-Hûn zanin nêrîna raya giştî dibêjin li Bakurê Kurdistanê Tirkîye li serlêdana Serokê Hukumeta Herema Kurdistanê bi Tirkîyê çewa hatiye dîtin û nirxandin?
-Ez dikanim nêrîna xwe di derheq hevdîtinê de bêjim. Dîplomasî karekî balkêş e senatek e û gelek car di navbêyna dijminan de jî karê dîplomasî dimeşe. Wek e nimûne niha di navbêna Dewletê Yekbûyî û Emerîka û Çînê de jî têkilîyê dîplomatîk hene.
Em jı Kurdistanê re lê dınerın, dema ku em ji li Kurdistanê lê digerin ev teref ji me re usa xuyadikin; Seroka Hukumata Başûrê Kurdistanê, serokê parçak axa Kurdistanê ye û Başûrê Kurdistanê sedî 18yê axa Kurdistanê ye.
Li aliyê vî alî Tirkîye heye, dewleta Tirkîye li Bakûrê Kurdistanê dewletek dagirker û jenosîdkar e. Di heman demê de di vê rojê deî li sê parçê Kurdistanê şerekî tund û dagirkerane dimeşîne. Dema em li van her du terefna dinerin, bi me tekilîkî balkêş xuya dike. Du sê xalan de em dikarin binirxînin.
Yek, pêwendîyê ekonomîk, pêwendîyên aborî, ev di nabêna her dewletan de çi dostên hev çi dijminên hev pêvendîyên aborî asayî ne. dî warê sîyasî de dema em lê diniherin pêvendîyên taktîkîne e vana. Tu têkilîyek stratejîk, dostayeyîk e stratejîk di nav Başûrê Kurdistanê û Tirkîyê de ne pêkan e.
Bi sedem Tirkîye dijminê dewletbûyîne Kurdistanê ye û di 2017yan de serdema referandûma Başûrê Kurdistanê de ew pir eşkere anîn ziman. Li ser sînorê Başûrê Kurdistanê de tatbîkatê leşkerî pêkanîn. Gotin em tu awayî qebûl nakin ku Başûrê Kurdistanê bibe dewletek sebixwe.
Lê pêwendiyê taktîkî mecbûrîyetê re reel-polîtîk in. Heta radeyekê em dikanin fahmbikin van tekilîyen reel-polîtîk. Lê biya min divê tim bi sînor be têkilîyên Başûrê Kurdistanê û dewleta Tirkîyê. Divê tim bi sînor be û rêvebirên Başûrê Kurdistanê dema ku bi Tirkîyê re didin distînin, divê bizanîn ku li Bakûrê Kurdistanê 25-20 mîlyon kurd di bin zilm û zordarîya vê dewletê de ye. Û Tirkîye dagirîya xwe tenê li Bakûrê Kurdistanê jî sînor nake. Weke tê zanîn, Efrîn dagirkirine, Serê Kanîyê dagirkirine, Girê Spî dagirkirine. Li Başûrê Kurdistanê li dor 20 heb baregahê eskerî vekirine. Her roj bombebaran dikin. Hevîya me ew e ku rêvebirê Başûrê Kurdistanê têkilîyê xwe bi Tirkîyê re rastîya Bakûrê Kurdîstanê bigirê berçav.
–Hevkarê min pirsî dibêje; têkelîyên di navbera Hewlêr û Enqereyê tenê di alîyê enerjîyê de xwe dibînin? Yan jî îmkan tê de ye hîn warên din de jî pêşde bikevin? Taybetî mebesta wî li serdema nu ye Erdogan e?
-Dema nu ya Erdogan û dema Erdoganî kevn tu cudahîkî mezin di nav de tune ye. Îro dewleta Tirkîye, di krîzek e girîng de ye. Hem dîwarê ekonomî de, hem dîwarê sîyasî de, heta di dîwarê civakî û çandî de tûşek krîzek girîng bû ye. Lewma hewl dide ku di heremê de berê dijminatiya wan kiriye, têkilîyê xwe asayî bike. Bi Îsraîl re danûstendin dike, Misir re dike, hewl dide têkilîyê xwe bi Sûrîyê re asayî bike. Perçakê vê syaseta nuh, dixwazin têkilîyê xwe bi Başûrê Kurdistanê re jî asayî bikin. Lê divê em tim bizanîbin ku danûstendin bi dewleta Tirka re xeterî ye. Bi sedem, dijminê hebûna Kurdistanê ye dewleta Tirkîye.
-Başe lê hêja ye Fuad Onen, rastîyek jî heye, we destpêka axaftina xwe de jî kerem kir, we got dîplomasiya pir girîng e. Herema Kurdistanê statuyek heye, parlemen heye, hukumet heye li çarçove Iraqa federal da, neçarî diristkirina peywendîya ye bi dost û dijmin ra, wê çaxê çima li Bakûrê Kurdistanê hinekî hestîyar, derheqa başbûna peywendîyê di navbêra Hewlêr û Enqerê de tê nirxandin û dîtin, sedem çi ne gelo?
-Bi sedem; dewleta Tirkîyê, bo me djmin e. Dagirkerê welatê me ye. Yanê du dewlet hene li rojhilata navîn yek jî Îran e ya din Tirkîye ye. Her du dewlet jî hebûna Kurdistanê ji xwe re xeterîyek mezin dibînin.
Dema di referandûmê de me pir zelal dî. Dewleta Îranê û dewleta Tirkîye, Bexda û Heşdî Şabî giş bi hevdû re, gişa bi hevdu re hucûmî Kurdistanê dikirin. Ez bi awakî mecbûrîyetê reel-polîtîk fahm dikim. Lê tu carî ne bi dilêmeye ku li medya Başûrê Kurdistanê de rêvebiriya Tirkîye bê pesinandin û qala têkilîye dostaneyê stratejîkî bê kirin. Bi dijmin re dostayîk nabe. Yanê dîplomasîyek dijminatî dimeşe, em vê jî fahm dikin.