REWŞ LI BAKURÊ KURDISTANÊ

REWŞ LI BAKURÊ KURDISTANÊ

Fuat Önen

Van salên dawiyê hemû partiyên Tirkiyeyê bi yekdengî yek hevokekê bi kar tînîn, dibêjin meseleya me mijara bekayê ye, yanê mijara mayîn û nemayînê ye. Dewlet xwe di xeteriyeke wisa de dibîne ku ev pêvajoya li pêşiya wan xeternak e û ev dewlet dikare ji holê rabe. Baş e ev dewlet çi ji xwe re xeternak dibîne? Ku ji bo wan bûye meseleya bekayê yanê mayîn an nemayînê. Kifş e ku kêşeya Dewleta Tirkan ya bekayê mijara Kurdistanê ye. Dewlet difikire ku Kurdistanek hebe, ev dewlet qet nebe dê wek berê nemîne. Ji bona vê, çi karî dike?

Di vê sedsala dawiyê de, Dewleta Tirkiyeyê li sê parçeyên Kurdistanê şerekî tund û dagirkerane dimeşîne. Ew vî şerî di serenserê Kurdistana Osmaniyan de didomîne, ne tenê li Bakurê Kurdistanê, ev dewlet li Kurdistana Osmaniyan şer dike. Her roj Başûrê Kurdistanê bombebaran dike û li wê derê gelek baregehên wan ên leşkerî hene û li wê derê jî hedefa wan Şengal e. Li Rojavayê Kurdistanê, ji Cerablûsê heya Efrînê dagir kirine. Ev balkêş e ku Efrîn û Şengal ji bo wan du nuqteyên stratejîk xwiya dike. Efrîn ji bo pêknehatina axa Rojavayê Kurdistanê giring e. Şengal di sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye. Heke axa Başûr û Rojava bibe yek û derkeve qada dîrokê û bibe dewlet, dê ev nehêle ku li Bakurê Kurdistanê jî dewleta wan bimîne.

Ev dewlet ji bo wê jî, vê, ji bo xwe meseleya bekayê dibîne. Divê di serî de em helwesta dewletê ya stratejîk baş binirxînin. Ev jî ew e ku meseleya bekayê ya tirkan hebûna Kurdistanê ye. Hebûna Kurdistanê ji wan re mijara bekayê ye. Ew vê li ser du tiştan pênase dikin: Yek, li ser peyva ‘teror’ê, ya din jî dibêjin Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û heta Dewletên Ewropayê jî li pişt vê projeyê ne ku dixwazin dor me bi Kurdistanê dorpêç bikin. Lê peyva wan ya ‘teror’ê jixwe vala û bêwate ye. Ew vê peyvê wek peyveke sîyasî bi kar tînîn. Heke ev peyv di cihê xwe de bê bikaranîn, divê mirov ji dewleta tirkan re bi kar bîne. Dema ku çarsed kîlometre sînorên wan yên bi Suriyeyê re di kontrola rêxistinên ku huqûqa navdewletî jî wan wek terorîst dipejirîne, wek DAÎŞ û Ehrar û Şam, ku sînorên wan di destên wan grûban de bû, dewleta tirkan nedigotin ev ji bo me mijara bekayê ye. Yanê mijara bekaya vê dewletê ji tehdîda terorê û terorîstan pêk nayê.

Heke ewên li wê derê kurdistanî bin û ihtimal hebe ku dê Kurdistanekê ava bikin wê çaxê ji bo wan dibe mijara beqayê.

Meseleyeke din jî ev e ku Bakurrojavayê Kurdistanê kirin zindaneke vekirî. Li her derê, çi çiya, çi bajar, çi deşt, li her derê wê bûne baregeh, ciyên/nuqteyên leşkerî û bi vî awayî dagirkirine. Û her dengekî ku li dijî vê nîzamê derdikeve dadgehên wan, wî, wek karekî terorîstî bi nav dike û diavêjne zindanan û zindanên wan bi hezaran kurd tejî ne. Hemû sedemên wan girtinan jî bi terorê bi nav dikin. Yên ku tu eleqeyên wan bi tu partiyan tune bin jî heke li ser Kurdistanê analîzekê bikin, ew dibêjin te propagandeya armancên rêxistina terorê kiriye û diavêjine zindanan.

Elbet ji bo ku mirov rewş û siyaseta dewletê fêm bike divê ku mirov firehtir lê binêre, li herêmê û li dinyayê binêre û wisa dixwiyê ku panzdeh bîst salên li beriya me, li herêmê jî, li dinyayê jî şer her ku here dê berfirehtir bibe. Yanê di demeke nêz de divê ku em ne li bendê bin ku dê li herêmê aramî pêk bê. Berevaciya vê, ew şerê ku aniha li Suriyeyê, li Iraqê, li Yemenê, li Libyayê, li Filistînê û li Îsraîlê dimeşe dê belavî dewletên din jî bibe. Ev jî ji bo me tiştek dibêje ku divê siyaseta Kurdistanê vê rastiyê bibîne. Ev şer dê di panzdeh bîst salên beriya me de bidome û dê her berfireh bibe.

DIVÊ KU KURD Bİ ÇÎROKÊN AŞTIYANE XWE BÊ SÎLEH NEHÊLIN
Rewşenbîr û siyasetmedarên Kurdistanê divê ku bi çîrokên aştiyane miletê xwe bê sîleh nehêlin. Her kes xwe ji şerekî re amade dike. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkî xwediyên projeyên pêncî salî ne. Her çar dewletên dagirker di hindur vî şerî de ne û di vî şerî de esas hedefa wan ya stratejîk ew e ku Kurdistanek dernekeve meydanê. Di van şertan de em xwe bi xeyalên aştiyane mijûl bikin em ê miletê xwe di warî fikrî de bêsîleh bihêlin.

Rojên pêşiya me dê hîn tundtir derbas bibin. Têkoşîna li dij dagirkeriyê li her çar parçeyên Kurdistanê dê tundtir bibe. Her dewlet xwedî hesabek e û xwediyên hedefên stratejîk in. Di siyaseta kurd de hişê ku em herî pê lawaz in, hişmendiyeke stratejîk, hişmendiyeke dewletbûyînê di hindur siyaseta kurd de ne pir xurt e. Û temamê dijminên me jî ji bo ku em nebin dewlet, nebin xwedîyê stratejiyên zelal stratejiyên wan hene. Di hindur van stratejiyên wan de beşê leşkerî, beşê psokolojîk, beşê îktisadî û hwd. di dewrê de ne ku Kurdistan nebe dewlet. Sinifa me ya siyasetê jî dema ku di vî warî de ne xwediyê stratejiyekê be ev destê Sîstema Serweriya Tirk xurt dike
.
Em nikarin PKKyê wek partiyeke unîform, partiyeke yekdeng an partiyeke xwedîxeteke sîyasî û biîstiqrar binirxînin. Di serî de PKK di bin bandora gelek dewletan de ye. Li ser Îmraliyê re Dewleta Tirk beşeke xurt ji PKKyê kontrol dike û tevgera legal HDP jî alava legal ya kontrolê ye. HDP enstrumaneke wisa ye ku mijara ‘Kurdistan’ê li Bakurê Kurdistanê veguhêzîne bike mijara ‘kurd’. Yanê rasteqîniya welat û neteweyê kurd bincil bike û kêşeya Kurdistanê bike wek kêşeya yeko yeko hemwelatiyê vê dewletê yê kurd ku mafê wan yê çandî û demokratîk xesib bûye û heke ev mafên wan bên dayîn dê ev kêşe çareser bibe.

Bi sedem ku PKK tenê ne li Bakur, êdî giraniya xwe esasen ji Rojava digire, hevkêşeya Rojavayê Kurdistanê ya van salên dawîn ku PKKyê li ser lingan dihêle ev e. Em nikarin PKKyê tenê di hindur Bakurê Kurdistanê de binirxînin. Û ew li ser Şengalê, Qendîlê, Çiyayê Metînan û li Başûr jî xwedî cih e, xwedî bandor e û mudaxilê sîyaseta Başûrê Kurdistanê jî dibe. Li Bakurê Kurdistanê destêwerdana Dewleta Tirkiyeyê bi xurtî xuya dike û di sahaya vekirî an legal de wisa dixwiyê ku ji kontrola PKKê bêtir kontrola Dewleta Tirkiyeyê heye li ser Ocalan re.

Hebûna wê li Başûrê Kurdistanê heya van salên dawîn destekî wan bi dewleta Tirkiyeyê li ser Ocalan re, destekî wan yê din jî bi Dewleta Îranê re dimeşiya. Lê vê dawiyê Emerîkî jî tevlî vê hevkêşeyê bûn li ser PYD û YPGyê re. Aniha PKK wek ku hatiye li ser niqteya biryarê yan jî ber bi wê niqteyê ve diherike. Di vî şerê herêmê de, dê PKK îtifakên stratejîk bi kê re bifikire? Ev ne tenê ji bo PKKyê wisa ye, ji bo hemû partiyên Kurdistanê jî rastiyek e. Itifakên stratejîk li gor stratejiyan diguhere. Stratejiya siyaseta kurdistanî ger ku ‘dewletbûyîn’ be, em nikarin bi dewletên cihanê yên statukoparêz re îtifakên stratejîk deynin. Em dikarin itifakên taktîkî deynin. Wek nimûne Dewleta Rusya wer xwiyaye ku li Suryeyê, li Iraqê jî di hindur yekitiya axa wan dewletan de mafên kurdan diparêzin. Dixwaze li Başûrê Kurdistanê federasyona kurdan hebe. Li Rojavayê Kurdistanê jî ji otonomiyê bigre heta federaliyê jî dê di eniyê de li hember dernekevin. Heta di nav van civînên navdewletî de û danûstandinên bi PYD/YPG û PKKyê re dibêjin em tereftar in ku mafên kurdan yên demokratîk bê cîbicîkirin. Lê siyaseta Rusyayê li herêmê parastina statukoyê ye. Li hember hicûma Emerîkiyan, Biritanyayê û hevalbendên wan yên Ewropayî, di panzdeh bîst salên li pêşiya me de, xwedî siyaseteke statukoparêz e. Siyaseta kurdistanî jî li dijî statukoya siyasî ya heyî ye. Ji bo wê bi awayekî stratejîk îtifak di navbeyna siyaseta kurdistanî û Rusyayê û hevalbendên wan yên herêmê de ne pêkan e.

DIVÊ KU STRATEJIYEKE KURDAN YA VEKIRÎ Û ZELAL HEBE
Ne tenê PKK, temamê partiyên Kurdistanê di vê nuqteyê de ber bi qonaxa dawî de diçin û divê biryar bidin. Îro di navbera Rus û Emerîkiyan de cî bi cî nermayî heye. Ew rêya manevrayê didin. Lê ku li hember hev tund bibin, her du teref jî ku ji kurdan bixwazin sefê xwe zelal bikin, kurd dikarin bi terefên ku dixwazin li herêmê û li cihanê statuko bê guhertin re hevpeymaniyên stratejîk bikin. Lê ji bo ku tu hevpeymanên stratejîk bikî divê ku stratejiyeke te ya vekirî û zelal hebe. Di vê nuqteyê de siyaseta partiyên kurdistanî di têkiliyê wan û bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkî re ne zelal e û şîlobûn di alî kurdan de heye. Ji 1998yan heta 2017an partiyên me yên Başûr bi emerîkiyan re tevdigeriyan û li gor daxwazên emerîkiyan Iraqê ji nûh de kirin dewlet. Tevî emerikiyan beşdarî operasyonên li dijî DAÎŞê bûn, li derveyî sînorên Kurdistanê jî tevlî bûn. Lê stratejiyeke wan ya esasî ku ji alî emerîkiyan ve bê pejirandin jî li holê nîn bûye. Ev bi referandomê re derket holê, wê çaxê jî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkî jî yên Ewropayî jî yanê sîstema dewletan ya cihanî li hember derket û pîştî referandomê karesata Kerkûkê qewimî.

Heman tişt li rojava jî heye. PYD/YPG diherin Raqayê, Deyrezorê şer dikin û li gor ku ew dibêjin li dor 1500 gerila jî li wir winda kirine. Lê ne li ser axa xwe ne û ne jî xwedîyê stratejiyekê ne û hedefeke wan ya sîyasî li ser axê ne dîyar e. Ev karê Emerîkiyan rehet dike lê karê siyaseta kurdistanî zehmet dike. Bi sedem ku di serî de li ser axê û bi hedefên stratejîk, tu beşdarî van têkiliyan nebûyî. Wek pêkhateyeke Dewleta Iraqê, wek pêkhateyeke Dewleta Suriye tu van têkiliyan dimeşînî, ew jî çi çax bê hesabê dewletan dibêjin em yekitiya axa dewletan diparêzin û ji bo wê jî ji bo me Kurdistaneke serbixwe ev dem ne guncav e.
Bi giştî partiyên me yên siyasî êdî divê bi hişmendiyeke stratejîk li cihanê, li herêmê û li dewletên dagirker binihêrin. Partiyên me yên ji derveyî HDP û PKKyê jî li Bakurê Kurdistanê xwediyên hişmendiyeke stratejîk nîn in. Çi di mijara hilbijartinan de, çi di avakirina platforma zimanê kurdî de û çi kar û barê wan yên din de hişmendiyeke stratejîk tune. Heta ku hişmendiyeke stratejîk li ser axa Kurdistanê bi partiyên me yên siyasî re ava nebe, di serî de dewletên dagirker û her dewlet û her aktorên siyasî dikare bi me bilîze. Ji bo ku nekaribin bi me bilîzin divê ku tu hin nuqtan de tewîz nedî, xwedî biryar bî û hedefên we yên stratejîk zelal bin û ew ji bo we derveyên niqaşê bin. Gava ku wisa be û li ser wan zemînan yekîtî an hevpeymanî ava bibe, kes nikare zû zû bi te bilîze. Lê ku ev zemîn lawaz be ku li Bakurê Kurdistanê pirtir lawaz e, ji ber tunebûna hişmendiyeke stratejîk, wê gavê rê ji desttêwerdana dewletên dagirker û aktorên siyasî re vekirî dihêle.

Di van salên dawî de bi taybet li ser medyaya civakî, ji nû de herkes bi tîpên girdek qala kurdan dikin dibêjin kurd tirsiyane, kurd xaîn in, bawerî bi kurdan nayê, xwendayên me rexne li miletê xwe digirin. Ev ji bo rewşenbîrekî/ê karesat e ku rewşenbîr temamê mesûliyeta heyî têxe sûkra milet. Yekem, gerek e siyasetmedar û rewşenbîrên me ji vê derûniyê derkevin. Miletê me baş e. Di vê sed û pêncî salên çûyî de kengî rêvebirê wan, serokên wan bang li wan kirine, çi ji destê milet hatiye milet kiriye. Gerek e hedefa rexneyan ne milet be lê sinifa siyasetê û sinifa rewşenbîrên Kurdistanê be.

Serûbinbûnên mezin derbas dike Bakurê Kurdistanê. Bakurrojavayê Kurdistanê di vî bîst salên dawî de ji civata gundiyan derbasî civata bajariyan bû. Yanê sî sal berê rêjeya gundiyan ji %65/70 bû lê îro li Bakurê Kurdistanê rêjeya bajariyan ji %65/70 ye. Divê ku siyaset van guherînên sosyolojîk bibîne ku li gor wê hem terza siyaseta xwe hem terza rêxistinî û hem jî terza têkoşînê berçav re debas bike. Tiştî ku lazim e em niqaş bikin ev in. Ku em bêjin miletê me dengê xwe daye CHPê an Rûhayê dengê xwe daye AKPyê, ev ne mijarên niqaşê ne. Ev ne karên cidî ne jî. Meseleya hilbijartin û dengdayînê ne pîvaneke cidî ye li welatekî wek Kurdistanê. Tiştî ku lazim e em niqaş bikin yek jî ev e ku li gor van serûbinbûnên civakî/sosyolojîk me siyaseta xwe çawa guherandiye, terza siyaseta xwe me çawa guherandiye û divê em çawa terza têkoşîna xwe biguherînin. Meseleyên ku divê bên niqaşkirin ev in.

Di nav miletê kurd de hin pêkhateyên miletê kurd, wek ehlê/raya heq an wek zaza-kurmanc û hin pêkhateyên din dikin hedef. Heke ev ne bi destê dijmin be, dijminatiya bixwe bixwe ye. Yanê bi miletê xwe re dijminatiyê dikin. Ev hemû kêşe ne. Kêşe ew e ku vî miletî di vî çil salî de (Reqem tam nayê zanîn.) 70/80 hezar însan belkî zêdetir binax kiriye. Bi sed hezaran insan ketine zindanan, bi sed hezaran însan tûşî şidetê, îşkenceyê û tecawûzê bûne. Û piştî dana ewqas bedelên mezin jî encameke berbiçav jî li holê nîn e, destkeftiyeke berbiçav naxwiyê an bi dest neketiye. Ev jî li her derê dinyayê dibe sedem ku carina gel diweste, ji bedeldayînê diweste, ji nebidestxistina serkeftinan diweste. Em dikarin vê rewşê li Bakurê Kurdistanê bibînin.
Di sala 2017an de, di dema raferandoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de li her çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporaya kurd li her derê dinyayê hêviya kurdan hebû. Yanê referandomê bi xwe re hêvî û şewq afirand di nav kurdan de. Lê karê karesata Kerkûkê ev şikand. Niha em ê li Başûr kê rexne bikin? Milet ji %73 çûye ser sindoqan û ji %93 jî gotiye ez dewlet dixwazim. Karê ku milet kiriye ev bûye. Ji vir pêve kar yê siyasetê ye, divê ku li gor vê fermanê hewl bide dewlet ava bike. Lê em dibînin ku Yekîtî û PDK li ser vê hedefa stratejîk tu hevpeymaniya wan nîn e. Yanê ji 1998an heta 2017an YNK û PDK digoton em xwediyên hevpeymanên herî stratejîk in lê me fehm kir ku di wan hevpeymanan de serxwebûn tune ye. Wê çaxê em vê rexne bikin, yê ku hêşt ev pêla neteweyî bi şûnde bikeve û bêhêvîtî belav bibe ne milet e, sinifa siyasetê ye, partiyên me yên siyasî ne.

Li Bakurê Kurdistanê di 2015an de, şerê bajaran li dar xistin, lê milet qet fêm nekir ka ev şer ji bo çi ye. Yanê bi salan bû ku PKK û rêxistinên bi ser PKKyê ve propaganda dikirin ku dema şerê çekdarî derbas bûye û li Îmraliyê muzakere heye, li Îmraliyê, ji bo ku ev kêşe çareser bibe hevdîtinên giran hene û nêzîk e ku kêşe çareser bibe. Tu, bi salan vê propagandayê bike û ji nişka ve tu bêjî na wila ez ê dest bi şerê bajaran bikim û şerê bajaran jî ne li gor tu pîvanên leşkerî, ne li gor tu pîvanên siyasî, bi awayekî bi ucûbet li ser xelqê ferz bikî û dûre jî ji miletê xwe gazindan bikî. Ev çawa dibe? Mafê tu kesî tune ye ku ji milet gazindan bike û rexne li milet bigire.
Nifûsa Diyarbekirê milyonek e, tu diçî taxa Sûrê ku heftê heştê hezar însan tê de ne, jixwe te nehsed û bîst hezar însan di serî de xistiye temaşevan û tu bang li dewletê dikî dibêjî were vir. Heke tu xurt î û tu yê şer bikî tu here bigre ser qereqol, emniyet û baregehên wan yên leşkerî. Tu diçî dikevî nav xelqê û bang li dewletê dikî dibêjî ka were…

SIYASET LI KURDISTANÊ ESASEN LI DU QADAN DIBE: ÇIYA Û KOLAN
Ev jî li Bakurê Kurdistanê ne bêhêvîtî lê rê li tevizandineke xurt vekir. Niha jixwe li Kurdistanê esasen siyaset li du qadan dibe; yan li çiyayan yan jî li kolanan dibe. Li çiyan şerê ku PKK dimeşîne jixwe ji armancên stratejîk qut bûye û bi vê terza çekdariyê êdî li Bakurê Kurdistanê meşandina şerê çekdarî jî zehmet bûye. Ji ber van sedeman, şerê çekdarî yê ku PKK dimeşîne jixwe ne bi armanceke stratejîk ve girêdayî ye. Û êdî ne li gor demê ye jî, xuyaye ku ev lawaz bûye. Lê ji 2016an vir de, kolan jî kete bin kontrola însiyatîfa dewletê. Heke yek ji van her duyan an ev her du bi hev re ne xurt bin, siyaseta legal kêşeya Kurdistanê çareser nake. Yanê cî an qada çareserkirinê çiya ye, kolan e an her du bi hevdû re ne, ku wê demê têkoşîna qada vekirî dikare encamgir be.

Aniha problema van partiyên me yên siyasî yê ji derveyî PKKyê jî ew e ku berê wan ne li kolanan e. Li gor pîvanên xwe siyaseteke maqûl dimeşînin. Ev jî civînên yekîtiyê û civînên salonan e. Ji derveyî PKKyê heft heşt partî an tevger hene lê problema wan ya esasî ew e ku hîn bixwe nebûne partî. Bixwe partîbûn ew e ku tu bikarî tesîr li rojeva siyasî bikî, qabiliyeta te ya mobîlîzekirina hin derûdoran hebe û tu xwedî helwesteke zelal be ku ji alî herkesî ve bê zanîn. Partiyên me yên ji derveyî PKKyê ji van nirxan bêpar in.

Çareserî çi ye? Li Bakurê Kurdistanê di saha siyasetê de, valayî, nebûna navnîşaneke serxwebûnxwaz e. Navnîşanên otonomîst, yên federalîst, yên demokratîk, yên tirkiyewîcî hene û bi giştî zemîna van hemû partiyan jixwe tirkîyewîtî ye. Valayîyek heye ku tevgereke serxwebûnxwaz hebe û siyaseta xwe li ser axa xwe bimeşîne û temamê teleb û têgînên xwe jî bi axa xwe re pênase bike. Navendek û navnîşanek wisa tune ye. Li Bakurê Kurdistanê karê herî lezgîn avakirina navnîşanek an tevgereke serxwebûnxwaz e.