Di serî de gava ku mirov van gotinan dibihîze, ji ber ku wek gotininên mirovhezî dixwiyên kêfa mirov jê re tê. Bi giştî wisa tê hesibîn (ferzkirin) ku bi niyeteke baş tên gotin. Lê divê ku em pirsiyarî bikin (û lê binêrin) ka ev tê çi wateyê û bi kêrî çi û kê tê.
Pêşî, ya ku bala mirovî dikêşe, xwediyên van gotinan, di vê derbarê de tu agahî bi me re parve nakin ka çend çeşîd neteweperwerî û çend çeşîd tundî (şidet) hene. Yanê xwediyên vê tevgerînê tesnîf nakin ka li dij çi tiştî an tiştan in. Têgihên aloz yên wek neteweperwerî û tundiyê, bi awayekî bê terîf û bê tesnîf, wisa bi kar tînin ku herwekî wateyeke wê heye ku her kes pê dizane û li ser wê (wateyê) li hev kirine.
Ya diduyan jî ew e ku ev lidijderketina wan bi zeman û mekanê ve ne girêdayî ye. Halbûkî neteweperwerî jî şidet (tundî) jî têgihên dirokî, civakî û siyasî ne û hilberîna wan jî bikaranîna wan jî bi zeman û mekanê ve girêdayî ne. Bi heman awayî wateya wan jî û karakterên (rewiştên) wan jî, ji alî zeman û mekanê ve tên diyarkirin.
Heke ez gotina xwe ya dawiyê di serî de bêjim; ev terz ‘lidijderketin’ ji alî encamê ve, bi kêrî veşartina neteweperwerîya serwer û tundiya serdest tê, heta wê bihêztir dike û jê re xizmet dike.
Neteweperwerî bi neteweyê ve girêdayî ye û pênasekirina neteweyê, pênasekirina neteweperweriyê jî diyar dike ( Berovaciya vê jî rast e). Li ser pênaseyeke netewe û neteweperweriyê lihevkirineke pêkhatî tune ye. Heke em ji bo pênaseyên cuda tesnîfeke serabera bikin em dikarin qala sê terîf û teoriyên neteweyê bikin:
Teoriya prîmordial (pêşînî). Ev, ew teori ye ku neteweyê bi ser hêjayiyên pêşîn (ziman, dîrok, kevneşop, çand û hwd.) ve pênase dike. Ev teori di pênasekirina neteweyê de etnîsîteyê bingeh digire. Li gor vê teoriyê netewe, civateke sosyolojîk e ku di dîrokê de hebûye, çêbûye û çêdibe.
– Teoriya konstruktîvîst (avakerî). Ev teori, neteweyê ne wek civateke sosyolojik ya çêbûyî lê wek avakirî hiltîne dest. Li gor vê teoriyê, netewe, civateke xeyalkirî ( sewirî) ye ku ji alî neteweperweran ve hatiye avakirin. Ev teori, ne etnîsîteyê lê hemwelatiyê esas digire. Ew her kesî/a ku bi bendikê hemwelatîyê bi dewletê ve girêdayî wek endamê heman neteweyê dihesibîne (ferz dike).
– Teoriya etno-sembolîk. Ev jî teoriyek e ku hin taybetiyên her du teoriyên li jor digihîne hev.
Ji derveyî vê de jî, hin têgih hene ku di pênasekirina neteweyê de tên bikaranîn. Terîfên wek; subjektîf, objektif, monist, dualîst, modernîst û hwd.
Heman wek van û bi awayekî bi van teoriyan ve girêdayî bêhejmar pênase, teorî û têgihên neteweperweriyê hene. Em, wê pênaseya herî berbelavbûyî wiha dikarin îfade bikin:
“Neteweperwerî, wekhevkirina netewe û dewletê ye ku asta civakî û asta siyasî wek hev dibinin û dixwaze bike yek. Encama mentiqî ya vê jî, berevanîkirina (parastina) ji bo her neteweyekî dewletek û ji bo her dewletekê jî yek netewe ye”.
Derbarî vê mijarê de, bi taybet jî di van salên dawî de bêhesab gotar û pirtûk hene. Ew mijara ku ez dixwazim di vê nivîsê de niqaş bikim, ji teoriyê wêdetir mijareke pratik û siyasî ye. Gava ku em zeman û mekanê li ber çavan bigirin û bipirsin; li Tirkiyeyê û li Bakur-rojavayê Kurdistanê kîjan neteweperwerî hene? Û yên dibêjin ku ew li dij hemû teşeyên neteweperweriyê ne, di eslê xwe de, li dij çi ne?
Neteweperweriya tirk:
– Neteweperweriyeke serwer û serdest e. Neteweperweriyeke wisa ye ku li ser erdnigariya dewleta tirk, her tiştî bi tirkbûyînê ve terîf dike û li tirkkirinê dixebite. Bi vê wateyê paqijiya etnîkî di nav xwe de dihewîne.
– Ji ber ku ev erdnigarî cografyayeke pir bi netewe û pir bi welat e, ew (neteweperweriya tirk) di wê baweriyê de ye ku divê rasteqiniya netewe û welatên ne tirk ji navê rabe. Di vê wateyê de, ew xwediyê naverokeke jenosîdal e.
– Ew bêkok e. Neteweperweriya neteweyekî heyî nîn e. Îdeolojiya dewlet-netewe ye. Dewletê dipîrozîne, ne ku netewe, civak û takekesan. Ne civakî (komelayetî) ye, tam berovaciya wê, li adebtekirina (li guncandina) sosyolojiyê bi dewletê ve dixebite. Di vê wateyê de ne neteweyî ye lê karakterê wê yê faşizan heye.
– Di esasê xwe de, ew rûbereke îdeolojîk ya projeya siyasî ye ku dixwaze ji bermayên osmaniyan neteweyekî biafirîne. Rasteqîn nîn e, dikare xwe bi her rengî binuxumîne (bikeve her rengî). Li gor hewceyiya vê projeya siyasî, dikare xwe wek ‘pêşverû’, ‘demokrat’, ‘îslamîst’, ‘laîk’, ‘faşîst’ û hwd. binuxumîne (bixwiyê, xwe nişan bide).
– Hêza xwe ji dewletê digire, fermî ye û bi dewletê ve heye. Ew dewleta ku diparêze ne ya neteweyê ye, tam berovajiya wê, netewe, ya dewletê ye.
Li vê cografyayê, neteweperwerîya ku wek dîyarde (waqea) heye û serwere e, ev neteweperweriya tirk e. Ya ku civaka tirk dijehrîne, ya ku lê dixebite civakên din ji navê rake û îmha bike, îdeolojiya projeya siyasî ya TCyê ye.
Ji derveyê vê, heke em bên ser neteweperweriyên ku hene û yên ku gotinbêj bi israr dijitiya xwe wek ‘( Ez li dij hemû çeşîdên neteweperweriyê me.)’ îfade dikin, tablo ev e:
– Neteweperwerîya ermen, rûm, laz û hwd.e ku piştgeha wan a civakî ji alîyê TC ve li ser navê neteweperweriya tirk, bi jenosîdê ji navê hatiye rakirin. Ji ber ku ew bingeha civakî ya ku sipartek bû ji bo neteweperwerîya ermen, rûm, laz û hwd. bi jenosîdê ji navê rabûye, taleba wan ya desthilatiya siyasî (dewletbûyîn) jî lawaz bûye, û di eslê xwe de ew xwediyên wan teleban in ku wek xwe bijîn. Daxwaza wan ya esasî ew e ku neheqiya dîrokî (jenosîd) ku li wan hatiye kirin bê qebûlkirin, ji wan uzir bê xwestin û zerarên wan yên madî û menewî bên tezmînkirin. Neteweperweriya rûm, ermen, suryanî û lazan ew e ku wek civak bimînin, bên naskirin, bi pêşve biçin, mafên xwe yên jiyanê biparêzin ( xwe bi xwe rê ve bibin). Ev xwestinên wan heta tu bêjî meşru, pêşverû û demokratik in. Tê fêmkirin ku ev neteweperwerî hin caran û cih cih di nav xwe de dijîtî an dijmintiya tirk dihewîne. Divê ku yên li dij her awa neteweperweriyê ne, îzah bikin ka li dij çi yên vê neteweperweriyê ne.
Îcar em bêne neteweperweriya ku di hedefa esasî de ye. Loma, bi argumantên giştî bên veşartin jî neteweperweriya ku esas li dij derdikevin neteweperweriya kurd e.
Neteweperweriya kurd:
-Neteweperweriyek e ku xwedîyê pîştgehên dîrokî ye wek Şerefname, Ehmedê Xanî û yên kevintir jî.
– Xuyabûneke pêvajoya netewebûyîna civakeke otokton e, xwezayî û sivîl e
– Di têkiliya xwe ya bi neteweyên din re, xwe dispêre rêgeza ‘havnasîna beramber’. Hemû neteweyên cînar dinase û ji hebûna wan re rêz digire. Heman tiştî ji muxatebê xwe jî dixwaze
– Bingeha vê netewepeweriyê ew e ku dixwaze dawî li jenosîda domdar bîne ku ev e sed sal e têde ye û wek netewe hebe û bijî, pêşve biçe û derkeve ser dika dîrokê.
– Ne êrîşkar e, dixwaze êrîşa ber bi hebûna xwe ve rawestîne.
– Wek xelqekî qedîm yê Kurdistanê, rêz li heq û hebûnên siyasî, civakî û dîrokî yên hemû qewmên ku li Kurdistanê dijîn digire.
– Îdeolojiyeke giring ya pratîkên siyasî ye ku di hedefa wê de rizgarkirin û parastina rasteqînîyên welat û milet (heye) ku hatiye parçekirin û lê xebitîne îmha bikin.
-Îdeolojiya wan siyasetan e jî ku di hedefa wan de otonomi, federasyon, konfederasyon û serxwebûnxwazî heye. Ne tekîtîparêz e, xwediyê naverokên siyasî û teoriyên cuda ye.
Pêkan e ku em vê tabloyê dirêj bikin lê ne pêwist e. Di eslê xwe de neteweperwerîya kurd, li dij zilmê, xwediyê naverokek pêşverû û demokratik e.
Bê guman, di sahayeke fireh wek neteweperweriya kurd de, ew meyl hene ku diwarekî stûr di navber neteweyan de lêbikin, ew kîn û nefreta ku ji sîstemên dagirker dikin, ji neteweyên serwer jî bikin û hwd. Ev meyl bi sedemên xwe yên dîrokî ve dikarin bên fêmkirin û ev mijara niqaşên navxweyî ya kurdan e Ev rewş naveroka neteweperweriya kurd ya pêşverû û demokratik naguherîne.
Neteweperwerî li Başûr
Heta nuha neteweperweriya kurd tenê li Başûrê Kurdistanê ew jî qismen bûye îdeolojiya serwer. Pratîka neteweperweriya kurd li vî parçeyî li meydanê ye. Ev pratik ji her çeşîd meylên şoven dûr, pratîkeke ku xwe dispêre mafdarîya wekhev û hevnasîna beramber. Ji pratika vî parçeyî kurd gazindker in, ne ku civatên ne kurd (asûrî, ermen, turkmen) yên Kurdistanê. Pratîka li vir dûr e ji pratika netewe-dewletan ku bi tundî tê rexnekirin.
Bê guman ne hewce ye ku her kes neteweperwer be û ne rast e ku mirov hemû kesên ku xwediyên hedefên siyasî yên wek hev bin jî, li ser xeta neteweperweriyê berhev bike. Yên ku daxwazên wek otonomi, federasyon, serxwebûnê bi îdeolojiyên wek liberal, konservatîf, sosyalist û hwd. ve diparêzin jî hene û ev encama xwezayi ya netewebûyînê ye.
Aniha em vegerin serî û heman pirsê bipirsin. Ku hûn neteweperweriya kurd bi neteweperweriya tirk ve bikin yek û li dij derkevin, hûn ji kê re xizmet dikin? Argumentên we yên teorik û siyasî çi ne ku hûn li dij neteweperweriya kurd in?
Em fêm dikin ku hûn ne neteweperwerên kurd in lê li hember we netewepeweriya tirk û siyaseta tirk ya dêwasa, êrîşkar û jenosîdkar disekine. Ma hûn nabînin ku bi argumanta ‘em li dij hemû çeşîdên neteweperweriyê ne.’ hûn wê (neteweperweriya tirk) vedişêrin, bi hêz dikin û ji ber vê yeke jî diparêzin?
Neteweperweriya kurd û siyaseta kurdistanî mutefîqê xwezayî yê her kesî ye ku li vê erdnigariyê guherîn, veguherîn û şoreş dixwaze.
Kurdistana Serbixwe dirûşma herî şoreşger ya vê erdnigariyê ye. Bi dirûşma Tirkiyeya Serbixwe re têklihev kirin û li dij derketina vê dirûşmê, paşverûtî ye.
Di têkoşîna serxwebûna Kurdistanê de, neteweperwer, sosyalist, liberal û muhafazakarên kurd di heman bereyê de ne.
Hûn nikarin dijayetiya xwe ya ji bo Serxwebûna Kurdistanê, bi palavreya ( bi vira bêkiras) ‘em li dij hemû çeşîdên neteweperweriyê ne.’ veşêrin.
Hûn bi vê tevgerîna xwe li derdora neteweperweriya serwer roleke dij-şoreşger dilîzin.