Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî

Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî

 Cîyê kêfxweşîyê ye ku îsal ji bo bikaranîn û parastina zimanê kurdî gelek çalakî tên lidarxistin. Di van çalakîyan de gelek terefên kurdewar têne cem hev û di ser Roja Zimên re hevkarîyek xwîya dike. Ziman yek ji hîmê esasî yê netewebûyînê ye. Zimanê kurdî ne zimanê partî, sazî an kesayeta ye. Zimanê ME ye. Jîyana bi vî zimanî rûmeta me ye. Bikaranîn û parastina vî zimanî jî pêywira me ye. Dixwazim bala we bikişînim ser 2-3 xalan di mijara zimên û parastina zimên de.

– Bi hezaran sal civatê zimanê me parastî ye û zindî hiştî ye. Ev ziman tûşî gelek hicûmên tund û xedar hatiye. Lê nebûye hedefeke jenosîdal. Pêvajoya jenosîdal bi modernîtê re dest pê kirîye. Ev sed sal e Sîstema Serwerîya Tirk pêvajoyeke jenosîdal dimeşîne ji bo rasteqînîya welat û neteweyê me ji holê rake. Bi sedem ku ew baş dizanin zimanê me yek ji hîmê esasî yê neteweyê me ye, di hedefa wan de zimanê me heye. Li Bakurê welatê me tevna civata me belav bûye. Cıvata klasîk rûxîyaye. Modernîteya dagirker ev civat belav kiriye. Ango me pêvajoyeke modernîst ya xwezayî li ser dînamîkên welatê xwe derbas nekiri ye.

 Modernîteya dagirker û jenosîdal hewl daye ku bi giştî nirxên civata me û bi taybetî zimanê me ji navê bibe. Di van şerd û mercan de êdî civata me nikare zimanê me biparêze. Ji nuha pê de parastina zimên peywira sîyaseta kurdistanî ye. Di serdema modernîteyê de li ser linga hiştina zimên bi dewlet bûyinê pêkan e.

– Van salên dawîn qaşo demokratên Tirkiyeyê û hevalbendên wan yên di nav me de sloganeke nuh peyde kirine, dibêjin” kêşeya kurd, kêşeya kurdî ye”. Ev kemîneke nuh e. Berovacî vê slopganê rastî ew e ku “kêşeya kurdî parçeyeke ji kêşeya kurd û Kurdistanê ye”. Li vira hedefa wan înkara rasteqînîya welat û neteweyê me ye. Piştî ku 80-90 salan gotin kurd tune ne încar dixwazin bêjin kurd heye lê ne netewe ne û welatê wan tune ye. Bi vê sîyaseta xwe dixwazin vê sîstema jenosîdal çend saleke din li ser linga bihêlin û difikirin di vê demê de kurdan bi tevayî entegreyî tirkîtî û Tirkîyewîtîyê bikin.

 Li dijî vê hicûma dagirkerane yan divê em têkoşîna parastina zimên bi axa welatê xwe ve girêbidin û dewletbûyinê bikin hedefeke asayî. Ango ziman, ax û desthilatîyê ji hev cuda nekin. Taleba azadîya zimanê kurdî talebeke terîtoryal e û divê em wisa pênase bikin. Têkoşîna Rizgarîya neteweyî jî wisa ye û azadîya zimên parçeyekî vê têkoşînê ye.

– Şik têde tune ye ku pîrozkirina roja zimên, vekirina qursên kurdî, di nav re lidarxistina kampanyayên zimên giring in û divê bên kirin. Lê esasê meselê bikaranîna zimên e, bi kurdî fikirîn, hestkirin bi kurtasî bi kurdî jîyan e. Ziman qada têkoşînê ye. Ya ku 21ê Sibatê kiriye roja zimanê dayikê ya nevneteweyî, têkoşîna ciwanên zanîngehê yên Bengalî ye. Li jêr kurte çîroka wê parve dikim. Divê em helwesteke bi vî rengî ji xwe re bikin nimûne. Di serxwebûna Bengalîya de cîyê têkoşîna ji bo zimên xwedî cîyekî taybet e. Divê em jî xebata ji bo bikaranîn û parastina zimanê xwe bikin parçeyek ji têkoşîna azadî, rizgarî û sexwebûna Kurdistanê.

 – Dîroka Roja Zimanê Dayikê-

“Bangladeş ji 1947an heta 1971an ji alîyê Pakîstanê ve hat birêvebirin. Wek encam zimanê ûrdû bi tenê wek zimanê naskirî dihat qebûlkirin. Zimanê bengalîyan, bangla, hatibû qedexekirin. Li dijî vê reaksîyon çêdibûn û di 21ê Sibata 1952an de xwendekaran xwepêşanek saz kirin ku vê rewşê protesto bikin. Polîsê Pakîstanê êrîş bir ser wan û 4-5 kes ji wan kuştin. Ji wê rojê û vir de ev xwendekarên zanîngehê wek ‘Şehîdên Zimanê Dayikê’ tên naskirin û Bengalîs 21ê Sibatê wek ‘Roja Şehîdên Zimên’ pîroz dikin. Canfîdatîya wan xwendekaran bû birûskek li destpêka agirekî xurt û gurr, tevger li seranserî Bangladeşê belav bû, di 1956an de zimanê bangla wek zimanê fermî da qebûlkirin û veguherî bû şerê rizgarîyê, di 1971an de Banladeş ji Pakîstanê veqetîya û bû dewleteke serbixwe. Piştre, di 1999an de UNESCO 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî pejirand, da ku li seranserî dinyayê gelan teşwîk bike ku zanîn û bikaranîna zimanê dayikê bidomînin, pêşde bixin û her weha zimanên din jî hîn bibin.”

 Bijî Roja Şehîdên Zimanê Dayikê

Bijî Roja Zimanê Dayikê