WATE Û GIRINGÎYA STRATEJÎYÊ- 3

WATE Û GIRINGÎYA STRATEJÎYÊ- 3

Taktîk

Taktîk  çi ye? Bi gotina rojane, dema tu dibêje fllankes taktîk dike, yanî tu dibêje filankes mizawiriyan dike. Halbûkî taktîk pêwîst in, lê taktîkên te divê bi stratejîya te ve girêdayî bin. Yanî hedefên te yên taktîkî ji bo ku te bighêjîne hedefên te yên stratejîk pêwîst e. Taktîk bi stratejîyê ve girêdayî ye, rê û rêbazên ji bo pêkaanîna stratejîyê ne. Stratejî di ser taktîkan re realîze dibe. Hunera sîyasî bi dewlemendîya taktîkan, şênberkirin û xurtkirina stratejîyê ye. Li gor konnjonkturan dikare bên guherandin.  Bakuriyan dev ji hedefên stratejîk berdane.

Ocalan, ev 21 sal e eşkere zilamtiya dewletê dike; parêzvanên wî dibêjin, taktîk dike. Taktîk ne ev e! Tu dibêjî nabe ku hedefa esasî ”komara demokratîk” be, dibêjin em taktîk dikin. Taktîk ne ev e! Tu dikari Kurdistaneke serbixwe-yekgirtî wek hedefeke stratejîk deyne ber xwe û bêje: Aniha, gava (pêngav) me ya taktîkî, ya acîl, ya rojane, demokratîzekirina Tirkiyeyê ye. Tu vê dikarî bikî, lê tu dev ji stratejîya xwe berdidî, taktîkên tu dimeşînî, te nagihêjîne armancên te yên stratejîk. Berovacîyê wê, te ji armancên te yên stratejîk bi dûr dixe.

STRATEJIYA TIRKAN JI BO KURDISTANÊ ÇIYE?

”Tirk dibêjin, ku Kurdistan hebe, em ê nemînin, ji bo wê hebûna Kurdistanê mijara me ya beqayê ye, divê em rasteqînîya welat û miletê kurdan ji holê rakin.”

Di mijara Kurdistanê de stratejîya dewleta tirkan, ev sed sal e milîm neguherîye.  Di warî stratejîkî de yek milîm neguherîye. Ev stratejiya dewleta tirkan ji bo Bakurê Kurdistanê û perçeyên Kurdistanê yên din çi ye? Esasê wê du rêzik in: Dibêjin, ku Kurdistan hebe, em ê nemînin, ji bo wê hebûna Kurdistanê mijara me ya beqayê ye, divê em rasteqînîya welat û miletê kurdan ji holê rakin. Ji bo wê jî ev sed sal e jenosîdeke domdar programatîze kirine û praktîka wan a sed salî praktîkeke jenosîdal e.

Di vir de tu guherîn tune ye. Feqet di bin vê re guherînin hene. Wek nimûne: ne tesaduf e ku Turgut Ozal berê, dûre Demirel û Inonu çûn Diyarbekir û gotin em realîteya kurdan nas dikin. Dûre Mesût Yilmaz got: rêya yekîtîya Ewropayê di Diyarbekir e derbas dibe. Tansu Çiller got: em dikarin modela BASKê gengeşî bikin. Tayip Erdogan di 2005an de got: pirsgirêka kurd heye û ev pirsgirêka min e jî.

Niha tu li van binêrî, tu dibînî ji 1990î pê ve stratejîya wan li cîyê xwe ye, lê taktîkê xwe guhertine. Guherîn çi ye? Guherîna di vî sî salî de bûye: dibêjin miletê kurd tune ye, welatê kurdan jî di nav tixûbên Tirkiyeyê de tune ye, lê hebe hebe kurd hene û hin mafên kurdan ên takekesî hene: wek perwerdeya zimanê zikmakî, wek instituya Artukluyê ya ku danîn, wek TRT-6ê ava kirin. Ji 1990î pêve wan jî stratejîya xwe ya esasî neguherandine, lê hin siyasetên xwe û hin helwestên xwe guherandine. Sedema vê ku piştî 1990î ye ne belasebeb e. Dewleta tirkan xwedî hişmendîyeke dewletê ye. Dema ku Sowyet têkve çû, wan jî dîtin ku dinya dê li pê nîzamek nû be û dema şerê cîhanê yê sêyem dest pê bike; dinya bixwaze nizamek nû biafirîne, sînorê dewleta wan jî nîqaşbar e û li vir dikare Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî derkeve. Di wir de esas tirsa wan çi bû, ku emerîkîyan Rojhilata Mezin, (dûre Rojhilata Berfireh) pênase kirin ku ew ji Bakurê Afrîkayê dest pê dike heta digihêje Rojhilata Dûr. Li ser vê pênaseya nû dewleta Emerîkî got: Ez ê li vir nîzameke din ava bikim. Dewleta Tirkan ji salên 1991- 92an pêve mijara Kurdistanê ji xwe re wek  xeterîyeke aktuel tespît kirin û li gor wê hin siyasetên xwe guherandin. Di hindur dewletê de gengeşîyên xeta awrasyayî, xeta NATOyî, heta hat di dema Erdogan de gelek doz li terefê Awrasyayî vebûn, dûre Erdogan vegeriya dîsa bi wan re îtîfaq kir. Ev giş ji salên 1990î vir de tê û problem ew e ku dewleta tirkan dibêje: Rojavayî dixwazin Kurdistaneke mezin ava bikin û ev jî dawîya dewleta me ye. Esasê wê ev e.

”Tirkiye her çend hicûmî xwuya dike jî, ev hicûma wê ji bo defansê ye, ji bo xwe parastinê ye. Tirkîye ji bo Diyarbekir ji destê wê neçe hicûmî Rojava û Başûrê Kurdistanê dike.”

Di van salên dawîn de, bi taybet di van çar, pênc salên dawin de, niha ya lazim em gengeşî bikin ev e. Dewleta Tirkiyeyê piştî 95 salan ji nû de li derveyî sînorê xwe dest bi şerê mayinde kir. Berê li alîyê Cerablûsê, axa Surîyeyê dagir kirin û li wê derê bi destê kurtêlxwurên xwe yên cîhatçî-çeteyên Artêşa Azad, wê derê dagir kirin. Dûre Efrîn dagir kirin, têde bi cî bûn û dûre Serê Kanîyê û Girê Spî dagir kirin û têde bi cî bûne. Ev wek ku ew îdîa dikin, ne taqîbek germ e. Ev diherin li wê derê bi cî dibin; li wê derê baregehên leşkerî vedikin û ji niha de wê derê bi rê ve dibin. Dibistanên tirkî vedikin, ala tirkî li wê derê hildidin; ev tiştekî nû ye ji bo sîyaseta Tirkiyeyê.

Heman tiştî li Başûrê Kurdistanê dikin. Li dor 23- 24 baregehên wan li Başûrê Kurdistanê hene, ku ev xwe dispêre salên 1994, 1995an. Ewilî tabura tankan li Bamernê danîn. Lê aniha di reşayê de dadikevin hindur sînorê Başûrê Kurdistanê. Li gor rêvebirên Kurdistanê dibêjin, li dor 20 km, 40 km di hindur tixûbên Başûrê Kurdistanê de dimeşin û li wir baregehên leşkerî ava dikin.

Li Libyayê tevlî şer dibin. Ev girîng e û ji bo me jî girîng e. Terefê aniha bi wan re lihev, li alîyê wan şer dikin. Qala 4-5 hezar cîhadîstan dikin ku ji Tirkîyeyê çûne we derê. Hinek cîhatçîyên Artêşa Azad û virde wêde ne û hinek jî leşkerê wan in û li wir şer dikin. Niha jî nîqaş dikin: em li wir usên hawayî vekin an venekin, vê nîqaş dikin. Di vir de du nêrîn hene. Hinek dibêjin: dewleta Tirkîyeyê sîyaseteke emperyal dimeşîne û dê van deran giş dagir bike û bi xwe ve girêde. Nêrînek jê ev e. Nerîna din ya ku ez qenaet dikim: Tirkiye her çend hicûmî xuya dike jî, ev hicûma wê ji bo defansê ye, ji bo xweparastinê ye. Tirkîye ji bo Diyarbekir ji destê wê neçe hicûmî Rojava û Başûrê Kurdistanê dike. Ez qenaet nakim û tu îmkan nabînim ji dewleta tirkan re, ku dê bikaribin Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bi ser axa Tirkîyeyê bixin û vê derê îlhaq bikin. Ji bona vî karî karibin bikin, Tirkiye bi tena serê xwe vî karî nikare bike, em giş bi vê dizanin.

Tirkiye dikare bi emerîkîyan re li hev bike û emerîkî mîsyoneke jêremperyal bide vê dewletê. Dikare bêje: Ez ê li herêma Rojhilatê Nêzîk û Rojhilatê Navîn di ser te re karê xwe bikim, tu jî mîsyoneke jêremperyal bimeşîne. Tiştê xwuya dike, tiştekî wisa li holê nîn e. Emerîkî her çend li hember van hicûmên wan bêdeng bimîne û carna ji wan re lampa kesk vêxîne jî, tu lihevkirineke ku Emerîka mîsyonek jêremperyal li dewleta tirkan bar kiriye, tune ye. Vê fonksîyona jêremperyal di ser rûsan re jî nikare bimeşîne, partnêrê rûsan ê jêremperyal heye, ew jî Îran e. Ji ber wê ez qenaet nakim ku dewleta tirkan aniha dixwaze axa Sûrîye, Iraqê û Lîbyayê îlhaq bike û bi xwe ve girêde. Ez hîn qeneat dikim, ev hicûma wan, hicûmeke dîfaî ye. Yanî ofansek defansîf e û her çiqwas belav bibin ew ê têk herin

Dê bidome.