Fuat Önen
Peyveke Osmanîkî heye, dibêje “Zerf mezrûfê diguherîne” . Mezrûf ango naveroka Sîstema Serwerîya Tirk a li Kurdistanê dagirkerî û jenosîdkarî ye. Bi gotineke hîna rast dagirkerîyeke jenosîdkar e. Balam zerf ango xwîyanga vê sîstemê tim tê guherandin. Carinan dîktatorîya leşkerî ye, carinan dewleteke leşker-polîsî ye carinan faşizan e û carinan jî demokrasîyeke formel e.
Bi sedem ku ev sîstema taybet Kurdistanê weke herêmeke Tirkîyê û neteweyê Kurd jî weke hemwelatîyên vê dewletê û parçeyek ji neteweyê Tirk amaje dikin guherînên teşeyên vê dewletê bandorê li Kurdistanê jî dike.
Ji ber vê yeke ye ku sîyaseta Kurd jî di mijara teşeyê vê dewletê de ne bê eleqe ye. Bi şertê ku neyê ji bîr kirin ku bi her teşeyê xwe ev dewlet dezgeheke vê sîstema dagirker ya jenosîdkar e ev helwest tê fahm kirin.
Mixabin sîyaseta Kurd bi giştî û gelek caran zerfê xapînok weke rastî dibinin û ji bîr dikin ku ev dewlet ne ya me ye, berovacî wê dagirkerê me ye. Ev çend sal e Dewleta Tırkîyê li sê parçeyên Kurdistanê şerekî tund û dagirkerane dimeşîne. Û li gel vî şerê tund gelek caran hilbijartin li dar xisti ye.
Bi giştî sîyaseta Kurd beşdarî van hilbijartinan bûye. Bidestxistina çend postên parlamentarî û şaredarîyê jî weke serkeftinên mezin pênase kiri ye. Heta hatina cem hev ji bo van postan weke yekîtîya neteweyî bi nav kirine. Bê virdûwêde hewceyî gotinê ye ku ev hişmendîya tirkîtî û tirikîyetîyê ye.
Dagirkerîyeke demokratîk tune ye. Heta ku dawî li dagirkerîya vê dewletê neye, demokratîya vê dewletê tu carî nagihêje Bakurê Kurdistanê. Sîyaseta Kurd, sîyaseta Kurdistanî ye û pêwîst e ji Kurdistanê de li SST û dam û dezgehên vê dewletê binihêrin.
Ji kar dest kişandina sê şaredarîyên bajarê mezin li Kurdistanê hicûmeke li hember wîyana Kurdistanîyan e. Ev tesbît ji teşeyê şaredarîya HDP û siyaseta HDPê azade ye.
Dewleta Tirkîyê li Kurdistanê bêdengî û teslîmîyetê dixwaze bi cîh bihîne. Hem ji bo hicûmê wan ê li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê vê dixwazin û hem jî ji bo bandora Başûr û Rojavayê Kurdistanê li Bakur nebe vê dixwazin.
Di van rojên dawîn de ji nuh de qal kirina “pêvajoya aşîtîyê” jî pûş li ser vê daxwaza dewletê radixe. Ji alîyê din ve gotinên ku Sezai Temelli dibêje ku “qeyûm ne tene hatiye ser şaredarîyên Van, Amed û Mêrdîn di heman deme de hatiye ser Trabzon, Ankara” jî pûşraxistina ser dagirkerîya vê dewletê ye. Na xêr qeyûm avêtine ser sê bajarên mezin yê Kurdistanê. Ev sîstema dagirker bi xwe qeyûm e. Ev sîstem li Kurdistanê dagirker e û hiqûqa dagirkerîyê tenha li ser zôrê ye.
Divê em ji bîr nekin ku li Kurdistanê yek şaredarîyeke HDP tune ye. Şaredarî yên PHD (DBP) ne. Di hilbijartina 2014an de şaredarî di ser DBP re hatin bidest xistin. Tevî ku nuha hewl didin DBP bi destên xwe bigirin jî dewlet vê cudahîyê dizane.
Rejîma Qeyûmî zerfeke li mezrûfê vê sîstemê li hev e. Esasen zerfa asayî ev e. Em li dijî vê hicûmê bi hilbijêrên DBP re ne. Divê sîyaseta Kurd dev ji xewnên aşîtîyane berde. Derheq 4 partîyên di navê wan de peyva Kurdistanê heye doza girtinê hatiye vekirin. Ev hicûmeke berfireh e.
Mixabin sîyaseta Kurd rojeva xwe bi deste xwe tayin nake û her car bera dû rojevê sexte dide. Li hember vê hicûma firepahn pêwîstî bi bereyeke parastinê ya Kurdistanî heye. Partîyên sîyasî ji bo rojên wisa hene.