”Mirovên zanistê li pê rastîyê ne, li rastîyê digerin, çi di sahaya xwezayî de, çi di sahaya civakî de hewl didin ku rastiyê derxin şiûra mirovan. Sîyasetmedar ne li pê rastiyê ne. Siyasetmedar xwedî rastî ne û hedefa xwe li gor rastiya xwe datînin: stratejîyê jî li gor wê hedefê xêz dikin.”
Li Kurdistanê stratejîyek nû pêwîst e an na, heger pêwîst be, ew ê çi yê wê nû be? Dixwazim berê li ser vê bisekinim.
Problemeke me, li Bakurê Kurdistanê terîf nemane, pênase nemane. Li pê hev gelek têgih tên bikaranîn û em dibêjin qey em ji hevûdin fam dikin di ser van têgihan re, lê di eslê xwe de wexta tu têgihan pênase nekî, herkes li gor xwe hindur wê dadigre.
Peyva stratejî peyveke latînî ye; ji du peyvikan pêk tê: yek jê stratos e, ya din jî ago ye. Stratos bi wateya artêşê ye û ago jî bi kurmancî em karin bêjin ajotin, ajotina pez, birêvebirin, lihevragirtin. Evya esasen têgiheke leşkerî ye. Wate çi ye? Di şerî de tu dê arteşa xwe çawa bi cî bikî û bi kîjan rêyê bigihêjî encamê. Ev derbasî sîyasetê bûye. Di sîyasetê de wateya stratejîyê ev e ku ji bo gihandina armanceke ji berê de diyarkirî, rêyên esasî. Di stratejîyê de ya herî girîng bi ya min ew e: çi di leşkerî, çi di sîyasî de, hedefeke te ji berê de heye. Tu stratejîya xwe, rêya xwe li gor wê hedefê pênase dikî, xêz dikî. Di vir de ferqîya sîyasetmedar û mirovên zanist jî derdikeve holê. Mirovên zanistê li pê rastîyê ne, li rastîyê digerin, çi di sahaya xwezayî de, çi di sahaya civakî de hewl didin rastiyê derxin şiûra mirovan. Sîyasetmedar ne li pê rastiyê ne. Siyasetmedar xwedî rastî ne û hedefa xwe li gor rastiya xwe datînin: stratejîyê jî li gor wê hedefê xêz dikin.
Stratejiya me li Bakurê Kurdistanê heta bi salên 1990-93an hedefeke me ya hevpar hebû. Ew jî çi bû? Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî bû û stratejî li gor vê hedefê dihate xêz kirin. Ev jî çî ye, çi armanc dike? Yek jê: Kurdistan welatetekî dagirkirî ye, divê dawî li vê dagirkirinê were. Parçekirî ye, divê yekîtîya Kurdistanê ava bibe û kurd li ser xaka xwe divê bi dewlet bin. Em dikarin bêjin ji salê 1974an, heta salên 1993-94an, heta bi 2000î, di vê mijarê de hevpariyek hebû di nav sîyaseta kurdistanî de li Bakurê Kurdistanê.
Li parçeyên din hedefên din hebûn. Em dikarin bêjin li her sê perçeyan hedef ji bo dewletan demokrasî û ji bo Kurdistanê otonomî dihate bilêvkirin. Ango li Başûr digotin: ji Iraqê re demokrasî, ji Kurdistanê re ototnomî; li Surîyê heman tişt, li Îranê jî heman tişt hebû. Ev, hedefa esasî ya ku stratejî li ser pênase bibe evya ye. Dûre çi ye di sîyasetê de stratejî? Divê tu hemû hêzên xwe: hêzên îqtîsadî, polîtîk, leşkerî, psîkolojîk, çandî li gor vê hedefê bi cî bikî û van sahayan giş, van qadan giş li gor gihandina armanca xwe ya esasî, bi kar bînî. Di vir de jî gelek nîqaş hene. Berê jî hebûn û niha jî hene.
Wek nimûne: parçayeke vê stratejîyê çi ye? Tu dê dijminê xwe çawa pênase bikî? Dijminê te yê esasî kî ye? Li hember vî dijminî tu dê bi kê re kar bikî? Hêzên esasî yên rizgariya milî kî ne? Divê tu van gişan di stratejiya xwe de, di xêziknameya xwe ya stratejîk de, tu van gişan tesbît bikî. Kurdistan welatekî li cîhanê ye, ne welatekî bi serê xwe ye, ji aliyê çar dewlatan ve hatiye dagirkirin û ev dewletên dagirker di dinyayê de xwedî pêwendî ne. Wê çaxê tu li dinyayê jî hevalbendên xwe û dijberên xwe pênase dikî.
Bi ya min di van xalan de, di xalên esasî de pêwîstî bi stratejîyeke nû tune ye. Kurdistan dîsa dagirkirî, parçekerî ye û hedefa dewletbûyinê û yekîtîya Kudistanê dîsa armancên me yên stratejîk in; di van de pêwîstî bi tu guherînan tune ye. Berovacî wê di van 20-30 salên dawîn de em ji van hedefên xwe yên stratejîk bi dûr ketin li Bakurê Kurdistanê. Ji bo wê, divê em hedefên xwe yên stratejîk rojane bikin û xurttir bikin.
Baş e, çi hatiye guharandin? Yekem: Dinya hatiye guherandin. Dinyaya berî salên 1990î û dinyaya piştî 1990î ne heman dinya ye. Ji 1974an heya bi 1990î dema me rizgariya Kurdistanê pênase dikir, li dinyayê me sê hevkêşe tespît dikir. Aniha tu li beyanên temamên partîyên me yên wan salan binêre, despêka belavokên wan, beyanên wan hema tu bigire wek hevûdin e. Li alîkî sîstama sosyalîst, li alîkî sîstema kapîtalîst heye, em alîgirê sîstema sosyalîst in. Li welatên kapîtalîst şerê navbêna sinifa kedkaran û dewlemendan heye, em hevalbendê kedkaran in. Li welatên bindest şerê rizgarîya neteweyî heye li dijî dagirkerîyê; em hevalbendên têkoşîna rizgariyê, yên miletên bindest in. Ango pozisyon stendina me li cîhanê bi van rêzikan bû.
PÊNASEKIRINA REALÎTEYA NÛ
”Heger em dixwazin, heger em çareserîyê di Kurdistaneke serbixwe de dibînin, ev şerdê cîhanê ji bo me derfetên nû vedike. Divê em van derfetan bibînin û li gor realîteya cihanê ya nû, hevalbendên xwe yên cîhanê ji nû de pênase bikin.”
Baş e, piştî 1990î çi bû? Yekîtîya Sowyetan têk çû. Ew dinyaya ku me li ser sê cîhanan bi nav dikir: sîstema kapîtalîst, sîstema sosyalîst û dinyaya sêyemîn ji holê rabûn. Çend salekê gotin dinyayeke yekqutûb ava bûye, ew qutûb jî Dewletên Yekbûyî yên Emerîka ye. Lê dûre hate fêmkirin ku ne dinyaya yekqutub e, dinyayeke pirqutûbî êdî li pêş çavê me ye.
Wê çaxê em ê çi bikin? Em ê çavê xwe ji van guherînên dinyayê re bigrin? Na! Em mecbûr in stratejîya xwe li gor realîteya cîhana nû ava bikin. Ev çi ye? Heta salên 1990î li Bakurê Kurdistanê dijminê me yê esasî NATO bû; bi sedem Tirkiye endamê NATOyê bû, me dixwest şerê dewleta Tirkiyê bikin ku ew endamê NATO ye, NATO jî me li dijî xwe wek dijmin pênase dikir.
Dinyaya aniha ne wisa ye. Piştî têkçûna Sowyetê şerê cîhanê yê sêyem dest pê kirîye. Dinya ji xwe re li nîzameke nû digere. Divê em dînamîkên vî şerê cîhanê yê sêyem baş fêm bikin. Şerê cîhanê yê sêyem ne wek şerê cîhanê yê yekem û duyem e. Yek: du bereyên biîstîqrar şerê hevûdin dikin tune ne. Dudu: dewletên zilhêz di warê leşkerî de rasterast şerê hevûdin nakin, di ser terefên sisêyan, çaran re şerên hevûdin dikin. Ya sisêyan û ji bo me ya herî muhîm çi ye? Dema dinya ji xwe re li nîzameke nû digere, guherandina sînoran pêkan dibe.
Niha! di van150 salên dawîn de zêdeyî 150 dewlet ji nû de ava bûne. Piraya van dewletan yan di şerê cîhanê de, yan derhal di piştî şerê cîhanê de ava bûne. Heger em dixwazin, heger em çareserîyê di Kurdistaneke serbixwe de dibînin, ev şerdê cîhanê ji bo me derfetên nû vedike. Divê em van derfetnan bibînin û li gor realîteya cihanê ya nû, hevalbendên xwe yên cîhanê ji nû de pênase bikin.
Hevalbendên miletê kurd yên stratejîk li cîhanê, ew terefên ku dixwazin nîzama kevin biguherin, ew teref in jî: di serî de DYA ye, Brîtanya ye, Fransa ye, Almanya ye. Em dikarin bi awakî girover bêjin, bereya Rojavayîyan e. Ev ên dixwazin nîzama kevin biparêzin: Rûsya ye, Çîn e, Hind e. Em ji vê re jî dikarin bêjin: bereya Avrasya an bereya Rojhilatîyan.
”Em nikarin çavê xwe ji guherînên dinyayê re bigrin. Dinya guherîye, em mecbûr in biguherin. Em neguherin, stratejîya xwe neguherînin, em ê li pê dinyayê bimînin û di vî şerê sisêyan de jî em ê bê dewlet bimînin.”
Heger em dewletxwaz bin û serxwebûnxwaz bin, hevkarî û tifaqên stratejîk divê em li bereya Rojava lê bigerin. Ev nayê wateya ku em ê dijminatiya bereya dinê bikin. Na! Bi dewletên bereya din re jî hevkarîyên taktîkî dibe, têkîlî dibe, hevûdin fêmkirin dibe. Ev têkîlî divê bimeşin. Em miletekî bindest in û hîn li Bakurê Kurdistanê bi axaftina ji zimanê xwe mahrûm in; em nikarin dinyayê bigrin hember xwe û şerê temamê cîhanê bikin. Em ê hewl bidin dijminên xwe, heta ji destê me tê em kêm bikin, dost û hevalîyên serxwebûna Kurdistanê jî zêde bikin.
Lê! hevkariyên startejîk di navbêna tevgera serxwebûnxwaz ya Kurdistanê û bereya Avrasya de ne pêkan e. Hevkarîyên taktîkî dibe, hevûdin fêmkirin dibe; bêterefkirina wan ji me re awantajek muhîm e. Wek nimûne li Başûrê Kurdistanê jî, li Rojavayê Kurdistanê jî, bi van terefan gişan re têkîlîyên dîplomatîk tên meşandin. Lê hevkariya stratejîkî û ya taktîkî jî divê em ji hevûdin cûda bikin. Ev guherîneke stratejîk e û divê di stratejîya me de xwe rê bide.
Dudu: Vêca em vegerin guherînên navxweyî. Li Bakurê Kurdistanê 50 sal berê rêjeya gundîyan 75% bû; îro rêjeya gundîyan daketîye 25%, rêjeya bajarvaniyan derketîye 75%. Ew cîhê nîqaşê ye, bajarên me çiqwasî bajarvanî ne û gelo bajar bûne gundên mezin an gundî bûne bajarî. Vê, em dikarin nîqaş bikin, lê heqîqetek heye: ji 75% kurdistaniyan li bajaran dijîn. Ev jî dê rê li guherînên stratejîk veke.
Di civatek ku bi giranî gundî be stratejîya sîyasî tiştekî din e, di civateke bi giranî bajarî de stratejîya sîyasî û stratejîya rizgarîya milî tiştekî din e. Wek nimûne bêjim: di salên 1970yî de dihate pejirandin wek ku di şoreşa me ya neteweyî û demokratîk de gundî hezên esasî ne. Aniha rêjeya wan daketîye 25%, êdî li ser gundan em nikarin stratejîyekê ava bikin; êdî stratejîya me, bêyî ku em gundan û gundîyan îhmal bikin, lê stratejîya me êdî divê li ser bajaran bête avakirin. Ev mesele, dê rê li guherîna stratejîk veke. Di stratejîya me ya nû de divê cîyê vê hebe.
Sisê: Guherînên li Başûrê Kurdistanê. Bi taybet ji 2003an vir de û heta karesata Kerkukê, Başûrê Kurdistanê wek dewletek defakto tevdigerîya. Berê! Rêxistinên herçar parçeyan di astekê de bûn; ên Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava di astekê de bûn; çekdarên wan bêtîrîn li serê çiyan bûn; yên xebata sîyasî dikirin jî xebatek nepenî dimeşandin. Têkîlîyan wan rêxistinan ên wê çaxê û yên aniha nema weke hev dibe. Îdin li Başûr nîvdewletek me heye û yek ji karê me yê stratejîkî ew e, ku em vê dewletê biparêzin û ev dewlet ber bi serxwebûnê ve biherike.
Îdin têkîlîyê rêxistinên Bakur û têkîlîyên rêxistinên Rojava bi Başûrîyan re wek berê nameşe. Weke nimûne bêjim: Gelek caran bêtir ji layanên PKKê ve daxwazê wer tê kirin: em artêşên xwe bikin yek, hêzên xwe yên çekdar bikin yek. Ev ne salên 1980yî ye; ev ne dema 1983an de te (PKK) bi PDK re protokolek îmze kir. Başûrî îdin parlamentoyek wan heye, hukûmeta wan heye û em daxwaz ji başûriyan dikin ku hêzên pêşmerge bi rêk bixin û bikin artêşek nîzamî. Di nabêna artêşeke nîzamî û hêzên partîzanî de yekartêşî nabe.
Tu (PKK) xwe li ser artêşeke nîzamî ferz dikî, bi partîzanên xwe. Evya nabe! Ev di meselên yekîtîya neteweyî de jî heman problem e. Divê em qebûl bikin û fam bikin başûrê welatê me îdin di merheleyek din de ye. Heta rojavayê welatê me jî, îdin ne wek Bakur û Rojhilat e. Divê em van ferqînan bibînin. Heger li Başûr yekîtîya neteweyî pewîst e, ev di nabêna hêzên başûrî de pêwîst e. Stratejîyeke serxwebûnxwaz, divê ji aliyê terefên sîyasîyên Başûr de bê pejirandin û hedefa me zelal be û parçeyên din hemû bi temama hêza xwe piştgirîyê bidin wê yekîtîyê. Li Rojavayê Kurdistanê yekîtî di navbêna TEVDEM û ENKS de tê nîqaşkirin, niha navê wê bû PYNK. Evya dûre qey em ê yeko yeko gengeşî bikin. Lê li bakurê welatê me mijara yekîtîya netweyî tiştekî dinê ye.
Dixwazim çi bêjim? Em nikarin çavê xwe ji guherînên dinyê re bigrin. Dinya guherî ye, em mecbûrin biguherin. Em neguherin, stratejîya xwe neguherînin, em ê li pê dinyê bimînin û di vî şerê sisêyan de jî em ê bêdewlet bimînin. Lê heger, li gor heqîqeta dinyaya nû, em xwe bi rêxistin bikin û hedefên xwe yên stratejîk û nexşerêya stratejîk em bi zelalî xêz bikin, di vî şerê cîhanê yê sêyemin de bi yekîtî û serxwebûnê, dê Kurdistan derkeve ser dika dîrokê.
Dê bidome.