Fuat Önen, Ray, Raman û Bîranîn, Weşanên Pêrî, Rûpel 125-140.
HELWESTA KURDAN YA LI HEMBER JENOSÎDA ERMENAN.
Di Şerê Cihanê de, di rêvebiriya Osmaniyan de bêtirîn Îtihad û Terakî hene. Ew hem dixwazin cepheya wan bi ser keve û ji aliyê din de ji bo piştî şer jî hesaban dikin. Projeya ji bo afirandina miletekî jî li ber Îtihad Terakiyê heye. Divê ku mirov bi du aliyan Îtihad Terakiyê binirxîne. Yek jê, Îtihad û Terakî maksîmalîst e, siyaseta ku dimeşîne siyaseteke emperyal e. Ji aliyê din de, ji bo ev siyaseta emperyal ku bikaribe bidome, ji bo ku bigîhêjin hedefên xwe yên maksîmalîst, bi gotina wan lazim e mala xwe jî sererast bikin. Û li cîhê ku dibêjin ev der mala me ye, astengiya herî mezin li ber wan pirsgirêka Ermen û Ermenistanê ye.
Demeke wisa tê ku Îtihad û Terakî digîhêje wê baweriyê ku hek ew Ermenan ji ber xwe (ji navê ranekin) nekin, ew ê nikaribin di Cepheya Rojhilat de bi ser kevin. Ji ber ku di Cepheya Rojhilat de ew û Ûris şer dikin. Û Ermen jî di vî şerî de di gelek ciyan de ji sala 1914an û pê ve wek qilawîzên (rêberên) artêşa Ûris û wek hevalbendên Ûrisan tevdigerin.
Ji ber wê yekê Îtihad û Terakî planeke bi awayekî muhendisî datîne ber xwe da ku Ermenan ji vê axê rakin û ji ser rêya xwe derxînin. Çarçoveya siyasî ya ku jenosîd tê de pêk hatiye ev e. Di Şerê Cihanê de hesabên Osmaniyan, Îtihad Terakiyan, Ermenan, Ûrisan û yên Rojavayiyên din jî hene. Ji ber ku ev cephe ya Ûrisan e, hesabên wan girîngtir in. Lê ew dewletên emperyal yên din wek Fransa û Brîtanya jî di nav vê denklemê de xwedî cîh in. Û wan jî hêvî dane Ermenan, wan jî gotine ku em ê Ermenan biparêzin.
Ji dawiya sedsala 19an vir de hesabekî Rojavayiyan li ser Ermenan heye. Îcar wek realîte ev çawa qewimiye? Di şer de artêşa Osmaniyan û artêşa Ûrisan tên hember hev û şer di navbera wan de çêdibe. Lê wek gel Ermen û Kurd di nav hev de ne, di wê demê de Ermen û Tirk ne cînarên hev in. Yên cinarên hevin, yên li ser axekê di nav hevde ne Ermen û Kurd in. Ji ber wê jî pevçûnên sîvîl, yanî pevçûnên ji derveyî dewletan, bi giranî di navbera Kurd û Ermenan de çêbûne. Her du teref jî, Ermen bi rêkûpêktir, lê Kurd bi awayekî jixweber û bê serûber, xwedî helwest û siyaset in. Diyar e Ermen, ku bi rêkûpêktir in, li wê axa ku ew li ser maf îdia dikin û dibêjin ew Ermenîstana Rojava ye, jiberxwerakirina Kurdan ji xwe re kirine armanc.
Di nav Kurdan de jî, hem ji bo ku li wê derê li ser lingan bimînin û hem jî ji bo ku li hember vê êrîşê rawestin hek ne siyaseteke bi rêkûpêk be jî helwesteke fîîlî derdikeve holê. Ev mesele meseleyeke siyasî ye, meseleya desthilatiyê ye. Li ser axekê du teref doza desthilatdariyê dikin. Li vir meseleya heq û neheqiyê êdî dirok dinivîse. Lê realîteyek heye ku yên dihêlin di nav van her du gelan de şerê sivîl pêk were, ev pozîsyona wan e.
Bajarên ku Ermen heq li ser îdia dikin, wek Wan, Erzirom, Bedlîs, Elezîz, Sêwaz, Diyarbekir, ku jê re Wilayetên Sitte dibêjin û ev di peymanên Sewr, Sykes-Pîcot û di Mutarekeya Mondorosê de jî wek Wilayetên Sitte derbas dibin, em niqaşên ku ka ev bajar yên Kurdan in an yên Ermenan in bihêlin alikî lê di rastiyê de Kurd û Ermen bi hev re lê dijîn. Dibe ku di hin bajaran de Ermen pir bin, dibe ku di hin bajaran de Kurd zêde bin û dibe ku di hin bajaran de jî nifûsa wan wek hev bin. Dibe ku di hin bajaran de jî ne Ermen û ne Kurd, Tirk û koçber pir bin. Jixwe planeke Îtihad û Terakî heye.
Di dawiya sedsala 19an de, piştî ku hin miletan serxwebûna xwe ji Osmaniyan girtin û îlan kirin; koçberên Tirk, Çerkes û esilcihû ji Kafkasya û Balkanan ber bi Tirkiyeyê ve hatin. Plana Îtihad û Terakî ev bû ku van koçberan bînin li ciyên ku Kurd û Ermen lê dijîn bi cî bikin. Yanî li ser vê axê ji xeynî Ermen û Kurdan hin gelên esilcuda jî hene. Lê yên ku tên hember hev, Kurd û Ermen in JENOSÎD Û BERPIRSÊN QIRA (JENOSÎDA) ERMENAN Berpirsê vê jenosîdê kî ye an kî ne? Yek; ev niqte tim tê veşartin, sûcê jenosîdê sûcê dewletan e. Tenê dewlet dikarin sûcê jenosîdî bikin. Di şer û pevçûnên du terefan de, tesbîtkirina sûcê jenosîdê li gor jenosîda ku Rojavayî qebûl dikin jî li gor ku ya Tirk qebûl dikin jî ne mimkun e. Yanî hek li derekê qala jenosîdê hebe, li wê derê divê ku failê wê jenosîdê dewlet be.
Di nav şerên ahaliyan de jenosîd çênabe, bi sebeb ku di şerên ahaliyan de ne hedefên wan yên wisa hene û ne jî îmkanên wisa hene, ku bi wateya di qada navnetewî de lihevkirî jenosîd pêk were. Ji ber ku ew kar di şevekê de, di rojekê de nikane pêk were, bêyî îmkan û sazîyan jî çênabe. Ji lew re hek desthilatî ne li pişt bin, kanin mudaxele bikin, nehêlin. Ji ber wê yekê di qada navnetewî de, hek li derekê desthilatiyek, dewletek hebe, mimkun nayê dîtin ku ahalî kanibin bi xwe jenosîdekê bi rê ve bibin û bigihêjînin encamê. Şerên ahaliyan bêtirîn jixweber in û li ser sînoran in. Di nav sînordaşan de derdikevin. Li vir qetliamên pir mezin mimkun in lê jenosîd ji ber taybetmendiyên xwe sûcê dewletan e. Yanî failên jenosîdan dewlet in. HELWESTA KURDAN YA LI HEMBER JENOSÎDA ERMENAN Îcar divê ku Kurd çawa li vê meseleyê binêrin? Wek her însanekî welatparêz, wek her însanekî pêşverû û wek her însanekî şoreşger divê ku em vê jenosîdê mahkûm bikin. Divê ku em ji binavkirina wê nerevin. Yanî wek qetliam û wek ku Tirk dibêjin muqatele, yanî ku artêşa Ermenan û artêşa Tirkan hatine hember hev û ji her du aliyan jî kuştî çêbûne, gerek e Kurd dûrî van tarîfan bisekinin. Divê ku Kurd ji cepheyê de lê binêrin, rast, dirust, eşkere û zelal bibêjin erê di sala 1915an de li hember civata Ermenan jenosîdeke qirêj hatiye pêkanîn û li hember vê derkevin.
Ji nuha pê ve jî wê hesabê vê jenosîdê çawa bê pirsîn? Çar-pênc xalên vê hene. Hîn niqaş jî di çarçoveya naskirina jenosîdê de ne. Ermen daxwaz dikin ku dewleta Tirkan qebûl bike ku jenosîd li Ermenan kiriye. Û ev di gelek parlementoyên Ewropî de jî derbas bûye ku di sala 1915an de Dewleta Osmanî jenosîd li Ermenan kiriye. Lê ev bi vê tenê ve ne sînorkirî ye. Piştî naskirin û lêborînxwestinê îcar meseleya tezmînatê derdikeve holê.
Beşek ji meseleya tezmînatê malî ye, yanî bi pere tezmînkirina vî sûcî ye. Herî talî wê meseleya axê bê holê. Ermen ji vê axê hatine qewirandin û hatine kuştin. Gelo mafê wan heye ku vegerin ser axa xwe an tuneye? Ji ber ku em hîn ji vê xalê dûr in û ev xal hêj neketiye rojevê, lê di niqaşa vî karî de, ev xal jî heye û divê mirov li ser vê xalê jî niqaş bike.
Ez pir bi zelalî bibêjim ka helwesta min ya di vî warî de çi ye. Em hewl didin ku Kurd li ser axa xwe bibin desthilatdar. Û hinek ji me wek min difikirin ku ev desthilatdarî tenê bi serxwebûn û yekitiya Kurdîstanê dikare pêk were. Di pirsgirêka Kurdîstanê de çareya esasî ew e ku Kurdîstan yekgirtî û serbixwe be. Rast e ku ev ji îro heta sibehê çênabe. Her perçe wê di pêvajoyeke siyasî ya cihê re derbas bibe û wê bigihîje hin statûyên siyasî, ev jî rast e.
Wek encam îro li başûrê welatê me statûyeke siyasî heye lê li perçeyên din tu statûyên siyasî tunin. Pir mimkun e ku perçeyên din jî di merheleyên (gihanekên) wenî re derbas bibin. Lê qeneta min ew e ku ne federalî, ne qonfederalî ne jî otonomî nabin çareseriyên esasî. Di rêya çareseriya esasî de dibe ku ev bibin merhele û muhtemel e ku wê her perçe di van merheleyan re bi awayekî derbas bibe lê çareseriya dûr û dirêj û ya esasî li gor qeneta min ev e. Hek îro li bakurê Kurdîstanê em bi dewlet bin û ez berpirsê dewletê bim, ez ê bibêjim ku çi Ermenê li kîjan derê dinyayê hebe û bixwaze were li bakurê Kurdîstanê ciyê ku ew wek axa xwe nas dike li wir bijî, bila dewleta ku ez berpirsê wê bim vî heqî bide wan