Ûkrayna û bangên aştîyê

Ûkrayna û bangên aştîyê

Ev ne şerê Ûkrayna û Rûsyayê ye. Şerê NATO û Rûsya ye û bereyeke ji Şerê Cîhanê yê Sêyem e. Ev şer ji alîyê DYA û hevalbendên DYAyê ve li dar ketiye û ev e 30 sal e didome. Piştî têkçûna Sovyetê û rûxîna Nîzama Cîhanê ya NY, DYA nîzameke nû li ser cîhanê ferz kir.

Zilhêzên Avrasyayî (Çin, Rûsya) di nîzama nû de înîsîyatîf û serwerî dixwazin. Bi serokatîya Putîn, Rûsya ji nû ve wek dewleteke emperyal tevdigere û nîzama ku DYA li ser wan ferz dike ji xwe re wek tehdîd dibîne. Lewma firehbûna NATOyê ber bi sînorên xwe wek hicûm dibîne û dixwaze bi şerê Ûkraynayê pêşî lê bigire.

Çîn ji vî şerî razî ye. Dizane ku hedefa DYA ya esasî Çîn e. Vê gavê di vî şerî de yê serketî DYA ye. Armanca Biden di serpereştîya DYAyê de bereya rojavayî xurt bike û ewrupayîyan di ser Rûsya re mecbûrî xwe bike.

Şerê Ûkraynayê, Biden gîhand hedefa wî. Sîlehên nukleerî nahêle ku şerekî rasterast di nav zilhêzên cîhanê de derkeve. Ev şer di ser terefên sêyem (Libya, Sûrîye, Irak, Ûkrayna) de dimeşe. Zelînskî, qumarek mezin lîst û welatê xwe kir parçeyek ji vî şerê zilhêzan. Jixwe bi alîkarîya rojavayîyan desthilatdar e. Pirrengîya civata Ûkraynayê bin pê kir.

Şerê cîhanê yê sêyem şerekî domdar e. Her ku here dê berfirehtir û tûndtir bibe. Nîzameke cîhanê ya nû dûr e. Tevgerên dijşerî li Rûsya watedar e. Mixabin li dewletên rojavayî tevgerên dij dewletên rojavayî xwîya nake. Ew jî li dijî Rûsyayê tevdigerin. Heke her civat li dijî dagirkerên xwe tevnegere dawî li şer nayê.

Bi sedem ku ev ne şerê Ûkrayna û Rûsyayê ye. Ûkrayna di şerê NATO û Rûsya de wek alav tê bikaranîn. Çawa kû aştîxwazên rûs li dijî dagirkerîya Putîn derdikevin divê aştîxwazên rojavayî jî li dij dagirî û şerfiroşîya NATOyê derkevin.