Rapora konsolusê Erziromê Pavlovskî

Rapora konsolusê Erziromê Pavlovskî

Dokumentê li jêr rapora konsolusê Yekîtiya Sowyetê yê li Erziromê Pavlovskî ye. Konsolus Pavlovskî bi şêweyek gelemperî kurteanalîzeka destpêka salên 1923ê ya rewşa tevgera netewî ya kurdî dike.

Pavlovskî di raporê de, li ser nerîn û helwesta dewleta Tirk ya di derheq neteweyê kurd, tevgera netewî û rêveberiya wê de radiweste. Behsa têkiliyên rêvebirên tevgera kurdî yên bakur, rojhilat û başûrê Kurdistanê dike û bi taybetî li ser têkiliyên xwe û Xalid Begê Cibrî radiweste. Helwest û raya Xalid Begê ya di derheq têkiliyên rêveberên kurd yên bi ingilîz û rûsanê re dinirxîne û şîrove dike.