Em ji êrîş û dagirkerîya dewleta Tirk ra dibêjin na

Em ji êrîş û dagirkerîya dewleta Tirk ra dibêjin na

Ev çend sal e ku Dewleta Tirkîyeyê li sê parçeyên Kurdistanê şerekî tund û dagirkerane dimeşîne. Di serî de hewceyî gotinê ye ku ev şerekî ne rewa ye û dagirkerî sûcê li dij mirovahiyê ye. Di heman demê de ev şer ne hiqûqî û ne jî qanûnî ye. Ev şer ji bo têkbirina destkeftîyên sîyasî yên kurdan e û ji bo pêşîlêgirtina têkoşîna azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê ye.

Li Rojhilata Nêzîk û Navîn bûyer û pêşhateyên siyasî yên ku bandora wan a bihêz li ser tevgera rizgariya Kurdistanê heye, bi lez û bez diqewimin. Êrîşên dewletên dagirker û neyarên azadiya Kurdistanê roj bi roj berfirehtir dibin.

Dewletên dagirker yên Kurdistanê ne tenê di beşekê Kurdistanê de, lê li seranserê Kurdistanê dijminê tevgera rizgarîxwaz, azadî û destketiyên gelê kurd in. Ji bo pêşîlêgirtina tevgera azadîxwaz ya neteweyê kurd û nehîştina destketiyên neteweyî bi hemû hêzên xwe ve hewl didin, hevkariya hevûdin dikin û di navber xwe da peyman imza dikin.

Dewleta tirk, ku li ser înkarkirina neteweyê kurd û gelên din ava bûye, ji damezirandina xwe û heta îro karên jenosîdal pêk tîne û siyaseta pişavtinê li ser gelê kurd dimeşîne. Ji bona vê armancê jî ne tenê li Bakurê Kurdistanê, her wisa li seranserê Kurdistanê jî siyaseta dagirkeriyê bi rê ve dibe. Dewleta tirk êrîşên hovane dibe ser Başûrê Kurdistanê û bi vî awayî jî hiqûqên navneteweyî binpê dike. Û ev êrîşên bi vî awayî bêtîrî 30 sal e berdewam in.

Dewleta tirk hertim hebûna bingehên PKKyê li Başurê Kurdistanê ji bo êrîşên xwe wek sedem nişan daye û dide. Lê rastî ne wisa ye. Rastî ev e, ku li Bakurê Kurdistanê şerekî ku PKK li dijî Dewleta Tirkîyeyê dike nemaye, lê dewleta tirk bingehên PKKyê wek hêncet bi kar tine û armanca wê a sereke dagirkirina Başurê Kurdistanê, binpêkirina serweriya Hikumeta Kurdistanê, têkbirina federasyonê û pêşîlêgirtina dewletbûna neteweyê kurd li Başurê Kurdistanê ye. Ji bo gihîştina van armancên xwe yên kirêt, li Başûrê Kurdistanê bingehên leşkeri yên mayînde ava dike. Hêjmara bingehên leşkerî yên dewleta tirk li vî beşê Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibin. Aşkere ye ku PKK jî bi hewldan, siyaset û çalakîyên xwe yên li Başûrê Kurdistane rê ji vê siyaseta dewleta tirk ya êrîşker û dagirker re xweştir dike.

Dewleta tirk ne tenê li Başurê Kurdistanê, her wisa li Rojavayê Kurdistanê jî siyaseta dagirkeriyê bi rê ve dibe. Her roj bi bahaneya YPG-PYDyê êrîş dike li ser navçeyên Kurdistanê, ku ew bi destê gelê navçeyê tên birêvabirin. Bi alikariya nokerên xwe yên îslamiya tundrew demografyaya Rojavayê Kurdistanê diguhurîne. Armanca dewleta tirk a sereke têkbirina destketiyên kurdan e, pêşîlêgirtina avakirina korîdora kurd ya Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye.

Dagirker ne tenê dewleta tirk e. Dewleta Suriyeyê jî yek ji dagirkerên Kurdistanê ye û ew jî wek dagirkerên din dijminê azadiya Kurdistanê ye, neyarê destketiyên neteweyê kurd e. Ev yek sedemê bingehîn a şer û pevçûnên dawî yên li bajarê Qamişlo, ku di nav HSD, artêş û grûbên çekdar ên girêdayî bi dewleta Suriyê ve rûdaye. Navçeyên ku dewleta Suriyeyê têda nîn e, dikeve ber êrişên dewleta tirk, navçeyên ku ne di destê tirkiyeyê da ne dikeve ber êrişên dewleta Suriyeyê. Her du dewlet jî, li ber çavê Amerîka û Rusyayê û ji bêdengiya raya giştî îstîfade dikin û cesaret distînin ji bo êrîşbirina ser miletê Kurd.

Li gor bîr û baweriya me kurd dikarin pêşî li êrîşên dewletên dagirker bigrin.

Ji bo vê armancê, wek partî û rexistinên kurdistanî ( navên me li jêr in):

Em daxwaz ji hêzên kurd yên li Rojavayê Kurdistanê dikin, ku li dijî dagirkerîyê, ji bo pêşîlêgirtina guherîna demografyaya Rojavayê Kurdistanê û bidestxistina mafên neteweyî bi hev re têbikoşin, li ser pêvajoya pêkanina yêkitîiya li ser bingehê Mitabaqata Dihokê pêgir bin û mizgîniya pêkhatina yêkitiyê bidin gelê Kurd.

Em daxwaz ji Hikumeta Herêma Kurdistan û hêzên welatparêzên Başurê Kurdistanê dikin, ku pirtir dengê xwe li hember êrîş, siyaseta gefxwarin û dagirkirina dewleta tirk û Îranê bilind bikin, tifaq û yekrêzîya nav mala xwe jî xurttir bikin. Pêkve hewl bidin, ku raya giştî ya cîhanê, bi taybet dewletên Amerika, Rusya û Ewropayê dengê xwe li hember êrîşên dewletên dagirker yên li ser Kurdistanê, bilind bikin û peşî li van êrîşên bigrin.

Em bang li PKKyê dikin ku rêz li serweriya parlamento, serokatiya hikumetê û li hêzên pêşmerge yên li Herêma Kurdistanê bigrin, bahane nedin destê dewleta tirk ku êrîş bikin li ser Başûrê Kurdistanê û li pey xwe dewleta Tirkîyeyê kaş nekin nebin Başûrê welatê me.

Em daxwaz ji hemû hêzên welatparêz yên Kurdistanê dikin ku li ser bingeha niştimanperweriyê hevkariya mayînde pêk bînin da ku em bi hêztir bikaribin peşî li siyaseta dewleta tirk a dagîrker û li êrîşên wê yên hovane bigirin.

03.05.2021

PAK, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, TEVGER