Ji bo me perspektifeke kurdistanî hewce ye

Ji bo me perspektifeke kurdistanî hewce ye

Serokê dewleta tirk gotiye ku ‘pirsgirêka kurd tune ye. Di medyaya civakî de, bertekên li dij vê gur bûne. Ew hevalên ku dibêjin; ‘pirsgirêka kurd heye’ ji bo daxuyaniyê hêrs bûne. Heke mirov bala xwe bidê, piraniya hevalên hêrsbûyî ew in yên ku gava Erdoxan di sala 2005an de gotibû; ‘pirsgirêka kurd heye’, pir şa bûbûn, têde keramet dîtibûn û piştgirî dabûnê.

Ev lîstok di sala 1990î de dest pê kir. Ku em gotina Ozal ya ku gotibû; ‘ Kurdîtî di min de jî heye.’, danin aliyekî, em ê bêne gotinên Demirel-Înonî ku herdukan gotibûn; ‘ Realiteya kurd heye û em vê realîteyê nas dikin.’. Lê wan negotibû ka ‘ev realite çi ye û qet tiştekî negotibûn ka gava ku realiteyê nas bikin dê ji bo wê çi bikin. Lê hat pejirandin herwekî ku tiştekî gotine.

Dûre Çîler got; ‘Em dikarin modela baskê niqaş bikin.’, Yilmaz jî got ku; ‘Rêya Yekitiya Ewropayê ji Diyarbekirê re derbas dibe. Lê yek ji wan jî negotin ka pirsgirêk çi ye.

Axaftina Erdoxan jî ya di 2005an de bi heman awayî bû. Qet kesî jê re negot ka ‘pirsgirêk’ çi ye û heke ‘ev pirsgirêk’ ya wî jî be dê çawa çareser bike.

Yên ku duh hêviyeke vala jê dikirin îro jî beredayî jê hêrs dibin.

Ew tişta ku jê re dibêjin ‘pirsgirêka kurd’, kêşeya neteweyê kurd (Kêşeya Kurdistanê) e ku berdewamîya wê ya liTirkiyeyê ye û li wir dixwiyê. Kêşeya Kurdistanê jî pirsgirêkeke navxweyî ya Tirkiyeyê nîn e, kêşeyeke netewe-welat e ku li Rojhilata Nêzîk hatiye dagirkirin, parçekirin û parvekirin. Ku ne bi xwe û ne jî çereseriya wê di nav sînorê dewleteke dagirker de hilnayê. Kêşeyeke wisa ye ku çareseriya wê bi dewleteke nû û bi sînorên nû ve ye.

Ji ber vê yekê, karekî xapînok e ku li ser pirsgirêka Kurdistanê ve gav diavêjin û ‘pirskirêka kurd’ tînin rojevê. Ev hewldana Sîstema Serweriya Tirk bû ku xwe bi qerekterê xwe yê jenosîdal ve restore bike. Ew hewldana restorekirinê bi belavbûyina bloka îktidara cemaet-AKPyê ve hilweşiya. Ev bloka iktidarê ya nû ya ku ji MHP-AKP-dewleta kûr ve pêk tê, li sê parçeyê Kurdistanê polîtîkaya xwe ya şerê xistine dewrê.

Ev e li paş gotinên Erdoxan ku dibêje ‘pirsgirêka kurd tune ye.’ Û li gor min, ev ne xeternaktir e ji gotina wî ya ku digot ‘pirsgirêka kurd heye.’ Yên difikirîna ku dê pirsgirêka Kurdistanê bi ‘açılıma tirk’ çareser bibe, xeyalşikestî bûne. Rêya ji navê rakirina vê xeyalşkestinê tenê bi wê pêkan e ku em bi perspektîfeke kurdistanî, ‘vebûneke kurdistanî’ ya nû li dar bixin, pêşve bibi, bi wê têbikoşin û hemû cure “Açilimên” dagirker red bikin.