XEBATÊN DERÛNNASÎ DIKARE FÊDEYÊ BIDE TERZA SIYASETÊ

XEBATÊN DERÛNNASÎ DIKARE FÊDEYÊ BIDE TERZA SIYASETÊ

Hevpeyvîn: Pirsên Ferzan Şêr û bersîvên Fuad Onen. Le Monde diplomatique

Beşa duduyan

”Derûniya miletên bindest, derûniyeke birîndar e. Bi sedem jiyana wan, jiyaneke anormal e.”

10- Te di nav axaftinên xwe de hinek bersiv da, lê dixwazim tu hinekî din zelaltir bikî. mimkun e mirov wekî bindest ji hêla derûniyê ve ji serdestê xwe fahm bike, yanî qesta min ew e ku vê pêlê xebatan ku li ser mexdûran pir li pêş e, bindestan ji rojevê paş dikeve, xebatên li ser serdestan bêtir bi pêş dike, mînak bi navê masculinity (studies) xebat ji ser mêran/mêrane tê kirin? Faşîzm vê dawiyê pir tê axaftin. Tespîtên li ser faşîzmê her hebûye, lê vê dawiyê bi awakî akademîk qadeke dîsîplînerî bêtir li ser tê xabitîn.

Derûniya miletên bindest, derûniyeke birîndar e. Bi sedem jiyana wan, jiyaneke anormal e. Têkiliyên wan bi xwe bi yên din re têkiliyeke anormal e. Ev dihêle ku derûniya miletên bindest birîndar be. Derbaskirina vê bi ya min, bi hêz û siyasetê dibe. Xebatên derûnnasî, lêkolîn li ser derûnnasiya mexdûr û bindestan dikare fêde bide terza siyaseta mirov. Lê li tu derê dinê ev derûniya birîndar bi gotinê, bi lêkolînan tedawî nebûye, nabe jî. Bona ev derûnî tedawî bibe divê ew milet ji wê rewşê derkeve. Ev jî mijareke siyasî ye, ne mijareke derûnî ye. Van salên dawîn li Tirkiyê, belkî hinek jî li Kurdistanê ji bo siyaset li paş bimîne, her tişt derdikeve pêş. Ziman derdikeve pêş, derûnnasî derdikeve pêş, wêje derdikeve pêş, sîstem jî hebek rê dide ber vê, rê li ber van çalakiyan vedike. Ev qadên çalakiyê, qadên apolîtîk an jî qadên derveyî polîtîkayê tên binavkirin. Bi ya min eviya jî hûcûmeke sîstema dagirker e. Li wir xala esasî siyasî ye.

11- Qey bandora dîsîplînan li hev nabe? Mesela Fanon psîkyatr e, dawiya dawî. Lê gelek xebatên wî bandor li siyasetê kirine, li siyasetmedaran kirine. Kesên herî radîkal bi xwendina Fanon re pêş ve diçin.

Belê têkilî û alîkarî û jihevfêrbûna di navbera dîsîplînan de heye, divê hebe jî. Bi rastî nizanim, bandora Fanon li cezayîrê çiqas hebû. Qasî ku kurdan Fanon xwendin û jê fêr bûn Cezayîrîya xwendin û jê fêr bûn? Ji vêya nebawer im. Ya ku dibêjim, ne ku ez van dîsîplînan paşguh dikim. Dixwazim bibêjim ku di ser van dîsplînan re hewl didin ku civateke apolîtîk ava bikin. Îtîraza min ji vê re ye. An na di destpêkê de jî min go sinifa me ya siyasetê gerek ji van dîsplînan pir sûd wergirin. Bi sedem tu dixwazî rewşeke civakî biguherî, divê tu derûniya wê bizanibe, dîroka wî bizanibe, zimanê wê jî bizanibe, tu van gişan bizanibe. Probelema me ev e ku, ev qadên pêwîst û elzem, wek qadên apolîtîk, derveyî polîtîkayan têne pênasekirin.

”Wexta siyaset, nîzama wan a siyasî di krîzekê de be, weke encam fikriyata wan, hegemonîya wan a îdeolojîk ya bi vê xurtiyê ve girêdayî jî dikeve krîzê. Heger tu xurtiya wan a fikrî bişkênî, hegemonîya wan a îdeolojîk jî perçe dibe.”

12- Dîsa li gor kitêbê berxwedan û serhildana kurdan, îmtiyazên tirkan (nedîtînê, nebihistinê, bêhestiyariyê, bêleqeyî) ji destê wan girtiye. Te cunta dîtine û tu li ser wan xwedî bîrekî dîrokî yî jî. Tu vê krîzê çawa dinirxînî. Bi te jî krîzeke wiha heye?

KRÎZA SIYASÎ RÊ LÊ VEDIKE KU HEGEMONÎYA ÎDEOLOJÎK JÎ PERÇE BIBE

Krîzeke sîyasî heye. Krîza siyasî rê lê vedike ku hegemonîya îdeolojîk jî perçe bibe, ew jî têkeve nav krîzê. Ya serdest bi ya min krîza sîyasî ye. Bi sedem serhildanên kurdan û bûyerên li dinyê diqewimin, bi taybet li Başûrê Kurdistanê avakirina federasyonekê, ber bi serxwebûnê ve herîkandinek, li Rojavayê Kurdistanê xuyakirina sînorê Rojavayê Kurdistanê li temama rojeva cîhanê cih girtin. Çawa bêjim, îro di hilbijartina Amerîkayê de kêşeya kurd argûmenteke cidî li hember hevdu bikartînin. Vêya rê li krîzeke sîyasî vekiriye. Dewleta tirkan ji damezrandina xwe heya îro, tu Kibrisê nehesibînî cara ewil ji derveyî sînorê xwe şer dike. Tûgayek şandin Koreyê wan nehesibinî. Îro li derveyî sînora xwe hem li Iraqê hem jî li Sûriyê şerekî didomîne li ser Kurdistanê re. Wexta siyaset, nîzama wan a siyasî di krîzekê de be, weke encam fikriyata wan, hegemonîya wan a îdeolojîk ya bi vê xurtiyê ve girêdayî jî dikeve krîzê. Heger tu xurtiya wan a fikrî bişkênî, hegemonîya wan a îdeolojîk jî perçe dibe. Bi vê wateyê em dikarin bêjin ku fikriyata tirkîtiyê jî di krîzekê de ye.

13-Di pirtûkê de qala “bixwebaweriyê-xwebaweriyê” tê kirin, ku bi tevgerên bedenî ya kurdan ve girêdayî ye. Gelek caran ez jî dibînim dema ez telefonê hevalekî xwe dikim her di bi tirkî bipeyve ez dizanim ku di otobêsê de li Stenbolê. Di pirtûka xwe de Barış Ünlü qala tevgerên bedenî ya kurdan bi vî rengî dike. Mesela behsa jinekê dike, mêrê wê kurd de, jin diyar dike ku mêrê wê dema li loqenteyê bang li garson dike, bi awakî bêdeng dike. Gelo tevgerên kurdan ên bi vî rengî hene, sedemên wê çine?

Meseleya kêmxwebawerî rast e. Ger miletek bi nifûsa xwe ya çil milyonî, bi erdnigariyeke 500.000 km çargoşe xwe îdare neke, ji dêvla dewletekê çar dewletên dagirker wan îdare bikin, ew rewş bi xwe sedema derûniyeke xwebiçûkdîtinê ye. Eva din, eva ku Barış Ünlü qest dike bêtir di nav yên hewl didin entegreyê civatê bibin de, entegereyî Tirkiyê bibin de heye. Ew xwe vedişêrin, hin bi semt gavan davêjin, hez nakin ku kurditiya wan ji tevgerên wan ên bedenî bête fahmkirin. Nuha mesela, ê ku ez lê rast hatime sê serdemê koça ji Kurdistanê ber bi Tirkiyê ve hene. Yekemîn, salên şêstî ne. Pêleke xurt ji Kurdistanê ber bi Tirkiyê ve hat. Ewana bi niyêt û hedefa entegreyî civata Tirkiyê bibin hatin. Kurdiya xwe jî kurdîtiya xwe jî vedişartin. Nifşeke din a piştî hefteyî hatin, bi sedem 1968-1974 tevgrea neteweyî ya Kurdistanê jî li bakur ji nuh de deng veda, ew ên di wan salan de hatin têkiliya wan û kurdbûna wan bi awakî asayî bû. Ne beloq dikirin, ne jî vedişartin. Ya sisêyan piştî salê nodî ye. Ew ê ku bi hêrsekê, bi kînekê ji ser axa xwe mecbûr man û ber bi aliyê tirkan ve çûn, kurdîtiya xwe bi awakî beloq dijiyan. Dixwestin ku ên li hemberî wan bizanibin ku ew kurd in. Ji salê 2000an vir ve ji nuh de pêlek entegrasyonalîst xurt bû. Ew deruniya têkçûyî rê li derûniya lihevkirinê vekir. Lihevkirina kurdan û tirkan jî bi sedem ku tirk kurdan wek milet û xwedî welat napejirînin, lihevkirina kurdan û tirkan li ser çarçoveya tirkîtiyê an jî tirkiyevitiyê ye

14- Em vê yekê jî dizanin, serdest di meseleya kurd û tirkan de tirk e ji wê nezera serdestiyê, kurd ji bo tirkan wehşî ne, çiyayî ne, kurd pir xurt in, karê hemaliyê her tişt bi wan tê kirin. Ji ber ku kurd zexm in. Tu ji spiyan bipirsî reşik jî wiha ne. Li gor spîyan reşik xurt in, kîrê wan pir mezin e. Madem ku ewqas xurt in, çima bindest ji van serdestan ditirsin. Mesela hiquq e? Tu li ber çavên wan wekî dêwek î lê tu ji wan ditirsî?

Ev derûnî ji berê de tune bû. Heya bi salê heftêyî çawa ku di hişmendiya tirkekî de “kurd wehşî ye, xedar e, şerbaz e, korefahm e” di derûniyê kurdan de jî tirk “tirsonek in, derewçîn in, bênamûs in”. Heya salê heftêyî jî wasatî kurdek, derûniya kurdekî, hişmendiya kurdekî bo tikran bi vî rengî bû. Û bi xwe bawer bûn. Tecrûbeyên min ên şexsî jî hene. Di 1968an ez ji bo lîseyê hatim Stenbolê. Wexta ku ez hatim min digo evana giş tirsonek in derewçîn in, bênamûs in. Em li hev bixin ew ê birevin, gerçî dema me lihevxist min gelek lêdan jî xwar, kafirbavan nedireviyan. Lê ez bi piştgeheke xurt hatibûm Stenbolê. Ewê cesaret dida min ku ez kanibim bi sê çar zarokên pola xwe re şer bikim. Ev piştî salên heftêyî şikest. Ev mijara mekanîzmayên entegresyonê û xurtiya entegrasyonê ye. Civaka kurdan a girtî belav bû pê ve derûniya kurdan jî li hember tirkan di hundir derûniya wan de xwebiçûkdîtin û tirsek ava bû. Bo çi tevî ku bi bedenê xwe ji wan xurtir in jî ew ditirsin? A wan dewleta wan heye. Ê van dewleta van nîne. Dizanin kengî ku kurdek û tirkek pevdiçin dewlet jî civata tirkan jî bê ku bizanibin kî heq kî neheq ew ê tereftarê ê tirk bin.

15- Ne şaş bim li Konyayê ev bûyer diqewîme. Serbazekî pîlot li kolanê navnîşana cihekî dipirse, di nav wî û du kesan de minaqeşe dertê, pevdiçin. Ew her du kes bang li derdorê dikin dibêjin ev “PKKyî” ye. Xelkên wê derê lê dicivin, zilam nasnameya xwe ya leşkerî rê wan bide jî dev jê bernadin heya ku polîs tê ji nav lepê wan derdixe.

Hatiye serê wan dîtiye. Bo derûniya me ka vanan bibêjim. Di berxwedana Dêrsîmê de bang li jineke kurd dikin, dibên “eskerên tirk nêzîkî vir in, ew ê werin van çiyayan”. Bersiva wê jinika Dêrsîmê pir balkêş e. Dibêje “ji dola bavê min sed û pencî peya hene li vî çiyayî, artêşa tirkan dikarin çi bi min bikin”. Em ji wê derê hatin vê derê. Divê em wê derê jî ji bîr nekin, tim bînin bîra xwe.

16- Li ser meseleya reşika Barış Ünlü diyar dike ku peyvên mîna negro dema tê nermkirin dibe “black (reşik)” komikên xwedî îmtîyaz li ber xwe didin li hemberî van peyvan. Wekî ku em dizanin ji bo ku nebêjin Kurd dibêjin “Kürt kökenlî”, peyva “sozde” ya tirkan dema bê pêşiya kîjan peyvê heqîqata wê peyvê înkar dike. Di geleke axaftina xwe te jî balê kişandiye ser mesele Lozanê ku Rojhilata Navîn e ango Rojhilata Nêzîk e. Navlêkirin çi bandor li ser fikriyatê dike?

Esasen di dîrokê de jî tu lê dinêrî, binavkirin bêtirî eksoneym e. Mirov xwe bi nav nake, yê derveyî mirov, mirov bi nav dike. Di serdema împeratoriyan de heya bi modernîteyê, tiştekî xwezayî ye, asayî ye, qestek tê de tune. Lê di serdema modernîteyê de û di mijara reşik û kurdan de qestek tê de heye. Dibêjin “em serdestê we ne”, û dixwazin bi me bidin qebulkirin ku me jî ev bindestî heq kiriye. Bo wê jî çi navên biçûkkirinê, çi navên bêîtîbarkirinê hebin, serdest wan li bindestan dikin. Ev binavkirina anuha ne wekî yên di dîrokê de xwezayî, asayî ye, ev binavkirineke îdeolojîk e, binavkirineke dagirker e.

17- Bi pirsa jorîn re eleqedar e. Komikên îmtîyazî nermkirina peyvan jî qebul nakin ji xwe ber. Bala min lê ye van salên dawî di ferhenga siyasî ya kurdan de rewşeke berovajî heye, peyva “aştî” şûna peyva azadiyê girtiye. Di vir de gelo qest ev e ku: di aştiyê de azadî heye? Ango tu vê guherînê çawa dibînî? Bo mînak, tirk zû bi zû peyvên kurdî nas nakin, lê peyva Rojava gelek caran bi kar tînin. Rojava wekî peyv Kurdistanê ji xwe avêtiye, peyva Rojava li gor Kurdistana Rojava nermtir. Lê li gor derdorên tirkan jî peyveke radîkal e, dema bikartînin jixwekirî navekî radîkal bikartînin.

Ev guherîn di sala 2000an de bi têkçûna îdeolojîk û sîyasî ya PKKê dest pê dike.

18- Tu dibêjî têkçûn, lê ê ku vê peyvê bi wan daye qebulkirin jî hêza PKKê ye. Ev bi xwe jî ne hêzek e mirov peyva Rojava bixwe lîteratura tirkan.

”Wexta ku tu sînorê vê dewletê esas werbigre wê çaxê tê li ser hevpariyên miletê kurd û tirk siyasetê bikî.”

TÊKÇÛNA PKKê ya ÎDEOLOJÎK û SIYASÎ

Têkçûn nayê wê mahneyê ku ji holê rabûyê. Min go “têkçûna îdeolojîk û sîyasî”. Ne têkçûna fîzîkî ye. PKK îro jî li sahayê ye. Li bakurê Kurdistanê xwedî qabiliyet û temsîliyeteke mezin e. Xwedîyê hêzeke mezin e. Lê divê mezinbûna hêzê têkçûna îdeolojîk û sîyasî veneşêre. Em têkçûna îdeolojîk û sîyasî ji ku de dikarin bişopînin. Destpêka wê, ji kurda re êdî dewlet ne lazim e. Dewleteke me û tirkan heye. Divê em arizeyên vê dewletê hêdî hêdî tamîr bikin.

Ev têkçûneke fikrî û sîyasî ya gelek mezin e. Tu ji xeteke serxwebûnxwaz dakevî, dewleta ku tu dixwazî ji Kurdistanê derxînî, îcar tu dibêjî ”ez ê vê dewletê demokratîze bikim”. Qesta min ji têkçûnê ev e. Ev têgeh giş esasen bi vê ve girêdayî ye. Êdî siyaseta serxwebûnxwaz, esasan siyaseta miletê bindest li ser cudahiyên miletê bindest û yê serdest dimeşe. Lê ji 2000an û vir de ne tenê PKK, partiyên me yên derveyî PKKê jî siyaseteke di hundir sînorê dewleta Tirkiyê de pejirandin. Wexta ku tu sînorê vê dewletê esas werbigre wê çaxê tê li ser hevpariyên miletê kurd û tirk siyasetê bikî.

Ji ber wê ye ku azadî hedefekê dide nîşan. Tu dibêjî ku ez bindest im ez ê azad bibim. Aşitî ji vê hedefê dûr e. Di hundirê aşitiyê de azadî nîne. Ji aşityê wê de peyva biratî: “Kurd û tirk xwişk û birayê hev in”. Berê ev peyv, berî sala 2000an di lîteratura siyasî ya kurdan de tune bû. Jixwe ev peyv peyveke siyasî ye. Bi şoreşa Fransayê ketiye lîteratura siyasî. Feqet di şoreşa Fransa de azadî, wekhevî dûre biratî heye. Lê anuha di hundir siyaseta kurdan de peyva herî berbiçav azadî û wekhevmafî li alîkî, biratî li pêş e. Ev derûniyeke siyaseten ya têkçûyînê ye. Encama wê ye. Wê îfade dike.

Ya herî berbiçav jî ew bû ku berê navê wan dayîkên şehîdan bû, dayîkên şehîdan ji nişka ve bû dayîkên aşitiyê. Anuha ev şehîd di nav şer de şehid ketine. Di şerê azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê de şehîd ketine. Heger tu yê li wan xwedî derkevî, divê tu bi nirxên wan li wan xwedî derkevî. Kes ji wan ji bo aşitiyê şehîd neketine. Evên şehîd ketine bi deh hezaran însan in, vana bi taleba azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê şehîd ketine. Tu wê datîne alîkî, tu dibêjî em dayîkên aşitiyê ne. Tu heqaretê li nirxên şehîdan dikî. Bi giştî ev lîteratura piştî salên 2000an li ser van têgehên nuh ava bû, bi ya min encama têkçûna fikrî ye. Aktorên vê yên esasî yên guherîna fikrî PKK ye. Lê ev bi PKKê ne bi sînor kiriye li bakurê Kurdistanê siyaseta serdest, siyaseta bi dewletê re lihevkirin e.
Belê Rojava kete lîteratura tirkan. Bedela vêya ku êdî em jî nabêjin Roajavayê Kurdistanê an Kurdistana Rojava. Hêjayî nîqaşê ye kê têgeha xwe li ser kê ferz kir? Ew peyva Rojava jî nuha bûye Bakurê Sûrîye.

19- Belkî bandora zimên jî hebe. Mirov bi tirkî bêje “şehit yakinları” behsa tiştekî din dike. Bi te bandora ziman jî tê de tune ye? Mirov bi tirkî bifikre tiştek e bi kurdî bifikre tiştekî din e. Belkî hemû siyaseta kurdan bi kurdîbaya ew peyv jî zû bi zû nedibû dayîkên aşitiyê.

Bi ya min tu hebekî bi xweşbînî lê dinêrî û dixwazî qisurê kêm bikî. Destpêka vêya ew e ku Ocalan li Imralî ji dayîkên eskerên tirkan uzrê xwe xwest. Destpêka wê ev e. Wê çaxê Ocalan mesûl û berpirsiyarî çil-pêncî hezar şehîdên Kurdistanê bû. Ji dayikên van şehîdan uzrê xwe nexwest ji dayîkên eskerên tirkan uzrê xwe xwest. Ev destpêka vê guherîna paradîgmayê ye. Bi destê dewletê di ser Ocalan re ferzkirina teslîmîyetê ye. Ev destpêka pejirandina têkçûyîna fikrî û sîyasî ye. Bona wê, wek te bi xweşbînî li van guherînan nanêrim. Evana peyam in ji dewleta Tirkiyê re. Peyama çi ye? Em naxwazin ji we cuda bibin, me wekî xwe bihesibînin. Bi me re li riya lihevkirinê bigerin.

20- Yek ji xalê din a bêdengiya civaka tirkan jî wekî ku Barış Ünlü diyar dike pergala xelatkirin û cezakirinê ye. Tirkan bêyî ku haya wan ji wan hebe jî ji ber tirkbûna xwe hatine xelatkirin. Barış Ünlü dibêje haya tirkan ji deriyên pergalê nîne lewra ji wan re timî daîmî vekirî ye. Lê ji bo kurdan, ji bo kesên ku dixwazin kurdan fahm bikin, têkilî bi wan re deynin dibînin ku deriyên girtî hene. Ji ber bêtir meyla min li ser edebiyatê ye, em vê yekê herî xweş di edebiyatê de dibînin. Kurdên tirkînûs di rewacê de ne, lewra her çiqas bibin muxalifê tirkan jî ji ber nivîsandina bi tirkî tê xelatkirin. Ji bo van nivîskaran rojên imzeyan têne lidarxistin, reklamên wan têne kirin, deriyên ku ji tirkan re jî ne vekirine ji bo wan vekirine. Axirî di siyasetê de, ango civakê de ev makîneya xelatkirin û cezakirinê çawa dişuxule?

AVAKERÊN VÊ KOMARÊ ALLOKTONÊN (TIRK, CIHÛ Û ÇERKEZ) VÊ COGRAFYAYÊ NE

Berê wê divê parantezekê vekim. Ên ev dewlet ava kirine, di warê etnîkî de ne tenê tirk in. Tirk jî tê de hene lê em dikanin bi giştî îşaretî sê etnîsîtan bikin. Yek jê tirk, ya din jî çerkez, ya sisêyan jî cihû. Di warê etnîkî de avakirina vê dewletê xwe dispêre van her sê etnîsitan. Dû re piştî Nutuka Mistefa Kemal û avakirina îdeolojîya vê dewletê pê ve îdî herkes wekî tirk hatin hesibandin, ne ku tirk in vana. Îdeologên vê komarê yên ewil ji sedî heftê esil-cihû ne, ne tirk in. Ji xwe problemek jî ew e, ev di nivîsandina dîroka alternatîf de jî problem e. Şerê 1919 – 1923an li ser muslim û xeyrî musliman pênase dikin. Eviya ji kok de şaş e. Di wî şerî de heger pêwist e em hevkêşeyekê saz bikin ew hevkêşê ya alakton û otoktonan e. Weke tê zanîn tirk jî, cihû jî, çerkez jî alloktonên vê cografyayê ne. Dû re hatine.

21- Avantaja tirkbûnê ji yên din çi ye? Dibêjin nasnameya bilind bila tirkbûn be. Ev kesên ne tirk, çima tirkbûn kirine nasnameya bilind. Gelo heqîqet tê de heye? Ev argumenta ku kesên ne tirk tirkbûnê saz kirine wek ku nasnameya bilind a tirkbûnê piştrast dike. Ne li dijî tirkbûnê ye.

Wekî cihûyan bifikire. Heyan bi Şerê Cîhanê yê Yekem jî şerê dînî, olî di navbêna xiristiyan û cihûyan de ye. Em bêjin antî-semîtîst ne misilman in, xiristiyan in. Lê cihû heya destpêka Şerê Cîhanê yê Yekem esasen muxalif in. Em bêjin Ziya Gokalp, Suleyman Nazîf evana kurdewar xuya dikin. Lê di şerê cîhanê de dibînin, ditirsin ku ev dewleta Osmanî têk ve here dê xiristiyan wan ji holê rakin. Ji ber wê întîsabî tirkîtiyê dikin. Û îdeolojîya tirkîtiyê ew ava dikin. Bona xwe biparêzin. Bona wan taktîkeke rasyonel e. Wek ku tê zanîn xususiyeteke cihûyan jî ew e ku li ser kîjan axê bin bi hêsanî rengê wê axê digirin. Di vir de ne ku cihûyan tewanbar dikim. Di bin zilm û zorê de ne, pir bi hêsanî rengê wê axê digrin. Çerkez jî bi giranî piştî salên 1880yî bi koçeke mezin ber bi Anatolya, Trakya û hin bajarên Kurdistanê ve hatin. Ewana ji wir ji ber rûsan reviyane, xwe spartine osmaniyan. Osmanîtî êdî bi tirkîtiyê tê binavkirin. Ew jî di ser wê re xwe wekî tirk bi nav dikin. Eviya jî ji bona wan em dikanin bêjin oportûnizmeke neteweyî ye. Ne bê sedem e.

Mesele di nava kurdan de tiştekî wisa tuneye. Kurd heya bi sala 1960î xwe tirk nahesibînin, kurd bi kurdîtiya xwe serbilind in, tirkan ji xwe kêm dibînin. Li cem me yekî qîz bida yekî tirk heya bi salên 1960î henekên xwe pê dikirin. Digotin me re çawa qîza xwe bide yekî tirk. Êdî ev tevlîhevbûn, di nav kurdan de jî xwe tirk hesibandin bêtirîn piştî salên 1960î ye. Divê em wisa bifikrin, komên allokton hene di nava van de ên xwedîhêz û artêş, cîhazên dewletê di destê wan de osmanî ne, êdî xwe wek tirk bi nav dikin, ev komikên din ên allokton tirkbûnê ji xwe re riya xelasiyê dibînin. Mirov dikare vê fahm bike, ev tê fahmkirin. Lê bo kurdan ev dû re bûye weqa. Bi taybet jî ev pêşketina kapîtalîzmê, rûxandina civata klasîk ya kurdan rê lê vekir ku kurd ber bi tirkan ve biherikin, hêdî hêdî nasnameya wan ji a xwe mezintir û bilinditr bihesibinin.

22- Meseleya xelat û cezakirinê?

Esasen ev ne taybetmendiyeke vê dewletê ye. Her dewlet û her desthilat ji bo yên nêzîkî xwe riya xelatê, ji bo ên dijî xwe jî riya cezayê vedike. Li vir tenê li ser tirkîtiyê re jî nameşe. Weke nimûne, di serdema desthilata AKPê de li ser îslamê re meşiya. Tirkên misilman jî kurdên misilman jî tê de. Xelat dan wan. Ên ne li wê derê cezakirin. Bi ya min Barış Ünlü hin taybetmendiyên bi her dewletê re heye tîne tevê di hundirê Peymana Tirkîtiyê de pênase dike. Eviya bi min ne rast e. Dewlet cîhazek e, li her derê dinê noqteyên wan ên hevpar hene, hin taybetmendiyên wan hene. Ev tiştê ku dewleta tirkan û Peymana Tirkîtiyê ava dike hinek ji wan di her dewletê de dikare bê dîtin.

23- Di dawiya pirtûkê de, Barış Ünlü hewlên li dijî Peymana Tirkîtiyê jî diyar dike. Yekemîn xalên ku vê peymanê dişkêne serboriya Îsmaîl Beşikçî ye. A din jî Akademîkên Aştiyê ne. Tu manifestoya Akademîkên Aştiyê çawa dibînî?

Ez “Barış Akademisyenleri” cidî nagrim. Eviya muxalefeteke lawaz e. Gotin em ne şîrikên van gunehan in.

24- Ev ne muhîm e. Mesele tu tirkan rexne dikî tu dibêjî “hûn giş şîrîkên vî sucî ne”. Divê dijî van tiştek nekin?

Bo min xeta esasî pejirandina rasteqînîya welat û miletê kurdan e. Di belavoka Akademisyenên Aşitiyê de ev tune ye. Wek ku dewlet neheqîyekê dike.

25- Di nameya sûcdarkirina dozgeriyê de “kurdish province” derbas dibe, yanî bajarên kurdan. Dozger dibêje “di metnên îngîlîzî de gotine Kurdistan”. Halbukî negotine. Lê dewlet her tim gavek li pêşê difikre.

Miletê kurd ev sed û pêncî sal in şerê serxwebûnê dide. Li bakurê Kurdistanê pêgava herî dawîn ev çil sal in di pêşengiya PKKê de dimeşe. Şerê ku dûr û dirêj bibe û encam negre, berê yê wî şerî dimeşînin dirizine, dû re têgeh dirizin, dû re gel jî bi wan re dirize. Dema hêviya ku em ê vê dewletê ji vira derxînin nemîne, îcar dibêjin her ev dewlet heye wê dagirkerê me be, balo bila zêde zilmê li me neke. Bi vê derûniyê wexta ku li aliyê tirkan dinêrin ji aliyê tirkan de dengekî hebekî nerm di mijara kurdan de tê, wê bi mubalaxa pêşwazî dikin, bi mubalaxa lê xwedî derdikevin. Weke te jî gotiye akademisyena ne gotine Kurdistan, gotine bajarên kurdan. Ew jî di metnê îngilîzî de. Ji bo min a girîng ev e.

26- Min ê jî ew bipirsiya. Min gelek hez ji pirtûka Barış Ünlü kir. Em ji Ismail Beşîkçî jî hez dikin. Lê tiştê ku wan gotiye ger ji aliyê kurdan ve, bo mînak ji aliyê Fuad Onen ve bêne gotin ewqas balê nakşîne. Ev gazinda gelek rewşenbîrên kurdan e. Gelo kurd dibêjin “jixwe rastiya me bi me aşkere ye” ji ber vê ye ango bi te sedema vê yekê çi ye?

DI NAV REWŞENBÎR Û SINIFA ME YA SIYASETÊ DE DERÛNIYA XWEBIÇÛKDÎTINÊ HEYE

Sedem ev e: Dibên evana tirk in, bo me tiştekî baş dikin. Di vî sedsalî de tirkekî ji bo kurdan tiştekî baş negotine. Dibên him tirk in him bo me tiştên baş dibên, bi xurtî xwedî lê derdikevin. Sedema ku li yên xwe xwedî dernakevin, ger ku ji bo xwe bêjim ê min bi rastî xwedî li min derdikevin, eviya wekî xwezayî dibînin. Ji xwe karê wî ev e. Lê yê ku ji aliyê tirkan de sedem fahma me ya ku “tirk xedar in, ne baş in, zalim in” dengekî nerm û baş jê tê em jê şaş dimînin. Bi wê şaşiyê em zêde bilind dikin. Di wir de derûniya xwebiçûkdîtinê heye an tune ye? Heye. Ew derûniya xwebiçûkdîtinê di nav gel de heye lê ew zêde ne girîng e, lê a grîng di rewşebîran de û sinifa me ya siyasetê de ew derûniya xwebiçûkdîtinê heye. Aneha yekî wek Mehmed Uzun çima pirtûka xwe werdigerîne tirkî? Ji bilî kurdan xwînerên Mehmed Uzun çend kes in gelo di nav tirkan de. Dema werdigerîne tirkî dîsa kurd dixwînin. Bona çi. Kurd îcar bi tirkî Mehmed Uzun dixwînin.

“Bi devê xwe çend bibêjin miletê kurd û çend bibêjin Kurdistan jî binhişê wan tirkiyevî yeBinhiş tirkiyevî ye, ev tirkiyevîtî bela serê miletê kurd e.

27- Bi salan e kurdên me yên ewropayê bi tirkî dijîn. Tu diçî wan deran, entegreyî civata wir bibe. Her li kîjan welatî bin dîsa rojeva wan Tirkiye ye. Tu li Swedê yî. Swêd nobelê belav dike. Kovareke li kafeyeke tirkiyê girîngtir e ji wan re wek ku.

S. DEMIRTAŞ ÇÎROKA XWE BI TIRKÎ DINIVÎSE, DI ÇAPXANEYA TIRKAN DE ÇAP DIKE Û PÊŞGOTINÊ JÎ BI TIRKEKÎ KEMALÎST DIDE NIVÎSANDIN

Sedema wê ev e: Xeta serxwebûnxwaz lawaz e. Xeta şoreşger bi wateya radîkal, di van salên dawîn de daket asta herî nizm. Binhişê wan Tirkiyê wekî welatekî disêwirîne û kurd jî lê dijîn. Bi devê xwe çend bibêjin miletê kurd û çend bibêjin Kurdistan jî binhişê wan tirkiyevî ye. Bi sedem her yekî ji wan herî kêm panzdeh salan bi tirkî perwerde dîtine. Girêdanê wan bi aliyê Tirkiyê re hene. Pirên di navbera xwe û Tirkiyê de navêjin. Wexta ku nuh diçin nafikirin ku ew ji neha pêv li welatekî ewropî ne, ew ê heya taliya emrê xwe li wir bin. Her çiqas taliyê wisa bibe jî di destpêkê de dibêjin em ê vegerin, em ê vegerin Tirkiyê. Li wir aîdiyeta axê lawaz e, bi sinifa siyasetê û sinifa xwendeyên Kurdistanê re adîyetea axê kêm e. Pirê di navbera xwe û Tirkiyê de navêjin. Her difikirin ku ew ê rojekê li wir vegerin. Wexta ku vegera te Tirkiye be, tu yê bixwazî ku rewşenbîrên tirkan ji te re bibêjin aferim.

Wek nimûne, Selahattin Demîrtaş serokê partiyekê bû, wek serokê kurdan dihat naskirin. Kete zîndanê. Çîrok nivîsî. Ev ne tiştekî normal e, lê em bêjin normal e. Çîrokên xwe bi tirkî nivîsî, ev anormaliya diduyan e. Pirtûka xwe di çapxaneya tirkan de çap kir ev anormaliya sisêyan e. Pêşgotina xwe bi tirkekî kemalîst da nivîsandin (Zulfu Livaneli). Bo çi? Peyam dide nîzamê, peyam dide dewletê ku “ez ê Tirkiyê me”. Anuha kadroyekî weke Selahattin Demirtaş ji bo pirtûkeke çîrokan çar heb anormaliyên beloq, çar heb anormaliyên fahş dike. PENa kurdî heye, Komeleya Nivîskarên Kurd heye, bi dehan nivîskarên kurd, wêjevanên kurd hene, anuha Ferzan Şêr nikane ji pirtûka wî ya çîrokan re pêşgotinekê binivîse? Ew ê ne bi maqûltir be. Weşanxaneyên kurdan hene, giş di warê pera de rewşa wan xerab e. Tu bide weşanxaneyake kurdan ew ê pê debara xwe bike. Tu bo çi nakî, tu bo çi bi tirkî dinivîsî? Binhiş tirkiyevî ye, ev tirkiyevîtî bela serê miletê kurd e.

Bo Beşîkçî xalekî cûda vekim. Beşîkçî li Tirkiyê û li akademiya Tirkiyê kesayetîyekî anormal e. Derketiye derveyê vê nîzamê, bêtir jî derketiye derveyê pîvanên akademiya Tirkiyê, loma jî afaroz bûye. Akademiya Tirkiyê ew afaroz kiriye. Aakdemiya Tirkiyê bi bêdengî ew afaroz kiriye. Nizanim çend heb pirtûk nivîsiye, belkî sîh be. Lê akademiya Tirkiyê li ser pirtûkeke mamoste Beşîkçî jî nîqaşek venekiriye. Lê mesele Beşîkçî helwesta xwe dij îdeolojiya fermî pênase dike. Ev ji pênasekirina Barış Ünlü ne kêmtir e. Îdeolojiya fermî îdeolojiya serdest e û akademî jî perçekî, dezgehekî afirandin û belavkirina vê îdeolojiyê ye. Beşîkçî dij vê derketiye û ji cephê ve li dij derketiye. Bona wê neheqî ye ku em Beşîkçî û van akademîsyenên aşitiyê li texmekê rêz bikin.

Beşa sisiyan dewam dike.