Yek ji wan (Mîthat Sancar), hewl dide ku meclîsa tirkan, dewleta tirkan, Ataturkê tirkan û ataturkçîtîya tirkan li pêş çavên me xweş bike.
Yê din jî (Firat Aydinkaya), hewl dide ku kurdan li pêş çavên me reş bike, jenosîdkarîya tirkan li kurdan bar bike.
A rastî min nedixwest ku van karên qirêj û xwedîyên van karan muxateb bigirim. Bi sedem ku ev hicûm ne tiştekî nû ye. Û van kesan tu tiştekî nû li dîroka fermî û îdeolojîya fermî ya tirkan zêde nekirine. Problem ew e ku gotin û nivîsar ên van camêran li ser navê ME tê hesibandin û weke helwêsta kurdan tê pejirandin. Ji bo ku ez bêjim ev gotin li ser navê me nayên hesibandin, ev gotin dengê dagirkeran e ku di nav me de olan dide, min xwe mecbûr dît ku çend gotin bêjim.
Sancar tiştekî nû nabêje. Hemû argumentên dîroka fermî li pê hev rêz dike û bi kurtî dibêje ev dewlet ya me ye, me bi hev re ava kiriye lê dûre hin arîze derketine em dê wan jî bi hev re temîr bikin. Jixwe Ataturk jî gelek hewl daye ku pirsgirêka kurdan çareser bike. Berî Sancar, Aysel Tugluk jî, berî Tugluk, Abdullah Ocalan jî ev rêzikên dagirkerane qaşo ji nav “me” xêz kiribûn. Gotina ku Ataturk gelek hewl daye ku pirsgirêka kurd çareser bike, rast e. Lê ne tenê Ataturk hewl daye, temama hikûmetên tirkan hewl dane ku vê pirsgirêkê di bin alaya tirkan de ji bo yekîtîya dewleta xwe û ji bo yekîtîya miletê xwe vê pirsgirêkê çareser bikin. Hewldana wan îro jî berdewam e. Bi sedem ku rasteqînîya welat û miletê kurdan ji bo wan mijara bekayê ye, hewl didin ku rasteqînîya welat û miletê kurdan ji holê rakin. Ango gelek hewl dane, hewl didin lê ev hewldanên wan jenosîdkarî ye. Sancar, Tugluk û Ocalan jî hewl didin ku vî karê jenosîdkar bi dengekî “kurd”, xweşik û rojane bikin.
Sancar ji bo pêvajoya 1919-23 yan dibêje li hember îşgalê şerekî milî hatiye dayin û ev rûpelekî pîroz e bo me. Ev rêzika yekem a dîroka fermî ya tirkan e. Sancar di meclîsa tirkan de dersa dîroka wan dide wan. Baş e, ma Sancar bi xwe jî ev ders ji wan fêr nebûye? Tişetkî ku ew pê nizanin dibêje? Na, Sancar hewl dide û dibêje ez ji we me lê bila herkes min weke hevserokê partîya kurdan bizanibe. Ev gotinên Sancar derûnîya tirkîtîyê ye. Lê em dizanin ku li holê şerekî milî nîn e. Berovacî wê şerekî dagirkerane û jenosîdkar meşandine di pêvajoya 1919-23 yan de. Weke nimûne; Ataturk û kurê wî Topal Osman piştî avakirina Meclîsa Enqreyê, piştî bi çend mehan li Koçgîrîyê ev kar kirine. Li Koçgîrîyê yên ku şerê milî dimeşandin EM bûn û yên li dij me şerekî dagirkerane û jenosîdkar dimeşandin jî EW bûn, sembolên wan jî Ataturk û Topal Osman bûn.
Sancar dibêje “kongreyên herêmî, her yek weke çemekî bû û bi hev re herikîn bahrê ku ev behr jî meclisa tirkan e”. Divê ev gotin bi we xerîb nehatibe. Ocalan jî di peyama Newroza 2013yan de qala bi hev re herikîna çemê dîcle û Kizilirmakê kiribû. Di rastîya xwe de ava (çemê) me û (çemê) wan tu carî bi hev re neherikine. Wan ava çemên me ji xwe re bi kar anîne û çemê me bi rojan bi xwînê herikandine(Çemê Mûnzûr û hwd).
Sancar gerîyaye û yekî weke xwe di meclisa yekem a tirkan de dîtiye, ev Dîyab Axa ye. A rastî, ne tu û ne jî Dîyab Axa ne ji ME ne. Hûn dengê dijminan in û mixabin di nav me de olan didin û dixwazin hûn ji me bêne hesêbandin. Lê EM we ji xwe nahesibînin.
Firat Aydinkaya nas nakim, di pêşîya nivîsara wî de hatiye gotin ku lekolîner û parêzer e. Lê nivîsara wî dûrî hiqûq û lêkolînê ye. Bi pirsa ku kurd beşdarî jenosîda ermenan bûn an nebûn dest pê dike û di 8 xalan de Kurdan di vî karî de dike aktor, beşdarvan û berpirsiyar. Kurdan bi tîpa girdek û pirejmar (Kürtler) dinivîsîne. Ango miletê me îtham dike. Ev camêrê parêzer hay jê nîn e ku fail(kirde, aktor)ê jenosîdan dewlet in. Jenosîd karekî modern e, failê vî karî dewlet e, taşaronê jenosîdê kolonyalizm e û di serdema kapîtalîzmê de rû daye. Weke nimûne kes nabêje miletê tirk an miletê alman jenosîd li ermenan û cihûyan kiri ne. Gotin wisa ye: Dewleta Osmanî di deshilatîya îtîhad û Terakîyê de jenosîd li ermenan kiriye. Dewleta Almanan di desthilatdarîya Faşîstan (Hîtler) de jenosîd li cihûyan kiri ye. Baş e, ev xesasîyet ji bo her miletî tê nîşandan lê ku mijar miletê kurd be çima ji holê radibe?
Dewleta tirkan bi dehan sal e jenosîdkarîya xwe qebûl nake. Gava ku cî li wan teng dibe dibêjin mûqatele (pevçûnên beramber) çêbûne û bi giştî di van pevçûnan de kurdan dikin teref û yêdinên(Öteki) ermenan. Aydinkaya jî heman tiştî dibêje. Dibêje kurd yêdinên ermenan bûn. Û heta îdîa dike ku kurd tevlî jenosîdê nebûna jenosîda ermenan bi ser nediket. Lêv ji diranan bilindtir e. Aydinkaya tiştên ku îdeologên tirkan nabêjin jî dibêje.
Ev nivîsar ne lêkolîn e an jî ne analîzeke nivîskariyê ye. Nivîsar xwe nasipêre tu çavkanîyan û ne bêalî ye. Dikarim bêjim erzûhaleke ji bo başçavuşan û rasterast hicûmeke li dijî nirxên kurdayetîyê ye. Weke nimûne; têkilî û nakokîyên di navbêna kurdan û ermenan de bi yek alî dinirxîne. Wek ku kurdan hema xwestine malê ermenan talan bikin, wan bikujin û ji ber xwe ve nivîsîye. Ev her du qewmên bi sedan sal bi aramî ku di gel hev dijîyan ji bo çi hatin hember hev? Gelo tesaduf e ku ji destpêka sedsala 19an de dewleta osmanî dest bi têkbirina mîregên kurda kir û gelek car ermenan ji bo xwe bikar anîn? Û ermen ji bo osmanîyan miletî sadiqa bû? Di dawîya sedsala 19an de şerê rusan û osmanîyan dikare bûbe sebeb ku ermenan bi piştgirîya rusan hicûmî kurdan bike? Di vê mijarê de di pirtûka min ya navê Jîyan û Helwest de bi berfirehî agahî hene û nivîsara Aydinkaya jî li jêrê datînim. Yên meraq dikin dikarin lê binerin. Ji bo wê ne hêja ye ku ez zêde li ser bisekinim. Tenê ji bo mantiq û nîyeta Aydinkaya jêgireke dirêj digirim û dinirxînim.
“Evet, bu karşı iddia sıkça dillendiriliyor. Bu karşı tezi geliştirenlere bakılırsa o dönemde Kürtleri temsilen merkezi bir irade yoktu öyleyse yani bu konuda karar verici irade yoksa eylem de kendiliğinden yok sayılmalı şeklinde bir apolojinin içinden konuşuyorlar. Bu muhakeme örüntüsü bana çok problemli görünüyor açıkçası. Sözgelimi aynı mantığı holocausta uyarlayalım isterseniz. Biliyorsunuz soykırım esnasında merkezi “Yahudi iradesi” diye bir şey söz konusu değildi. Şimdi bu durumda merkezi Yahudi iradesi olmadığı için “Yahudiler soykırıma uğramadı” mı diyeceğiz!
Îdeolojî û dîroka fermî mecbûr û mahkûmê derewan, texrîfata ne. Rast e ez jî dibêjim bi sedem ku di sala 1915 an de rêxistin, sazî an dezgeheke ku kurdan temsîl dike tune ye. Jenosîd karekî plankirî ye, hêza dewletê divê. Dema ku sazî, dewletek nîn be û planeke jenosîdê û hêzeke ku karibe vê planê bi cîh bîne tune be tu nikarî kurdan weke aktor, kirde an berpirsiyarê jenosîdê pênase bikî. Ev nayê wateya ku hin kurdan weke hin tirkan, hin çerkezan û hwd tevlî vî karî nebûne. Tê wateya ku kes nikare kurdan weke aktor, fail, berpirsê jenosîdê îlan bike û barê dewleta osmanî li histuyê kurdan bar bike.
Bersîva Aydinkaya ecêb e. Dibêje dema cihû hatin qirkirin, sazîyeke wan navendî îradeyeke navendî tune bû. Wê çaxê divê xwedîyên wan îdîayan (weke nimûne ez) bêjin jenosîda cihuyan jî tuneye!!! Ma kesî cihu bi jenosîdkirinê tawanbar kiriye Aydinkaya??? Tu, kurdan di jenosîda ermenan de dikî kirde ne ku ermenan dikî kirde, an osmanîyan dikî kirde. Em dibêjin yên ku jenosîdê pêk tînin xwedî îrade û sazîyeke navendî ne. Tu diçî ji me re qala yên jênosîd li wan hatiye kirin dikî. Bi sedem ku cihû jî weke kurdan weke ermenan bê sazîyê navendî bûn tûşî jenosîdê hatine û tu kes nikare van civatên bêdewlet, bê îradeya navendî bike aktorê jenosîdan. Qasî ku ji nivîsara Aydinkaya tê fahmkirin ne yekî dûrî mantiq û îzanê ye. Lê dema ku tu bixwazî dîrok û îdeolejîya fermî biparêzî tu mecbûrî derew û texrîfatan dimînî.
Weke encam; xweşkirina dewletê û Ataturkçîtîyê jî reşkirina kurda jî diviyabû ne karê we bûya. Ev karekî qirêj e. Xwendekar û şopînerên we kurd in. Qîymeta vê bizanin. Û hûn baş bizanibin ku tirkên ji we re li çepikan dixin dê rojekê bi kêfxweşî we binax jî bikin.