozanê îmze nekir.” A rastî peymana dualî ya di navbeyna DYA û Komara Tirkiyê ji alî Meclîsa Nûnerana DYA ve nehatiye îmzekirin. Ji xwe DYA li koferansa “Di derbarê karên Rojhilata Nêzîk de Konferansa Lozanê” nîn e.

Brîtanya, Fransa, Îtalya, Yûnanîstan, Yugoslavya û Japonya di konferansê de hene. Yekîtiya Sovyetan jî di vê konferansê de nîn e. Yekîtiya Sovyetan tenê dema mijara tengavan tê nîqaşkirin nûnerekî xwe (Çiçerîn) dişîne konferansê.

Yekîtiya Sovyetan jî DYA jî aliyên Peymana Lozanê ya ku em nîqaş dikin nîn in. Brîtanya di vê peymanê de him wekî alîyê ku di şer de serketî ye him jî wekî mandeterê Îraqê li ser maseyê rûniştiye. Fransa jî him serketiyê şer e him jî mandeterê Sûriye û Lubnanê ye. Îro Brîtanya mêtingehkarê Îraqê nîn e. Brîtanya bi koalisyona navnetewî re dîsa bi DYA û yên din re ketin Îraqê lê Îraq ji mêj ve ye dewleteke serbixwe ye. Fransa jî êdî ne mandeterê Sûriyeyê ye. 

Lewre xwediyê vê peymanê kî ne? Yê ku peymanê diparêze tenê Tirkiye maye. Tu girêdayiya vê peymanê maye? Niha tiştê yekemîn ev e: Kurd, tevlî vê konferansê nebûn, ji ber ku konferansa ku tevlînebûnê di derbarê qedera wan de biryar girtine, ji alî me kuırdan ve ne rewa ye û ti hikmê wê tune ye.

Lozan ji bo me peymaneke pûç e. Cihê ku em ne lê bin û di derbarê me de biryar lê hatibin girtin ji bo me bê hikm e.

Dewletên ku ev peyman îmze kirine jî ne di rewşa xwe ya berê de ne. Di vê navberê de gelek guherîn jî çêbûne: Wekî mînak di serhildana Agirîyê de 1927- 1930 sînorê di navbeyna Îran û Tirkiyê de hatiye guherîn. Kes li Lozanê xwedî derneketiye û negotiya ev yek ne li gorî Lozanê ye. Gelek guherîn di navbeyna sînorên Îraq û Tirkiyê de jî çêbûne.

Senceqa Îskenderûnê ji Sûriyeyê hatiye stendin û tevlî Tirkiyeyê bûye. Lewre jî di warê sîyasî de zêde jî qîmeta Peymana Lozanê îro nemaye. Ji ber ku ew roj hatibû îmzekirin girîngiyeke wê yê mezin hebû. Û sed sal e ev peyman me di nav lepên çar dewletan de tengezar kiriye.

Mînak: DEAŞ sînorê di navbeyan Sûriyeyê û Îraqê de ji holê rakir. Ji Reqa heya Ramadiyê erebên sunne gihand hev û got: “Min li vir Dewleta Îslamê ava kir.” Baş e dema DEAŞ wiha got ew parastvanên Lozanê li ku bûn? Baş e, di heman demê de di sala 2014an de bi taybetî dema Pêşmerge çû Kobaniyê siyaseta kurd lihev bikira û sînorê di navbeyna rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê ji holê rakira kîjan Lozan dikaribû pêşî li vê yekê bigre.

Lê belê bi taybetî hêza li rojavayê Kurdistanê, hêza ku PKKyê ew domîne dikir, nehişte ku başûrî derbasî rojava bibin.

Em in ku van sînoran wekî sînorên dagirker û xençerên li ser dilê Kurdistanê hatibin xistin dibînin. Di wan salan de bakûrê sînorê dewletên Sûriyeyê û Îraqê Pêşmerge, başûrê sînor jî PYD diparast.

Lozan li hember têkbirina vî sînorî asteng bû? Na ne asteng bû. Ev yek mijara îradeya sîyasî ye. Ev sînor bi şer hatine xêzkirin, bi zorê hatine xêzkirin lewre jî tenê bi zorê dikare ji holê bê rakirin. Ji bo vê yekê jî heke hêza te ya siyasî hebe, Lozan tu carî nabe asteng.

Siyaseta Kurdistanî divê girîngiyeke taybet bide mijara sînoran û divê fêm bike ku tenê bi vê perspektîfê dikare li hemberî Peymana Lozanê derkeve.