Nîzama dagirkerên Kurdistan û raperîna kurdên rojhilatê Kurdistan

Nîzama dagirkerên Kurdistan û raperîna kurdên rojhilatê Kurdistan

Tevgera azadîya Kurdistanê li dijî nîzama dagirker e. Hedefa tevgerên Kurdistanî, ne ku îşte Îranê demokratîze bikin, mafê mirovan qebûl bikin, rejima îslamî here, rejimek laîk were. Hedefa tevgerên Kurdistanî ev e ku dagirîya dewleta Îranê li Kurdistanê bi dawî were. Ji ber wê jî dibê pir em cudahîk cidî têxin di navbêna têkoşîna li Kurdistanê û muxelefata Îranê. Hedefê vana ji hev cuda ye. Yanê, di nav Ecaman de dixwazin em bêjin desthilatîyek hîn nîv demokrat were, Yê me kêşeyan me ne ew e. Kêşeyan me dagirîya dewleta Îranê ji holê rabe. Rojhilatê Kurdistanê wek parçeyekî Kurdistanê azad be. Ber bi serxwebûnê ve biherike.

Mamoste Fûad, Ev bêdengîya kurdan dijî êrîşê Îran û Tirkîyê hûn çawa diniexînin , hûn çawa analîz dikin? Lazim e kurd çi bikin, gelê kurd çima ewqas bêdeng e? Fermo.

-Em di rojhilat de destpêbikin; em Simko, Şex Ubeydilah daynin alîkî, damezirandina Komela JK em esas bigirin, ev 80 sal e; şerekî bêeman dimeşînin li Rojhilata Kurdistanê. Gelek car xurt dibin li ser gelek axa Rojhilatê Kurdistanê serwer dibin. Gelek car dişkên. Di van salan de rêvebirê Îranê gelek hatin guherandin. Berî Qaçarî bûn, dûr bûn Pehlewî, dûr bûn îcar darbeya Xumeynî. Gelek nîzam hate guherandin lê karaktereke dewleta Îranê nehate guherandin. Ew karekter jî karektera dagirkerîyê ye.

Yanê, dewleta Îranê hukûm li gelek welatan diki.  Belucîlastinê diki, li beşek Azerbêycanê diki, beşek li Kurdistanê diki. Ev karakterê vê dewlete nehate guherandin. Ji ber wê tevgera azadîya Kurdistanê ne li dijî vê rêvebiriyê an wê rêvebirîyê ye.

Tevgera azadîya Kurdistanê li dijî nîzama dagirker e. Hedefa tevgerên Kurdistanî, ne ku îşte Îranê demokratîze bikin, mafê mirovan qebûl bikin, rejima îslamî here, rejimek laîk were. Hedefa tevgerên Kurdistanî ev e ku  dagirîya dewleta Îranê li Kurdistanê bi dawî were. Ji ber wê jî dibê em cudahîyek cidî têxin di navbêna têkoşîna li Kurdistanê û muxelefata Îranê de. Hedefê van ji hev cuda ye. Yanê, di nav Eceman de dixwazin em bêjin desthilatîyek hîn nîv demokrat were, Yê me kêşeyan me ne ew e. Kêşeyên me dagirîya dewleta Îranê ji holê rabe. Rojhilatê Kurdistanê wek parçeyekî Kurdistanê azad be. Ber bi serxwebûnê ve biherike.

Ji ber vê yekem, dive em ji hev cuda bikin. Yan dudûyan dewleta Îranê û dewleta Tirkîye karê xwe dikin. Dewletên dagirker in. Her du dewlet jî dizanin ku Kurdistan ne tenê Rojhilat e, ne tenê Bakûr e; Kurdistan Bakûr e, Rijhilat e, Başûr e, Rojava ye.  Ji ber wê ye ku her du dewlet jî xwedî plan in bona parçeyên li derveyî serwerîya wan.

Wek nimûne dewleta Tirkîyê li sê parçeyên Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne. Tenê ne dagirkerê Bakûrê Kurdistanê ye, sê bajarên, sê navçeyên Rojavayê Kurdistanê jî dagirkirî ye. Û her meydan dixwîne  dibêje em rê nadin ku kurd li wê derê bi desthilatbin. Heman karî dewleta Îranê jî dike, dewleta Îranê jî esasen sê parçeyên Kurdistanê şerekî didomîne. Hem li Rojhilat, hem li Başûr, hem li Rojavayê Kurdistanê heye, dewleta Îranê.

Dema em ji vir de lê dinêrin her du dewletên dagirker; di sîyaseta xwe de ji sîyasetên, gelek partîyên kurdan bêtir Kurdistanî difikirin. Tenê li ser parçeyekî li meseleyê nanêrin.

Îran dizane ku dema Hewlêr sebixwe be, ew wek berê nikane Rojhilata Kurdistanê îdare bike. Tirk dizanin ku Hewlêr, Qamişlo, Sanandaj ber bi azadbûnê ve biherikin dewleta Tirkan dê nikanîbin Bakûrê Kurdistanê wek berê bi rêvebibin. Ji ber wê vê  sîyaseta van her du dewletan Kurdistana mezin esas digirin û li her parçeyên Kurdistanê xwedî bernameyên sîyasî ne.

Li dijî vê, divê partîyên me yên sîyasî jî, ji tune de qandî dagirkerên xwe Kurdistanî bifikirin. Û bizanîbin ku xelasî de yek parçeyêkî de ne mimkûn e.

Erê parçeyek dikane  di pêşîya ê din de be. Weke nimûne îro li Başûrê Kurdistanê nîv dewletek me heye. Her çend nêvîyê axa wê dîsa di bin dagirîya Iraqê de be jî nîv dewletek me heye.

Li Rojavayê Kurdistanê statûyek me ya ne dîyar heye. Rojava bûye  Bakûr Rojhilati Sûrîye, ew ê bi ku de biherike em nizanin. Rojhilat, raperînek gelek cidî li darxist, miletê Rojhilatê Kurdistanê. Bakûr vî çendî bêdeng e. Temam tiştê usa dibe lê wek hedefek stratejîk jî dibê em bizanibin ku rizgarî, xelasîya Kurdistanê bi hişmendîya Kurdistana mezin pêkan e.

Her çar dewlet jî, dema ku parçeyên din tevgera rizgarîyê, azadîyê, serxwebûnê pêş nekeve, dikanin parçeyekî bifetisînin. Yanê îro, her çar dewlet bi hevdu re hicûmî Başûr dikin, hucûmî Rojava dikin; gerek sîyaseta Kurdistanî, ji dijminê xwe tune de fêr bibe ku rêya çareserîyê di hişmendîya Kurdistanî de ye, ev yek.

Raperîna Rojhilat, birra jî di vî çil-pêncî salê dawîn de raperînek pir cidî bû. Mılet, bi jin, bi zarok, bi kal, bi pir bi herkesi beşdarî vê raperînê bûn.Di destpêkê de seranserê Îranê jî deng veda. Lê birayê Rostem çêtir dizane wekû em dibînin, bêtir anûka girîngî li Rojhilatê Kurdistanê ye, kismen li Belûcîstanê ye. Sedema ku li van deran esarge dibe, dewleta Îranê herî zêde hesaba ji van herdu deveran dikin.

Ji tevgera milî ya Kurdistanê û ya Belûcîstanê hesaba dikin. Azerî, hesabê wanî cuda heye. Azerbeycanek ji xwe heye. Di şerê Ermenîstanê û Azerbêycanê de pirsgirêk di navbêna Îranê û Azerbeycanê de heye ew dikane bandor li azerîyan bike. Lê divê em bizanîbin ku herkes xwedî bernameyek e.

Yanê, dewleta Îranê bernameya wê heye, Azerî bernameya wê heye. Ji bo me ya herî mihûm bernameyek stratejîk û yekgirtî, di nav hêzên Kurdistanî de derkeve. A ku esasen em dikanin li ser biaxifin û dê ji me re bibe çareserî hesabê kurdan ya yekgirtî ye. Hesabekî stratejîk û yekgirtî lazim e ji sîyasetê Kurdistanî re.

Mixabin me ev merhale dabûr nekirî ye. Lê dibê em bizanîn ku hesabekî yekgirtî û stratejîk tune be, yekîtî û serxwebûna Kurdistanê em nekin hedef ji xwe re, rizgarîya Kurdistanê zehmet e. Em ne ku merhelaleyê demkî paşçav dikin.Yanê federasyon dibe, otonomî dibe nizanim hîn mafê çandî dibe. Vana her ew ê hebin bo vê em ê têbikoşin. Lê hedefa stratejîk a ku em dikanin jê re bibêjin çareserî; di yekitî û serxwebûna Kurdistanê de ye.