Erdhej û Kurdistan

Erdhej û Kurdistan

Du erdhejên mezin, sînorê Kurdistanê yê rojava xêz kir. Efrîn, Entab, Mereş, Semsûr, Meletî. Bi hezaran xanî kavil bûn, bi deh hezaran mirov mirin. Bi milyonan însan derbeder bûn. Navenda erdhejê û xeta fayê li ser sînorê me û erdnîgarîya erebên nûsayrî bû.

Ev herêm, sehaya jenosîdê ya dewleta dagirker e. Ev sed sal e, dewlet dixwaze vê herêmê ji rastîya wê bi dûr bixe û bike parçeyek ji welat û miletê tirk û Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê ev erdhêjên mezin bo dewletê fersendeke sîyasî ye.

Guh nedin gotin û xemgînîyên sexte. Dewlet dê vê karesatê wek enstrumaneke jenosîdê bi kar bîne û bi kar tîne.

Sê rojên ewil ne dewlet daket sehayê û ne jî rê da tîmên alîkarî û rizgarîyê yên bîyanî ku dakevin sehayê. Mebesta dewletê ew bû ku hejmara mirîyan zêde bike. Bi sedem sê rojên ewil ji bo zindî derxistina mirovan ji binê kavilan rojên jiyanî bûn. Piştî 3 rojan Rewşa Awarte (OHAL) ragihandin ku sehayê kontrol bikin û rê nedin xebat an çalakiyên dij dewletê. Da ku karibin guherîna demografîk li gor dilê xwe bikin.

Jê û vir de her roj bi dehan kanalên TVyên xwe rizgarkirina çend mirovên di bin kavilan de propaganda kirin ku mirina li dor 150 hezar mirov veşêrin.

Hedefa dewletê li gor karakterê wê yê jenosîdal e. Bi deh hezaran mirov kuştin. Dê bi sed hezaran mirov jî koçber bibin. Mirovên mayî jî dê muhtacî dewletê bihêlin (çêkirina xanîyên nû, alîkarîya xwarin, vexwarin, pere, krêdî).

Ji ber wê ye ku şikur dikin û tekbîran tînin. Dest bi çîrokên; “zimanê êşê nîn e”, “bawerî û milîyeta êşê nîn e” kirine. Erê ziman, bawerî û etnîsîteya êşê nîn e. Lê yên êşê dikşînin xwedî ziman, bawerî û etnîsîte ne. Ango bi giranî kurd in, ereb in, alewî, nûsayrî ne. Ew in yên kû dewlet dixwaze rastîya wan ji holê rake. Di van şerd û mercan de çîrokên humanîter nixumandina dagirkerîyê ye.

Gazindên ku ‘dewlet dereng maye’, ‘ne organîze bû’, ‘burokrasî sist dixebite’, zimanê tirkan û Tirkiyeyê ye. Banga ku artêş çima zû nehat sehayê bêmejîtî ye. Artêş wer li sehayê ye û wezîfeya xwe ya eslî dike: dagirkerî.

Miletê me wek her car bi gîyanekî piştgiriyê li sehayê belav bûye. Bi sedan ciwanên me bi lezgînî daketine sehaya erdhejê û bi fedakarî xebitîn û dixebitin. Ev û yekgîyanîya her çar parçeyên Kurdistanê di van rojên giran de cîyê bextewarî û hêvîyê ye.

Tunebûna dezgehên neteweyî ji her demê bêtir xwe nîşan da û dide. Pêwîstîya Yekîtiya Neteweyî û Şoreşger hîn ber bi çav bûye.

Dîsa hat fahmkirin ku avakirina rêxistina şoreşger karê me yê herî lezgîn e.

Ji ber van kêmanîyan li sehaya erdhejê çalakîyên dîjdagirkerî pêk nehat. Berovacî wê bang li dewletê hat kirin ku zû werin.

Li Kurdistanê aramî bi vê dewletê nayê, berovacî wê bi qeşitandina vê dewletê ji ser axa me dê bê.

Mixabin me nekarî ku em vê dirûşmê li sehayê bilind bikin.

Ev jî cîyê şermê û heta cîyê rûreşîyê ye ji bo me.