Sîstema Serweriya Dagirker dipejirîne ku kurdên li Bakurê Kurdistanê hemwelatiyên Dewleta Tirkiyeyê ne. Di berdêla vê de jî ji kurdan dixwaze ku dev ji rasteqîniyên xwe yên netewe-welat berdin. Ev e sed sal e ku ew vê teklîfa bêexlaq dike. Kurdên ku ev teklîf red kirine, ev e sed sal e têkoşîna rizgariya neteweyî didomînin. Sîstema Serweriya Tirk jî ev e sed sal e hewl dide ku rasteqîniya netewe-welat ya kurdan ji navê rake.
Dagirker ji me re dibêjin: ‘ Em ê hemwelatîtî bidin we lê hûn jî welatên xwe bidin me.’ Divê em gotina Demirtaş jî ku gotibû; ‘ Êdî dê kurd çi bikin, wan welatê xwe dan we.’, di vê çarçoveyê de fêm bikin. Ev di wateya teslîmbûyîna ji dagiriyê re ye. Ev projeya dagirîyê ya sed salane car caran xwe bi gotinên; hemwelatîtiya wekhev, hemwelatîtiya demokratik dixemilîne û rojane dike. Siyaseta kurdistanî, rasteqîniya netewe-welatê xwe esas digire û vê teklîfa bêexlaq red dike.
Hemwelatîtiya makezagonî, hemwelatîtiya wekhev û hemwelatîtiya demokratik formên vê projeya jenosîdal in ku di vî sî salîyê dawîn de têne rojanekirin. Naveroka hemûyan eynî ne û jenosîdal in. Bi YKSSyê (Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst) re nîzama cihanê jî ji hev de ket û ev e sî sal e ku cihan li nîzameke nû digere. Di vî sî salî de bi dehan dewletên nû derketine li ser dika dîrokê. Li Başûrê Kurdistanê dewleteke me ya federe heye ku berê wê li sexwebûnê ye. Sînorên Rojavayê Kurdistanê jî hatiye rewşeke diyarbûyî, dewletbûyîn xwe ferz dike. Di gel sinifa me ya siyasetê jî, gihîştina hev ya van her du parçeyên Kurdistanê di rojevê de ye.
Di heyamên dawîn de, ji nû de gerimkirina vê teklîfa bêexlaq hewldana xweparastinê ya Sîstema Serweriya Tirk e. Ji ber ku SST, li hundir û li derve ketiye tengasiyê, dixwaze bi hin siyasîyên kurd re nikaha xwe nû bike û ji ligelhevbûna xwe ya bêexlaq re jî kilfekê (rûberekê) peyda bike. Li her derê dinyayê bêexlaqî heta qirikê ye û muşteriyên (bikirên) teklîfên bêexlaq jî pir in. Li Bakurê Kurdistanê jî muşteriyên (xerîdarên) vê teklîfa bêexlaq hene. Lê ew kîjan cilî li xwe bikin, bi kjan cilî xwe binixumînin jî, hêzên kurdistanî jî hene û li sahayê ne ku wî cilî biçirînin û wê fuhûşa siyasî eşkere bikin, derxin meydanê.
Pirsgirêka Kurdistanê ne ew pirsgirêk e ku bi hemwelatîtiya wekhev, makezagonî an jî ya demokratîk ve bipişkive. Pirsgirêka ax û ya îktîdarê (desthilatê) ye. Neteweyê kurd, dê li Kurdistanê dewleta xwe ava bike û dê hiqûqa xwe bi xwe ya hemwelatîtiyê bi dest bixe. Û wê gavê jî em ê hiqûqa bihevrejiyanê cîbicî bikin da ku mafêwekheviyê ji bo hemû pêkhateyên Kurdistanê xwe pispêrê. Bê guman dê ev di gel demokratîkbûyîn, dilxwazî û wekhevmafyê hiqûqeke bihevrejiyanê be.
Şoreşger mirovên biexlaq in. Ev teklîfên bêexlaq li wan nayê kirin. Şoreş dê exlaqê xwe jî biafirîne.