WELAT Û WELATPARÊZÎ

WELAT Û WELATPARÊZÎ

Suretê welat li cem her mirovî, ji destpêka jiyanê de, di bin bandora kultur û zimanê dayikê de şekil digre.

Li ser mijara welat û welatparêziyê axaftin, pêdivîyek pêwîst û girîng e. Bi taybetî di vê prosesa globalîzmê de mijara welatparêziyê ji dewletan re bûye pirsgirêkek grîng û derheq wê de bi sedan lêkolîn tên kirin; gelek pirtûk û maqale hatine nivîsandin û herweha gelek sazî û dezgeyên dewletan xûsûsî li ser vê mijarê kar dikin.

Têgeyên welat û welatparêzî di axaftin û guftugoyên siyasîyên kurd, gelekî derbasdibin. Gelo van têgeyan li gor girîngî û cidîyeta wateya wan tên famkirin, an ew jî wek gelek têge û nirxên netewî bûnin qurbanê siyaseta asimilasyonê û naveroka wan hatiye valakirin. Dema mirov bi gumanek weha, nerîn û helwesta elîta siyasî, rewşenbîr û kesayetîyên kurd dinerxîne, dighê wê netîceyê ku têgeyên welat û welatparêzî li cem vê kutleyê, ne zelal in.

Zarok û xortên kurd ji perwerde û fêrbûna tarîx, ziman û kultura xwe bêpar in.

Bi şêweyek gelemperî netewa kurd û bi taybetî kurdên bakur, bi dehan salan e, jiber têkîlî û siyaseta serwer a dewleta dagirker, ji hemû îmkan, alav û mafên bikaribin zarokên xwe wek kurd perwerde bikin bêpar in. Dewleta dagirker dest daniyê ser zarok û xortên (law û keç) gelê kurd û wan li dibistanên xwe bi îdeoloji, kultur û şiûra tarîx û netewetiya tirk perwerde dike. Di vê periyodê de, zarok û xortên kurd ji perwerde û fêrbûna tarîx, ziman û kultura xwe bêpar dimînin. Hedef û armancên vê siyasetê: jenosidkirin û asîmîlekirina zarok û xortên kurd e. Ango ew divê bibin tirk; şiûr, fikir û hişmendiya wan tirkî be, ne xwedî zanebûn û şiûra kurd û kurdistanî bin. Encamên vê siyasetê ya bi dehan salan tê meşandin, netewa kurd xistiye rewşeke xeter.

Hêja ye mirov kurte-analîza vê rewşa kambax bike. Jiber ku diyardeyên weha neyînî alametên têkçûyina netewî ne. Ji bo sûd girtine pêwîst e mirov çend nimûneyên têkçûnên netewî yên di tecrubeyên civaka de pêk hatinin nîşan bike.

Nimûna yekê: mirov li aîdiyeta xwe ya netewî nafikire. Di haletekî weha de ji mirov re, aîdîyeta netewî ne derd e; ji bo aîdîyetê mirov xwe naêşîne û herweha bala xwe nade aîdiyeta xwe ya netewî. Kuder jê re xweş be ewder jê re welat e. Ev dikare metrepolek an peravên bahrên dewleta dagirker be, an jî bajarekî dewletên ewropî be. Mirov girîngiyê dide statusa xwe ya kesayetî û rehetiya jiyana xwe ya rojane.

Nimûneya duwem: bêhêvîtî û bêçaretîya netewî ye. Di praktîkê de, wek têkbirin û tunekirina netewê tê şîrovekirin.

Nimûneya sêyem: refleksa bêalîkarî û bêtaqetiyê ye û wek nehestkirinek civakî, tê nirxandin. Di encamê de mirov dikeve rewşek weha ku mirov pêwîst nabîne, tiştekî bike, bixwaze, bidest xe, lêbigere. Bi mirovî re qeneetek weha çêdibe: mirov çi bike dê bê bersîv bimîne û dê bêjin: nadin, nabe an jî tune ye.

Nimûneya çarem: Kozmopolîtîzm e. Ango îdeolojiya hemwelatiyê ya dewleta dagirker e. Ew jî wek diyardeyek bêhêvîtî û bêçaretiyê tê nirxandin. Li vêderê pêdivîya aîdiyeta netewî ne girîng e. Çare, hevkariya bi netewa serdest re tê qebûlkirin.

Şop û bandora van her çar tecrûbeyên têkçûna netewî, li bakurê Kurdistanê û bi taybetî li ser elîta siyasî serwer bûye. Di rewşek weha neyînî de, ji mirovên kurd re gelekî girîng û pêwîst e, bi berpisiyari têgeyên welat û welatparêzîyê têbîghên, binirxînin, û di hest û şiûra xwe de zindî bihêlin.

Welat fenomenek konkret, kulturî û tarîxî ye. Gel an grubek etnik-netewî di proseyek dirêj û berdewamiya tarîxê de, bi hişmendî û taybetmendiyên xwe yên kulturî, li ser axêk-teritoriyayek muayen rehên xwe berdedide û wê herêmê ava dike. Ango wê ji rewşek jiyana siruştî derbasî alanek kulturî dike. Gel û ew devera liser niştecî bûye û avakiriye, pêkve bi têkîlî û bandora duali, welat pêk tînin.

Suretê welat li cem her mirovî, ji destpêka jiyanê de, di bin bandora kultur û zimanê dayikê de şekil digre. Herweha bi alîkariya malbat û merivên nêzîk, gund û bajarê lê çêbûye û jiyaye, suretê warê bav û kalan çêdibe. Di berdewamiya proseya fêrbûn û naskirina kultur, zanebûna ziman, tarîx, û wêjeya xwe; seyeheta ji bo naskirina herêmên guhertê yên welêt û dervê welêt, rolek tayinker a suret û şiûra welat bi mirov re çêdike.

Welat xususiyetek netewê ya objektif e û faktorek û fonksiyonereke girîng a ji bo hebûna netewê ye. Welat û netew, têkîliyek dualî ya bandorê li hevûdu dike, heye. Ji bo form girtin û fonksiyonerbûna netewê, welat, bi şopên xwe yên yekser û neyekser di ser karakterên xwe yên cografîk ên wek: îklîm, ax, çavkaniyên avê, setha axê-relyef, flora (daristan û hemû nebat) û fauna (teyir-balinde û hemû babet heywanên din), bandorek tayinker li ser hêlên guhertî yê kultura madî (avayî, alavên xebatê, kiştûkal û transportê ûhw.) û kultura manewî (orf û adet, folklor, wêje, helbest, cil û berg, muzik, stran, senet ûhw.) dihêle.

Mirov welat wek dayikê, pîroz dibînin. Jiber ku mirov li ser wê axê çebûne; di wê de zimanê dayika xwe fêrbûne; wê av û xuwarin daye û ji gelek derd û belayên siruştî û ji êrîşên dijminan parastîye. Herweha welat nirxekî pîroz e, jiber ku hemû tiştên li ser vê axê hatine afirandin û avakirin: hemû avayî (avayiyên olî, eserên tarîxî, deverên pîroz, qesir û qonax, medrese, kele û birc uhw.) encamê ked û hunera mirovên wê netewê ne û ji bo wê, tevaya axa xwe û tiştên li ser wê avakirine, wek welat, nirxa herî pîroz qebûl kirine.

Berî dewletên netewî çêbibin, tixûbên welatan ew devera, gel ew ava kiribû, li ser dijiya û kulturek afirandibû, tixûb dihate qebûlkirin. Bi şêweyek gelemperî, welat berî dewletên netewî avabibin, pêkhatinin. Gelek dewletên netewî, gelek caran tixûbên welatan ên siruştî tekbirin û ew dagirkirin û daxilî nav tixûbên fermî yên dewleta xwe kirin. Ango tixûbên dewletên netewî yên fermî, ne tenê ji tixûbên neteweyekê pêk tê. Tixûbên gelek dewletan ji axa welatên bi zorê hatine dagirkirin pêk tê.

”proseya şekilgirtina hest û şiûra welatparêziyê, ji dema zarok di zikê diya xwe de ye destpêdike”.

Pirsgirêka welatparêziyê ji bo me kurdan bûye pirsgirêkek herî aktuel. Jiber ku pêlên tofana siyaseta dewletên dagirker a li ser netewa kurd û Kurdistanê dimeşînin, pirsgirêka welatparêziyê kiriye pirsgirêka hebûn û nemana netewa kurd. Dagirker ji aliyekî de bi hemû alav û wesiteyên ragîhandin, perwerde û kulturê, siyaseta înkar, asîmîlasyon û turkiyeyî kirinê û ji aliyekî din ve bi kuştin, koçberkirin, tehdît, zîndankirin û demografî guhertinê, siyaseta tirsê, bêdengkirin, bêhêvîtî û teslîmîyetê li ser netewa kurd dimeşîne. Encamên vê siyasetê bandorek neyînî û taxrîbatên mezin di fikir, nerîn û hişmendiya mirovê kurd de pêk anîye. Armanc, hêvî û xeyalên gelê kurd têk bibe, da ji dahatuya xwe bê ûmîd be.

Tarîfek têgeya welatparêziyê ya hevbeş, ku akademisyen, siyasetmedar û terefên bi vê mijarê ve eleqeder li ser lihevkiribe tuneye. Dezge, sazî û alimên dewletan, têgeya welatparêziyê wek gelek têgeyên din ên civakî, li gor rewş û struktura civakî- siyasî ya wan damezirinadiye û li gor berjewendiyên xwe yên dewletî (dewlet-welat) tarîf dikin. Têgeya welatparêziyê di hişmendî û tarîfa dagirkerên Kurdistanê de, red û înkara netewa kurd û Kurdistanê ye.
Di rewşek weha xeter de, pêwîst e mirov li ser girîngî û pêwîstiya hest, şiûr, fonksiyon, istîqamet, subjekt-kirde û objeya welatparêziyê raweste û wê wek pêdivîyek netewî aktuel bike.
Bi şêweyek gelemperî mirov dikare bêje: proseya şekilgirtina hest û şiûra welatparêziyê, ji dema zarok di zikê diya xwe de ye destpêdike; di dema zaroktiyê de dewam dike û di dema xortanîyê de dighê merhelaya herî zindî. Jiber ku mirov di vê periyodê de fêrî ziman, xwendin, kultur, tarîx û hemû taybetmendiyên din yên civakî-neteweyî dibe. Dê û bav, meriv, derdor, bi têkîliyên xwe; dibistan û saziyên ragîhandinê, wek dezgeyên perwerdê û hînkirinê bi mirov re şiûra tarîxê, hest û şiûra welat û welatparêziyê çêdikin.
Welatparêzî diyardeyek aloz, civakî-siyasî û fenomenek hestiyar- derûnî ye. Welatparêzî neynika kes-individ, rêxistin û civakê ye. Wateya wê, hezkirin û sedaqeta li hemberî welat û gelê xwe ye. Hestek mirovî, ji yên herî kûr e; di proseya sedsalan de, welat ev hest li cem mirovî bi ruh û bi hêz kiriye. Hesta hezkirina ji welat , ne tiştekî pragmatik e û herweha ne tenê hissî ye jî.

Welatparêzî faktorek bingehîn a şiûra netewî ye. Hesta hezkirin, serbilindî û sedaqeta li hember welatê xwe ye.

Eleqederbûyin, berpisiyarî û rêzgirtina ji welatê xwe re, çend diyardeyên welatparêziyê yên girîng in. Eleqederbûyin, nerîn û nirxandina mirov a derheq welatê xwe û xebata ji bo pêşketina welatê xwe ye. Berpirsiyarî, helweststendina ji bo pêdivîyên welatê xwe ye. Berpisiyariya herî girîng ji bo me kurda, li dijî dagirkerîyê-îşgalê rawestandin û tekoşîna ji bo rizgarkirina welat e. Rêzgirtin, taqet û qabîlîyeta welatê xwe wek heye, bi hemû hêlên wê, yên erênî û neyînî qebûlkirin e; li tarîx, kultur, ziman û orf û adetên xwe, xwedî derketin e; herweha rêzgirtin û qebûlkirina hemû pêkhatên (netewî, olî) li ser axa welat e. Welatparêz ne mecbûre ji kêmasiyên welatê xwe hez bike. Berovacî divê ew bi hemû îmkanên di dest wî de henin, hewilbide wan kêmasiyan ji ortê rake.

Welatparêzî di encamê tecrûbe (ezmûn), watinî û fedekariyên ji bo welat tê kirin de zindî dibe.

Hestek pîroz e, wek deynekî mirovî yê herî girîng ê ji bo parastina welatê xwe ye. Di warê praktikê de, çalakî, axaftin û karên berbiçav ên ji bo welêt e. Di warê teoriyê de, hesta manewî-ahlaqî û nirxên civakî û kesayetiyan, ên herî bilind, diyardeyên welatparêziyê ne. Bihevguncandina teorî û pratikê, helwest, berpirsiyarî û fikra ji bo çarenûs û dahatuya welêt tê afirandin. Şekilgirtin û pêşketina welatparêziyê, zanebûna cihê xwe di civakê de, wateya çalakiyan û îstîqameta hedefan, diyardeyên şiûra welatparêziyê ne.

Welatparêzî helwestgirtin, berpisiyarîgirtin û hestkirin e.

Şiûra welatparêziyê ew e ku, mirov wateya welatê xwe bizanibe û ji bo parastina berjewendiyên welatê xwe, ji çalakiyên pêwîst re amade be.

Welatparêzî helwestgirtin, berpisiyarîgirtin û hestkirin e. Bi têgîhiştin û zanebûna derheqê kesayetîya xwe, netew û welatê xwe, şiûra welatparêziyê dibe beşek ji tevgera jiyana mirovan. Vê şiûra di jiyana civakê û kesan de nirxekî herî bi wate û mayinde ye. Tîmsala hezkirina ji welat e; sembola mêranî û qehremaniyê ye; hêza gel e; şertê pêwist ê yekgirtinê ye.

Welatpaêzî wek fenomenek civakî, yek ji têkîlîyên subjekt-kirde û objektê ye. Subjektên şiûra welatparêziyê kes, tebeqe, netew, komên civakî, partî û rêxistinên siyasî nin. Hemû van subjektan, ne tenê bargirên şiûra welatparêziyê nin, herweha ew vê şiûrê di warê jiyan, teori, psikolojiya civakî û ideolojiyê de diafirînin. Heman subjekt, bi çalakiyên piralî, welatparêziyê di jiyanê de li ser lingan dihêlin. Bi şêweyek giştî objekta kilît-sereke ya welatparêziyê ”Welat”e. Ango Kurdistan e.

Welatparêzî berjewendiyên şexsî bi berjewendiyên welat ve, jiyan û qedera şexsî bi jiyan û qedera welat ve girêdide.

Wate û fonksiyona şiûra welatparêzîyê: di demên zahmet de civakê biserhevde diîne, konsilide dike. Ji bo parastina netewê wek yekîtîyek kamil (kultur, ax- teritorî, aborî) dibe alîkar. Yekgirtin û parastina welêt li dijî destdirêjiyên ji derve de diparêze. Li dijî tehdît û metirsîyên li ser welêt û netewê û bitaybetî di demên zahmet de girseyan mobîlîze dike. Ji bo yekgirtin û bihevguncandina civakê-netewê dibe alîkar. Berjewendiyên şexsî bi yên welat ve, jiyan û qedera şexsî bi jiyan û qedera welat ve girêdide. Her weha fonksiyonek wê ya perwerdekirinê heye: rêz û girêdana mirovan a bi xizan, derdor û herêma xwe re xurt dike. Mirov divê welat wek nirxekî herî bilind ê kesayetiya xwe qebûl bike û divê amade be ji bo welat, berjewendîyên xwe yên kesayetî, malbatî, eşîretî, rêxistînî û herweha dema pêwîst be, karibe canê xwe feda bike.

Di struktûra xebata welatparêziyê de aspektên wek statîk û dînamîk du xalên girîng in. Aspekta statîk ji sê xalan pêk tê: subjekt-kirde, objekt û wesîte. Subjektê xebata welatparêziyê ji mirovên civakê (kesayet, klas-tebeqe, netewe û grubên civakî yên din: malbat, kolektîfên kar û kolektîfên leşkerî ûhw) pêk tên. Mirovên civakê wek jenatorê pêşketina civakê ne. Objektê kar û xebata welatparêziyê welat e. Hemû babet û rêbazên xebatê, yên ji bo rizgarkirin, parastin û pêşxistina welêt, wesîteyên xebata welatparêziyê ne.

Aspekta dînamîk, di strûktûra xebata welatparêziyê de, xalên wek: hedef, proses û encam dixe navenda bernameya xwe. Hedefa xebata welatparêziyê: bidestxistin û parastina berjewendiyên welatê xwe ye. Eger welat dagirkirî-bindest be, hedef rizgarkirina welat e. Prosesa xebata welatparêziyê divê ji bo gihîştina hedef û armancan be. Encam: nirxandin, muhakemekirin, şîrovekirin û sûd jê girtina serkeftin û şikestinên di prosesa xebata welatparêziyê de ye.

Divê em şiûr û helwesta welarparêziyê ji xwe re bikin stûna tevger û watiniyên netewî.

Di encamê vê mijarê de, pêwîst dibînim çend gotinan li ser rewşa em têde ne, bêjim. Netewa kurd ne tenê ne xwedî dewlet e, herweha ji hemû îmkanên dewletbûyinê bêpar e. Dijmin Ji bo welatê me di bin dagirkeriya xwe de bihêle û temênê xwe li ser axa welatê me mayinde bike, ti ferqê naxin nav me; ji bo em doza desthilatiyê li ser axa welatê xwe nekin, heman şêweyê zulm û zorê li me hemûyan dikin.

Di rewşek weha hestiyar de welatparêzî wek hewa û avê pêwîstiyek jiyanê ya netewa kurd e.
Ji bo gelê kurd karibe li dijî îşgalê derkeve, li hember êrîşên dewletên dagirker xwe biparêze, û welatê xwe rizgar bike û azad bijî, divê hemû rêxistin (siyasî, civakî, kulturî, meslekî û olî) ên hemû beşên Kurdistanê şiûr û helwesta welarparêziyê ji xwe re bikin stûna tevger û watiniyên xwe yên netewî. Ji bo wê divê em xwedî têgîhîştin û şiûra welatparêzîyê bin. Ji bo me axek rizgarkirî ya em bikaribin lingê xwe daynin ser û azmanek azad a em bikaribibn bêhna xwe bidin û bistînin pêwîst e. Eger axek me rizgarkirî û azmanek me azad nebe, ne tenê dê kes nikaribe ji bo fikir û îdealên xwe mucadelelyek rasteqîn bide, berovacî wê, xetera mezin dê hebûn û nebûna me wek welat û wek netewe be.