HATINA BAYDIN DÊ TESÎREKE GUHERANDINÊ LI SER SÎYASETA KURDISTANÊ ÇÊKE AN NA?

HATINA BAYDIN DÊ TESÎREKE GUHERANDINÊ LI SER SÎYASETA KURDISTANÊ  ÇÊKE AN NA?

Serxwebûnxwaz ew kes in ku serxwebûnê hem pêdivî û hem jî pêkan dibînin. Banga me ji her serxwebûnxwazî re heye û li her parçeyê Kurdistanê jî bi ya me gerek e serxwebûnxwaz ji dewletnexwazan cuda bibin. Em bizanibin li Kurdistanê kî dewletxwaz e kî dewletnexwaz e.

Ez dixwazim, du tiştan bi hev ve girêdim û bipirsim ji Kek Fûad; yek, ev êrîşên li ser Hewlêrê, tu  çawa dinirxînî, kê kiriye, çima kiriye, gelo mesajeke çawa tê dayîn ji bo kurdan? Û dudu, niha rêveberiya Emerîka guherî, Tramp çû Baydin hat gelek kurd em bêjin şa bûn, gotin niha temam Baydin hatiye û dewleta me hazir e, bi rastî jî dewleta kurdan hazir e? Baydin hima ji bo kurdan tiştekî ûsa bike an na? Gava ku kurd yekitiya xwe bi xwe çênekir, kurd,  emerîkî werin jê re dewletekê çêkin an na? Yan jî ez tiştekî ûsa bibêjim, gelo bi rastî jî di herêmê de dê tiştekî biguhere, li gel guhertina îdareya Emerîkayê? Niha hêvî mezin in, ez dixwazim him êrîşên  Hewlêrê ji me re binirxînî û hem jî guhertina îdareya Emerîkayê tesîra wan li ser polîtîkayên Rojhilata Navîn û bi taybet ji bo  kurd û Kurdistanê.

–  Niha, bira jî program li gor rojeva xwe nameşe. Tu dipirsî ez bersîv didim, tu dibêjî evîya rûtîn e, temaşekarê me eciz dibin. Ev e nîv saet e ku em jî li ser PKK û HDPyê û virdûwêde gengeşî dikin. Yanê we çi rojev çêkiribe divê em li ser  wê guftûgo bikin.

Ji a duduyan de dest pê bikim, hatina Baydin, an hatina Partiya Demoqrat, ji bo desthilatiya Emerika, berêberê dê li Emerîka hîn guherandinan çêbike. Ev guherandin çi ne, di serdema Tramp de dewlet bi dam û dezgehên xwe, bi saziyên xwe nehat şixulandin. Tramp, saziyên dewletê danî alîkî, serokatiyekî takekesî meşand li her aliyê dinyayê. Baydin dê berêberê vê sererast bike. Dewleta Emerîkî dê wek dewleta Emerîkî  bixebitîne.

Dudu, Baydin dê têkiliyên xwe bi hevkarên xwe yên Ewrûpî re sererast bike. Ew jî cudahiyek e di navbeyna demoqrat û cûmhûryetparêzan de ye. Cûmhûryetparêz xwe li ser hevkarên xwe yên Ewrûpî jî ferz dikin. Demoqrat bêtir lê digerin ku bi wan re tevbigerin.

Bê bîra we di dema Obama de li Lîbyayê emerîkiyan însîyatîf dan Fransayê, li Sûriyeyê însîyatîf dan Fransayê. Li Iraqê Îngîltere bi însîyatîf e. Tramp ew balans jî xera kir.

Ew ê berê ji bo xwe kar bikin. Wan guherînan mirov dikare bipê. Piştî hatina Baydin, ev dê tesîr li sîyaseta wan a derve jî bike. Êdî dema Baydin tiştek bibêje, em ê bizanibin ku dewleta Emerîka vê dibêje. Di Serdema Tramp de ew nîn bû, me dizaniya Tramp dibêje, Tramp dikare dê biguhere jî, ji xwe wer jî dikir.

A esasî ev e, sîyaseta Emerîkayê an stratejîya emerîkiyan yê vî 30 salî parçeyeke  wê jî Rojhilata Berfireh e. Bakurê Efrîka heta Rojhilata Dûr bi navê Rojhilata Berfireh bi nav dikin û rêveber û stratejîstên emerîkî gelek car gotine ku li vê derê sînorê 22 dewletan dê bê guherandin. Sînorên sîyasî ew ê  li vê herêmê bête guherandin. Esasen yên sîyaseta kurdistanî eleqedar dike, ev beş e.

Em wek serxwebûnxwazên Kurdistanê, sed sal e, van sînorên sîyasî ên ku li herêmê hene, em rewa nabînin û em daxwaza guherîna sînoran dikin. Ev pênc sînorên ne rewa yên çar dewletên dagirker, wek pênc xençeran li dilê Kurdistanê ketine, em li dij van sînoran in. Ji ber wê jî ger ku Dewleta Emerîkî li ser vê stratejîya xwe bisekine, hevkariyên stratejîk di navbeyna sîyaseta kurdistanî û emerîkîyan de dikarin bibin.

Lê ev sîyaseta wan, sîyaseteke demdirêj e, ev Şerê Cîhanê yê Sêyem e û stratejîstên emerîkî dibêjin ev dê bi qasî temenê mirovekî ango pêncî-şêst sal bidome.

Em ne li vê ne, yanê ewqasî hilma me nîn e ku pêncî-şêst sal bisekinin û dûre dewleteke serbixwe ava bikin. Ji bo vê jî  esas giranî dikeve ser milê sîyaseta kurdistanî ka sîyaseta kurdistanî çi dixwaze?

Yanê, niha em li her çar parçeyan li tabloya sîyasî binêrin. Bi qasî ez pê dizanim, li Başûrê Kurdistanê partîyên me yên heyî yên desthilatdar in jî  bernameya xwe li gor stratejiya serxwebûnê neguherandine. Li vir PDK tim qala serxwebûnê dike, partiyên din ne xwedî bernameyeke serxwebûnxwaz in.  Di 16yê cotmehê de Referandûma Serxwebûnê talîmatek bû ji bo sîyaseta Kurdistanê. Miletê me ji % 93 ji wan re gotin ku em dewleteke serbixwe dixwazin. Piştî vê fermanê, piştî vê talîmatê, partiyên me yên Başûr, mecbûr bûn ku li gor vê talîmatê bernameyên xwe biguherînin û karên xwe li gor vê talîmatê bimeşînin.

Mixabin, wisa nemeşîya. Piştî karesata Kerkûkê bi çend mehan hilbijartina Iraqê çêbû û hem ji bo serokatiya Iraqê, hem ji bo parlemana Iraqê, pêşbaziyek di navbeyna kurdan de çêbû. Ev nayê qebûlkirin û bi giyanê Referandûma Serxwebûnê jî ve ne li hev e.

Ji bo vê, berî ku Baydin bixwaze divê em bixwazin. Yanê li Başûr; mesela, di bernameya  hikumeta me ya niha de avakirina dewleteke serbixwe heye? Ev çar sal in carna Kek Mesûd qala serxwebûnê bike jî, bi awayekî fermî doza serxwebûna Başûrê Kurdistanê danîne aliyekî, guftûgiyên wan bi Baxdê re li ser budçeyê ye, li ser  mûçeyên memûran e. Li ser vana ne. Ez dibêjim qey vê carê Nêçîrvan Barzanî qala madeya 140î kir. Yanê berî Emerîka ez wisa bawer dikim ku li çar parçeyên Kurdistanê sîyaseta kurdistanî, xwedî stratejîkeke serxwebûnxwaz be, ew ê li dinyayê ji xwe re gelek mutefîk bibîne.  

Bêtir jî di cepheya rojavayan de. Yanê ev rojavayî ku dibêjin em ê demokrasî bînin herêmê, sînorên herêmê, sînorên dewletan yên herêmê biguherînin. Eger sîyasta kurdistanî programeke yekgirtî derxin, pir bi hêsanî dikarin hevkaran ji xwe re bibînin. Feqet, wextê ku li pêşiya sîyaseta kurdistanî stratejiyeke yekgirtî û serxwebûnxwaz tune be, tu ne Baydin lê kek Şexmûs jî bikî serokê dewleta Emerîkayê ji me re dewlet ava nake. Yanê, karê dewletavakirinê karê miletê me ye, karê sinifa me ya sîyasî ye. Eger em vî karê xwe sererast bimeşînin, ez di wê baweriyê de me, ne ku li cîhanê û li kampa rojavayî dê gelek hevkar bên dîtin.                                                                                                                                   

Deh deqe ji bo kek Fûad veqetînim, tiştên me nekarî bipirsin lê hûn dixwazin bêjin, çi hebe di van deh deqeyên dawîn de em dikarin li we guhdarî bikin.  Kek Fûad ka kerem bike.

-Di van çar-pênc salên dawîn de, bi taybet piştî kareseta Kerkûkê,  bakurî talîmatan didin. Her kes ji aliyê xwe de talîmatekê dide başûriyan, dide rojavayiyan. Tabî ew  perçeyekî ji axa Kurdistanê ne, mafê her kurdistaniyî heye, derheq wan de fikrên xwe bêje, lê axirî bila her kes bi awayekî hedê xwe jî bizanibe. Yanê îro sedema ku ev mijar, bihata nîqaşkirin, Kek Elî Ewnî jî li vir bû, me yê hin tişt jê bipirsiya, bi hev re me yê analîz bikiraya, mixabin li wê tangê nemeşiya.

Kêşeya esasî çi ye? Kêşeya esasî tunebûna tevgerên serxwebûnxwaz in. Li her çar parçeyên Kurdistanê kêşeya esasî ev e û çare; di avakirin,  xurtkirina tevger, rêxistin û sazîyên serxwebûnxwaz de ye. Tevgera neteweyî ya Kurdistanê heta bi salên 1945-50yî tevgerên serxwebûnxwaz bûn û tevgerên kurdistanî bûn. Ne tengeparçeyîn difikirîn, çare di hundir parçeyekî de nedidîtin, çare di hundir Kurdistaneke mezin û dewleteke serbixwe de didîtin. Ez tim vê dibêjim.

Bernameya Komela ya JEKAFa Rojhilat, dinivîsîne ku di hedefa me de, Kurdistaneke yekgirtî, dewleteke serbixwe heye. Ji wê çaxê pêve avakirina Partî Demoqratên Kurdistan xeta serxwebûnxwaz lavaz bû û xeta otonomîst, dûre federalîst serdest bû û hişmendiya tengeparçeyî xurt bû, di hundir sîyaseta kurdistanî de.

Bîska din min ê qal bikira te rê neda. Aniha li Rojavayê Kurdistanê 42-3 partiyên me hene lê  yek partiyeke serxwebûnxwaz di nav de tune ye. Li Rojhilatê Kurdistanê bawer dikim, partiyên serxebûnxwaz jî hene. Li Başûrê Kurdistanê bernameyeke serxwebûnxwaz ku li hev hatiye kirin û dixwaze bê tetbiqkirin tune ye. Li Bakurê Kurdistanê jî tevgereke serxwebûnxwaz ya xurt, xwedîqabîlyeta temsîlê tune ye.

Çare çi ye? Çare, avakirin, xurtkirina tevgerên serxwebûnxwaz in. Heta ku di yelpazeya sîyasî li her çar parçeyên Kurdistanê de tevgereke serxwebûnxwaz ya xurt tune be, yelpazeya sîyasî, neteweyî, nîştimanî li cîyê xwe rûnane. Bi sedem ku her kes hewl dide ku ew ê çawa bi dewleta dagirker re bijî. Hewl nadin ku pirên nabeyna xwe û dewletên dagirker bavêjin. Heta ev terza sîyasetê têkve neçe, ev kêşe çareser nabin.

Li Başûr, aliyekî problema wê min got, aliyê din derfet nema. Desthilateke yekgirtî tune ye, desthilateke duserî heye. Di vir de kêşeya herî mezin jî ev e, du dewletên dagirker; yek, dixwazin desthilata Başûrê Kurdistanê lawaz bikin û pêşî li serxwebûnê bigirin, dewleta Îranê û dewleta Tirkiyeyê ne. YNK, têkiliya xwe bi Îranê re xurt e, PDK tekiliya xwe bi Tirkiyeyê re xurt e.

Ez ne li hember im ku têkilî hebin. Bira YNK û PDK li hev bikin, bi Tirkiyeyê re jî bi hev re têkilî deynin, bi Îranê re jî bi hev re têkilî deynin, bila bi her kesî re jî bi hev re tekilî deynin. Lê li rexma hev û li hember hev têkilî bi dewletên dagirker re meşandin, rêya dewletbûyînê venake. Berovaciyê wê rêya dewletbûyînê digire.

Niha, ev desthilatiya me ya duserî li ku derê Başûrê Kurdistanê serwer e.  Binêrin; ji %40-45 di bin serweriya dewleta Iraqê û Heşdîşabî de ye. Wexta em dibêjin çeteyên Heşdîşabî tê wê wateyê ku serweriya Îranê de ye. Her ji bo Şingalê tê niqaşkirin, Şingal ji bo kurdan stratejîk e, ji bo Îsraîlê stratejîk e, ji bo Îranê stratejîk e. Çima? Sedam dema ku mûşek diavêtin Îsraîlê, ji çiyayê Şingalê diavêtinê. Wek ku Elî Ewnî got bo Hîlala Şîa jî cîhekî stratejîk e. Aniha ew dewletên dagirker giş li Şengalê xwedî bername ne. Ka bernameya desthilatiya Başûr ya muşterek li Şengalê heye? Tune ye. Ev peymana nabeyna hukûmeta Bexdayê û hukûmeta Hewlêrê de hat sazkirin, erê, aliyekî wê yê baş heye ku çekdarên biyanî dê ji Şingalê derkevin. Lê aliyekî din heye ku ev kar di bin kontrola dewleta Iraqê de bê kirin. Halbûkî em ê çi bixwazin? Em ê bixwazin ku desthilatiya Başûr li Şingalê serwer be û heger pêwîstî hebe bila dewleta Baxdayê alîyê wan bike. Ne ku kontrola Şengalê ji Heşdî Şabî û nizanim  şervanên biyanî derxin û dewrî dewleta Iraqê bikin.

Tirkiye li Başûrê Kurdistanê li gelek cîyan serwer e. Li  seranserê sînor baregehên leşkerî vekirine û hukûmeta Başûr nikare tedaxul bike. Wek Kek Elî Ewnî got, got teqeta me tune ye. Demekî li Başûrê Kurdistanê Tirkiye jî serwer e.  Ê, li Şingalê û li Mexmûr û li Garayê û li ser sînor jî PKK  serwer e. Baş e, ew cîyên mayî jî di nabeyna du desthilatan de, serweriya du desthilatan lê heye. Desthilateke yekgirtî jî tune ye.

Kêşe çi ye? Her kes qala yekitiyê dike, bi ya min, bi taybet li Başûr, pêwistiya me bi cudabûnê heye. Bereya serxwebûnxwaz û bereya neserxwebûnxwaz divê ji hev cuda bibin ku em jî bizanîbin.

Niha di kareseta Kerkûkê de  ji hundir Yekitiyê de Qusret Resûl, Necmedîn Kerîmî têkoşiyan li referandûma serxwebûnê xwedî derketin. Mesela; wê çaxê ger di nabeyna wan û PDKyê de bereyeke serxwebûnxwaz ava bûbûya îro ne di vî halî de bûn. Yanê ger em bi hevûdin re nekarin li ser stratejiyeke serxwebûnxwaz li hev bikin wê çaxê em ji hev cuda bibin. Erê, serxwebûnxwaz û demoqrasîxwaz û otonomîxwaz û federalîxwaz di bereyekê de, heta di hundir partiyekê de bin, tu nikarî dewlet ava bikî. Ya ku dê dewlet ava bike bereya serxwebûnxwaz e.

Heger ev hukûmet, ji vê hukûmetê bernameyeke serxwbûnxwaz dernakeve, bila vê hukûmetê hilweşînin û hukûmeteke nû ava bikin. Ger serxwebûnxwaz nikarin desthilat bin, bila di opozîsyonê de bimînin. Lê heta ku ev cudahî çênebe û bereya serxwebûnxwaz xurt nebe, li her çar parçeyê Kurdistanê tevgerên serxwebûnxwaz xurt nebin, nebin xwedîqabîlyeta temsîlê, sehaya Kurdistanê, her çar parça ewê ji destêwerdana dagirkeran re vekirî be û wer bimeşe. Yanê çare ev e.

Çare avakirina rêxistinên azadîxwaz e.

-Ên serxwebûnxwaz, ên dewletxwaz.

Kek Fûad, we qet hewl da ku hûn bi xwe saziyeke serxwebûnxwaz, azadîxwaz ava bikin?

– Aniha, em desteyek, kadroyên serxwbûnxwaz li dor PÊLKURDê tevdigerin. Em bi hev re tevdigerin û em banga serxwebûnxwaziyê li her kurdekî ji kîjan îdeolojiyê dibe bila bibe, dikin, banga me ji her serxwebûnxwazekî re heye. Li gor derfetê xwe em hewl didin ku tevgereke serxwebûnxwaz saz bibe. Lê aniha bêtir fikrîyateke serxwebûnxwaz divê em derxin holê. Yanê li Bakûrê Kurdistanê serxwebûnxwazî bûye tiştekî anormal. Yanê tu ji sed sîyasetmedar, rewşenbîrên kurdan bipirsî, ji hundir wan du heb dernakevin ku bêjin; erê, serxwebûn hem pêwîst e, hem pêkan e. Her kes dibêje; di dilê me de ye lê ne pêkan e.

Belê.

-Serxwebûnxwaz ew kes in ku serxwebûnê hem pêdivî û hem jî pêkan dibînin. Banga me ji her serxwebûnxwazî re heye û li her parçeyê Kurdistanê jî bi ya me gerek e serxwebûnxwaz ji dewletnexwazan cuda bibin. Em bizanibin li Kurdistanê kî dewletxwaz e kî dewletnexwaz e. Ji bona wê min got ew mijara lamerkezîbûnê em gengeşî bikin lê wext nema. Kek Elî Ewnî belkî derheq wê de agahî bidana me. Yanê nêvîyê axa we di bin dagirkeriya Tirkiye û Îran û Heşdî Şabî û yên din de ye, hûn dibêjin bila Silêmaniye lamerkezî be, bi serê xwe tevbigere. Temam dewletekê ava bikin bila ew dewlet lamerkezî be. Lê we hîn dewlet ava nekiriye. Nêvî axa we di bin dagirkeriyê de ye, hûn qala lamerkeziyê dikin.