Blokê îktîdaran ji ber mecbûrîyeta desthilatiyê ava dibe

Blokê îktîdaran ji ber mecbûrîyeta desthilatiyê ava dibe

Li Tirkiyê û esasen li her dewletê, blokê îktîdara hene. Blokê desthilatiyê hene. Li Tirkiyê ji sala 2002 û di 2013-14 blokeke îktîdarê hebû, ji partiya Erdogan, ji cemaata Fetullah Gulen û beşekî dewletê pêkdihat, Emerîka û Ewrûpiya jî ji derve piştgirî didanê, esas ew proje, projeya Emerîkîya bû. Yanê ê ku AKP anîn û li Tirkiye kirin desthilat Emerîkî bi xwe ne.

Temamê blokê îktîdaran ji ber mecbûrîyeta desthilatiyê ava dibe.   

Ez ê ji Kekê Fuat Onen bipirsim, bi rastî niha em dizanin ku li Tirkîye weke serokê Tirkîye Tayyîp Erdogan weke padîşahekî tevdigere yanê bê wî kes rabe û rûnî çewa çedibe ku operasyonek artêş çêke lê dijî wî mesajekî bide wî, ez dixwazim piçekî bikolim, yek; a dudu, bi rastî jî ev operasyon çi qas kêrî PKKê hat û ez gava ku bi Kurdistanî binêrim kî çawa çêdike nizanim lê encamê vê operasyonê ji bo Kurdan, ji bo her çar parçeyan mirov kane çawa binirxî ne? Ez dixwazim wê hun ji me re binirxînin. Her tişkî ku kekê Şexmûs gotî bû û encamê wan ji bo Kurdan.

-Belê, a niha, li Tirkiyê û esasen li her dewletê, blokê îktîdara hene. Blokê desthilatiyê hene. Li Tirkiyê  ji sala 2002 û di 2013-14 blokeke îktîdarê hebû, ji partiya Erdogan, ji cemaata Fetullah Gulen û beşekî dewletê pêkdihat, Emerîka û Ewrûpiya jî ji derve piştgirî didanê, esas ew proje, projeya Emerîkîya bû. Yanê ê ku AKP anîn û li Tirkiye kirin desthilat Emerîkî bi xwe ne.

2013yan pêve ev blok perçivî û 2016 a pêve blokek nu avakirin. Di vê bloka nuh de  AKP heye, MHP heye, ewa ku digotin dewleta kûr; Ergenekon, Balyoz, em kanin bêjin dewleta klasîkî ya Tirkiye tê de heye, blokek sêlingo ye. Di eslê xwe de her sê teref jî nelihev in. Feqet bo li ser hikum bimînin, bo desthilatiya xwe bidomînin, mecbûrî hevdu ne. Temamê blokê îktîdaran ji ber mecbûrîyetê desthilatiyê ava dibe.  Ji ber wê pêkane ku di hundir wê blokê de destek, beşek wê blokê bixwazin Erdogan lawaz bikin, Erdogan bixwaze MHP lawaz bike, Erdogan bixwaze ew dewleta klasîk ya Tirkîye hîn di jêrkontrola xwe ke, ewan a giş asayî ne û li Tirkiyê her tiştên wer diqewimin.

Lê belê, ew operasyona Garayê bi fermana Erdogan hatiye kirin. Kekê Şexmûs ne ku dibêje ew operasyon li dij Erdogan çêbû ye. Dibêje ku di hundir wê operasyonê de ew dewleta klasîk, terefên dewleta klasîk, xwestinin sînorekî ji Erdogan re deynin, di hundir operasyonê de operasyonek din çêkirine. Yanê hêjayê gengeşîye ye. Dema em li encaman dinerin, beyanatê CHPê û beşek jî ê partiya BAŞ, dibêjin ÎYÎ partî, weke wê meylê temsîl dikin. Dixwazin di ser wê operasyonê re desthilatê lawaz bikin. Ew şerek li ortê ye. Lê çiqas rasterast em bêjin sûbayên Tirka di hundir operasyonê de operasyonêk li Erdogan çêkirin a rastî ez pê nizanim. Îhtîmal e. Hêjayê niqaşê ye. Dibê em li encama wê binerin.

Di encamê de operasyonek têkçûyî ye. Yanê hedefan wan te dîbê bila zeftkirina Garayê be, te dibê rizgarkirina dîlên wan be her du jî bidest neketiye. Îdîayeke din jî heye ku di wê serdemê de rêvebirekî PKK jî li heremê bûye û esasen wana xwestine wî revebirî dîl bigirin, bibin Tirkiye, weke çawa dema Ocalan hate girtin, Ecewît di ser wî de dengê xwe zêdekir. Vana jî hesabekî wan î bi vî rengî jî hebû ye. Ev hesabinan giş têkçûne. Operasyonek têkçûyî ye ji alîyê dewleta Tirka ve. Ji alîyê Kurda ve; dibê yek, temama partî, rêxistin, sazîyên Kurdistanî, li hember armancên dewleta Tirka ê stratejîk li ser Başûrê Kurdistanê hişyar bin. Û Kekê Elî Ewnî behskir, ew karên dîplomatîk hîn bi xurtî bimeşînin. Bo raya giştîya  cîhanê, bo koalîsyonê, bo Emerîkîya heya ku pêwistî pê hebe dewleta Bexdayê re, desthilata Başûr divê  serweriya xwe biparêzî, li hember van hicûmana. Van hicûmana wek hicûmên asayî ya şerek nabêna PKK û dewleta Tirk de divê nebînin. Serweriya xwe rind biparêzin. Yek ev. Dudu; PKK piştî operasyona Garayê, divê fahm bike ku heger dixwazin li Başûr bimînin divê rasterast desthilatiya Başûr nas bike û çi tevgerên wan li kê derê Başûrê Kurdistanê be, bê rizamendiya Başûrê Kurdistanê tevgeran nekin. Ev uslûb e, usûl e. Yanê tu çûye li wê derê, wê derê ne bê dewlet e. Parlementoya me heye, hukûmeta me heye, serokatiya heremê heye.

Vana dam û dezgehên neteweyî ne. Tu mecbûr e, li wan rêzbigire û bê rizamendiya wan jî tevnegere. Heta ku ev her du tiştan pêkneyên, PKK bi xwe ji bona Başûr ew ê bibe pirsgireka ewlekariyê. Temama hêzên Kurdistanî divê bi vî hawî bandor li PKKê bikin. PKKê mecbûr bikin ku serweriya Başûrê Kurdistanê nasbikin, desthilatiya Başûrê Kurdistanê nasbikin û tevgera xwe bi rizamendiya wan bimeşînin.

Li vir kêşeya herî muhîm, ez kurtî behsa wê bikim, dûvre werim ser pirsa diduya. Desthilatiya Başûr bi xwe ye. Desthilatîk navendî li Başûr lawaz e. Desthilatîk du serî heye, li Başûrê Kurdistanê. Weke numûne bêjim, Ji bo çi di derheq tevgerê PKKyê de tenha PDK beyanan dide? Bo çi Kek Mesûd Berzanî xwe mecbûr dimîne bersîva Karayilan dide? Madem li wir hukûmetek heye, YEKITÎ jî di nava hukûmetê de ye, GORAN jî di nava hukûmetê de ye, bo çi helwestek wan î yekgirtî tune ye? Heta ew kêşe çareser nebe, kêşeya PKK jî çareser nabe. Yanê, ji van her du partîna bi hev re ne xwedî bernameyek stratejîk bin, yanê Kekê Elî Evnî dê vana çetir bîne ziman. Ev bîst sal e, PDK û YNK dibêjin: “Me heye peymanek stratejîk.” Ê di şanzdehê oktobirê de me dît ku ev peymana stratejîk nameşe.

Bo miletekî peymana stratejîk çi ye?Dewletbûyîn e, serxwebûn e. Eger li ser dewletbûyîn û serxwebûnê tu ne bi hevdu re be ew peymana stratejîk dibe çi, tê çi wateyê?

Didu, eger helwesta her du partîyan li hember dewleta Îranê ne yekgirtî be, li hember dewleta Tirkîyê ne yekgirtî be, li hember Iraqê ne yekgirtî be û bi koalîsyonê re danûstendinê wan ne yekgirtî bin, ev rê dide temama dagirkeran û çekdarên biyanî li Başûrê Kurdistanê; çi Heşdîşabî, çi PKK, çi rêxistinên din. Yanê, esas birîna me ya giran, tunebûna desthilatek yekgirtî ye, desthliatek navendî ye li Başûrê Kurdistanê.

Niha ji aliyê Silêmanyê, lamerkezîbûnê gengeşî dikin. Du roj berê min li Fadil Mîranî guhdarî kir. Fadil Mîranî jî dibê, erê ji xwe di bernameya hukûmeta me de heye. Ev mijara lamerkezîbûnê. Dibê em gengeşî bikin, em rêkûpêk bikin.

Ez ne li dijim ku dewleta Başûrê Kursdistanê sîstemek lamerkezî bipejîrîne, heya sîstemek federalî bipejirîne. Hin herema bike otonom, hin herema bike federe, çawa dixwazin ji wan re çawa pêwîste bila wer bikin. Bes, berî van karana pêwistiya me bi desthilatiyek yekgirtî û navendî heye. Divê berê desthilatek yekgirtî û navendî hebe, da ku karibin van kêşeyan gengeşî bikin û li hember desttewerdanê derve jî bi hevdure kar bikin. Yanê ev kêşe, êdî bûye awakî wer ku pevçûnek di nabêna PDK û PKKê de heye. Halbûkî ji me re wîsa xuya nake. Em difikirin ku ev mijara parastina desthilatiya Başûrê Kurdistanê ye. Û divê em desthilatiya Başûrê Kurdistanê, sazîyên neteweyî yên Başûrê Kurdistanê weke roniya çavên xwe biparêzin. Em wisa lê dinêrin. Lê dema ku li Başûrê Kurdistanê desthilateke navendî û yekgirtî tune be, rê li çi vedike, dibe wek  kêşeyek di nabena PDK û PKKê de. Dibê em van çareser bikin.