WATE Û GIRINGÎYA STRATEJÎYÊ- 2

WATE Û GIRINGÎYA STRATEJÎYÊ- 2

Bi heman şêweyî em nikarin çavê xwe li guhertinên li welatê xwe jî bigrin. Li welatê me guherînên sosyolojîk ên muazem çêbûne. Mixabin sosyologên me nîn in ku li ser van lêbikolin û ji bo siyasetmedaran doneyan derxin pêş. Lê ez dikarim bi îdîa bêjim ku di van 40 salên dawîn de guherînên sosyolojîk ên li Kurdistanê çêbûne, li tu deverên din yên li dinyayê  çênebûne. Baş e em ê bi siyaseta xwe ya 50 sal berê bigrin û em ê bêjin, dema sahayên rizgarkirî ye, dema usên sor ên sîyasî ne (kizil siyasi usler). Em ê hîn li ser wan bimeşin? Ev, zemîna wê nemaye.

”Bi sedem dinya hatiye guhertin, divê stratejî bê guherandin; bi sedem Kurdistan hatiye guherandin, divê stratejî bê guherandin û stratejîyek nû pêwîst e, lê ya ku ez bi israr dibêjim: hedefa me ya stratejîk heta em bigihin wê hedefê, nayê guherandin.”

Tiştê lazim e divê bê guherandin û tiştê ne lazim e jî divê neyê guherandin. Bala xwe bidinê, di salên 70î de bakuriyan digotin Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî; başûrî, rojhilatî û rojavayî jî digotin Îran, Iraq û Sûrîyeyek demokratîk û Kurdistaneke otonom. Îro li Başûrê Kurdistanê serxwebûn tê gengeşîkirin, Bakurê Kurdistanê vegerîyaye sîyaseta 50-60 sal berê ya ku li Başûr, Rojava û Rojhilat dimeşîya: em ê Tirkiyeyê demokratîze bikin, an Kurdistaneke otonom an Kurdistaneke federal talep dikin. Divê em van berovacîbûnan bibînin û bi israr ez dibêjim: hedefa me ya stratejîk neguheriye, ta ku Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî peyde nebe, ev hedefa me ya stratejîk dê neyê guherandin.

Li vir ez vê jî bêjim û biqedînim. Ev nayê wateya ku li Bakur jî, li Rojava jî, li Rojhilat jî, li başûr jî, ku em nikanin federasyonê bipejirînin, otonomîyê bipejirînin, an mafê ziman û çandê em nikanin talep bikin û bipejirînin. Em van gişan dikarin bikin. Feqet evya ne hedefa me yê stratejîk e. Dema em otonomîyê bi dest bixin em ê otonomîyê bi kar bînin, lê em ê dîsê bêjin Kurdistana serbixwe û yekgirtî.

Başûr bû dewletek federe û esasen defakto bû dewleteke serbixwe. Kes ji me li hember derneket, negot we ji bo çi federalî qebûl kirîye. Lê wê çaxê jî min got, ger ku denklama navdewletî rê nade we, federasyon şaş e, li forma konfederalî bifikirin. Bi sedem miletê kurd li Başûr tune ye. Ew miletê li Başûr parçakî ji miletê Kurdistana mezin e û miletekî ereb li Baxda û Basrayê jî tune ye, ew jî parçakî din ji miletê ereb e.

Di nabêna du perçeyên miletên cuda de federalî nabe çareserîyeke mayînde. Lê eger denklema navdewletî rê nede, têkîlîyeke konfederalî dibe. Ez jî dewlet im, tu jî dewlet î, em hin desthilatiyên xwe didin jordesteyek konfederal. Ew dibe, lê em li dij dernakevin ku li derekê federalî bi dest me bikeve, em bêjin: na, em serxwebûnxwaz in, em federalîyê naxwazin. Na! Helbet em ê wê jî bipejirînin. Lê dema federalî bi dest me bikeve jî, em ê bêjin çareserîya mayinde di Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî de ye.

Ez nabêjim, stratejî nayê guherandin.

Min du tişt gotiye: yek jê hedefên stratejîk yên esasî nehatiya guhertin, lê stratejîya me, mecbûr e bête guherandin. Bi sedem dinya hatiye guhertin, divê stratejî bê guhertin; bi sedem Kurdistan hatiye guherandin, divê stratejî bê guherandin û stratejîyeke nû pêwîst e, lê ya ku ez bi israr dibêjim: hedefa me ya stratejîk heta em bigihên wê hedefê, nayê guherandin. Li dor wê hedefê, karûbarên ku em ê di warê stratejîk de bikin, jixwe guherîne. Yanî îro em bêjin, ên ku heta salên 1993an, 1994an, 2000î digotin ”Bimre Emerîka”, êdî li Kurdistanê  kes nabêje ”Bimre Emerîka”. Guherînên fikrî-sîyasî ne, guherînên stratejîk in. Bi sedem wê çaxê me rizgariya neteweyî ya Kurdistanê li denklama wê dinyayê pênase dikir. Ew denklem guherîye, ev stratejî mecbûr e biguhere. Ji guherînê, stratejî ferz e, lê hedefa ku em ê stratejîya xwe li dor wê xêz bikin, bi ya min ew hedef nayê guherandin. Nehatiye guherandin, bi sedem jixwe stratejî tiştekî wisa ye, yanî: heke tu negihayî hedefa xwe ya stratejîk, tu yê hedefa xwe ji bo çi biguherînî? Yanî hedefa te serxwebûn û yekîtîya Kurdistanê be, heta tu bighêjî wê hedefê, ev hedefa te ya stratejîk, ew ê li cîhê xwe bimîne. Lê stratejiya te dê bê guherîn. Di hindurê stratejîyê de, dê cîhê çekdarîyê bê guherandin; du hindur stratejîyê de, hevalbendên te yên li dinyayê dê bên guherandin; hevalbendên te yên li Kurdistanê dê bên guherandin: li Kurdistanê em ê kê bêteref bikin, kê bi xwe re bimeşînin, kê ji xwe re bikin dijmin, evana giş ew ê bêne guherandin.

Ez nabêjim ji me re stratejîyeke nû ne lazim e, stratejîyeke nû lazim e. Lê dîsa li ser wê hedefê lazim e. Ez wê dibêjim.

”Bi taybet li Bakurê Kurdistanê stratejî nemaye, herkes taktîk dike.”

Niha li Bakurê Kurdistanê jenosîdeke domdar dimeşe û ev e sed sal e di ser vî karê jenosîdal re dixwazin rasteqînîya welat û miletê me ji holê rakin. Li vê derê hedefa me ya sîyasî ya ewil dê çi be? Dê rawestandina vê jenosîdê be. Ji bo rawestandina vê jenosîdê çi lazim e?  Vejîneke nû lazim e ji miletê me re. Vejîneke bi zimanê xwe lazim e; vejîneke bi çanda xwe lazim e; vejîneke bi dîroka xwe lazim e. Evana hedefên ku aniha li bakurê Kurdistanê hedefên me yên acîl in. Karê ziman, karê çandî, karê sîyasî li dij entegrasyonê û li dij karên jenosîdal, têkoşîn, evana karên me yên acîl in.

Tiştekî din bêjim. Dirûşm (slogan) li gor merhaleyan wateya xwe diguherîne. Îro li Bakurê Kurdistanê dirûşma Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî, dirûşmeke propagandayê ye: ne dirûşmeke ajîtasyonê ye û ne dirûşmeke çalakîyê ye. Lê îro li Başûrê Kurdistanê, Kurdistaneke serbixwe di serdama referandûmê de bû dirûşmeke çalakîyê, dirûşmeke aktuel. Ne tenê dirûşmeke propagandayê, dirûşmeke stratejîk, di heman demê de bû dirûşmeke ajîtasyonê, dirûşmeke çalakîyê. Li ser vê dirûşmê çalakî pêk hatin, pêşandan pêk hatin. Li her çar aliyê Kurdistanê, serxwebûna Başûrê Kurdistanê bû dirûşmeke rojane û çalakîyê.

Li Bakurê Kurdistanê em ne di vê astê de ne. Li Bakurê Kurdistanê dirûşma Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî dirûşma propagandayê ye. Ji bo çi ev pêwîst e? Heger tu dixwazî miletê te bidewlet be, tu mecbûr î fehmekî li dor wê ava bikî. Bi talebên rojane fehma milî ava nabe. Gerek e fehmek di ser wê re hebe. Divê tu hişmendiyeke milî, niştimanî û serxwebûnxwaz ava bikî. Niha tu vêya ava nekî, ew hemleyên din, hemleyên taktîkî ku tu bikî dê berhewa biçin. Jixwe problemeke me jî ew e, bi taybet li Bakurê Kurdistanê stratejî nemaye, herkes taktîk dike.

Dê bidome.