Parlamentoya neteweyi li Kurdistanê tune be, çûyina ser sindoqên tirkan, li Miletê Kurd heram e.

Parlamentoya neteweyi li Kurdistanê tune be, çûyina ser sindoqên tirkan, li Miletê Kurd heram e.

Dema ku hûn diçin ser sindoqên tirkan, hûn hebûna dewleta dagirker li Kurdistanê meşrû dikin. Wê gavê hûn dibêjin; ev dewlet ya me ye jî, em ê herin li wir, tefahumek demokratik li wir pêk bînin, em ê vê dewletê biguherînin. Wezîfeya siyaseta kurdistanî derxistina vê dewletê ji Kurdistanê ye, ne ku vê dewletê xweşik bike, bi awayekî xweşik pêşkêşî miletê kurd bike. Esasen siyaseta kurdistanî di mijara hilbijartinê de pir zelal e.

RÛDAW

Hêvîdar Zana

Fuat Onen

H:Zana: Berpirsê Pêlkurdê, sîyasetmedar birêz Fuat Onen li gel min e. Em behsa karnameya HDP dikin.

H.Z: Pirs: Karnameya Partiya Kesk ya Çep an jî ji bo ku baş bê fêmkirin em bêjin HDP, HDP dibêje; ez nûnertiya kurdan jî dikim, di nav hemû miletên li Tirkiyeyê. Karnameya HDPyê ji bo nûnertiya kurdan têrî dike, bes e, bi dîtina te?

Fuat Onen: Yekem, HDP temsîltiya miletê kurd nake, îdiayeke wan ya wisa jî tune ye. Dibêjin: Em partiyeke tirkiyeyê ne, ne ku em partiyeke kurdan an ya Kurdistanê ne. Duyem, Partiya Kesk ya Çep wek sîwanek e ji bo ku beşdarî hilbijartinê bibe ye. Esasê wê; Îtifaqa Ked û Demokrasiyê ye. Îtifaqa Ked û Demokrasiyê ji HDP û pênç partiyên biçûk yên çepgirên Tirkiyeyê pêk tê. HDP bi xwe jî koalisyana partiyan e. Di hindûr HDPyê de jî çar partiyên çepgir, dîsa yên Tirkiyeyê hene.

Wate; di vê itifaqê de neh partiyên Tirkiyeyê beşdarî hilbijartinê dibin. Li vir tu kes miletê kurd temsil nake. Jixwe a herî xedar ew e ku sî (30) milyon kurd di van hilbijartinan de û bi giştî di siyasetê de, di warê sîyasî de temsil nabin.

Ji sedî çil,(%40) kurd dengê xwe didin xeta HDP/PKKyê, ew jî dibêjin; em ne partiya kurdan e, em partiya Tirkiyeyê ne.

Pirs: Tu dibêjî; nûnertiya kurdan di nav HDPyê de nabe. Kek Fuat, wê demê, şeş milyon kurdên ku dengê xwe didine HDPyê, gelo dibe ku nûnertiyeke bi vî rengî dixwazin? Dibe ku daxwaza wan jî ev be?

Fuat Onen: Kesên ku dengên xwe didin HDPyê, HDPyê wek partiya kurdan dihesibînin. Bes hişmendiya HDPyê û hişmendiya rêveberiya HDPyê dibêjin; em partiya Tirkiyeyê ne û ji bo Tirkiyeyê hinek talebên wan yên reformê, yên çaksaziyê hene. HDP partiyeke wisa ye ku gewdeyê wê kurd e lê sere wê tirkiyewî ye.

Jixwe nakokiya esasî di vir de ye; şeş milyon dengê kurdan digirin lê siyaseta Tirkiyeyê dimeşînin. Wek nimûne bêjim; 67 (şêst û heft) parlementerên HDPyê hene, ji wan 26 (bîst û şeş) kurd in, 41 (çil û yek) ne kurd in. Baş e, HDP her hevoka xwe bi demokratîkê pêşde dixe lê HDP kengî ji miletê kurd pirsiye, gotiye; gelo ji sedî şêst (%60) parlementerên me ne kurd jî bin, hûn ê dengen xwe bidin me.

Tu eleqeya gotinên wan û kirinên wan bi hev tune û ne li hev in. Tu helwêsteke demokratik li gel wan nîn e. Bi hişmendiyeke tirkiyewî dixwazin miletê kurd ber bi Tirkiyeyê ve bikşînin, entegre û asîmîleyî Tirkiyeyê bikin.

Ji bo ku partiyek bêje; ez temsîlkarê kurdan im, divê ku talebên miletê kurd bîne ziman, Û bi xwe bêje; ez temsîla vî miletî dikim. HDP, ne talebên miletê kurd tîne ziman û ne jî dibêje ez temsîlkarê miletê kurd im.

Di karnameya wan de, ya ku te qal kir, behsa avakirina netewayekî demokratîk dikin. Wate; ji hemwelatiyên Tirkiyeyê dixwazin miletekê ava bikin. Temamê partiyên dagirker yên tirkan, dibêjin; yek dewlet, yek milet, yek welat. HDP jî dibêje; yek dewlet, yek milet, yek welat, bes peyvika ‘demokratîk’ê dadixe pêşiye wan.

Baş e, bila HDP here Diyarbekirê, ji tereftar, ji layengerên xwe bipirse ka li Tirkiyeyê miletek heye an miletê kurd û miletên din hene. Bila berê ji wan bipirsin. Bi avakirina  miletê demokratik hewl didin ku ji hemwelatiyên Tirkiyeyê miletekî ava bikin. Di vir de hebûna miletê kurd tê înkarkirin.

Karnameya wan ji alîkî de dişibe a Partiya Çep ya Almanyayê lê ji alî din de dagirkeriya Tirkiyeyê rewa dike. Yanê, ha te wek Teyîb Erdoxan got yek milet ha te wek Mîthat Sancar got yek milet. Teyîb Erdoxan û Kemal Kiliçdaroxlu jî dibêjin; em demokratîk in, welatê me demokratîk e, miletê me demokratîk e.

Bi vê hişmendiyê, bi hişmendiya ku kurdan bikin parçeyekî neteweyê Tirkiyeyê, dikarin temsîlkariya kurdan bikin? Nikarin.

H. Zana: İcar ka çareserî çi ye, birêz Fuat Onen? Divê kurd çi bikin? Neçine ser sindoqên hilbijartinê?

Fuat Onen: Hilbijartinên Tirkiyeyê du hilbijartin in. Yek ji bo serokatiyê ye. Yanê ji bo rêveberiya dewletê ye. A din, ji bo parlementoya dewletê ye. Sîstema Tirkiyeyê, ku tu serokdewletekî hilbijêrî, ew serokdewlet ji xwe re hikumetekê ava dike. HDP û Partiya Çep ya Kesk ne talibê serokatiya dewletê ne, yanê ne talibê rêveberiyê ne. Baş e, tu ne talibê rêveberiyê bî, tu ne talibê şirîkatiya rêveberiyê bî, ev daxwazên ku te rêz kirine, tu yê bi çi awayî pêk bînî?

Ji serî de, ev helwêsta wan dijî xeta kurdistanî ye.  Divê miletê kurd çi bike? Niha ev hilbijartin ji bo avakirina Parlementoyê ye, ne wisa?  Parlementoyeke me ya milî tune ye. Ger li Kurdistanê parlementoyeke me ya milî hebûya, em ê beşdarî hilbijartinê bibûna, me yê parlementoya xwe saz bikira. Ta ku parlementoyek li Kurdistanê tune be, çûyîna ser sindoqên tirkan, ji bo parlementoya tirkan li miletê kurd HERAM e.

Banga min li miletê ku kurd û li siyaseta kurdistanî ew e ku neçin ser sindoqên tirkan û xwe NEHERIMÎNIN.

Dema ku hûn diçin ser sindoqên tirkan, hûn hebûna dewleta dagirker li Kurdistanê meşrû dikin. Wê gavê hûn dibêjin; ev dewlet ya me ye jî, em ê herin li wir, tefahumek demokratik li wir pêk bînin, em ê vê dewletê biguherînin.

Wezîfeya siyaseta kurdistanî derxistina vê dewletê ji Kurdistanê ye, ne ku vê dewletê xweşik bike, bi awayekî xweşik pêşkêşî miletê kurd bike. Esasen siyaseta kurdistanî di mijara hilbijartinê de pir zelal e.

H. Zana:  Belête behsa siyaseta kurdistanî kir, partiyên kurdistanî jî, aniha di vê demê de, hewleke wan heye, digel HDPye civînên wan, danûstandinên wan berdewam in. Ew jî dibe ku rengekî ji rengan ku beşdarî vê hilbijartinê bibin. Wê demê tu wê jî wek hewldaneke beyhûde dibînî, gelo?

Fuat Onen: Ne tenê beyhûde ye dûrî nirxên kurdistanî ye. Heyfa navên wan! Di navên wan de ‘Kurdistan’ heye, di navên hinekan de ‘sosyalîst’ û ‘komonîst’ hene, lê jixwe heft heşt heb ji wan ji sala 2014an vir de dûvikên HDPyê ne. Her carê di hilbijartinekê de, yan şarerdariyekê an parlementeriyekê didin wan, ew li pey HDPyê ne. Û partiyên mayîn, wek PAK û PSK, em jî pê dihesin ku HDP û DBPyê re di danûstandinan de ne, qala îtifaqa hilbijartinê ya kurdistanî dikin.

Îtifaqa hilbijartinê ya kurdistanî nabe. Li Kurdistanê parlementoyeke te tune ku tu îtifaqeke kurdistanî ji bo hilbijartinan ava dikî.

Dewleta Tirkiyeyê sê parçeyên Kurdistanê bombebaran dike, îtifaqa kurdistanî çênabe, li Rojavayê Kurdistanê erdhejeke giran çêbû, 10-12 milyon kurd aware bûn ji bona viya îtifaqeke kurdistanî çênabe, ê baş e çi keramet di hilbijartinê de ye ku hûn tenê di hilbijartinê de îtifaqa kurdistanî çêdikin?  Ev ne îtifaqên kurdistanî ne, ev îtifaqên postan in, îtifaqên berjewendiyan in.

Heftiya borî min li bernameya te guhdarî kir, niha ew partiyên ku em qal dikin û HDP jî tevî, ne xwedî îrade ne, îradeyeke wan ji bo hilbijartinan tune ye. HDP li benda Itifaqa Milet bû, ta ku Itifaqa Milet Kiliçdaroxlu kir qandîdê xwe, got em namzed dernaxin. Hîn jî di serokdewletiyê de helwêsta wan tune ye. Van partiyên me jî li benda HDPyê ne, ango HDP li benda Îtifaqa Milet e, ew partiyên bi nav kurdistanî jî li  li bende HDPyê ne.

Ji hilbijartinê re maye mehek nîv, serokên van partiyan derdikevin, dibêjin; em dikarin boykot bikin, em dikarin bi HDPyê re kar bikin, em dikarin wekî din bikevin hilbijartinan.  Mehek nîv hilbijartin maye, hîn jî helwêsta wan ya siyasî di mijara hilbijartinê de tune ye.

Ev ne xeta kurdistanî ye. Xeta kurdistanî bi partiyeke tirkiyewî re bazara parlementeriyê û îtifaqan nakin. Em fêm dikin hêza we tune ye, hûn nikarin bi hêza xwe bibin parlementer. Ê nebin parlementer, ma ferz e ku hûn bibin parlementer? Ji dêvla wê helwêsteke kurdistanî biparêzin, alternatîfeke kurdistanî derxin pêş miletê kurd.

H. Zana: Gelek sipas, birêz Fuat Onen, berpirsê Pêlkurdê, siyasetmedar ji bajarê Stenbolê mêvanê me bû,zor sipas.