ÎSTÎQAMET

ÎSTÎQAMET

Îstiqamet Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî ye. Îstiqamet avakirina dewleta kurd e. Îstiqamet; li Kurdistanê dawîlêanîna dagiriyê ye. Îstiqamet rakirina sînoran e ku Kurdistanê parçe kirine.
Îstiqamet Kurdistaneke azad e.
Îstiqamet giring e divê ku her kes îstiqameta xwe bizanibe. Û divê yên ku îstîqameta wan Enqere û hilbijartinê Tirkîyeyê be curet nekin ku me bi dûvikîya tirkîyewîyan îtham bikin.

ÎSTÎQAMET

Latîf Epozdemir, serokê HAK-PARê ye.Li jêr hûn ê nirxandineke wî bibinin. Di ser hevdîtina Hişyar Ozalp û Ridwan Dalmiş bi Selahattin Demirtaş re, îma dike ku îstîqameta 5 tevgeran (PAK, PSK, PDK-BAKUR, TEVGER, PÊLKURD) Tirkîyewîtî ye û dê bi HDPyê re bimeşin.

● Seokatîya partîyeke welatperwer, cidîyetê dixwaze. Ew post ne cîyê pêkenok û îmayan e. Di heman demê de ne cîyê îthamên bêbingeh e jî. Tu dikarî ne mirovekî cidî bî lê divê tu qedrê postê xwe bizani bî.

●Serokatîya partîyeke welatperwer di heman demê de samîmîyetê jî dixwaze. Demek berê te bi heyeta xwe re CHPyê ziyaret kir û hevdîtina xwe ya bi Kiliçdaroglu re weke serkeftineke sîyasî parve kir. Tevî ku em dizanin îstîqameta te Enqere ye jî me negot îstîqameta HAK-PARê dûvikîya CHPyê ye. Bi sedem ku em HAK-PARê partîyeke welatperwer û cidî dibinin.

● Baş e tu bi çi heqî û bi çi hedî dikarî 5 tevgeran di ser hevdîtineke şexsî re (Bi ya min hevdîtina bi Demîrtaş re hevdîtineke şexsî ya di nav 3 parêzerên kurd de bû. Lê mixabin bi taybet helwesta Hişyar Ozalp ya piştî hevdîtinê, ev hevdîtin kir wek hevdîtineke sîyasî û rêxistinî) bi dûvikbûyina HDPyê îtham bikî.

Derheq îstîqametê de helwêsta PÊLKURDê zelal e:

Li Bakurê Kurdistanê, di siyaseta kurd de têgiha ‘îstiqamet’ê pir giring e. Ev têgih nîşan dide ka bereka tevgerekê ber bi ku ve ye, beraliyê têkoşîna xwe bi ku ve dike. Yanê hedef an armanc çi ye û heta li ku ye.

Di siyaseta kurd de du îstiqametên bingehîn hene:

● Hin aliyên siyaseta kurd bi îstiqameta xwe  çareserîyê di hundir sînorên Dewleta Tirkiyeyê de dibinin. Beşek ji, wan otonomîst an federalist in û wer difikirin ku pêwîst e ev dewlet ji nû ve ava bibe û miletê kurd jî bigihêje statuyeke sîyasî. Beşeke din (ku HDP nûnertîya vî beşî dike) difikire ku kêşeya kurd û Kurdistanê dê bi demokratîzekirina Tirkîyeyê çareser bibe. Ev alî jî di ser ziman, çand, rêveberîya herêmî re xwedî taleb in û carinan qala xweserîya herêmî jî dikin. Em dikarin bêjin ku îstîqameta van alîyan bi sînorê dewletê ve tengav e. Îstîqameta va alîyan, guherîn an ji nû ve avakirina Enqereyê ye. Tevlibûna hilbijartinan girîng dibinin. Em vê îstîqametê rast nabînin û red dikin.

● Îstiqamet Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî ye. Îstiqamet avakirina dewleta kurd e. Îstiqamet; li Kurdistanê dawîlêanîna dagiriyê ye. Îstiqamet rakirina sînoran e ku Kurdistanê parçe kirine.

Îstiqamet Kurdistaneke azad e.

Îstiqamet giring e divê ku her kes îstiqameta xwe bizanibe. Û divê yên ku îstîqameta wan Enqere û hilbijartinê Tirkîyeyê be curet nekin ku me bi dûvikîya tirkîyewîyan îtham bikin.

Têbînî: Ne ku em twîta Latîf Epozdemîr cidî dibinin û bersîv didin. Em HAK-PARa welatperwer cidî dibinin û gevezetîyê bi vî rengî lê naynin, lewma em bersîv didin. Hêvîdar in ku kadroyên welatperwer û cidî yên HAK-PARê pêşî li vî zimanê xerabker û dijî yekrêzîya sîyasî ya nav mala kurd bigirin.

Twîta Latîf Epozdemir:
“Hamit Kılıçarslan’ı saygı ile anıyorum.Hayatı boyunca istikrarlı duruşunu ve tavrını korudu. O kusursuz bir yurtseverdi. Şimdi “arkadaşlarının” Demirtaş ziyareti karşısında kemikleri sızlıyordur. “beşte biri” en cesur. Bu bileşenlerin istikametini tahmin etmiştik. Son durak belli.?