Banga PÊLKURDê 1

Banga PÊLKURDê 1

Kurdistan bi her parçeyekî xwe ve di dilê ME de YEK e, hemû jî parçeyên dilê ME ne. Dilê me neêşînin!

Mustafa Selîmî
Kurdekî ji Rojhelatê Kurdistanê ye.

17 salan di zîndanê de maye. Di kaosa koronayê de derfet dîtiye, xwe gîhandîye Başûrê Kurdistanê. Li gundekî bi ser Pêncewînê ve çend rojan bûye mêvan. Tu gazina mahzûvanan ji mêvantîya wî xwîya nake. Bi hênceta koronayê radestî rejîma Îranê hatiye kirin an li Rojhelatê Kurdistanê vegerandine. Mustafa Selîmî, li Banê, ji aliyê sîxurên Îranê ve hatiye desteserkirin û demildest hatiye dardakirin.

Ev karekî li derveyî ehlaq, çand, hişmendî û sîyaseta Kurdistanî ye. Mixabin Mustafa xwe avîtiye bextê bêbextan. Ev bêbextin ne ji ME ne. Kirêgirtîyên dagirkeran in û di nav ME de ne. Divê EM karibin destên dijmin ên di nav XWE de jêkin!

Tê gotin ku yên ev kar kirine asayîşa gund e. Asayişa gund di kontrola YNKê de ye. YNK di hikûmeta herêmê de ye. PDK û Goran şirîkê YNKê ne di hikûmetê de. Cîgirê Mesrûr Barzanî jî û yê Nêçîrvan Barzanî ji YNKyî ne. Hikûmet û serokê herêmê ji alîyê parlamentoya ME ve hatine wezîfedarkirin.

Wê gavê divê EM qet virde û wêde nedin. Mesûlê vî karê qirêj di vê hîyerarşîyê de ye û divê bi destê paramentoya ME, di vê sîlsîleyê de berpirsên vê karesatê bên darizandin û cezakirin.

EM weke Pêlkurd bi alfabeya Kurdistanî ve pabend in. Rêzika Pêşewa Qadî Mihemed ji bo me ferman e. Ango “Kurdistan mala her kurdekî ye û dema pêwîstî pê hebe her kurd dikare ji alîkî mala xwe biçe aliyekî din.”

EM bang li tevaya Kurdistanîyan û Paramentoya XWE dikin ku vê karesatê zelal bikin û berpirsiyarê vê karesatê teşhîr û tecrîd bikin. Cezayekî bi ibretî bidinê da ku careke din tu kes cesaret neke xîyanetî bi ehlaq, çand, hişmendî û sîyaseta Kurdistanî re bike!