Dîroka Darbeyan û Darbeya 12e Îlonê

Dîroka Darbeyan û Darbeya 12e Îlonê

Hûn hemû bi xêr hatine. Malavayiyê li KED-KOMê û serokê wê yê hêja Mahmûd Alpşen dikim ku derfet da me, îro li ser Sîstema Serweriya Tirkan û darbeyên vê sîstemê em ê guftûgo bikin.  

Civîna îro wek konferans an semînerekê nehesibînin, wek sohbeteke navxweyî bihesibînin!  Mijar darbe ne, dîroka darbeyên Sîstema Serweriya Tirkan e. 

Ez ê hewl bidim li ser du xalan bi giranî bisekinim. Jê yek taybetmendiya Sîstema Serweriya Tirkan a bingehîn e. Ev sîstem bê darbe nikare bijî. Ya duduyan darbeyên li Tirkiyeyê qewimîne têkilîya wan û kêşeya Kurdistanê. Darbe mijareke komplîke ye. Gelek sebebên xwe hene. Ne ku ez dibêjim temama darbeyên Tirkiyeyê, kêşeya Kurdistanê ye. Lê di temama darbeyên Tirkiyeyê de kêşeya Kurdistanê, faktoreke esasî ye. Ez ê hewl bidim van her du xalan, bi we re sohbet bikim. 

Darbe, wateya wê di meşa dewletê de mudaxaleyên ne asayî ne. Hem li gor yasayên wê, hem li gor şiklê avahiya wê dewletê mudaxaleyek ne asayî ye. Bêtirîn wexta qala darbeyan dibe, tenê wek darbeyên leşkerî tên famkirin. 

Îro ez ê hewl bidim ku darbeyên Sîstema Serweriya Tirkan, ne tenê darbeyên leşkerî ne. Di vî sedsalê xwe de gelek darbe qewimî ne;  hinek ji wan darbeyên leşkerî ne, wek 12ê Adarê, 27ê Gulanê, 12ê Îlonê. Lê hin darbeyên din hene ne leşkerî ne, hinek darbeyên dadgehî ne, hinek darbeyên yasayî ne. Em ê hewl bidin, vana gişkan bi we re nîqaş bikin. 

Her dewlet; kodên her dewletê, di damezirandina wê dewletê de ye.  Kîjan dewlet be, ji bo tu kodên wê dewletê têgibihêjî, serdema damezirandina wê, divê tu baş fam bikî. Wek nimûne bibêjim; li dunyayê wek Dewletên Yekbûyî yên Emerîkî dewleteke din tune ye. 51 dewlet in, lê bihev re dewletek di ser wan re ava kirine. Çima tenha ev dewlet li Emerîkayê heye? Em bibêjin li Fransa, Almanya, li Asya, Efrîkayê nimûneyeke din a vê dewletê tuneye?  

Bi sedem ewên ku Dewleta Yekbûyiya Emerîkayê ava kirine, ne niştecihên wê axê ne; Ji Holandayê çûne, ji Portekîzê çûne, ji Brîtanyayê çûne, ji Îspanyayê çûne. Her yên ku çûne jî li şûnwarên çermsoran ji xwe re koloniyek ava kirine û dû re çermsor tasfiye kirine. Bi jenosîdan tasfiye kirine çermsor. Îca şer di navbera wan de derketiye. Şerê Emerîkayê yê bakur û başûr bi salan meşiyaye. Taliyê gotine; gelo, em dewletekê çekin, bila ev dewlet li gor wan koloniyan bê avakirin. Dewleta Yekbûyîya Emerîkayê derketiye holê. 

Dewleta Tirkiyeyê jî divê em kodên damezirandina wê baş têbigihêjin. Li gorî min, damezirandina vê dewletê ji 1920î heta bi 1926an e. Yanî dîroka tirkan dibêje; di 1923yan de me cimhûriyet ava kir û meşiya. Lê ev pêvajoyek e, ev pêvajo ji 1920î heta 1926an e. Ev pêvajo jî di hundurê xwe de du periyod in. Periyoda ewil; ji 1920î heta 1923yan e, periyoda duduyan jî ji 1923yan heta 1926an e. Ev her du periyod jî ji hev cuda ne. 

Vê dewletê em dikarin ji Meclîsa Mebûsan a Osmaniyan de dest pê bikin. Serê sala 1920î de civîna xwe ya dawîn çêkir Meclîsa Mebûsan a Stenbolê. Di wê civînê de grûbek bi navê Felah û Watan derdikeve. Ev grûb bêtir kadroyên Îtahat Terakiyê ne û xwestin wê çaxê Mistefa Kemal bikin serokê wê meclîsê, bi destê wan neket, Raûf Beg kirin serokê meclîsê. Ji wê civîna dawîn xala herî giring, beyana Mîsakî Milî ye. Di wê beyanê de dibêjin ku: “Ew erdê heta niha nehatiye dagirkirin, sonda me ye, em ji wê derê bi şûnde venakişin.”  

Hûn dizanin, dû re jî heta niha jî tim qala Mîsakî Milî tê kirin. Hewceyê gotinêye ku ev ne biryara meclîsa Osmaniyan e. Grûba Felah û Watan, di nav xwe de civîn çêkirine, ev biryara qebûl kirine. Piştî bi du-sê mehan li Enqerê, Meclîsa Enqerê ava kirin. Wê çaxê navê wê, ne Meclîsê Mezin bû, tenê Meclîsa Milet bû navê wê, mezinahî dû re lê zêde kirin, dû re jî Tirkiye lê zêde kirin. 

Di esasê xwe de, kompozîsyona vê meclîsê ji du pêkhateyan pêk tê. Yek ew grûba Felah û Watan û kadroyên Îtahat Terakî yê din, kadroyên ku Mistefa Kemal ji 1919an hetanî 1920î li Kurdistanê geriyaye û tu şêx û axayên kurdan nema ne ku neçûye destê wan, ji nava wan jî mebûs hibijartine û navê wan jî di meclîsa ewilîn de mebûsên Kurdistanê ne. Li rex mebûsên Kurdistanê mebûsên Lazistanê jî hene. Divê em ji bîr nekin wê çaxê hîna dewleta Osmaniyan li ser lingan e û ev pêkhateyên, terefên din dema diçin meclîsê xwe wek pêkhateyên Dewleta Osmanî dihesibînin. Lê ên vî karî organîze dikin Mistefa Kemal û hevalên wî ne.  

Gelek caran siyasetmedarên tirkan, qala vê meclîsê dikin ku meclîseke pir demokratîk û her kes têde bi cî bibû.  Ne wisa ye. Yanî parlementerê wê meclîsê jî bi hilbijartinê nehatine. Grûba Îtahad terakî a ku beşa Mistefa Kemal serokatiyê lê dike, wan hilbijartine: Tu parlementer! Tu parlementer! Yê din parlementer! 

Sedema Lozanê hîn ku Lozan dor şeş mehan dimeşe konferansa Lozanê, du-sê caran sedem ku li hev nakin, navbirê didin vê konferansê. Di wan navbiran de; meclis, li ser hevdîtinên Lozanê gengeşî dike. Mebûsên Kurdistanê li dij derdikevin ku Başûrê Kurdistanê dewrê Brîtanyayê bikin. Di hevdîtinên konferansa Lozanê de Mebûsên Kurdistanê, bertekên tund nîşan didin. Mistefa Kemal dinere ku ji vê meclîsê pejirandina Lozanê dernakeve, vê meclîsê fesih dike. Evîya darbe ye. Yanî wek darbe nahê binavkirin, lê darbeya ewil heta a duduyan ev darbe ye ku vê meclîsê fesih dikin û êdî ew mebûsên jê ne razî ne cardin nahînin meclîsê. Diherin hilbijartinan, hilbijartin jî ne wek hilbijartinên ku em pê dizanin, wek memûran li her deverê hinekan dikin parlementer, êdî ew meclîsa nû, biryarên konferansa Lozanê tesdîq dikin. Yanî, tenha ji bona ku biryarên konferansa Lozanê bê tesdîqkirin, meclîsê bi darbeyekê fesih dikin. 

 A rastî darbeya ewil, damezirandina vê meclîsê ye. Ev meclîs bi raya padîşahê Osmaniyan nehatiye damezirandin. Di hundur dewletê de Mistefa Kemal û kadroyên Îtahad Terakî, bi darbeyekê ji xwe re meclîsek ava kirine. Ew meclîsa bi darbeyê ava kirine îca bi darbeyeke din fesih dikin ji bo meclîseke din ava bikin. Yanî dema ku em dibêjin darbe, taybetmendiya esasî ya Sîstema Serweriya Tirkan e, em qala vêya dikin. 

Ji sala 1919an hetanê 1923yan ew pêvajoya çar salan, di hundurê siyaseta tirkan de jî gelekî nîqaşbar e. Dîroka fermÎ a tirkan, wan çar salan wek têkoşîna rizgariya milî bi nav dike. Li gor min, tu bingeha vêya tuneye. Di wan çar salan de artêşa Osmanî ya li ser lingan maye, ya di destê Kazim Qarabekir de, ya di destê Alî Fuad Cebesoy de şerê Brîtanyayê, şerê Fransayê an şerê dewletek emperyalîst nekiriye. Di wan çar salan de du şerên berbiçav hene. Şerek jê ku Yewnanî daketin Îzmîrê û berê xwe dan Enqerê vê artêşê û artêşa Yewnanî şer kirine. Di vê serdemê de tiştekî ku em karibin jê re bibêjin şerê rizgariya neteweyî tuneye. 

Împaratoriya Osmanî tev li şerê cîhanê ê yekem bûye, di vî şerî de têk çûye. Împaratoriya têk çûye, ne tenê Împaratorîya Osmanî ye. Împaratoriya Prûsyayê jî têk ve çûye û ji sedî 70-80yê axa xwe wenda kiriye, Împaratoriya Awûstûrya –Macaristanê jî têk ve çûye û êdî bûye Awûstûrya û Macaristan, ji hev qut bûne. Împaratoriya Osmanî jî wexta di şerê cîhanê de têkve here, mecbûr e berdêlekê bide. Her têkçûn berdêleke wê heye. Di ser vê re îdaakirina têkoşîna rizgariya neteweyî bê bingeh e û di navbera Yûnanistan û Tirkiyeyê de em bibêjin ku wê çaxê hîna navê wê Osmanî ye. Şerek di navbeyna Osmanî û Yewnaniyan de derkeve, tu kes nikare bibêje Osmaniyan li hember Yewnaniyan şerê milî daye. Bi sedem heta çend sal berê jî Yûnanistan parçeyeke Osmaniyan bû. Ji Osmaniyan veqetiyan ji xwe re dewletek serbixwe ava kirin. ew şer şerekî axê ye, ew ax jî axeke nîqaşbar e.  Yewnanî dibêjin: “Îzmîr bajarê me ye, em ê vî bajarê xwe bi şûnde bigirin.” Osmanî jî naxwazin vê axê bidin Yewnaniyan. Ji vir têkoşîna rizgariya neteweyî an têkoşînek dij-emperyalîst dernakeve. 

Ev her çar sal esasen û esas wateya konferansa Lozanê jî ew e. Mistefa Kemal û hevalên xwe dixwazin ji vê darbeya xwe re meşrûiyetek navdewletî bistînin. Heta bi salên 1920î Ewropa, jixwe Stenbolê muxatab digirin, ji wir pêve Mistefa Kemal û hevalên xwe dixwazin vê darbeya ku kirine, di hundur Dewleta Osmanî de, di ser rojavayiyan re meşrûiyetekê ji wir bistînin an na, tu kêşeya Mistefa Kemal û hevalên wî bi Brîtanya û Fransayê re tüne ye. Jixwe Fransa hîn berê Lozanê di sala 1921ê de peymanek bi meclîsa Enqerê re îmze kirin û sînorên îro ên ku dibêjin sînorê Tirkiyê û Sûriyê ye pejirandine û îmze kirine. Di 1923yan de jî Mistefa Kemal û hevalên xwe dixwazin rojavayî wan wek dewlet qebûl bikin; ne Stenbol, Enqerê weka navenda vê dewletê bipejirînin. Destkeftiyên Mistefa Kemal û hevalên xwe di Lozanê de ev e. Ev dewlet bi rojavayiyan dane qebûlkirin ku em vê dewletê temsîl dikin. ji bo ku bi wan bidin qebûlkirin jî gelek tavîzên mezin dane. Yanî bi Emerîkayê re peymanek cihê, bi Brîtanyayê re peymanek cihê îmze kirine. Tekene hedefa wan, darbeya xwe meşrû bikin.  

Di wan salan de şerekî din jî şerê vê dewletê û kurda ye. Di 1920-21ê de Serhildana Koçgirî heye. Mixabin di dîroka kurdan de Serhildana Koçgirî bi qasî ku heq dike cî negirtiye. Ew serhildan esasen ku di herêmekê de bi sînor nebûya, dînamîka ku karibûya Kurdistanê rizgar bike, gelek xurt bû. Mixabin hîn di herêmekê de tengav bû, parçeyên Kurdistanê ên din, bajarên din bi hawara Koçgiriyê ve neçûn û ji ber wê, Serhildana Koçgiriyê têk birin. 

Wate; di wan çar salan de tiştên vê dewletê kirine ku îro dibêjin:” ulusal kurtuluş savaşı” yek pontûs îmha kirine, laz îmha kirine, ermenên ku mane îmha kirine, suryan îmha kirine. Yanî pratîka wan çar salan ji alîkî de karekî jenosîdal e. Kêmarên di hundurê vê axê de dijîn, esasen otoktonên vê axê; wek rûm, ermen û suryan jenosîd li wan tatbîk kirine û ji aliyê din de ku wan û yewnaniyan şerê hevdu kirine. Lê di vî şerî de, ev şer ne li dijî dewletên emperyal in, berovajiyê wê ji sala 1920î pêve dewletên rojavayî, di serî de Brîtanyayê, piştgirî dane tevgera Mistefa Kemal û hevalên wî.  

Îca ji bo ku sembolên vê sîstemê hene, mesela di meclîsa ewil de ên wek mebûsên Kurdistanê tên naskirin, ez ê ji we re qala du kesan bikim: Yek jê Diyab Axayê Dersîmî ye, ê din jî mezinê Eşîra Rişwanan Bedir Axayê Rişwanî ye. Evana li ser navê kurdan diherin meclîsa Enqerê. Diyab Axayê Dersîmî, ji bona ku Mistefa Kemal derbazê Sêwazê bibe, divê di Koçgiriyê re derbaz bibe. Wê çaxê Elîşêr Efendî, li Koçgiriyê li ser lingan e û hêzên wan ên çekdar hene. Mistefa Kemal newêre di wê riyê re derbaz bibe. Diyab Axayê Dersîmî bi tev 200 çekdarên xwe dide pêşiya Mistefa Kemal, derbazî Koçgiriyê dibe. Elîşêr lê dinere ku ewê şerê kurdan bi kurdan re çêbibe, şer nakin, rê didin ku Mistefa Kemal derbazê Sêwazê bibe. 

Bedir Axayê Rişwanî, esasen ne dîrek, lê endîrek qisasê Xalit Begê Cibrî û Yûsûf Ziya ye. Di 1924an de her du diçin bi Bedir Axayê Rişwanî re dipeyivin dibêjin: “Em ê Mistefa Kemal ji holê rakin, tu jî aliyê me bike.” Bedir Axa dibêje: “Na, navîna min û Mistefa Kemal xweş e, dostê min e, ez xiyanetê pê re nakim.” Ev helwesta Bedir Axa dibe sedem ku Yûsûf Ziya û Xalit Begê Cibrî berî serhildana 1925an tên qefaltin û tên bi dardakirin.  

Bedir Axayê Rişwanî, du deman mebûsiyê dike, dema sisêyan yasayê diguherînin, ê xwendin–nivîsandina wan tunebe nema dikarin bibin mebûs. Diçe ba Îsmet Înonu, Îsmet Înonu dibêje: “Xwendin û nivîsandina te tuneye, ez te nakim mebûs.”  Diçe cem Mistefa Kemal, Mistefa Kemal bang Înonu dike dibêje: “ji ber xizmeta ku viya ji me re kiriye, divê heta sax be parlementer be di meclîsa me de.”  Ev, ew îdaaya ku kurd û tirkan bi hevdu re ji 1919an heya 1923yan de şerê Brîtanya û Fransayê kirine derew derdixe.  Di nav kurdan de yên neqandine hene. Ew kurdên ku berjewendiyên xwe û eşîra xwe, di pêşiya berjewendiyên miletê xwe de dîtine, çûne meclîsa Enqerê ya yekem û ên çûne beşek ji wan jî bi tundî muxalefeta Mistefa Kemal wan kirine. 

Bona Serweriya Sîstema Tirkan jî ez ê ji we re qala Riza Nûr bikim: Riza Nûr, kadroyekî Îtahad Terakî yê esasî ye. Di destpêkê de wezîrê perwerdeyê bû, dû re wezîrê tendiristiyê bû, wexta wezîrê tenduristiyê bû du sed lîrayê wê çaxê dide Ziya Gokalp ji bo li ser eşîrên kurdan tetkîkên sosyolojîk binivisîne. Ew jî projeya Riza Nûr bû. Riza Nûr dibêje ku: “Biyanî mîkrob in, gerek em biyanîyan û kurdan îzole bikin. Eger em ziman û karakterê wan ê neteweyî ji wan îzole nekin, em nikarin miletekî nû ava bikin.” Yanî hem wezîrê perwrdeyê hem wezîrê tendiristiyê ye, gotinê wî jî hem li dijî perwerdeyê ye hem li dijî tendiristiyê ye. Lê ev gotina Riza Nûr, esasen bingeha Sîstema Serweriya Tirkan e.  

Ev sed sal e kar û barên Sîstema Serweriya Tirkan dike, li gor destûra Riza Nûr e. Qesta wî ji biyaniyan rûm in, ermen in, suryan in, kildan in. Qesta Riza Nûr ji biyaniyan ev e û li rex wan jî kurdan datîne, dibêje: “Gerek em vana îzole bikin û wan ji zimanê wan û karekterê wan ê neteweyî îzole bikin.” Yanî hem zimanê wan nemine, hem karakterê wan ê neteweyî nemîne. Di heman mijarî de Ziya Gokalp ji bo asîmîlasyonê dibêje: “den-asîmîlasyon.” Yanî ji miletbûnê derxistin. Hedefa vê sîstemê, ji roja ku ava bûye û heta bi îro li ser van xêzikan meşiyaye.  

Îca sîstemek ku li ser karê jenosîdê ava bibe, ne mimkûne dewleta vê sîstemê wek dewletake asayî tevbigere. Bi sedem, karê jenosîdê, sûcekî li dij mirovatiyê ye û sûcê herî zêde bi plan, bi dezgeh û bi hêz dikare bê kirin, karekî wisa ye. Tu karê jenosîdê nikarî bi rê û rêbazên asayî bimeşînî. Ji ber vê yekêye ku Sîstema Serweriya Tirkan ev sed sal e hinek dibêjin ji deh salan carê, hinek dibêjin ji panzdeh salan carê tim bi darbeyan re rê girtiye.  

Bo çi ev darbeyana çêdibin?  Niha Komara Tirkiyeyê projeyek e, ev proje. hewl dide ku ji dûmayikên Osmanî ji xwe re miletekî û welatekî ava bike. Ev proje, li erdnîgariyek wisa li dar ketiye ku di hundurê vê erdnîgariyê de ji yekê zêdetir milet û ji yekê zêdetir welat hene.  Erdnîgariyek ku ji yekê zêdetir milet û welat tê de hebin û tu bixwazî ji vê derê miletekî û welatekî derxî, tu mecbûr û mahkûm î ku miletê ne tirk e bi awayekî ji ber xwe de bixî, ji holê rakî. Yanî jenosîd bona sîstema tirkan ne tiştekî tercîhê ye. Bona ev proje bimeşe, ev sîstem mecbûr e jenosîdê bike, bi sedem ku jenosîdê neke proje biser nakeve.  

Ev sed sale jî karê praktîka vê sîstemê praktîkeke jenosîdal e. Bona lazan, ermenan, suryanan, kildanan di demak kin de jenosîd bikar anî ne. Feqet miletê kurd hem bi erdnîgariya xwe hem bi rêjeya xwe û hem bi çand, ziman û dîroka xwe, ne pêkane ku di demek kin de bi jenosîdê wek ermenan ji holê rake.  

Wê çaxê çi daniye ber xwe? Jenosîdek domdar! Di hundurê demek dirêj de miletê kurd ji miletbûnê derxe û Kurdistanê ji welatbûnê derxe. An go hedefa vê sîstemê, Kurdistanê bike “guney doxû, doxû anadolu”, miletê kurd jî berê bibêje kurd tune ne, esasen ew tirk in, lê van sî salên dawîn hebûna yeko yeko qebûl dikin, lê hebûna miletê kurd qebûl nakin. Ev sed sal e praktîka vê dewletê li Kurdistanê, ev praktîka jenosîdal e ku heqîqeta milet û welatê kurdan ji holê rake.  

Îro li hember vê projeyê tekane asteng, hebûna miletê kurd û rasteqîniya Kurdistanê ye. Ji ber wê ya ku di vî sed salî de vê dewletê, tenha şerê Kurdistanê kiriye.  

Yanî di salên 50yî de ji bona têkevin Natoyê tûgayek şandin Koreyê ji bona şer, 74 an de mudaxaleyê Kibrisê kirin, tu vêya bidî alî, heta bi deh salan, nod salî vê dewleta tirka, tenha şerê kurd û Kurdistanê kiriye. Ji bo çi dikin? Ji ber ku astenga vê projeyê tenha kurd û Kurdistan e, ji bona wê şerê miletê kurd dikin.  

Viya ji bo çi dibêjim? Gelek rewşenbîr û siyasetmedarên me dibêjin: “Fobiya kurdan bi dewletê re heye.” Yanî vê helwestê wek tiştekî pîsîkolojîk binav dikin. Halbûkî tu fobiya dewletê li hember kurdan tuneye. Ev ne mijarek psîkolojîk e, tirsek rasteqîne ye. Ger Kurdistan derkeve ser dika dîrokê, projeya Komara Tirkiyeyê dê têk biçe. Ji bona bikaribin projeya xwe pêk bînin mecbûrin hucûmê Kurdistanê bikin. Ev ne mijara pîsîkolojiyê ye ev mijara siyasetê ye. Xwediyên vê projeyê dibînin ku heta Kurdistan hebe, heta ku îhtîmala miletê kurd bibe dewlet û derkeve ser dika dîrokê hebe, projeya wan bi ser nakeve.  

Îca kengî ku dibînin projeya wan di xeterê de ye, dewlet dev ji birêvebirina asayî berdide sîstem darbeya di hundur dewletê de çêdike. Ango darbe, di hundurê sîstemê de darbe ne. Tu darbeyên li dijî Sîstema Serweriya Tirkan, li Tirkiyeyê, pêk nehatiye. Temama darbeyan di hundurê çarçoveya sîstemê de tên kirin û wê vê projeyê biserxin. Îca dema ku em li darbeyan dinerin ne tenê gotarên ew ên darbeker, lê li pratîka darbekeran divê em binerin: 

Di sala 1923yan de darbe çêkirin meclîs fesih kirin, di 1924an de makezagona ku dibêjin: “Me di 21ê de makezagonek çêkiriye.” li gor min ne tu makezagon e,yanî wek di hundur meclîsê de lihevkirinê ye. Deh-donzdeh xalên wê hene, ez wek makezagonekê nabînim. Lê ew dibêjin makezagon e. Wê anayasayê, wê makezagona xwe ya esasî datînin alîyekî, makezagona xwe ya 24 an îlan dikin. Ev makezagon jî li ser tirkîtiyê hatiye ava kirin. Her kesê ku hemwelatiyê vê dewletê be, tirk tê qebûlkirin. Xala wan a esasî ev e.  

Piştî wê çi bûye? Serhildana 25an bûye. Vê nîzamê dest bi qetliyamên mezin kirine li Kurdistanê, yanî em dibînin kengî darbeyek çêdibe di xuyanî de weke encama nîqaşên hundur sîstemê ye, lê dema tu li praktîka wê dinerî raste rast hucûmê Kurdistanê dikin piştî her darbeyê.  

Di 1926an de sûîqasta Îzmîrê heye, eva nêzîka nod salî ye di ser re derbaz bûye, hîn kesî îspat nekiriye, birastî hewildanek bo sûîqastê heye an na. Lê piştî serhildana 25an têk birin, Mistefa Kemal, îcar berê xwe daye yên dikarin -ji wî re bibin alternatif- di ser vê îdea ya sûîqesta îzmîrê re temamê kadroyên muxalîfên Mistefa Kemal, di rojekê de gişk girtine. Ez dibêjim qey ji wan panzdeh heb jî daliqandine, hinek jî surgûn kirine. Mesela Kazim Karabekir jî girtine, Înonu gotiğe: “Ez kefîlê wî me ew bera dane.” Ew jî di wê sûîqesta Îzmîrê de -qaşo sûîqesta Îzmîrê de- bû.  

Esasen ew jî darbeyek e. Lê ev darbe ne darbeyeke leşkerî ye, darbe di ser mahkemeyên îstîklalê re dimeşin. Mahkemeyek îstîklalê tînin Îzmîrê û li ku derê Tirkiyeyê, muxalîfên Mistefa Kemal hebin, gişka digirin, hinekan dadialiqînin û hinekan sirgûn dikin.  

Temama pêvajoya vê dewletê, bi darbeyan re dimeşe. Niha mijara darbeyan bi sedem ku şiklekî neasayî ye û di hundurê sîstemê de ne, li vir teşeyên dewletê tên nîqaşkirin. Yanî li Tirkiyeyê bêtir ev mijara faşîzim, bûrjûva demokrasî û dîktatoriya leşkerî tê nîqaşkirin. Ew ên ku bi vî navî nîqaş dikin ji bîr dikin ku Sîstema Serweriya Tirkan, sîstemeke jenosîdal e û ne mimkûne dewleta wan bi riya asayî kar û îşê xwe bimeşîne. Yanî tim di rû de dewletek heye, lê li pişt vê dewletê sîstemek heye, ev dewlet pargalekî wê sîstemê ye. Wexta ku ji bo projeya xwe tehdîdekê dibinin, sîstem diherike ji nû de mudaxaleyê dewletê dikin. Carna teşeyê wê diguherînin, carnan jî guherînên biçûk tê de çêdikin. Yanî em bibêjin darbeya 12ê Adarê, darbeyeke dîplomatî ye. Temama dam û dezgehên dewletê neguheriye. Tiştên darbeya 12ê Adarê nîvçe hiştine, li darbeya 12ê Îlonê temam kirine. Darbeyên li pêy hev du, kêmaniyên hev du temam dikin.  

Ji bo çi wer hate gotin? Di nav van darbeyan de yek jê jî darbeya 27ê Gulanê a 1960î ye û ew jî di hundurê siyaseta kurdan de jî, di hundurê siyaseta çepgirên tirkan de jî, gelek caran hatiye nîqaşkirin û heta bi 20-30 sal berê çepgirên tirkan, bi awayekî berfireh, piştgiriya vê darbeyê dikirin. Heta hin çepgirên tirkan, bona 27ê Gulanê digotin: “Şoreşa 27ê Gulanê.”  

Çepgirên tirkan, wer xwedî îdea ne ku dibêjin: “Ev darbeyeke pêşverû bû, heta ev şoreşek bû.” li tiştekî dinerin, piştî vê darbeyê azadiya fikrî, azadiya rêxistinî hinek serbest bûye, yanî êdî çepgirên tirkan di sehaya vekirî de dikarin siyasetê bikin.  

Îşte Partiya Karkerên Tirkiyeyê wê çaxê hatiyê damezirandin. Li van encaman dinerin û dibêjin: “Ev ya darbeyek pêşverû ye.” Halbûkî carê sîstemek jenosîdal be, karê pêşverû gerek tu jê hêvî nekî. Yanî jenosîd li dinyayê sûcê herî qirêj e, sûcê dijî mirovahiyê ye.  Sîstemek wexta li ser jenosîdê ava bûbe, nabe ku tu karekî pêşverû, karê demokratîk, karê humanîter jê hêvî bikî. Sîstem bixwe dijminê humanîteriyê ye, sistemek jenosîdal e.  

Îca dema em li praktîk a vê dewletê dinerin, vê darbeyê dinerin; hûn dizanin salek berî darbeye, di sala 1959an de, 50 rewşenbîr û xwendekarên kurd hatin girtin. Ji wan yekî di hepsê de wefat kir, man 49 heb. Ev ya di dîrokê de wek daweya 49an tê binavkirin(49’lar Davası). Piştî darbeyê ew girtiyên dema Demokrat Partiyê de hatin girtin darbeyê ew bernedan. Eger ev darbe, darbeyek pêşverû ba û azadiya fikrî bi pêş xistibaya divyabû vana berdana, feqet karê ku Demokrat Partiyê kiribû darbeyê jî heman kar dewam kir, li vir nesekinîn Cemal Görsel û a ku dibêjin mîlî bîrlîk komîtesî, 485 serokeşîr, malmezinên kurdan şandin kampa Sêwazê. Sedem gotin: “Hûn xwedî ax in.” Ewan ên hatibûn girtin gotin: “Heke hûn li xwedî axan digerin, li aliyê Aydinê nizanim li aliyê Konyayê ên ji me bêtir axa wan heye hene, çima hûn wana nagirin?” Îca gotin: “Hûn jı Demokrat Partîyî ne.”  

Ew( bîldiriyek ) daxwiyaniyek di amadekariya hêja Faîk Bûcak de heye (Türk aydınlarına çağrı ) ye navê wê beyanatê. Li ser navê wan 55 kesana nivîsandiye. Di wir de nivîsandiye ku: “Bavo hûn li xwediyê axan digerin li cem we jî hene, ji bo çi hûn wana jî nagirin? Heger hûn Demokrat Partiyiyan gişka digirin, li Tirkiyeyê jî Demokrat Partiyî hene, hûn çima wana jî nagirin? Heger hûn wer nakin, tenha ji ber ku em kurd in we em girtine.”  Ewana li dor du-sê salan li sirgûnê dihêlin. 

Sedema darbeya 27ê Gulanê, em ê bixwazin piçekê îzah bikin ku kêşeya Kurdistanê çawa dibe sedema darbeyan li Tirkiyeyê? Di sala 1958an de li Iraqê darbeyek çêbû ku General Qasim, li hember Musadiq darbeyek çêkir. Piştî vê darbeyê dewleta tirkan gotin: “Em ê mudaxaleyê Iraqê bikin, em nahêlin darbe bi ser bikeve.” Feqet darbe bi ser ket, dewleta tirkan nikaribû mudaxaleyê Iraqê bike. Piştî darbeyê Mele Mistefa Barzanî ji Sovyetê, desthilata Bexdayê ew vexwendin, ew vegeriya Başûrê Kurdistanê. Dewleta tirkan ew darbeya li Iraqê bûye bi sedem ku Mele Mistefa Barzanî li Kurdistanê vegeriyaye, ji xwe re wek tehdît hesiband.  

Berê xwestin mudaxale bikin, nerîn nikarin, îcarê lê nerîn gotin Mele Mistefa vegeriyaye Başûrê Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê jî dikare tevgerek milî bi pêş bikeve, dest pê kirin ew 50 xwendekar û rewşenbîrên kurdan ji bo vêya girtin. Dû re di nav xwe de nîqaş kirin gotin: “Li Kerkûkê tirkmenek bê kuştin em ê li vê derê hezar kurdî bikujin.” Wate; li Başûrê Kurdistanê pêşketina tevgera rizgariya milî, dewleta tirk ji xwe re wek tehdît hesiband. Ev sedemek darbeyê ye. Ez nabêjim tenê ji bona vê darbe çêbûye, lê sedemek esasî jî ev e. 

Li vira ez ê îşaretê lîteratora dewleta tirkan bikim. Piştî Lozanê dewleta tirkan kurdan dike du beş, kurdên derve, kurdên hundur ( diş kurdler îç kurdler). Dewleta tirkan tu carî Kurdistan wek parçeyekî nedîtiye, dewleta tirkan wexta li Kurdistanê dinere; Kurdistana mezin dibîne û tedbîrên xwe li hember Kurdistana mezin digire, tenê nabêje Bakur-rojavayê Kurdistanê di bin kontrola min de ye, Kurdistan ev der tenê ye. Çi bûyer, çi pêşketin li kîjan parçeyê Kurdistanê çêbibe, dewleta tirkan vêya ji xwe re wek tehdît dibîne. Hûn dizanin navê vê tehdîdê bûye mijara bekayê. Esasen mijara bekaya dewleta tirkan, tenha Kurdistan e.  

Binerin DAİŞê sînorê wan û Sûriyeyê zeft kir, ev ji bo dewleta tirkan nebû tehdîdekî , feqet dema şervanên kurdan  Efrîn, Kobanî û Serêkaniyê bi dest xistin, dewleta tirkan gotin bekaya me di talûkê de ye, divê em mudaxaleyê wê derê bikin, taliyê jî çûn Efrîn, Serêkaniyê û Girêsipî dagir kirin. Yanî dikarim wer bibêjim; dewleta tirkan, ji gelek siyasetmedarên kurdan bêtir Kurdistanî difikire. Dewleta tirkan dizane ku Kurdistan yek parçe ye û li kîjan parçeyê di lehê azadî, rizgarî, serxwebûnê de gavek bê avêtin, ew wêya ji bo xwe wek tehdît dibîne û ji xwe re dike mijara bekayê.  

Îcar di darbeya 27 ê gulanê de bi lîteratora tirkan ez bibêjim; kurdên ji derve, ji wan re bibûn tehdît. Geşedanên Başûrê Kurdistanê ji bo tirkan bibûn tehdîdek.  Beriya wê di 1941ê de dema ku Sovyet ji bakur de û Brîtanya ji başûr de Îranê dagir dike, dewleta tirkan dîsa dikeve teyakûzê, hem li gel Sovyetê hem li gel Brîtanyayê danûstandinan çêdikin, dibêjin li wir eşîrên kurdan hene, eşîrên kurdan çekdar in dikarin li wê derê Kurdistanekê ava bikin. Binerin sal 1941 e! Berî damezirandina Komara Kurdistanê bi pênc salan dewleta tirkan pêşiya xwe dibîne û ji bona wêya tedbîran digirin.  

Di sala 1943yan de li Kurdistanê, gelek serokeşîr û malmezinên Kurdistanê dîsa şandine sirgûnê. Hîna Tirkiya ne di nav şer de ye, feqet bi sedem Brîtanya û Sovyet hatiye daketiye Îranê û li wê derê Rojhilatê Kurdistanê çêbibe, dibêjin: “Ew ê bandorê li eşîrên kurdan ên li Bakurê Kurdistanê bike.” Serokeşîrên kurdan di sala 1943yan de dişînin sirgûnê. Ji wan yek kalê min e. Di sala 1946an de li Mûgla Koycegîzê wefat kir. Ev sirgûna wan jî, hîn me diroka xwe bi rêk û pêk nenivîsandiye. Dema bi rêk û pêk bê nivîsandin, ew ê bê dîtin ku dewleta Tirkiyeyê her çar parçeyên kurdistanê ji xwe re tehdîd dibîne. Ne tenê Bakurê Kurdistanê ji xwe re tehdîd dibîne. 

Em werin darbeya 12ê Adarê a 1971 ê. Li vê derê faktora esasî a rê li darbeyê vekiriye; di 1970 yî de di pêşengiya Mele Mistefa Barzanî de bi Sadam re peymana otonomiyê hatiye îmzekirin. Dewleta tirkan, ew otonomî jî ji bo xwe tehdîdek mezin dît.  

Di heman demê de 1965an de Partî Demokrat a Kurdistanê ava kirin, 68an de DDKO hate avakirin û piştî bêdengiyek mezin di wan salan de ji nû ve li Kurdistanê dengê tevgerên neteweyî xurt bûn. Di darbeya 12ê Adarê de jî ev geşedanên li Bakurê Kurdistanê û bi taybet otonomiya Başûrê Kurdistanê bû sedem ku sîstem xwe biparêze, darbeya 12ê Adarê çêkirin. 

Li encama wê em binerin, çer bû. Beriya 12ê Adarê jixwe tevgera komandoyan dest pêkiribûn. Gundên Kurdistanê li her derê didan ber xwe û zilm û zordariyek mezin dikirin. Piştî 12ê Adarê jî bi sedan kadroyên welatperwer ên ku bêhna kurdayetiyê jê tên avêtin zindanan û ji 71ê heta bi 74an li Bakurê Kurdistanê, her cûre zilm û zordarî pêk anîn.  Ev jî dide xuyakirin ku kêşeya Kurdistanê, di darbeya 12ê Adarê de jî cihekî taybet digire. 

Dû re tên 12ê Îlonê: Di 12ê Îlonê de hem kêşeya kurdên hundur û hem kêşeya kurdên derve, bo dewleta tirkan wek tehdîdeke mezin hat famkirin. A kurdên derve çi ye? Di 79an de Xumeynî rejîma Şah wergerand, li şûna wê ji xwe re rejîmek ava kir. Lê ji 79an heta bi 82yan li,  li Rojhilatê Kurdistanê çi pêşengiya PDKya Rojhilat, çi pêşengiya Komala de seranserê Rojhilatê Kurdistanê, nîvotonom tev digeriya û di nabeyna rêxistinên Kurdistanê û Xumeynî de jî li ser otonomiyê guftûgo dihatin kirin.  Sîstema Serweriya Tirkan ev jî ji bona xwe wek tehdîd fam kir. Yanî em dikarin wisa bibêjin, sîstem wisa difikire, ger li Rojhilatê Kurdistanê otonomî an dewletek serbixwe ava bibe, ez nikarim Bakurê Kurdistanê wek berê bi rê ve bibim. Li Başûrê Kurdistanê, federasyonek an dewletek serbixwe ava bibe, ez nikarim Diyarbekirê wek berê bi rê ve bibim. Bona wê, li kîjan parçeyê Kurdistanê geşedanek milî çêbibe; ew, wê ya wek meseleyek navxweyî dibîne û tedbîran digire. 

Di 12ê Îlonê de jî hem tevgerên kurdên Bakurê Kurdistanê bi gotina wan “iç kürtler“ û hem Rojhilatê Kurdistanê bi gotina wan  “dış kürtler“ bona sîstemê tehdîd fam dikirin. Ji ber vê sedemê, geşedanên Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, faktorek esasî ye di darbeya 12ê Îlonê de.  

Em li piştî darbeyê dinerin: “Gelo birra ji bo Kurdistanê hatiye an na !?” Em piştî darbeyê dinerin; temama Kurdistanê, di bin pêyên polîs û leşkerên wan de hatiye xwarê. Tu mezra, gund, bajar û bajarokê Kurdistanê nemaye ku ew ên darbeker, karê zordestî û barbariyê nekiribin. Û piştî 12ê Îlonê hedefek taybet danîne ber xwe, bi taybet di ser zindana Diyarbekirê de. Ew jî hewl dane ku kurd, ji kurdîtiya xwe şerm bikin. Yanî niha her kes dibêje li zindana Diyarbekirê îşkence heye, a zindana Diyarbekirê ne îşkence ye, yanî wekî ji xwe re emeliyatxaneyek ava kirine û li wê derê bi kadroyên taybet, xwestine ku kadroyên kurdan ên di zindanê de êdî ji kurdayetiya xwe fedî bikin. Yanî tiştên di wê hepsê de bûne ne îşê gotinê ne. Yeko yeko xwestine ku kadro êdî ji kurdayetiya xwe, ji mirovatiya xwe fedî bikin û dev ji her tiştî berdin. Bi awayekî wer hicûmê Kurdistanê kirine.  

Tabî li aliyê tirkan jî gelek zilm û zordarî hatiye kirin. Ez behsa wan nekim, bila heval nehesibînin ku ez dibêjim li Tirkiyeyê tu zilm û zordarî nebûye! Na, li cem wan jî bûye. Lê axir mijara me ne ew e, mijara me darbeyên Sîstema Serweriya Tirkan û têkiliyên wan bi Kurdistanê re ye. Loma ez bi giranî qala bûyerên li Kurdistanê dikim. 

Bona 12ê Îlonê hewce ye tiştekî din jî bibêjim: Darbeya 12ê Îlonê, ji aliyê civata tirkan û ji aliyê civata kurdan û Kurdistanê ve cuda hatiye pêşwazîkirin. Di demek kin de bi giştî civata tirkan; ev darbe, ji bona xwe meşrû dîtine, bi sedem civata tirkan civatek wisa ye, xwe bi dewletê ve pênase dike. Niha carna ev mijara “ûlûs-dewlet” û “vir de-wê de” tê nîqaşkirin; dewleta tirkan, ne netewedewlet e! Yanî dema ev dewlet hatiye damezirandin, li holê miletê tirk tuneye, di ser vê dewletê re xwestine ji xwe re miletekî ava bikin. Ji ber wê jî civata tirkan, xwe, bê dewlet, nikarin pênase bikin. 

Di hilbijartinên çend meh berê de jî hate famkirin, civata tirkan li Tirkiyeyê demokrasî, mafê mirovan wan taleb nake. Civata tirkan, tenha tiştekî taleb dike, dibêje: “Bila dewleta me xurt be, dewleta me qewî be, bikaribe hicûmî her derî bike û kes nikaribe hicûmî dewleta me bike.” Temama probagandaya tifaqa milet û tifaqa cimhûr, li ser vê dimeşiya. Tifaqa cimhûr digot: “Min dewlet xurt kiriye êdî ÎHA yên min hene, SÎHA yên min hene, tangên min hene, ez li Ermenistanê şer dikim, li Lîbyayê şer dikim.” Û li hemberiya vê probagandayê, di nava civata tirkan de hemberiyek mezin zeft kir. Tu li tifaqa milet dinerî wan jî digot: “AKP-MHP dewleta me xera dikin, em naxwazin dewleta me xera bibe, em ê dewleta xwe hê çêtir bi rêk û pêk bimeşînin.” Ewan jî hemberiya vê probagandayê banga wan jî di nav miletê de hebû. Lê probagandaya ku gerek ev dewlet mafê miletê kurd nas bike, demokratik be, humanîter be, hemberiya wê di nav civata tirkan de tunebû. Piştî 12ê Îlonê jî heman tişt bûn. Di demek kurt de miletê tirk, ev darbe dahundurand, wek ji bo dewleta me ev pêwîst bû qebûl kir û hîna jî ew rejîma 12ê Îlonê bi awayekî didome.  

Makezagona wan a serê bîst salî ye çi partiyên tirkan hene dibêjin: “Em li dijî vê makezagonê ne.” feqet ev bîst sale, ev makezagon li ciyê xwe ye. Kî di muxalefetê de be , dibêje: “Ez bêm, ez ê biguherînim.” mesela AKPyê digot: “Ez ê biguherînim.” ev bîst salê wan e desthilat in neguherandine. Sibe; CHP, ÎP yanî ên din jî bibin desthilat jî dê neguherînin. Hin tiştan dikarin biguherînin, dikarin yasayên cezayî biguhrînin,yasayên behrê dikarin biguherînin, dikarin gelek tiştan biguherînin, lê naveroka vê makezagonê naguherînin. Naveroka vê makezagonê jî her çar xalên ewil in: “Yek milet e, yek welat e, yek dewlet e, yek ala ye.” û kes nikare guherîna vana teklîf bike. Temama siyaseta Tirkiyeyê bi van çar xalên pêşin ê, dagirker û jenosîdkar re li hev in. Berovajiyê wê, civata Kurdistanê, darbeya 12ê Îlonê  tu carî qebûl nekir, yanî cudahiya herî mezin a di navbera her du civatan de niha “çîrokên xwişk û biratiyê” pir tên gotin, lê van xwişk û birana, darbeya 12ê Îlonê tu carî qebûl nekirine ên Kurdistanê, ên Tirkiyeyê qebûl kirine. Ji vira xwişk û biratî dernakeve yanî!  Vê darbeyê û dewama vê darbeyê, yanî ew rejîma Tûrgût Ozal, berdewama rejîma darbeya 12ê Îlonê ye. Jixwe Tûrgût Ozal bi xwe di hukumeta darbeyê de wezîr bû, wezîrê îktîsadê bû û ev rejîma 12ê Îlonê domand.  

Heger du civat li hember bûyreke siyasî –civakî du helwestên cuda digirin divê em qebûl bikin ku li vir du miletê cuda hene û di navbera du miletan de xwişk û biratî nabe. Cîrantiyek baş dibe, têkiliyên dadmend dibin yan jî ew cîranê xurt dê zilm û zordariyê li cîranê xwe yê din bike heye.  

Civata Kurdistanê ev darbe nepejirand û şerê çekdariyê ê  84-94an berovajiyê xwestina darbeyê li Kurdistanê bawerî û fahmê ku “em dikarin bibin dewlet” xurt kir. Bona wê em dikarin biêjin: “12ê Îlonê, li aliyê tirkan bi ser ketiye, lê li Kurdistanê têk çûye.” Ev geşedanên piştî salên 2000î û anika hebûna siyaseta reformîst û konformîst nîqaşek din e, lê tenha wexta em li bertekên her du miletan ên li hemberê vê darbeyê bihînin ber hev, em ê bibînin ku bertekên her du miletan cuda ne û îstîqameta wan jî cuda ye.  

Piştî şerê kendavê ê ewil û êdî di 93yan de li Başûrê Kurdistanê parlementoyek hate avakirin, ew darbeya 28ê Sibatê bû. Ew darbe jî bi vê ve girêdayiye. Feqet sedemek jê ku li Başûrê Kurdistanê, êdî herêmek federe, otonom, defakto ava bû û wan wê çaxê paşayê wan got: “Ev, wê hezar salî bidome.” Ew esasen ne li hember Erbakan û tevgerên îslamî bûn. Ew gotina wî esasen li hember Kurdistanê bû. 

Em çend herfan jî ji bo vê darbeya dawîn, hewldana darbeya cemaeta Fetulah Gulen bikin. Evya jî di eslê xwe de, du darbe di nav hev de ne. Darbeya Fetulah nîvçe ma, darbeyeke beravêtî bû, yanî carna Kiliçdaroxlû dibêje: “Darbeyak bi kontrol bû.” çi qas bi plan bû, çi qas jixweber bû, ew nîqaşên cuda ne. Lê li wir hewldanek darbeyê hebû feqet di heman demê de Tayîp Erdoxan darbeyek din çêkir. Ew darbeya wî aliyê leşkerî jî heye. Tayîp Erdoxan, ji nû de li hêzên dewletê ên kilasîk vegeriya. Ew ên di dadgehên “ay işixi” nizanim çi de avêtibûn zindanan, gişk ji zindanan berdan, MHP girt hinda xwe ji nû ve blokek îktîdarê ava kir. Esasen di 2016an de darbeya esasî ew e. 

Darbeya cemaeta Fetulah Gulen, darbeyek nîvçemayî ye û xuya ye di hundur ew ên darbe çêkirin jî personelên MÎTê û agahiyên MÎTê jê hebûn. Ew darbe nîvçe ma, lê darbeya Tayîp Erdoxan bi ser ket.  

Sedema vê darbeyê çi bû? Darbeya Tayîp Erdoxan! 

Ez qala darbeya Cemaeta Fetulah Gulen nakim. 

Li Başûrê Kurdistanê, qala serxwebûnê dihate kirin, li Rojavayê Kurdistanê, berê kanton hatin îlankirin, dû re di ser kantonan re komîteyek rêvebirinê ava kirin, dû re di lihevkirina Hewlêrê-Dihokê de bona Rojavayê Kurdistanê qala federasyonê kirin, gotin: “Em ê êdî federasyonê bixwazin.” Dewleta tirkan fam kirin ku siyasetmedarên kurdan, bixwazin-nexwazin Başûr, Rojavayê Başûrê biçûk û Başûrê Kurdistanê ew ê bibin yek. Nika qala koridorê dikin dibêjin: “Em rê nadin korîdora terorê.” esasen ew ne ji bo korîdora terorê bû. Dema DAİŞê ev korîdor zeft kir, kesî negot ev korîdora terorê ye, divê em mudaxale bikin.  Lê dema dijminê bav û kalê wan; kurdan, ev der zeft kirin, ji nû de gotin: “Em ê pêşî li korîdora terorê bigirin.” Em wîya wergerînin kurmancî, dixwazin pêşiyê li Kurdistanê bigirin. Wer difikirin dibêjin: “Welew taqeta me negihêje em nikaribin li Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê pêşiyê li desthilatiya kurdan bigirin jî bavo bila vaya nehê nav sînorê me.” lêxistin li seranserê Rojavayê Kurdistanê dîwar lêkirin. Avakirina wan dîwaran, ne ji bona çûyîn û hatina qaçax û vir de wê de ye. Di hedefa wan de dirêjkirin heye heta bi sînorê Îranê. Yanî dixwazin têkiliyên Rojava, Başûr, Başûrê Biçûk ji Bakurê Kurdistanê biqetînin. Binerin; dîsa darbe, dîsa hucûm li ser Kurdistanê! 

Ji 2016an vir de dewleta Tırkiyeyê, li ser her sê parçeyên Kurdistanê şerekî tund û dijwar dimeşîne. Ji bo çi dimeşîne? Ji bo vê dimeşîne! Dibînin ku projeya wan di ser Kurdistanê re nikare tatbîk bibe, heke Kurdistan derkeve ser dika dîrokê, projeya wan, wê têk ve here loma darbeyan çêdikin. 

Ez niha li vir biqedînin. Bi pirsên we mijarek hûn bixwazin em ê berfireh bikin. Spas ji bo guhdarî û baldariya we. 

PIRS Ü BERSİV

-Te got: “Darbe ji bo zimanê kurdî û karekterê kurdî ji holê bên rakirin çêdibin.” Ev çel û sê sal in ku di ser darbeya 12ê Îlonê re derbaz bûye, tu darbe çênebûye, yanî em 28 ê sibatê û 15 ê tebaxê nehesibînin. Wêya ji kurdan re bixêr e an nebixêr e?

-Yanî ev ne gotina min bû. Gotina Riza Nûr bû. Riza Nûr dibêje: “Biyanî û kurd mîkrob in, ji bona em laşê miletê xwe biparêzin gerek em wan îzole bikin.” Îcar dû re wê peyva xwe ya îzole vedike dibêje: “Gerek em wan ji ziman û karakterên wan ê milî îzole bikin.” Wate: em wan bikin tirk. Yanî felsefeya Sîstema Serweriya Tirkan ewqas e, ne ji ewqasî zêdetir e. Gelek nîqaş li ser dibin, dibêjin: “Nizanim kolonyalîst e, ne kolonyalîst e, faşîst e, ne faşîst e.” ev nîqaş di hundurê Tirkiyê de bidome problem tuneye. Lê bona Kurdistanê karekterê vê sîstemê ewqas e. Dixwaze kurdan ji miletbûnê derxe û Kurdistanê wek welat li holê nehêle. Ev felsefeya Sîstema Serweriya Tirkan e.

Ji 12ê Îlonê vir de jî darbe çêdibin. Niha fahmekî şaş heye ku wexta em dibêjin: “Darbe, tenê ku leşker bi zorê dest daynin ser desthilatê.” em ji wê re dibêjin darbe, ne wisa ye! Yanî wek min jimart; di 1923yan de darbeyek çêbûye kes nabêje vêya darbe ye, di 1926an de li hember kadroyên Îtahad Terakî ên hevalbendên xwe yên kevin darbeyek çêkirine, ne di ser artêşê re di ser mahkemeya îstîklalê re ew darbe meşandine. Îşte 2016an de Tayîp Erdoxan resmen darbe çêkir, bi ergenekonciyan re ji nû ve îtifaq çêkir. MHP kişand cem xwe û temama dam û dezgehên dewletê guhert. Aniha dewletek paralel ya Tayîp Erdoxan heye, îktîsadek paralel heye, hêzên çekdar ên paralel hene, ew qala sadat madatê dikin ji xeynê wan jî hêzên paramîlîter ê vê hukumetê hene. Yanî; hem îktîsada wan, hem polîsên wan, hem dadgehên wan, hem eskerên wan, dewletek paralel ava kirine. Yanî, ji bona cemaeta Fetulah Gulen, dibêjin: “Parelel dewlet.” Ew parelel dewleta ku qal dikin, jixwe wan û Fetulah bi hev re ava kiribû, şirîgên hev bûn. Bo parvekirinê li hev nekirin, şerê hev kirin.

Îca AKP, bi tena serê xwe dewleta parelel dimeşîne. Yanî, bê darbe ev sîstem nikare bimeşe. Bi sedem, karekî sûcê dijî mirovahiyê dikin.  Sîstemek karê jenosîdê bimeşîne, nikare xwe ya tenê bi wê were ser.

Yanî mesela îro dewlet, dibêje: “Ez ê beşdarê Yekîtiya Ewropayê bibim.” Ev dewlet, bi vî halî beşdarî Yekitiya Ewropayê bibe jî ew sîstem, wê li ciyê xwe bimîne, ku tu carî bawer nakim karibe têkeve hundurê Yekîtiya Ewropa yê. Ev sîstem, ne sîstemek normal e, problem jî ji wir sadir dibe. Her kes bi çavê sîstem û dewleteke normal li vê dewletê dinere. Sedema nenormaliya wê; ev dewlet, ne ku miletek hebû, ew milet bû dewlet. Berovajiyê wê, dewletek hebû miletê wê tunebû. Niha cudahiya kurdan û tirkan ev bû; di salên 1900î de ê tirkan milet tunebû dewleta wan hebû, ê kurdan milet hebû, dewleta wan nînbû. Bi sedem dewlet nînbû vê dewletê ev milet bindest kiriye û bi hukmê zorê dixwaze miletekî ji xwe re çêbike û gelek mesafe girtine.

 Yanî îro tu kurdan û Kurdistanê bidî aliyekî, hemwelatiyên Tirkiyeyê tu bawer bikî ji sedî 80-90ê wê xwe parçeyekî miletê tirk dihesibînin.  Weke koka xwe ne tirk bin jî vê dewletê ji xwe re miletek ava kiriye. Ev ne karekî asayî ye ku karibin dewletek bi rê ve bibin. Mecbûrin tim ku tehdîdan bibînin darbeyan çêkin. Yanî ew bo tirkan, dewleta tirkan çepgirên berî 1980yî qala sureklî faşîzimê dikirin, ji bona wê faşîst e, heta bi îro faşîst e. Bi ya min ew analîzek şaş e! Lê tu dikarî bibêjî dewletek tim û tim bi darbeyan li ser lingan dimîne. Tu dikarî pênaseyek werê bikî.

-Mamoste, li gor ku em pê dizanin, Mistefa Kemal ev dewlet çêkiriye û damezirandiye. Lê dibêjin partiya wî tenê 15 salan li ser îktidarê maye rast e?

-Heke em partiya wî, tenê CHP bihesibînin rast e. Feqet temama partiyên Tirkiyeyê yên sinifa serdest, hemû kemalîst in. Yanî, Demokrat Partî, ji nav CHPyê derketiye. Mesela di komkujiya Dersimê de sala 1937an de Îsmet Înonu serokwezîr e, dawiya sala 1937an de Mistefa Kemal, ew ji wezîfê girt şûna wî de Celal Bayar kir serok wezîr. Ê baş e piştî 1945an du fîgur henin, yek jê Îsmet Înonu, Celal Bayar û Adnan Menderes bûn. Vana gişk ji partiya Mistefa Kemal bûn. Yanî niha CHP dibêje em partiya Mistefa Kemal in.

-Lê yên wek Celal Bayar û Adnan Menderes çepgir nebûne?

-Li gor min CHP ne çepgir e. A rastî wer bibêjim: “Li Tirkiyeyê bo sinifa serdest, bo xwediyên vê nîzamê, fikir ne muhîm e. Heman partî; hewce bike dê bi çepgir be, hewce bike dê bi rastgir be, hewce bike dê bi îslamîst be, hewce bike dê bi tirkîst be. Bo siyaseta sinifa serdest fikir ne, ne fikir in, fikir xeml e. Ew, min di konferansekî de qala Yûsûf Akçûra û sê tarzên siyasetê kiribû. Ew maqaleya Yûsûf Akçûra a Tirkiye de “uç siyaset tarzi” bi nav û deng e. Yûsûf Akçûra qala sê tarzên siyasetê dike: Siyaseta Osmanîst, siyaseta îslamist, siyaseta tirkîst. Feqet Yûsûf Akçûra van her sê fikran jî naparêze, derdê Yûsûf Akçûra ew, em ê çawa ji vê dewletê re miletekî ava bikin. Dibêje: “Gelo, osmanîstî baş e, îslamîstî baş e an tirkîstî baş e?”  Di dawiya maqaleya xwe de dibêje: “Êdî dema îslamîstiyê derbaz bûye, gelo em osmanîst bin yan tirkîst bin?”

Niha di rewşa asayî de mirovek qala tirkîstiyê bike, tirkçîtiyê bike, mirov tirkçî be, ew ê bibêjin tirkçîtî fikrek baş e. Mesela wek ku MHP dibêje: “Yek bibêje ez îslamîst im. Ew ê bibêjin: “Dînê îslamê paqij e û gerek dewlet li gor qaîdeyên îslamê bê meşandin.” Yûsûf Akçûra, qala van tiştana nake, nabêje ev baş e an ev xerab e. Dibêje ji vana ewê kîjan ji me re bibe, em ê bi vana kîjanê ji dewleta xwe re miletekî ava bikin.

Aniha tu ji Mistefa Kemal bigire heta bi Recep Tayîp Erdoxan tu vana nikarî li gor fikrekê pênase bikî. Mesela Mistefa Kemal ji 1919an heya bi 1923yan gotiğe: “Ez ji bo xîlafetê û saltanatê têdikoşim.” Di dema Lozanê 1923yan de saltanat ji holê rakiriye. Di 24an de jî xîlafet ji holê rakiriye.  Di 1919-1923yan de Mistefa Kemal dibêje: “Bizi mafetmek isteyen emperyalîzme ve bizi yutmak isteyen kapitalizme karşıyız.“ tu lê binerî tu yê bibêjî Mistefa Kemal çepgir e. Mesela Sûngûr Sawran pirtûkek nivîsandiye ji bona wî dibêje: “ ulusal kurtuluş devrîmî” û tevgera Mistefa Kemal parçeyek tevgera Sovyetê pênase dike.

Ew Mistefa Kemalê di salên 1920-21ê de ev tiştana gotine, di 23yan de kongreya Îzmîrê a îktîsadê li dar dixe, li wir jî pesnê kapîtalîzmê û teşebusa serbest dide. Niha tu dikarî ji Mistefa Kemal re bibêjî; lîberal e, sosyal demokrat e, mîlîyetçî ye yan tiştekî din? Tu nikarî bibêjî. Bi sedem ne xwedî fikir in, fikir ji bona wan alav e.

Tu Mistefa Kemal li wir bihêle, ê nêzîk Tayîp Erdoxan jî ji 2002yan heta bi 2013-14an Tayîp Erdoxanekî lîberal, laîk ku dixwaze tevlî Ewropayê bibe, Tayîp Erdoxanekî wisa heye ne wisa? Heman Tayîp Erdoxan ji 2014an û vir de bû Tayîp Erdoxanekî din. Du salên din Tayîp Erdoxan dikare fikriyatekî din jî biparêze.

Yanî ev civat jî, ev dewlet jî ne normal in. Heger normal bûna her terefekî siyasi ewê xwedî fikrekî bûna. Te yê bigota viya lîberal e, viya demokrat e, sosyal demokrat e, eviya sosyalîst e, viya tiştek din e, feqet gişk dikarin bi her tişt bin bi sedem ne tu tişt in. Yanî di warê fikrî de mirov tiştek be wê fikriyata xwe dihêle. Ê van a ew tüneye, ji bona wan tek tiştek heye: “Dewleta me yê çawa li ser lingan bimîne, em ê çawa kurdan bikin parçeyek ji miletê tirk.“ ji xeynê wê fikriyatek bi wan re tuneye.

Li gor rewşê, yanî gotin Menderes zilamê Emerîkayê ye vir de wir de ye, cî lê teng bû, berê xwe da Sovyetê, aniha hinek dibêjin: “Sedema darbeya 27 Gulanê jê yek jî Menderes çû Sovyetê.” Her tiştî dikarin bikin. Tayîp Erdoxan endamê Natoyê ye û berendamê Yekîtiya Awrûpayê ye, bang dike dibêje: “Bila Şeşê Şangayê, min jî tev li xwe bikin.” bi Rûsyayê re têkiliyek din dimeşîne. Ji bona wê, em vana wek rastgir, çepgir nikarin pênase bikin. Mixabin vê ya bandora xwe li tevgera komînîst, sosyalîst a Tirkiyeyê jî kiriye.

Ev mijara dij-emperyalîzmê û dij-faşîzmê bûye bahane ku li Tirkiyeyê, partiyên sosyalist, programek sosyalîst danehînin ber xwe. Yanî di destpêka vê dewletê de jixwe piştgiriya Mistefa Kemal kirine. Mistefa Subhî ji Baku da rê hat, ji bo piştgiriya Mistefa Kemal bike, ji aliyê wî de hat xeniqandin.

Îşte wextekî li Tirkiyeyê digotin: “Artêş, artêşa rizgariya neteweyî ye. niha dike bibe artêşek emperyalist, em qebûl nakin!” Şoreşgerên berê salên 70yî, yanî Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan evana gişkan digotin: “Şerê me li dij emperyalîzmê ye û pênaseya wan a kemalîzmê, yanî di navîna kemalîzmê û sosyalîzmê ferqek zêde tunene ye.” Ev gotin a Mîhrî Bellî ye. Mîhrî Bellî digot “kemalîzîm île sosyalîzîm arasinda aşilmaz dûvarlar yoktur.” Problem çi ye? Problem çepên tirkan vê dewletê wek dewleteke normal dihesibînin û Tirkiyeyê wek welatekî dihesibînin.

Dema tu, Tirkiyeyê wek welatekî bihesibînî, jixwe tu ji rastiyê dûr dikevî. Tirkiye navê dewletekê ye, di bin serweriya vê dewletê de ji yekê zêdetir milet û welat hene! Ta ku ev rastî nehê qebûlkirin, fikrekî maqûl serdest bibe jî zor e.

-Spas ji KED-DERê re. Mamoste, du pirsên min hene: Yek; gelo meriv dikare ji destçûyîna Kerkûkê re bibêje darbe ye? Du; gelo meriv dikare bibêje kurd qurbaniyên sê îdeolojiyan in, wek îslamîzim, marksîzim û demokrasîzimê?

Ya ewil di derheqê Kerkûkê de tu dizanî; me, bernameyek di televîzyonê de çêkir, em li ser wan peyivîn. Viya ne darbe ye. Li herêmê, du dewletên giring hene û dagirkerên Kurdistanê esasen Îran û Tirkiye ne. Jixwe wextekê Kurdistan di navbera herduyan de hatibû parçekirin: “Kurdistana Sefewiyan û Kurdistana Osmaniyan“  Her du dewlet jî Kurdistanê tenê Kurdistana di bin serweriya xwe de lê nanerin. Yanî çawa Tirkiye, Rojhilat û Başûr û Rojava ji xwe re wek tehdîd dibîne, Îran jî bi taybet, Başûr ji xwe re tehdîd dibîne. Lê dema geşedanek xurt, li Bakur çêbibe şik tê de tuneye ku wê, wê jî ji xwe re tehdîd bibîne.

Yanî berê Sedabat bû, dû re Sento bû, di vir de Pakîstan jî hebû, lê esasen van paktana di patronaja Emerîkî de li dijî Kurdistanê bûn. Iraq û Îran ji berê de pevçûn û şer di navbera wan de heye, Îran û Tirkiye li herêmê di reqabetê de ne, her du jî dixwazin li herêmê bibin dewletên jêremperyal, feqet dema kêşeya Kurdistanê derdikeve, gişk mutefîkê hev in. Bi taybet li Kerkûkê, Îran jî Tirkiye jî Iraq jî dixwazin statuya federe têk bibin. Statuya federe tevî ku di makezagona 2005an de jî heye, ereban tu carî ev qebûl nekir, gotin: “Mecbûriyet bû, Emerîkayê li ser me ferz kiriye, me jî qebûl kiriye.”

Di ser kurdan re Emerîkayê, Iraq ji nû de tanzîm kir. Yanî tu Mam Celal jê bikişînî, serokdewlet peyda nekirin bikin serokê dewletê, bi sedem erebên Iraqê, wek du miletan tevdigerin; erebên sune û erebên şîa. Di deme Sadam de erebên sune desthilat bûn, aniha erbên şîa desthilat in û heyfa kevin ji erebên sune digirin. Kurd ji wan re bûn wek zanqekê ew bi hev ve zeliqandin, ji wan re dewletek ava kirin. Her ku dewlet xurt bibe, ew dê bixwazin statuya federe têk bibin. Îran jî heman tiştî dixwaze, Tirkiye jî heman tiştî dixwaze. Bûyerên Kerkûkê, yekîtiya van hersê dewletan ji ver ve tê, em nikarin bibêjin darbe ye.

Rojavayê Kurdistanê, ew problemeke din e. Bi sedem li wir bi ser terîtorya Rojavayê Kurdistanê siyaset nema tê meşandin. Di destpêkê de di ser kantonan re be jî sînorê Rojavayê Kurdistanê xêz kirin. Min wê çaxê jî nivîsîbû, ev destkeftiyeke herî mezin e. Di ser şerê YPJ-YPGyê re ji Efrînê heya bi Dêrikahemko sînorê Rojavayê Kurdistanê xêz kirin.

 Ji 2014an pêve; Emerîkayê, projeya Bakur-Rojhilatê Sûriyê derxist meydanê. Bakur-Rojhilatê Sûriyê di eslê xwe de Başûrê Kurdistanê ye, yanî başûr-Rojavayê Kurdistanê ye û erdnîgariya erebên sune ye.  Kurd û erebên şîa û erebên nusayrî ne cîranê hev in. Li başûrê Kurdistanê tenê li dora Çiyayê Hemrînê kurd û erebên şîa cîranê hev in. Herêmek teng e.  Li Rojavayê Kurdistanê jî ji rojavayê Efrînê ber bi Lazkiyeyê ve li wê derê erebên nusayrî û kurd ciranê hev in. Erebên sune di navbera me û erebên şîa û erebên nusayrî de ne.

Îca projeya Bakur-Rojhilatê Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê ji welatbûnê derdixe, dike beşek ji Bakûr-Rojhilatê Sûriyeyê, bi vî navî welatek jî tuneye. Yanî erdnîgarîya kurdan li jor e, erdnîgariya erebên sune li jêr e. Ev projeya Emerîkiyan bû, li vir esasen hedefa Emerîka, Îran e. Dixwazin pêşî li hîlala şîa a Îranê bigirin. Hûn dizanin ew hîlal ji Şengalê, Dêrikahemko û Raqayê re xwe digihîne Şamê. Tevgera Kurd jî ji mecbûriyetên realpolîtîk tev li vê projeyê bûn. Piştî tev li vê projeyê bûn jî êdî Rojavayê Kurdistanê nema.

Em aniha qala çi dikin? Em qala SDG ê dikin (Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê) em qala Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Deyrezor û Reqa weke dîrok beşek ji Kurdistanê ye, feqet em li gor dîrokê bimeşin, Heleb jî Mûsil jî Kurdistan e, Azerbaycan jî Kurdistan e. Yanî heta bi hezar sal berê Azerbaycan Kurdistan bû, mîrektiyên kurdan li wir serdest bûn. Feqet heqîqeta real Mûsil bûye para erebên Iraqê.  Reqa, Deyrezor bûye para erebên Sûriyeyê. Ev der ne sahaya me ya operasyonê ye. Em parçeyekî projeya Emerîkayê li wir dimînin. Li wir eşîrên ereban kirine rêveberîyê, ew meclîsên bajaran li Qamişlo jî eşîra ereban di rêveberiya meclisa Qamişlo de ye. Wate; Emerîka û Îran şerê xwe di ser me re dimeşînin.

Ew erebên süne, ne terefdarên Îranê ne, ne terefdarên rejîmê ne feqet ji bo desthilatiya PYDê têk bibin, Sûriye jî Îran jî piştgiriya wan eşîrên ereban dikin. Tevî ku ew dijminê hev in. Erebên sune bi çavê dijminatiyê li rejîma Baasê jî li rejîma aniha jî dinerin feqet ji bona wan derd ku kurd nebin desthilatdar, derdê wan ev e. Ev hersê dewlet, bi hev re piştgiriya wan dikin.

Ji bo pirsa te ya dudan: Yanî ev çîrok in li ser medya civakî dinivisînin. Yanî marksîzim ji bo çi dijminê kurdan be? Temama rêzikên marksîzmê, sê cure wekheviyê diparêze. Esasen tu ji min bipirsî; komînîst çi ye kî ye? Ez ê bibêjim: “Komînîst ew kes e ku her cure newekheviyên civakî, dixwaze ji holê rake.” Newekheviyên civakî yên esas çi ne? Newekheviya sinifî/çînî, newekheviya milî, newekheviya zayendî. Marksîzim di van her sê mijaran de jî newekheviyan red dike. Her milet divê dahatûya xwe bi xwe tayîn bike, serdestiya mêr ya li ser jinê red dike û serdestiya bûrjûvazî li ser kedkaran red dike. Ev îdeolojî ew ê, ji bo çi dijminê kurdan be?

Demokrasîzim bo çi dijminê kurdan be? Heke em sibe dewleteke neteweyî ava bikin, ev dewlet divê dewletek demokratîk be. Temama pêkhateyên Kurdistanê, çi pêkhateyên dînî, çi pêkhateyên etnîkî divê wekhevmaf bin û di wê dewletê de temsîl bibin. Demokrasîzim ev e û ji Kurdistanê re ferz e.

-Piçekî pirsamin ev bû! Ev argumentên ku li dijî kurdan tên bikaranîn ev in, mesela gelên bindest divê karê neteweyî bikin, lê gelek hereketên çepgir  dibêjin: “Pêşiyê şerê çînî, paşê şerê neteweyî!?”

-Baş e. Çepgir li Tirkiye yê karê wan ê siyasî nîqaşkirin tiştek e, wek îdeolojî; komînîzim, demokrasî nîqaşkirina wê tiştek din e. Berovaajiyê wê çi komînîst, çi dîndar, çi lîberal, çi neteweperwer heke dixwazin Kurdistaneke serbixwe-yekgirtî ava bikin, divê têkiliyên wan ên navxweyî demokrat bin. Îdeolojiya demokrasiyê tu xisarê nade kurdan. Feqet demokrasî têkiliya dewleta û cıvata wê pênase dike.

Van salên dawiyê dibêjin: “Em ê Tirkiyeyê demokratîze bikin, ew ê kêşeya Kurdistanê çareser bibe.“ ew ne mumkun e. Di navbera du miletan de têkiliyên demokratîk çênabin. Di navbera du miletan de cîraniya baş, têkiliyên dadmend çêdibin. Lê demokrasî di navbeyna du miletan de çênabe. Demokrasî karekî navxweyî ye. Mesela em îro li Başûr binerin em dikarin desthilata Başûr karê wê demokratîk e, ne demokratîk e nîqaş bikin. Em ê bibêjin bo çi parlemento ne foksiyonel e, ev ne karekî demokratîk e, em ê rexne lê bigirin. Lê demokrasiya Bexdayê tiştek din e. Demokrasiya Bexdayê têkiliya wê dewletê û cıvata ereban pênase dike.

Ev siyaseta nû ku ji Tirkiyeyê re demokrasi, ew ê kêşeya Kurdistanê çareser bike, ji kok de seqet e. Demokrasî û demokrasîzim ne tiştek wisa ye.

Ê ew marksîzma ku mafê miletê bindest qebûl nake û piştgiriyê nade serxwebûna miletê bindest jixwe ne marksîzim e. Ew dûrî marksîzmê ye. Yanî tu rêzikên Marks bixwînî ê Lenîn jî bixwînî, mesela Marks di destpêka hişmendiya xwe de, ku em bibêjin ciwaniya Marks dibêje: “Rizgariya Îrlandayê, bi rizgariya proleterya Brîtanyayê ve girêdayî ye.“ yanî rizgariya Îrlandayê, bi şoreşa sosyalîsta Îngîltereyê ve girê dide. Çend sal di ser re derbaz dibe dibêje: “Ev fikir şaş e!”  Berovajiyê wê dibêje: “Rizgariya proleterya a Îngîltereyê, bi rizgariya Îrlandayê ve girêdayî ye.“ Ango heta Îrlanda serbest nebe, proleteya a Îngîltereyê nikare şoreşê çêbike. Çima wisa difikire? Marks dibîne ku kolonyalîzim, beşek ji proleteryayê ji dikişîne nav xwe. Heke kolonyalîzim tüne be, ji van welatên kolonî xammade û vir de wê de neçe metropolên wan, proleterya wê bêtir karibe şoreşê çêbike. Rizgariya proleterya Îngîltere bi rizgariya Îrlandayêve girê dide.

Dema tu wê bihînî Kurdistanê û Tirkiyeyê, yekê Marksîst be ew ê bibêje: “Ji bo ku li Tirkiyeyê şoreşek sosyalîst çêbibe, divê berê Kurdistan ji Tirkiyeyê veqete.” Rêzika marksîzmê eve ye. Le feqet li nav marksîstên me yên Tirkiyeyê dibêjin: “Na! Heta ku em li Tirkiyeyê şoreşê çênekin, Kurdistan rizgar nabe.” Ew ne problema îdeolojiyê ye, problema van rêxistinan û vê tarza siyasetê ye.

Heman tiştî ji bo îslamîzmê jî tu dikarî bibêjî. Yanî niha gelek kurd hene Quranê tefsîr dikin dibêjin ji bo ku meriv misilman be gerek meriv serxwebûna Kurdistanê biparêze. Evana jî misilman in ji Quranê wer fam dikin. Hinek jî dibêjin Pêxember ûnsûriyet red kiriye, tu qala Kurdistanê bikî dibe ûnsûriyet. Kîjan îslam in xwediyê wê dizanin. Lê bi giştî şaş e ku em bibêjin îslamiyet, komînîzim, demokrasîzim di eleyhê kurdan de ye.

 

-Kürdistan’daki parçaci siyaseti alt etmek için Kürdistan’daki devrimcilerin önüne düşen görev nedir?

-Yani bizim için Kürdistan’in bağımsızlığı devrim meselesidir. Kürdistan’ın özgürlüğünü, kurtuluşunu, bağımsızlığını bir devrim meselesi olarak görüyoruz. Bu devrim, bir devrimci örgüt gerektirir. Şu anda Kürdistan’da esas acil sorun, Kürdistan devrimini programlaştıran bir devrimciler örgütüdür. Ben öyle bakıyorum.

-Jenosîda ermenan li ser Kurdistanê rolek çawa lîstiye?

-Di mijara jenosîda ermenan de sergêjiyek heye. Gelek caran dema jenosîda ermenan tê peyivandin, kurd wek aktorê vê jenosîdê tên pênasekirin. Ev ji kok de şaş e! Jenosîda ermenan di denklema dewleta tirkan û cıvata ermenan de pêk hatiye. Têkiliya civata ermenan û civata kurdan mijarek din e. Li ser vê em dikarin nîqaş bikin, di dîrokê de neheqiya kurdan li ermenan bûye nebûye, em dikarin wê jî nîqaş bikin. Feqet jenosid, ne têkiliyên du civatan e. Bona mijarek bibe jenosid, gerek faîlên wê hebin, faîl jî tenha dewlet in. Li tu dere, bê dewlet jenosîd nabe. Jenosîda ermenan jî faîlên wê dewleta Osmanî ye û heta em hîn teng dikin dibêjin di hundur dewleta Osmanî de partiya Îtahat Terakî ev jenosîd pêk aniye. 

Bandora wê li ser kurdan bi taybet di pêvajoya 1919-23yan de kemalîstan bi zanebûn probagandayek mezin kirine, gotine: “Eger ev dewleta me ava nebe; Awrûpî-xiristiyan wê werin, heyfa jenosîda ermenan ji we bistînin.” Bi vê probagandayê gelek aliyên kurdan jî piştgirî dane kemalîstan. Di Şerê Cîhanê ê Yekem de Ermenistan, mesela dewleta rûsan, di hundur Osmaniyan de ji xwe re ermenî wek mutefîk pejirandine. Brîtanya û Fransayê jî tim li dor ermeniyan çûne hatine. Van dewletên Awrûpî ên ku Kurdistan ji xwe re kirine mutefîk tune ne. Yanî demek kin de Şêx Mehmûdê Berzencî û îngîlîzan li hev kirine, lê dû re şer û pevçûn di navbera wan de derketiye. Ev jî bûye sedem kû ermenî û jenosîda ermenan pêşî li kurdan girtiye. Yanî her nîqaş di ser wan re meşiyaye. Ev ya pêşî li kurdan girtiye û telgirafên Mistefa Kemal hene ê ji Kazim Karabekir re, Fevzî Çakmak re şandine dibêjin: “Li Kurdistanê bi taybet, mijara ermenan bi kar bihînin, ji bona eşîrên kurdan alikarê me bin, em bi wan re, em karibin wan birêve bibin.” Bandorek pir xerab lê kiriye.

Tiştekî dişibe wê jî di Şerê Cîhanê ê Dudan de li Rojhilatê Kurdistanê, di wî şerî de jî muxatabê ku Yekîtiya Sovyetê muxatab girtine, ne kurd in, azerî ne. Yanî çawa di Şerê Cîhanê ê Yekem de rûsan weke muxatab ji xwe re ermenî dîtine,  di Şerê Cîhanê ê Duyem de jî Sovyetê azerî girtine. Bi sedem Azerbaycana Sovyetê heye û ew û Azerbaycana Îranê bi ser hev ve ye, kurd wek muxatab negirtine. Heya bi 1943yan tu têkiliya Sovyetê û partiyên sîyasî ên kurdan tuneye. Ji 1943yan bi taybet jî ji 1945an pêve têkilê di navbera Sovyetê û tevgera kurdan de ava bûye û dîsa jî Sovyet jî Azerbaycana Sovyetê jî naxwazin Komara Kurdistanê ava bibe, dibêjin: “Kurdistanê di nav Azerbaycanê de wek herêmekê îlan bikin.” Heta li gor hin nivîskaran, Qazî Mihemed nêzîk e ku vê qebûl bike, lê kadroyên Komela Jekaf û ê Partiya Demokrat Kurdistan vêya qebûl nakin, eşîrên kurdan jî red dikin. Kurd bi xwe biryar didin û Komara Kurdistanê îlan dikin.

 

-Partî û rêxistinên kurdan di dema 12ê Îlonê de di çi rewşê de bûn, ên niha di çi rewşê de ne?

-Niha bo rêxistinên siyasî yên Kurdistanê, li gor qenaeta min ji sala 78an pêve di pêvajoyeke şûndevekişanê de bûn. Yanî wê çaxê ez bawerim, şeş partiyên me hebûn li Bakurê Kurdistanê. Sala 79an 12 partî bûn. Temama partiyên me ji hev qetiyan bûn du beşan. Ev encama wî tiştî bû ku êdî diyar bû ku şert her ku here dê hîn zor û zahmet be. Rêxistinên me li hember vêya me nikaribû siyasetek bikêrhatî birêve bibira.

Dema tu li hember dijmin şer nekî jî tu di hundurê xwe de ditengijî. Ev parçebûna grûban ku Rizgarî bû; Rizgarî û Ala Rizgarî, Kawa bû; Dengê Kawa, ji Kîpê grûbek derket, ji PSKê grûbek veqetiya, PDK û KÛK weke du rêxistinên cuda tevgeriyan, encama wê bû. Yanî xetimandinek siyasî hebû, me nikaribû em pêşiya xwe vekin.

Dema tu di şer de nikaribî pêşiya xwe vekî tu dı hundurê xwe de titengijî. Ji ber wê jî dema darbeya leşkerî çêbû, me dît ku amadekariyên tu grûban li hember vê hucûma leşkerî tuneye. Tevî ku temama grûban digotin; vê mehê,  vê mehê wextê darbeyek leşkerî çêbibe. Lê ew tespît nebû sebeb ku amadekariyek bê kirin û xetek têkoşînê li dijî vê darbeyê bê avakirin.

Ji ber wê tu ji 80yî bigire, ne li aliyê Tirkiyeyê grûbên çekdar de, ne li Kurdistanê sê-çar salan şerek an dîrencek xurt li hember darbeyê çênebû.  Wer bihesibîne, ê esas deng vedan, ew kadroyên di zindanan de bûn. Yanî grevên birçîbûnê, xweşewitinê, xweşewitandinê, dengê ku wan kadroyên fedakâr derxist, tu partiyên siyasî ê Kurdistanî dernexistine.

Li gor min, ew encama wê, jixwe em bi şûnde diçûn. Dema tu şûnde herî, yek darbeyekê li te bixe tu hîn zû dikevî. Dema tu di hilkişandinê de bî, tu li ber xwe didî. Dema darbeya leşkerî çêbû, jixwe em lawaz dibûn, em şûnde diçûn. Dû re êku wek partî li ser lingan ma PKK bû.

Di sala 84an de dest bi şerê çekdarî kirin û vî şerê çekdarî mîrasa pênce salên borî li dor xwe civand. Yanî partiyên din gişka li gor min; wan, xwe tasfiye kirin, ji xendî Partiya Sosyalîstên Kurdistanê, berê Partıya Sosyalîstên Kurdistanê a Tirkiyeyê bû, dû re bû PSK. Yanî wan teşeya xwe ya rêxistinî domandin. Ji xendî wan, partiyên din gişka xwe tasfiye kirin. Yanî niha hinek dibêjin; PKK yê em tasfiye kirin, ez ne di wê qenaetê de me. Salên ku ew tasfiye bûn PKK yê li wan zordarî nedikir. Ew hucûmên wan ên li grûbên derveyê xwe; piştî 84an dest pêkir. Van rêxistinan xwe bi xwe tasfiye kirin. Dema ku ev rêxistin gişk tasfiye bûn, mîrata van rêxistinan jî xwe li PKK yê girt û tu bigire heta bi salên 2000an jî jixwe zêde dengek ji van grûbên din derneket.

 

-Mamoste, ew qas mîrektiyên kurdan, eşîrên kurdan hebûn, erdê kurdan hebû. Çima ji aliyê dewletên derve kurd wek mixatab nehatingirtin?

-Li ser pirsa cenaba te, divê meriv çar pênc saetan bipeyive, pirsek giran e. Bi kurtasî ez bibêjim… Ez sedema esasî wê dibînim ku Kurdistan welatekî Rojhilata Nêzîk e. Rojhilata Nêzîk di navbera rojhilat û rojava de weke pirekê ye û hem li rojhilatê wê û hem li rojavayê wê, împaratoriyên xurt ên mezin hene. Yanî çi Bîzansî bin, çi Sasanî bin, dû re çi Osmanî û Safawî bin, şerê rojhilatî û rojavayiyan li Rojhilata Nêzîk hukum dike. Yanî ew ji rojhilat tên, vana jî ji rojava tên li Kurdistanê şer dikin. Tu li şerê Bîzansiyan û Sasaniyan bineri; bi girani şerê wan li Kurdistanê ye, li Rojhilata Nêzîk e. Îca, dema li her du aliyên te împaratoriyên mezin hebin, bona tu karibî dewletek navendî ava bikî, gerek tu zora her du yan jî karibî bibî. Evana; ereban, di ser îslamiyetê re dewletek îslamî ava kirine, bi sedem ew ne di navbera Bîzansî û Sasaniyan de bûn. Ew li vî aliyê wan bûn, wen dikaribû dewletek navendî ya îslamî ava bikin, lê te dît ew jî dû re parçe bûn. Bi ya min sedema esasî a nebûna dewletak navendî, ji ber vê erdnîgariyê ye.

Mijara eşîran, kurd tu car bê dewlet nemane. Yanî van pênce- şêst salên dawîn tu nehesibînî, kurd di kûrahiya dîrokê de tim xwedî dewlet bû ne, feqet ev dewlet ne dewletên navendî ne.

Mîrektî dewlet e, jêrdewlet e. Eşîr bi xwe, konfederasyona eşîran jixwe dewlet e, eşîr bi xwe jî teşeyek dewletê ne. Yanî niha ji bo eşîran jargonên çepgiran korefam bikin ku: “Eşîr dezgehek feodal e, dezgehek xerab e, ne baş e.“ Ji kok de şaş e! Eşîret ne dezgehek feodalîteyê ye. Yanî eşîret ji komînala ewil maye. Bi îhtîmalek mezin civata Kurdistanê, serdema koledariyê û feodaliyê dabûr nekiriye. Ew dezgehên civata komînal va yê em gihîştine kapîtalîzmê jî hîn hene, li ser xwe ne û eşîr hem rêxistinek civakî, hem rêxistinek çandî ye, hem jî rêxistinek siyasî ye. Yanî di hundurê her eşîrê de, erê navê wê ne meclîs e, ne hukumet e, lê mesela dezgeha rîsipiyan; esasen, wek meclîsa eşîrê tevdigerin. Ciyên ku konfederasyonên eşîra lê hebin ji her eşîrê rîsipî tên û wek meclîsek konfederasyonê foksiyonê dibînin. Haa! Di serdema modernîteyê de hebûna eşîran bûye asteng. Ne serdema berî modernîteyê, lê di serdema modernîteyê de êdî her milet, ancax bi dewletê li ser lingan dimîne.

Ew şiûra eşîrtiyê, şiûra neteweyî lawaz dike. Lê sedema esasî bi ya min, di nav ereban de jî eşîrtî heye, ji ereban re bîst dewlet ava kirine. Serketiyên Şerê Cîhanê ê Yekem û Duyem; hebûna Kurdistanê, li dijî berjewendiyên xwe qebûl kirin, loma nebûn dewlet. Lê mijarek giring e, gelek sedemên wê hene.

-Mamoste! Gava em li Diyap Axa û Seyîd Riza binerin; em dibînin ku -ji ber ku her yek ji eşîrên cuda ne- eşîrtî bûye asteng di ber kurd û Kurdistanê de. Tu dikarî vîya çawa binirxînî?

-Erê, min got; di serdema modernîteyê de aîdiyeta eşîrtiyê, aîdiyeta milî lawaz dike: Di serdema modernîteyê de, ne di serdema berî modernîteyê. Yanî tu eşîrtiyê ji holê rakî di dîrokê de kurd namînin. Rêxistinek dîrokî ye bo civata kurdan; Kurd li ser vê rêxistinê vê dezgehê li ser lingan mane. Rast e, di pêvajoya dewletbûyîna neteweyî de,  di serdema modernîteyê de ew aîdiyeta eşîrtiyê, aîdiyeta neteweyî lawaz dike. Bi sedem; di serdema modernîteyê de aîdiyetên esasî, aîdiyetên bilind, aîdiyeta milet û welat e. Aîdiyeta eşîrî jêraîdiyet be, gerek tu kes aîdiyeta eşîra xwe neke pêşiya aîdiyeta milet û welatê xwe. Bi sedem ku aîdiyetek xurt e, ev dibe asteng. Yanî min îşaretê vê kir. 

Parçeyek wê ya din jî bibêjim. Partiyên me jî wek eşîrên modern tevdigerin. Aîdiyeta partiya xwe, di ser aîdiyeta milet û welat re dibînin. Halbûkî partî, rêxistinên modern in, gerk li ser aîdiyetên modern siyasetê bikin. Aîdiyetên modern jî aîdiyeta çînî ye, aîdiyeta milî ye, aîdiyeta welêt e. Lê mixabin partiyên me gelek caran ji dêleva aîdiyeta milet û welêt partiya xwe wek eşîr dibînin, aîdiyeta partiya wan di pêşiya ê din de ye.

-Mamoste, di derheqê bihevrexebitandina jin û mêran a di siyaseta Kurdistanî de tu dikarî çi bibêjî?

-Siyaseta Kurdistanî di warê kêşeya ciwan û jinan de, di pêşiya siyaseta Tirkiyeyê de ye. Ew problem problema grûb û partiyên derveyê PKKyê ye. Ewan jî bi sedem; bîst sal e siyaset betal kirine, bîst sal demeke dirêj e di siyasetê de. Navbera rêvebirên wan partiyan û ciwanan de weka pevçûna nifşan (kuşak çatışması) heye û ev sinifa siyasetê ji wê belê nikarin xwe bigihînin ciwanan.

Bi taybet civata kurdan; hem di saha ciwaniyê de, hem di saha jinan de, di pêşiya civata tirkan û siyaseta Tirkiyeyê de ye. Ê wan ew partiyên dewletê ne, dezgehên wan hene, îmkanên wan hene, ew wer mezin xuya dikin, lê esasen tu ji min bipirsî; ciwanên Kurdistanê, qat bi qat di warê siyasetê de, di warê ilmî de, di warê civakî de, di pêşiya ciwanên Tirkiyê de ne. Jinên Kurdistanê jî ferşah ferşah di pêşiya jinên Tirkiyeyê de ne.

Kedcom 12-09-2023