Kurtenêrînek li ser dîroka nêzîk ya nifşa me. 2

Kurtenêrînek li ser dîroka nêzîk ya nifşa me. 2

Di çarçoveya heşt xalên diyarkirî ya di beşa yekan de mijara vê nivîsê MURAT CIWAN e.

Ji bo çi Murat Ciwan?

Berî salên 1980yî ew tevgera ku bi T-KDP, KÎP, PPKK (piştî sala 1980yî), DDKD, ŞIVANCÎ dihat binavkirin pêlek bû, pêleke xurt bû di nav ciwanan de û di nav girseya xelqê de berbelav dibû, damarê xîretê bilind dibû. Armanc Kurdistanake Yekgirtî û Serbixwe bû. Bawerî hebû, hêvî hebû, ji cesaret û fedakariyê re gotin tune bû û coşeke mezin pêl dida her derê. Û ez jî yek ji wan ciwanan din av wê tevgerê de bûm.

Lê mixabin navenda tevgerê, serkirdayetî ne di wê qabiliyetê de bû ku tevgerê bi awayekî şoreşgerî organîze bike. Loma teral û bê xem bûn û belkî jî hişmendiya wan têrî nedikir. (bê guman belkî îstisna hebûne)

Derbeya 12yê Îlonê (1980) çêbû. Armanc serxwebûn bû lê tevgerê xwe li gor vê amade nekiribû, lê dîsa jî hêvî hebû ku tevger xwe di zemanekî kurt de bide hev. Bê guman ji bo vê jî hin hewldan hebûne. Bi qasî zanîna min li dor sed û pêncî kadroyên tevgerê ku bikaribin dest bi şoreşê, bi têkoşînê bikin hebûne. ( Dîsa li gor zanîna min PKKyê bi sed û bîst kesan dest pê kiriye.)

Lê li milê din navenda tevgerê dibe dû beş(belkî jî pir beş) û niqaşên navxweyî jî dest pê dike. Û di ser re sê sal derbas dibe û dûre navend xwe (qaşo) nû dike û komîteyeke nû ava dike. Lê di vê navberê de bi giştî girseya tevgerê ji hev belav dibe, bê hêvî dibe û her yek li çareya serê xwe dinêre. Û komîteya nû jî hem nikare tevgerê ji nû de organîze bike û hem jî nikare biryara şerê çekdarî bide. Û tevger hildiweşe û pêvajoya têkçûyînê dest pê dike.

Ji çend aliyan de webal û felaketeke giran pêk hat. Di têkoşîna doza Kurdistanê  de şikestên mezin çêbûn. Bi hezaran kadro û alîgirên tevgera me hêvî û bawerîyên wan şikestibûn û ji hev belawela bûn û bi vê jî bedelên giran dan, ketine zindanan, firar man, bêkar man û belengazî kêşandin.

Hinek jî tevlî PKKyê bûn, ew xurt kirin û di sefên wan de telef bûn.

Û ya giringtirîn jî têkoşîna doza Serxwebûna Kurdistanê şikesteke mezin xwar û hîn jî dixwe, paş ket û girantir bûye.

Û mixabin berpirsiyarên vê şikest û têkçûyînê hîn jî ker û lal in. Hesab nedane û tu kesî jî bi berpirsiyarî sedemên têkçûyînê nenirxandiye. Jixwe naxwazin ev mijar bê rojevê loma gunehkar in, sûcdar in û bi xwe jî şkestxwarî ne.

Di vê pêncî saliyê dawîn de yek ji berpirsiyarê herî giring yê vê têkçûyîna doza serxwebûnxwaz ya Kurdistanê Murat Ciwan  e. Û bi ya min, di roja îroyîn de jî ew hîn jî  xizmet dike ji bo têkçûyînê, loma  êdî ew yekî entegrasyonalîst e û di siyasetê  de çalak e.

Jixwe gava ku ku mirov  li dîroka Murat Ciwan, li fetl lû futlên wî, li helwêstgirtin an nehelwêstgirtinên wî, li pratika wî dinêre mirov fêm dike ku serketina tevgerê ne mimkun bûye.

Em dikarin di çar peryodên demê de li pratîka wî mêze bikin:

1- Berî  salên 1980yî, ew ji tevgereke din (KDP) transferî tevgerê bûye. ( Bi qasî ku agahiya min jê çêbûye) Ev peryod giring e. Ji bo çi ji tevgera xwe ya pêşîn qetiyaye, pişta xwe daye wan. Ji bo çi û bi çi hêviyê  tevlî vê tevgerê bûye? Çi jê re hatiye wed kirin? Bazarek çêbûye an na?   Û ji bo çi hatiye transferkirin? Bersîvên van pirsan giring in. Ku em bersîvan bizanibin em baştir wî nas bikin.

2- Piştî salên 1980yî em wî di tevgerê de çalaktir dibînin lê êdî tevger parçe dibe û dibe du beş. Li milekî din jî tevger xwe ji şerê çekdarî re amade dike. Murat piştî sala 1983 dibe serokê PPKK û dibe berpirsiyarê herî selahiyetdar lê tevger biryara şerî nade û tevger nikare xwe li gor şertan nû bike û ji taqet dikeve. Murat Ciwan di vê pêvajoyê de berpirsiyar e ku tevger nikare xwe nû bike û xwe ji nû ve rêk bixe. Û berpirsiyar e ku li gor armanca xwe ya stratejîk dest bi têkoşînê nake. Niqaş û bûyerên di nav tevgerê de çi ne, pêvajo çawa meşiyaye em pê nizanin. Loma ji raya giştî re nehatiye îzahkirin. Elbet di vê pêvajoyê de berpirsiyar ne ew tenê ye lê tu kesî jî pêvajoyê nanirxandiye. Xwe ker dikin ji ber ku şirîkên hev in di têkçûyînê de.

3- Piştî demekê Murat Ciwan ji tevgera têkçûyî  diqete û dibêje ew ê li ser ziman, çand û dîrokê bixebite.  Lê bi rastî jî ji bo çi  ew ji serokatiyê dev berdide, em pê nizanin. Fêm dike ku têrî nake? An dibêje çawa be tevger têkçûye ez xwe xilas bikim? An jê re ne xem e?  An hay ji bêqabiliyeta xwe dimîne, an di serî de ew şikest dixwe?

Piştî çendekê (piştî  salên 2000î) em dîsa wî bi lidarxistina sîteyekê bi navê NETKURDê li sahayê dibînin. Lê dîsa em Murat Ciwan li ser navê rewşenbîriyê lê wek siyasetmedarekî dibînin. Loma ew hem di Netkurdê de nivîsên siyasî dinivîse û hem jî tevlî programan dibe siyaset dike.

Lê îcar êdî Murat Ciwan ne serxwebûnxwaz e transferî  entegrasyonparêziyê bûye. Ew bi rêzenivîsekê (4-5 beş) teoriya xwe ya entegrasyonê  deklere dike. Êdî ew li dij Kurdistaneke Serbixwe ye. Dibêje  bila tirk û kurd li ser ‘ortak vatanekê’ bi hev re bin.Û dibêje ev ji bo kurdan baş e û çêtir e.

Di wan deman de ‘Pêvajoya Îmraliyê’  an ‘Pêvajoya Aştiyê’ dest  pê kiriye, xebat û niqaşeke dijwar didome. Ev pêvajo ji bo entegrasyonparêzan dibe dewet û şahî.

4- Murat Ciwan piştî ku ji xwe re bingeha teorîk ya entegrasyonê  datîne, êdî vedigere û li metropolên Tirkiyeyê û li Kurdistanê derdikeve  sahaya siyasetê. Lê siyaseteke eşkereyî nameşîne, pêşî xwe dide nasîn ka çiqas zana û entelektûel e û lê dixebite ku bingeha entegrasyonparêziya xwe jî bi cî bike.

5- Pêvajoya aştî û Îmraliyê jî qediya, entegrasyonparêz dê çi bêjin ez nizanim. Lê Murat Ciwan  dîsa li sahayê ye û çîrokan dibêje.  Mimkun e ku guzergaheke nû keşif bike. Bê guman ku hewceyî dibîne gotinên kurdewarî jî jê kêm namînin loma li gor atmosfera siyasetê ji xwe re rê vedike

Dîsa di çend xalan de, derbarî  Murat Ciwan de çend gotinan bêjim.

1- Murat Ciwan berpirsiyarekî giring yê têkçûyîna tevgerekê û bi wê ve girêdayî yê doza miletekî bû. Berpirsekî bû ku bawerî, hêvî û cesareta tevgerekê şikênandiye. Tehrîb kiriye, reviyaye  û  gunehekî mezin kiriye. Lê hesabê vê nedaye. Û herwekî zanayekî kurd li piyasê ye.

2- Rehet rehet tevdigere herwekî tu tişt nebûye, herwekî ku têkçûyîneke pêncî salî tune ye, li çavên însanan dinêre.

3- Dikeve kûraya dîrokê çîrokan dibêje lê behsa xwe û tevgera xwe nake. Dîroka vî pêncî saliya dawîn şîrove nake. Berî dîroka kurdên merwanî û hwd. dîroka nêzîk ji vê miletê re lazim e. Ew di vî pêncî salî de hem aktor e hem şahîd e û hem jî berpirsiyar e. Lê sedemên têkçûyîna xwe û tevgerê nabêje.

4- Murat Ciwan di demekê de serokatiya tevgereke serxwebûnxwaz kiriye û aniha alîgir  û teorîsyentiya entegrasyonalîstiyê dike. Ev etîketa wî ya ‘lîderekî kevin yê tevgereke kevin’ hêzekê didê û li dij tevgera serxwebûbxwaziyê tê bikaranîn û tê fikirîn. Û ew jî vê baş bi kar tîne.

5-  Bi rastî jî Murat Ciwan semîmî be tenê dîroka xwe, zefên xwe kêmasî û xetayên xwe, tecûbeyên xwe yên derbarî têkçûyînê de binivîse û li ser vê konferansan bide dê xizmeteke baş ji bo nifşa bê bike. Bê guman ew dikare vî karî baş bike û qenciyeke mezin jî dê  li doza Kuredistanê bike. Lê nake. Loma hesabên wî hene ji bo kesaniya wî.

6- Ew xwe çawa terîf dike ez nizanim lê heke ew rewşenbîr,  zana , rûspî be dê di serî de xwe rewşen bike. Ûzir bixwaze ji vî miletî ku xirabî lê kiriye. Xwe rexne bike û jê ders hilgire û wan dersan debasî nifşa bê bike. Lê vê nake.

7- Bê guman Murat Ciwan zana ye, hesab û kitaban zane, dizane ka dê çi bike, çi bêje û çi binivîse. Haya wî ji pêvajoyan heye, dizane ka ji bo wî çi bi kêr tê û li gor xwe programeke wî heye. Elbet hin caran tiştên rast dibêje, hin tesbîtên rast jî dike û dixwaze di nav civatê de qedir û qîmeta wî hebe û ji bo vê dixebite.

8- Lê armanca wî ya stratejîk giring e. Nêrînên xwe dixwaze bi çi ve girêde? Dixwaze berê kurdperweran bide bi ku alî ve? Ji bo entegrekirina kurdan bi tirkan ve, ji bo bihevre jiyanê?

Ez bi xwe tu taybetiyeke Murat Ciwan nabînim. Li ser dîrokê diaxive û dinivîse lê dîrokzan an dîroknas nîn e û dîrokê jî li gor kesaniya xwe dinirxîne. Zimanzan nîn e, ji pirtûkên Qanadê Kurdo û ji Celadet Bedirxan pirtûkeke rêzimanê nivîsiye lê ne kêrhatî ye. Mirovekî ji rêzê ye. Lê hewayeke wisa çêkiriye ku ew pispor, rewşenbîr an otororîteyekî ye. Hin derdorên wî jî an hêzek wî derdixe pêş û payekê didin wî. Ev ji çî tê?

Etîketeke wî heye, di demekê de serokatiya tevgereke xurt kiriye an jî apoletekê li ser girmilkên wî heye û hem ew bixwe û hem jî hin hevalên wî li gor vê apoletê qîmetek didinê û wî derdixin pêş.

Lê yên xudan apolet an xudan etiket, gava têk diçin an zerar didin saziya xwe tên darizandin, hesab ji wan tên pirsin.

An jî ew bi xwe hesab didin û xwe bi xwe dadirizînin û berpirsiyariya xwe ya têkçûyî hiltînin ser milên xwe. Û wê dîrokê bi awayekî rast dinivîsin.

Murat Ciwan ne ku xwe li gor doza Kurdistanê eyar dike û li gor wê tevdigere, lê, lê dixwebite, cehd dike ku doza Kurdistanê li gor takekesiya xwe eyar bike. Û mixabin beşek ji siyaseta kurd jî vê îmkanê didinê.

Heyf, hezar car heyf, em ji dîroka xwe, hem jî ji dîroka xwe ya nêzîk ders nagirin! 

Însanên têkçûyî radibin ji me re çîrokan dibêjin û em jî guh didin wan, herwekî di vê pêncî saliyê de tu tişt neqewimiye!

Ev nabe û çênabe!