KULTUR ÇI YE Û EM LI KU DERA KULTURÊ NE!?

KULTUR ÇI YE Û EM LI KU DERA KULTURÊ NE!?

“Pênaseyên bêraman vala ne, ramanên bêpênase kor in!” (Kant)  

Her raman, her bidestxistina kulturî, rêwîtiyeke ne turîstîk e! Berevajiya wê, ji zor û zahmetiyan, ji pêwîstî û têkîliyên jiyanê afirîne. Ji ber wê kultur û ziman  beranberî hev  derketine û bi pêş ketine.

Her raman, di navbera keşf, têgih û dahênan (îcatan) de tê û diçe, digere û roj bi roj bi ezmûnan sererast û geş dibe.

 Kultur; serekeyê hemû mefhûman e.

 Kultur; di navenda jîyan û rêbaza têgihîştina mirovatiyê de ya domkirî, bedewî/estetîk û dirokî ye!

Li gor wê, ji bo têgîhîştina pênaseya kulturê ya di çarçoveya wê peyvê an ku dorpêçi û dagirtina wê bi dîsiplinî dikare lêbikolandî û berbiçav bibe.

Li gor wê dema ku li ser mijarê û arîşeyên kulturî radiwestin, bi aqilekî bêplan û li gor dilê xwe em nikarin têgihan û pênaseyan biafrînin. Dema ku (mirov) bi wê rêbaza şaş û xebatên çewt nêzikî kulturê bibin, sergêjîyan bi kar dixînin, ji nezaniyê û sergêjîyê re xizmetê dikin û tevliheviyan pêkan dikin!

 Ji bo ku ji van çewtîyan dûr rawestin, bingeh û sitûna çandê ya zanistî û lîteratûra zanistî ku em dizanin ziman e, divê ji bîr nebe! Li gor wê, nirxên kultura kurdî bê ziman û bê lîteratûra kurdî ne mimkin e!

Bi rêbazeke zanistî derheq dîrok û pênaseya kulturê de şirove û agahiyên ku hatine kirin, divê bêne zanîn. Berevajiya wê, ji nav karê pênaseya çandê bi zelalî û zelalkirinê derketin, gelek zor e û nabe.

 Pênaseya kulturê, bi zanista sosyolojî û antopolojiyê, kultura ku xwe bi çi zimanî înşa û berz kiribe, bi çi zimanî hunera xwe sererast û pêşkêş kiribe, lîteratûr an jî wêjeya ku mîna xwarina ku garnitor ya li cem xwarina esasî bê xemilandin û pêşkêş bibe, ji zanistîya civakî re ku bi bingeh nebe, kultur jî mîna xwarineke esasî nayê şirovekirin, nayê dîtin û nayê xwarin, peyva kulturê jî çawa ku nanê tisî pêşkêş bibe û bikin dîmeneke nexweş dîyarde bibe wisa bêwate dimîne.

Ji bo ku ji nav wan xebatên kulturî, bi serkeftî derkevin, xwe nûkirin, dîsîplîn, berdewamî, ramandarîya profesyonrelî, xwendevanî, lêkolîn û metodên zanistî divê.

 Ji bo hevdîtina çandî, çawa ku fîlek an jî hirçekê ku bikeve dikana zucacîyeyê û  dê ji bo xwe fanosekê bibijêre, mirov jî bi wê rewşê nikarin bikevin dikanê, divê cûdahîyeke wan ajalan û mirovan hebe!

Kultur dîrok e.

Ev dîrok ku neyê têgîhîştin, pênaseya kulturî jî nayê têgîhîştin.

 Kultur, di heman demê de wêjeya zindî, hunera zindî, hest û helwêsta zindî ye ku her dem û di her katê de bi me re dijî.

Îro medrese, dibistan, dêr, sinegok, ode û ocaxên rêya heq, mizgeft û cemevîya bektaşîyên tirk û têkiliya wan a rewşenbîrî, têkîliya novel/roman û serwerîya dagirkerên Kurdistanê ku ji alîyê çand, ziman, tîp, netewe û welatekî parçekirî û beramberî jenosideke domdar berbiçav e. Li gel wan têkiliyan, nakokîyên jenerasyonên berê jî, niha jî  û dê di zemanên bê  de jî hebin. Divê em wan hemû têkilî, nakokî û sedemên wan ji bo mijara kulturê baştir têbigihên û lêbikolin ku bikaribin xwe nas bikin, li ser mijûl bibin û ji alîyê peyva kulturê ve divê herî rast û serrerast pênase bibe.

 Ji bo ku ji nav van mijaran  derkevin qada serkeftînê, berpirsîyarî û nirxên entellektuelî divê.

 Dema ku asoyeke entellektuelî nebe, pêşketin pêkan nabe. Ji bo ku jîyana civak tê de dijî, rewş û jîyana ku cîhan tê de dijî û danberhevkirina (muqayesekirina) civatên cûr be cûr hesab nebe û neyê dîtîn, bi xebatên sînordar, encamên serrerast  nayê bidestxistin.

 Ji bo ku kultur, çiqas herêmî û taybetî ye, evqasî jî ji alîyê xwe yê cîhanî û mirovatîya bi seranserî heye. Ji vê bon ya navcîhanî, pirsa peyva kulturê ku pênase nebe, peyv an têgihên “jenosîda kulturî ”, “serdestîya kulturî”, “pişavtina kulturî”, “helandîna kulturî”, “şoreşa kulturî” û hwd. jî bi asanî pênase nabin.

Bes têgiha kultur an kulturî, ne li gund, bajar, welat, herêm û kîşweran, lê li cîhanê û li zanîngehên cîhanê yên herî bi navûdeng û ji alîyê zanyarên civakî yên bi dîsîplîn ve li ser lêkolîn hatîye kirin û em dizanin ku gelek kesan jî  di jîyana xwe de li ser vê mijara kulturê xebat kirine û qedandine. Bes disa jî dawîya pênaseya kulturî neanîne. Da ku çand jî gor guherîna civak, netewe û têkilîyan xwe, xwe ji nû ve nû bike, divê her dem lêkolînên domdar li ser bêne kirin û dibin.

Adorno, Horkheimer, Kant, Hegel, Engels, Norbert Elias û bi sedan mirovan  derheqa mijara kultur û kulturî de berhem afirandine. Derheq tekiliya mirovatîyê ya kulturî de bi taybet rawestiyane û rewşa kultur û gel, kultur û netewe, kultur û ziman, kultur û huner, kultur û malbat, kultur û çînayetî, kultur û perwerde, û hwd. de peywendî dîtine û derxistine berbiçav. Heta derheq kulturê de “enstituya kulturî”, “endustrîya kulturî” jî avadan kirine!

Em dizanin ku  derheq şaristanî, modernizm û peywendî û têkîliya wan peyvan û bi peyva kulturê ve çiqas girêdayî ye û her tê şirovekirin û gengeşîkirin.

Di jîyana rojane de em dibînin û dibihîzin ku peyva “bikultur” an “bêkultur” gelek tê xerckirin û mukayesekirin!

Disa peyva “kultur”ê di perwerdeyîya desthilatdarîyê de, di endezyarîya civakî de û di berevajîkirina peyva modernizekirinê ya desthilatdar de pêşberî me dibe.

Di wê rewşê de, gelek kes û li her cîhê ku vatedar nebe jî qala kutur û kulturiyê tê kirin, heta di vê rewşê de gelek sazî saz dibin, eleqaya wan bi xwe û navên xwe re nebin jî, disa jî ji xwe re dibêjin “sazîya kulturî” û bi kar tînîn. Ev nezanî û  tênegîhîştina kulturî, peyva kultur û kulturiyê vala û bêvate dike, bandora kulturiyê  faşil dike,  giranîya  kulturê dejenere dike ku hemû jî ji wê nezanîyê derdikevin.

Niha em vegerin serî û ji xwe bipirsin û mijûl bibin? 

Gelo em li ku dera kultur û kulturiyê mane?

Kultur di çar dewr û cîyan de xwe digîhîne. 

1-Kultura ku ji malbatê, derdora ku ji dayikêbûnê û ji wê civatê wergirtîye, ango kultura  ansîklopedikî.

2- Kultura ku bi zimanê zikmakî, ji wêjeya kevneşopî,  ji novel/roman, ji şano, ji opera, ji pêşeng û seranserê pirtûkan hatiye wergirtîn,  ku jê re kultura mufredat jî dibêjin!

3- Kultura ku bi pêkan û sazîbûna netewebûnê, pêşketina nirxên ji bo neteweyê kolektif  û moderen, ango kultura maarif.

Ev nirx bes bi desthilatdarîya neteweyê ya serbixwe dikare pêkan bibe!

4- Kultura ku li cîhanê ya zanyarîyê bi pêş dikeve,  mina  teknolojî, dîrokî, komelgerî, civakî, dadmendî, maf û bi her awayî ku dadikeve nav jîyana me  û em jî li gor wê jîyana xwe sererast dikin û  dikin kultureke navxweyî, dibin parçeyekî pergala cîhanê û cîhanê digirin nav xwe, ango  kultur û etika navneteweyî ye!

Êdî divê em li gor van nirxan li xwe vegerin!

Sîyaset bi kulturê digihêje. Kultura ku ji sîyaset û hûnerê dûr bikeve uryan e, xeşîm e, bê aso ye, bê ziman e, parçeperest e, pelixandî ye, wehş e,  bê hesab û bê armanc e!

Mixabin ew çanda ku di sîyaseta kurd de bi cî bûye qels  û lawaz e!