Hevpeyvîn: Pirsên Ferzan Şêr û bersîvên Fuad Onen. Le Monde diplomatique
Beşa sisiyan
“Me hestiyariyên xwe yên neteweyî, hestiyariyên xwe yên dijkolonyalîst weke Marksîzmê fahm kir û wisa pênase kir.”
28- Wekî ku em dizanin ji 1960î vir ve dînamoya sereke ya tevgera Kurdistanî di destê çepgiran de bûye. Berî wê li Mahabadê, li Başûr û li Rojava jî tevgerên çepgir ango sosyalîst û komunîst hebin jî wek ku bêtir li Bakur pêla Komûnîzmê berbelav bûye. Lê Marksîzma li bakur li ser lîteratureke wergêrê ava bûye, ew jî biqasî fahmkirin û têgihiştina wergerên tirkan û helbet bi neqandina wan. Piraniya van nifşên berê, nifşa te bi xwe jî, ferhenga xwe ya siyasî li ser ferhenga Marksîzmê ava kirine. Biqasî ku xwendine helbet. Ji wan nifşên berê bi tenê wek ku Ocalan di hevdîtin û nivîsên xwe de term û têgehên nû daye nîqaşkirin. Boockhin yek ji wan e bo mînak, meseleya ekolojiyê, meseleya femînîzmê hwd. Di vir de pirsa min ne Ocalan e, bes dixwazim vê yekê bipirsim, di ser xwendinên Marksîzmê re welatên bindest ên mîna Afrîkaya Başûr, Amerîka Latînî hwd teoriyên postkolonyal li şerê xwe zêde kirine. Oryantalîzm, biyo-polîtîka, xebatên madûniyetan, femînîzm, psîkanalîz hwd. Çima ev term û têgehên gerdunî him ji bo şerê dijî kolonyalîzmê him jî ji bo meraqa takekesî bala rewşenbîrên kurdan nakşîne? Tu vê çawa şîrove dikî, li gor te sinifa siyasî ya Kurdistanê di term û teoriyên Marksîzmê da asê maye, ango lîteratura xwe nû dike an na?
Neha sedemên van hene. Bona çi, li bakurê Kurdistanê di hundir tevgera neteweyî ya kurdan de çepgirî û Marksîzm serdest bû, lê em bibêjin li başûrê Kurdistanê wisa nebû. Sedemên wan hene. Du sedemên esasî hene. Yekê jê piştî Serhildana Agirî heya salê 1960î li bakurê Kurdistanê tevgereke millî bi rêxistin nîn bûye. Li bakurê Kurdistanê piştî salên 60î weke her tiştî ji nuh de dest pê kir. Ne xwediyê agahiyên rabirdûya xwe bûn jî. Bi sedem dîroka … nêzîk jî bi devkî bû. Tevgera millî di nav xwendekarên zaningehê de ji nû ve dest pê kir. Di salên 60î de, ew ê dibên qirnê 68an, ne tenê li Tirkiyê li dinyê jî ala opozîsyonê sor bû. Kî li ku li dijî nîzamê derketa bi rengekî çepgir û bi îdeolojîya Marksî yan jî bi îdeoloîiya sosyalîst muxalefeta xwe dimeşand. Xortên kurdan jî, ciwanên kurdan jî di atmosfera zanîngeha Tirkiyê de li Marksîzmê rast hatin. Wê çaxê li bakurê Kurdistanê tevgerek millî ya rastgir jî tune bû. Ji xwe tevgerên millî ên rastgir tune ne. Temama tevgerên millî bi piştgiriya Sovyetê û ev Dinya Sêyemîn bi wan re dimeşiya. Wê çaxê Vîetnam bû, Fîlîstin bû evana gişt bi rengekî fikrî yê çepgir dimeşiya. Ji xêndî vê vebijêrkek tune bû. Me hestiyariyên xwe yên neteweyî, hestiyariyên xwe yên dijkolonyalîst weke Marksîzmê fahm kir û wisa pênase kir. Di vêya de bi ya min tu problem tune ye.
Sedema diduyan em wê çaxê terefê şerê çekdarî bûn, serxwbûnxwaz bûn, me şerê dewleteke NATOyê dikir. Em ne korefahm bûn. Me didît ku dewletên dinyê bi me re alîkarî nekin şer jî bi ser nakeve. Di vê hevkêşeyê de kî hebû, Yekitiya Soveytê hebû. Bo wê li bakurê Kurdistanê grûbên çepgir piranî Sovyetî bûn. Esasen di binê wê de oportûnîzmeke neteweyî heye. Em şerê dewleteke NATOyê bikin, bê piştgiriya Varşova nikarin vê bimeşînin. Alîkî ramanî ye, bi hişmendiya xwe jî me xwe wekî komunîst pênase dikir, alîkî din jî oportûnîzmeke neteweyî ye. Mesela di 1975an de piştî peymana Cezayîrê, tevgera neteweyî li başûrê Kurdistanê têk ve çû Qiyada Muwakat hat avakirin. Komîta demkî. Berdewama Partî Demokrat Kurdistanê ye. Qiyada Muwakat di bernameya xwe ya ewil de dibêje ku “em di kar û barên xwe yên siyasî de ji ilma Marksîzmê sûd werdigrin”. Boyî çi? 74an de wexta dest bi şer kirin hêvî di Amerîka de bû. Bi Peymana Cezayîrê Amerîka, Tirkiye û Îran li ser kurdan bûn yek û serhildana wan fetisandin. Ew ê ji nûh de serhildan bikin, xwestin peyamekê bidin Sovyetê. Anuha weka hişmendî Partî Demokrat Kurdistan çi ye, Marksîzm li ku derê ye. Lê îşaret kirin ku “em di kar û barên xwe yên siyasî de sûdê ji ilma Marksîzmê werdigrin”. Ji ber van her du sebebanan normal e li bakurê Kurdistanê tevgerên neteweyî li ser xetên çepgir bilind bibin. Problem çi bû? Piştgeha me ya Marksîzmê jî lawaz bû. Piştî me çend pirtûkên li ser Marksîzmê xwendin, me digot em bûn alimê Marksîzmê. Lê divê em neheqî li wî qirnî nekin. Çavkaniyên têkoşînên neteweyî û millî hebûna me wana ji Marksîzmê bêtir dixwendin. Me Vîetnam ezber dikir.
29- Mamoste pirsa min ne ew e. Piranî ew nifşê berî cûntayê, piştî cûntaya Îlonê giş diçin Ewropa. Qesta min jê term û têgehên heyî li wan deran têne nivîsandin û axaftin. Êdî ew nifşên li Tirkiyê ne mecburî tirkî, wergerên tirkî û atmosfera Tirkiyê ne. Bo mînak Oryantalîzm, bîyopolîtîka Foucault, Xebatên Madûniyetê gelek ji van jî bi saya Marksîstan dikevin rojevê. Gelek Marksîstên Hindîstanê li vê lîteratura Marksîst zêde kirine. Lê ne li derveyî Tirkiyê, ne jî li nav Tirkiyê û ne jî li bakûrê Kurdistanê ev têgeh neketine nav kurdan. Ez gelek nivîsên Fuad Onen dixwînim, laqê van têgehan nayêm. Bo min Fuad Onen protîpek e lewma dibêjim. Ji bilî endamên partiyan, bi tena serê xwe herî zêde li ber çav e, tevlî civîn û semîneran dibe.
Min ev rabirdû ji ber çi got. Ji nodî vir ve yekitiya Sovyetê têk ve çû. Û bi Yekitiya Sovyetê re sosyalîzm li dinyê di warê fikrî de têk çû. Mijara ne tenê ku bo çi, li dewletekî dijşoreş çêbû, derbasî kapîtalîzmê bû, mijar ne ev bû. Sedem, bi xwe ve rûxiya, ne di encama şerekî de rûxiya. Ev di nava sosyalîstan de rê lê vekir ku têkçûneke fikrî û îdeolojîk pêk were. Ji ber vê li bakurê Kurdistanê, berê ên nekomunîst tunebûn di hundir tevgera millî de, anuha ên komunîst nemane. Bi hejmar in ên heyî. Ocalan jî tê de, komunîst nemane li bakurê Kurdistanê. Gelek lawaz in. Fikiryata komûnîzmê êdî averaj wenda kiriye. Evanê ku îcar ne bi sedemên fikrî û tekamûlên fikrî dev ji fikra komûnîzmê berdan, ji ber ku hêz wenda bû dev ji komûnîzmê berdan. Nebûn tu tişt jî. Em bêjin ger bi tekamûleke fikrî dev ji komûnîzmê berdabûna, ew ê bibûna lîberal, ewê bibûna ekolojîst, ew ê bibûna mirovperwer, ew ê bibûna femînîst. Feqet bi tekamûleke fikrî dev jê bernedane.
30- Yanî bi te komunîzm dijî van tiştan e?
Na, ne li dijî wê ne, lê ne ev tişt in jî. Komunîst ne ekolojîst e, komunîst komunîst e lê ekolojiyê diparêze. Komunîst ne femînîst e, komunîst komunîst e û weke komunist wekhevmafîya jin û mêran diparêze. Komunîst ne aşitîxwaz e, komunîst têkoşînxwaz e, heta şerxwaz e. Lê dixwaze di dinyê de jî, di hundir welatê tê de dijî jî li ser zemîna wekhevmafiyê aşitî pêk were. Berî 80yî Sovyetê komeleyên Aşitiyê wan vekirin, ew mijarên pragmatîk bûn ne mijarên komunîzmê bûn. Esasen li bakurê Kurdistanê mijara femînîzmê hîn di salên 1974 û 1975an heya bi salên 1980yî de gelek dihate nîqaşkirin. Em ji wan mijaran ne dûr bûn. Mesela dikanim bibêjim der û dor, sê çar hevalên me hebûn, ne li ser mijara femînîzmê lê belê li ser wekhevmafiya jin û mêr û li dijderketina hişmendiya partrîarkal hevalên me hebûn ku pir bi rehetî dikanibûn bi seatan semîner bidana û didan jî. Em ne dûrî van bûn.
Piştî salên 2000an bi taybet, ji boyî çi salên 2000an. Ji ber ku di sala 1991ê de Sovyet têk çû. Rojavayan jî heya 1993an baş fahm nekirin bê ev mesele çi ye. Ji bo van jî sûprîz bû, tevî ku dixwestin jî bo wan jî sûprîz bû. Di 2000an de baş fahm kirin. Piştî eviya, îcar li dij siyasetê an li derveyî siyasetê riya qadan ji me re hat vekirin. Esasen ev tiştên tu dibêjî, dibînî di warê fikrî de pêwîst e li Kurdistanê hebin, bêne temsîlkirin û dengê wan derkeve. Feqet bi şertê ku evana pêşiya siyaseta millî negirin. Li vir dafikek heye. Aneha dixwazim çi bêjim. Temamê çiyayên Kurdistanê têne şewitandin, têne bombebarankirin. Di wan şertan de tu li Diyarbekir qutîkî çopê li kolanan deyne, tu yê ekolojîst bî êdî. Li wê derê ekolojîzm an em bêjin hestiyariya derdorê be, divê tu li hember şer derkevî. Ew wî şerî datînin wê derê dibêjin “em ê çend darên din jî deynin”. Em ne li hember çandina daran in. Ez jî ji şênkayiyê hez dikim. Ez mihendisê ziraatê me bi taybet jê hez dikim. Komunîst im bi taybet jê hez dikim. Feqet heger hûn derdorê diparêzin û hûn samîmî ne, berî her tiştî li dijî vî şerî derkevin, vê hicûma dagirker bisekinînin. Neha dibe çi, her sal nizanim çend hezar hektar daristanên me têne şewitandin em li Diyarbekirê mekana ji kûçikan re çê bikin, em ji wan re kozikeke vekin dê çawa be.Em ê bivin hawirdorparêz an ajalparêz? Ev jî ne ku ji civata me, ji dînamîkên civata me sadir dibe, bi Rojava li Tirkiyê, bi Tirkiyê jî li ser kurdan tê ferzkirin. Tu dinêrî ku li wir ajalperestî derketiye. Temam baş e. Ez jî ne qayil im ajal bên kuştin.
31- Mamoste bi ya min parikî meseleya ziman jî tê de heye. Ez bi giştî lê dinêrim, bêtir ev mesele bi ser tirkî re dikeve literatûra me. Ên herî serxwebûnxwaz jî van meselan li ser tirkî dixwînin. Di kurdî de ev tişt di pratîkê de têne karîkatûrîze kirin. Hevokên te yên dawî jî wisa bû, karîkatûrîze dike. Edward Said di gelek xebatên xwe de diyar dike ku hukma dagirkeriya di heman demê de hukma fiksiyona wan e. Dagirkeriya Rojava li axên derveyî Rojava di heman demê de bi riya tekstan, ferhengan, bi riya zimên pêk tê. Vê dawiyê Hamid Dabashi angaşteke li ser Bihara Ereban da zanîn ku bi raperîna Ereban re dawî li serdema Postkolonyalîzmê aniye. Li gor angaşta wî, dema kolonalîzm li axa wan hukma xwe ya fîzîkî wenda kir şûna xwe ji dîktatoran re hişt, lê bi Bihara Ereban re ev referansa dawî jî şikest, lewra jî dawî li serdema postkolonyal jî hat. Lê tiştê ku Dabashi ji bîr dike meseleya ziman e. Kolonyalîzm dibe ku ji hêla rêveberî ya polîtîk têk çûne lê Dabashi bi xwe jî bi zimanê wan dinivîse. Kolonyalîst li dijî wan be jî dixwaze bila dijayetî bi zimanê wan be. Ji bo kurdan jî roleke bi vî rengî bo tirkî heye. Lê di esasa xwe de ev term û têgehên em behs dikin ne piştî 2000an di salê 60î, 70î berî wan û piştî wan çaxana hatine nivîsin. Lê ji ber ku tirkan guh nedane mecburî kurd jî di ser wan re xwendine ew jî wisa. Lê ev derfetî û bêderfetî ji bo kurdên Bakûr wisa be jî, ji bo diasporayê ne wisa ye. Sinifa siyasî ya kurdên bakur di demên xwe yên herî berhemdar de derbeya cuntayê xwar. Lê sinifa siyasî ya ewropayê ne wisa bû. Ew jî bala xwe nedane van teoriyên polîtîkî û civakî. Ez dibêm nêrîna kurdan ya siyasî jî bi problem e.
Nêrîna me ya siyasî hey bi problem e. Lê ez karîkaturîze nakim, ez dixwazim beloq bikim. Yê me, em siyasetmedar ji tesadûfan bawer nakin. Wexta tiştek peyde dibe di warê fikrî de an di warê pratîkî de, em lê difikirin çima? Bo çi? Wek te di destpêkê de got, mesela Ocalan bêtir qala van dike. Em jî Ocalan nas dikin. Em dizanin ku hişmendiya wî û tiştê ku ew dibêje qet eleqa bi hev ve nîne. Bo çi, mesela ji sala 1999an heya 2004an, her got “bi her awayî şidet xerab e, maka her xerabiyê şîdet e”. Qala Komara Demoratîk kir, dûre qala Konfederalîzma Demokratîk kir. Em lê dipirsin: Çima? Bersîv didin, piştî ku em lê difikrin û lê dikolin. Ocalan ji bona daxwaza dewletbûyînê li bakurê Kurdistanê ji holê rake berê girse dide mijarên din. Vêya Ocalan bi xwe nake, bi dewletê re dike. Yanî ew Ocalanê ku destê wî di kuştina sedan, hezaran xortan de heye ji nişka ve çawa wer bû humanîter û dijşîdet û vir de wê de. Weke encam di 2004an de dîsa biryara şer daye ji Îmraliyê. Pênc salan gotiye şidet tu tiştî çareser nake, şidet maka her xerabiyê ye, pênc sal şûn de dest bi şer kiriye. Wê çaxê em van weazên nû, çîk nabînin, bêguneh nabînin. Ne encama dînamîkên welatê me ye. Hinek mîsal hin tiştan li me ferz dikin.
32- Ev tê wê mahneyê ku em li ser jinan nepeyvin?
Na, em her li ser jinan dipeyvin. Min ji te re ji salê 1974an vir ve yek ji taybetmendiya grûba me ew bû ku em mafê jinan derdixin pêş. Rexneyên wer li me dihatin kirin. Em anuha jî li ser vê xetê ne. Em van dixwînin, em madûniyetê jî dixwînin, ê postkolonyal jî dixwînin, ê femînîzmê jî dixwînin. (Ez bêtir jî qîmetê didim xebatên ciwanên me yên dijkolonyal. Ceribandinên Şaro Garib, Zozan Goyî, Ahmed Kinay. Şaro bi têgeha ”Hişê Protez”, Zozan bi têgeha ”Mimetik Arzu”, Ahmed ”arkeolojîya dagirker”. Divê em van xebatên ciwanên xwe derxin pêş, binirxînin û gengeşî bikin). lê kêşe çi ye? Di warê fikrî de li Kurdistanê kêşeya esasî çi ye, di warê siyasî de kêşeya esasî çi ye, em konsantreyê wê dibin. Em naxwazin bala me pir belav bibe, bi sedem hûcumek heye, hûcûmeke îdeolojîk heye. Van tiştên di esasê xwe de baş û pêwîst bûne enstrûmanên dagirkeran. Ji ber wê em mesafeyekê datînin. Ne ku em bê eleqe ne an em nizanin. Em naxwazin konsantrasyona me ya li ser serxwebûnê lawaz bibe. Tu bifikirî ku, miletekî nifûsa wî bîst-bist û pênc milyon, bist û pênc xwenedeyên wî, rewşenbîrên wî, siyasetmedarên wî serxwebûnxwaz nîne. Em di karesateke wisa de ne di warê fikrî û siyasî de. Li tu derê dinyayê tiştekî wer ne pêkan e. Miletek bindest be, feqet sinifa wî ya rewşenebîr, sinifa wî ya siyasetê ne serxwebûnxwaz be. Pênç kadroyên wan ê rewşnebîr tune be ku bêje “serxwebûn mafê miletê min e, ez serxwebûnxwaz im.” Di van şertan de em têkoşîna fikrî, teorîk an siyasî didin. Tiştê tu dibêjî rast e. Sinifa me ya siyasetê naxwîne. Tiral bûne, bêhêvî bûne. Temenê wan şêst, heftê ye. Hucreyên mejiyên wan jî weke berê sererast naşuxile. Dûrî xwendinê ne, dûrî ziman in. Ez bi xwe zimanê ewropî yekî jî nizanim.
33- Sedemên te û yên li ewropayê ne yek in.
Ên li ewropayê siyasetê nakin esasen. Xwezila siyaset bikirina. Tenê karê dîplomatîk bikirina, li wir lobiyên kurdî ava bikirina, ilmê wan ji me re ne lazim bû. Siyasetê jî nakin, îdareyî maslahat dikin. Li wir bi cî bûne. Kurdistan ava bibe jî ew ê neyên vê derê. Netîce me li başûr dît. Bi sedan kadroyên ku partiyê ew şandibûn Ewropayê çend heb ji wan, neh deh kes vegeriyan. Ên din venegeriyan. Yên li Ewropa divê têbigihijin ku êdî ew diasporaya kurdan in. Li gor diasporaya kurdan tevbigerin ew ê ji me re xêrtir be.
”Şoreşgerî di hundir jiyanê de, di karên rojane de xwe xuya dike.”
34- Mamoste ev jî heye. Ev meseleyên “talî” ku em li ser wan dipeyvin. Bêtir meseleyên takekesî ne, dûre dibin kolektîf. Mirov van tiştên takekesî, bo mînak homoseksuelî… Mirov ji homoseksuelekî re cih di nav siyaseta kurdan de nebînin bivê nevê diçin cem tirkan. Mesela zarokên kurdan diçin mekteban, gelek kolêj hene li Kurdistanê, di yên herî xerab de jî êdî dersên mîna kemanê hene. Mamosteyên wan kemanê wekî nîşaneya modernbûna tirkan didin nîşandayin. Lewma divê ev tiştê rojane jî bikeve rojeva siyasetê. Rabûn, rûniştandin her tiştên rojane… Her tişt ne siyaseta makro ye, ne tenê asîmîlasyon, perwerdeya bi zimanê zikmakî hwd. tiştên mîkro, karên rojane jî bikevin nav siyasetê.
Belê rast e. Ji xwe şoreşgerî tenê li asta bilind çênabe. Şoreşgerî di hundir jiyanê de, di karên rojane de xwe xuya dike. Ew şoreşgeriya ku di nav karên rojane de xwe xuya neke, asta bilind jî nikare tiştekî bi ser xe. Bi vê wateyê tev li peyvê te dibim. Lê axir her însan jî bi hidud e, nagihije her tiştî.
35- Siyaset jî, te dî mirov zêde kêfê jê nagire, çawa bêjim belkî tu gelek kêfê jê digrî lê ev mijarên “talî” mirov kêfê jî ji wan digre.
Lê bi min kêşeyeke wisa tune ye ku jinên kurdan di hundir tevgerên siyasî de ji xwe re cih nabînin. Belkî berovajiya wê be. Li vir divê mirov kêşeya esasî ji çav nerevîne. Ev tiştê tu dibêjî rast in. Divê ez karibim li ser madûniyetê jî binivîsim, li ser femînîzmê jî binivîsim. Axir ew çend mijar hene ku, divê mirov binivîsine
36- Divê binê wê xêz bikim ku dema ez behsa van tiştan dikim, behsa kurdî dikim. Em bi kurdî behsa van tiştan bikin.
DIVÊ KURDÎ BIBE TERZA JIYANA MIROV
Belê, belê. Jixwe divê kurdî bibe terza jiyana mirov. Yanê kêşe ne tenê xwendin û nivîsandina kurdî ye. Bi kurdî fikirîn e, hestyariya bi kurdî ye. Ez gelek nivîskarên kurdî dizanim ku zimanê wan ê fikrandinê tirkî ye. Zimanê wan ê hestyariyê tirkî ye. Halbûkî milet bi zimanan jî milet in. Ji bona ku tu ji komeke însanan re bibêjî milet, divê axeke wan hebe, zimanekî wan ê hevpar hebe, dîrokeke wan a hevpar hebe. Di van salên dawîn de, piştî globalizasyona xurt belkî ya herî di bin tehdîdê de ye ziman e û ax e. Bona vê ev rast e. Kurd divê bi zimanê xwe siyasetê bikin, bi zimanê xwe mijaran teorîze bikin. Mesela ez pir li ber ketim. Di wê konferansê de navê konferansê “Teorî bi kurdî xweş e” bû. Lê di wê mijarê de me tu ilm ji wan hevalan negirt. Yê ku wek me bi tecrûbe xwe dîtine, bi rastî jî teorî bi kurdî pir xweş e. Her kurdê xwenede divê wê tehmê bibîne.
Dubendiyeke wisa heye. Qada ku lê dixebite bi kurdî ye lê axaftin û nivîsandin bi îngîlîzî ye. Hamit Bozarlsan li ser kurdan lêkolîn dike, lê kitêbên xwe bi fransizî dinivîse. Bi zimanên din digihijin bi hezaran kesan, di kurdî de derdorekî teng e. Di vir de problem di giregirên kurdan de heye. Divê her û her em daxwaza kurdî ji wan bikin. Ji dêvla ku kurdî obje, zimanên din kirde ne. Berovajiya wê bi çi zimanî, her me çi xwendibe em bi kurdî li ser wan binivîsin. Kurdî bila bibe kirde, tiştên di wan zimanên din de bibin obje.
Di wir de kêşeyeke din jî heye. Ev ê dinivîsin, an bi mûzîkê re mijûl in, plakekî derdixin. Dixwazin bigihijin qelebalixên mezin. Hest dikin ku bi kurdî nikarin bigihijin. Di vir de mijar mijara xîretê ye êdî. Tu yê sebat bikî, sebir bikî. Welew girseya tu yê bigihijî kêm be jî divê tu bi kurdî bigihije wan. Mixabin ew ê vê xîretê dikin ne pir zêde ne.
* Ferzan Şêr, Adar 2020.