ASÛMANÊ BÊSTÛN MIRINEKE LI GOR JÎYANA ME…

ASÛMANÊ BÊSTÛN MIRINEKE LI GOR JÎYANA ME…

Hevalên hêja, Kurdistanîyên ezîz, sipas ji bo beşdarîya we, sipas ji bo Weqfa Beşîkcî û bi taybet sipas ji bo kedkarên Weqfa Beşîkcî, a rastî gelek car derketime ser dikê û axivîme. Lê vê car hebek axaftin cuda ye. A rastî ez nizanim ez ê çi bejim.

Sedemên wê hene; ji bona me binaxkirina nifşê berî xwe û li ser wan axaftin karekî zehmet e, wek sira şaş dibe. Tiştekî ku lazim e ew derheq me de bêjin, em mecbûr dimînin derheq wan de bêjin, zehmetiyek ji vira tê.

Ya duduyan, heval, dost û taybet jî nifşê li pê me, yê ku mirov bi hev re kar kiriye, her mirov difikire ku mirov bi hev re jî koça dawî bike, ji bo wê jî axaftin hinek dijwartir e, îro.

Mijar, mijara mirinê ye û mirin bi hezaran sal e rojeva fîlozofan da ye, fîlozof gelek li ser ramîyane. Felsefe, mijara hebûn nebûnê ye û bo vê yekê jî di heqê mirinê de jî gelek fîlozof ramîyane. Bi ya min, qasî ez pê zanim a herî trajîk a Albert Camûs e. Hûn dizanin Camûs, li ser hebûn û nebûnê gelek ramiyaye û di berhemên xwe de gelek qal kiriye.

Wexta ku li ser hebûnê bifikire, mecbûr li ser nebûnê jî difikire. Gelek nîvîsarên Camûs, derheq mirinê de û derheq întîxarê de hene.

Camûs dibêje; weke encam mirin, tiştekî beradayî yanî saçma ye, lê mirina herî beradayî jî di qezaya trafîkê de ye. Mixabin Albert Camûs jî di qezaya trafîkê de wefat kiriye.

Li vir em dibînin, di hundur mirinê de jî bi awakî hiyerarşîyekî saz dikin. Mirinên beredayî, ên hîn beradayî, ên hîn beradayîtir, yên watedar û yên hîn watedartir.

Çanda Kurdistanê jî hem stranên wan, helbestên wan, çîrokên wan, romanên wan mişt bi mirinê ve aleqedar e. Di çanda Kurdistanê de jî du cûre mirin ji yên dinê cudatir balê dikşînin. Yek mirina bo evînê ye, ya din jî mirina li sehayê ye. Van her du cûre mirin, wek em ji cûreyên mirinên din cuda dikin û hebekî jî dipesînînin wan cûre mirinan.

Yanê Mem û Zîn an Sîyabend û Xecê an Derweş û Edûlê. Helbet mirinên wan, me diêşîne lê bi awakî em vê cûre mirinê li bejna wan tînin. Em nabêjin Mem ji bo çi bo evîna xwe mir. Em li bejna wan tînin. A lehengîyê û a di qada şer de kuştinê jî di vî sed û pêncî salên dawîn de teşeyeke nuh girt. Bêtirîn bo dozê mirin, em vê cûre mirinê jî cuda dinirxînin û em di qada şer de kuştin yan sêdarkirin yan zîndana dagirkeran de mirinê li bejna têkoşerên xwe tînin. Em pir pê diêşin lê em li bejna wan jî tînin vê mirinê. Îşte weke Yûsif Zîya, Xalit Begê Cibrî, Şêx Seîd Efendî, Şex Evdirehîm, Qadî Mihemed, Seyîd Riza, ên dema nêzîk jî, em bêjin Mazlûm Doxan, Necmedîn Buyukkaya, Vedat Aydin, Dr. Seîd helbet bi mirina wan diêşin lê em vê ya jî li bejna wan tînin, a rastî.

Yanê dixwazim bêjim di çanda me de hin cure mirin hebek û cihekî taybet in. Li ser vî ya niqaşa nakokîyî heye ku li rojhilat bêtirîn mirîyan dipesinînin û haja wan zêde zindîyan nabînin, ev niqaşeke dinê ye. Lê a rastî di çanda me de yan di hişmendîya me de jî veqetînek wer heye. Ango dema Dr. Seîd, bi bombeya Daîşê şehîd ket, em pir pê êşîyan, lê li bejna Dr. Seîd jî dihat ev teşe mirin. Çîma? Dr. Seîd digot; tenê giyanek min heye, vî giyanî jî tenha dikanim ji bo Kurdîstaneke serbixwe bidim. Weke encam, yanê em dixwazin ku mirina me jî li gor jîyana me be. Mirina me jî li jiyana me guncav be. Wexta ku mirin û jiyan bi hev re neguncav bin em hebek fedî dikin, em hebek li ber dikevin, hebek diêşin ji vê şiklê mirinê. Yanê çawa ku me ev mirin li bejna Dr. Seîd dianî, îşte mirina Hemîd Kiliçaslan bi koronayê jî li bejna wî nehat. An mirina Evdirehmanê Mehmûd bi pençeşêrê li bejna wî nehat. Ne li gor jîyana wî bû. A rastî dema bo xwe jî difikirim em dibên asûmanê bêstûn mirineke li gor jîyana me bike para me.