Rûsya li Ûkraynayê dest bi bomberanan kir. Vê gavê di reşayê de şerekî tûnd di nav artêşa her du dewletan de nexwiyaye. Lê herkes qala şerê cîhanê yê sêyemîn dike. Ev sî sal e li Balkanan, li Rojhelta Nêzîk û Navîn, li Bakurê Efrîka gelek şerên dijwartir qewimîne. Çima nû qala şerê cîhanê tê kirin? Bi sedem li gor rojavayîyan cîhan, Ewrûpa ye. Ewropî li Lîbya, Îraq, Sûrîye, Kurdistanê şer dimeşînin. Van welatan dagir dikin. Ev nabe şerê cîhanê. Lê Rûsya hicûmî Ukraynayê bike ev dibe destpêka şerê cîhanê. Di eslê xwe de şerê li Ûkraynayê destpêkirina parçeyek ji şerê cîhanê ye ku ev sî sal e didome
.
Di sala 1990î de têkçûna Yekîtîya Sovyetê di heman demê de têkçûna nîzama cîhanê bû. Ev sî sal e ku cîhan li nîzamekê digere. Nîzama cîhanê bi şerê cîhanê ve pêkan e. Bi sedem ku zilhêzên cîhanê dewletên emperyalîst in. Ji bo dewletên emperyal, nîzam, parvekirina cîhanê û zêdekirina nufûza wan e. Piştî têkçûna Sovyetê DYA û Rojavayîyan qala cîhaneke yekcemser (kutup) dikirîn û difikirîn ku dê nîzameke li gor xwe ava bikin.
Neteweyên Yekbûyî bêfonksîyon bûye. Lewra DYA dixwaze NATOyê bike rêveber û serwerê cîhanê. Lê cîhan ne yekcemser, pircemser e. NATO her ku çû ber bi rojhelat ve fireh bû û nuha 30 endamên vê sazîyê hene. Rûsya vê firehbûnê ji bo xwe tehdîd diibîne û bi taybet endambûyina dewletên sînordaşê xwe wek dorlixwepêçanê dibîne. Bûyerên sala 2014an jî wisa nirxand û bidesttêwerdana rojavayîyan guherîna desthilatâ Ukraynayê ji xwe re tehdîd dît. Wek tedbîr jî Kırımê îlhak kir û li herêma Donbasê bi destê hevalbendê xwe 2 komar îlan kirin. Dûvre jî ji DYA û YE xwest ku dewletên sînordaşên Rûsya mekin endamê NATOyê. Lê ev daxwaza Rûsyayê bêbersîv ma. Rûsya jî dest bi operasyoneke leşkerî kir.
Di vî şerî de lêgerîna mafdarîyê bêwate ye. Ev şerekî emperyalîst e, şerekî ji bo zêdekirina herêmên nufûzê ye. Terefekî mafdar nîn e. Desthilata Ûkraynayê xwe sipart DYA û YE û xwest bi endambûna NATOyê pêşîyê li gefên Rûsya bigire (jixwe bi alîkarîya wan bûbûn desthilat). Gavê hesabên rêveberîyê pûç derket û ûkrayna bû qada şerê nav zilhêzan.
Şerê cîhanê yê sêyem di zemîneke şematokî de diqewime. Bereyên mayînde nîn e. Balansa hêzan têguherîn, hevkarîyên heyî hildişin û hevkarîyên nû ava dibin. Bûyerên li herêmek an dewletek biçûk diqewimin, bandora xwe li her derê cîhanê û li Kurdistanê jî dike.
Di vî şerê cîhanê de mijareke girîng jî kontrolkirina rêyên enerjîyê ye û Kurdistan di navenda rêyên enerjîyê de ye. Ji ber vê yekê divê sîyaseta Kurdistanî bi baldarî li vî şerî binêre. Ev şer li herêma me dê rê li hevkarîyên navdewletî yên nû veke. Tirkîye, Îran û Rûsya dê di bereyekê de bin an bêne hember ev? Kurdistanê gaza xwe ya sirûştî û nefta xwe bi çi rengî û parçeyekî kîjan bereyê dê derxe bazara navdewletî?
Şer, her dem derfet û xeterîyan bi hev re tîne ber me. Di vî şerê cîhanê yê sêyem de divê sîyaseta kurdistanî ji her derfetê îstîfade bike ji bo ku bibe dewlet û derkeve ser dika dîrokê. Ji bo vê yekê pêwîstîya me bi stratejîyeke hevpar ya dewletbûyinê heye. Di serî de di nav Rêvaberîya Başûr û Rojavayê Kurdistanê de pêwîstî bi yekhelwestîyê heye. Xêzkirina nexşerêyeke neteweyî wacibê me yê rojane ye.