WATE Û GIRINGÎYA STRATEJÎYÊ- 4 Kêşeya PKKyê

WATE Û GIRINGÎYA STRATEJÎYÊ- 4                 Kêşeya PKKyê

Kêşeya PKKyê

”Heger PKK mecbûr maye an xwe mecbûr dibîne ku li Başûrê welatê me bimîne, divê serweriya parlamento, hukûmet û serokatiya herêmê nas bike. Serê xwe ji wê serwerîyê re dayne û karê ku ew ê li wê derê bike bi destûra parlamento, hukûmet û serokatiya herêmê be.”

Şerê cîhanê ji her tiştî re vekirî ye. Ev şerê cîhanê yê sêyemîn jî li zemîneke şematok dimeşe. Aniha pozisyona tirkan ev e, lê sibê şerê cîhanê dikare ji wan re jî îmkan veke û bixwaze van deran îlhaq jî bike. Ji bo wê divê em sîyaseta dewletên cîhanê û sîyaseta dewletên dagirker roj bi roj bişopînin û rast bixwînin. Em rast nexwînin, em ê şaş bersîv bidin. Ev li alîkî.

Niha li Başûrê Kurdistanê kêşeya me ya esasî ne PKK ye. Kêşeya me ya esasî tunebûna bereyek, tifaqeke stratejîk di nava partîyên me yên li Başûr de ye. Di serî de di nabêna YNK û PDKyê de ye. Her çend dibêjin ku me tifaqek stratejîk heye, ev serê sîh  salî ye. Lê li holê tifaqek wisa xuya nake. PKK ji vê fêde digre û ev tunebûna bereyeke stratejîk, bereyeke serxwebûnxwaz li Başûrê Kurdistanê, rê dide ku PKK li wê derê manewra bike. Hebûna PKKyê li wê derê tekane bi şerdekî rewa ye. Heger PKK mecbûr maye an xwe mecbûr dibîne ku li Başûrê welatê me bimîne, divê serweriya parlamento, hukûmet û serokatiya herêmê nas bike. Serê xwe ji wê serwerîyê re dane û karê ku ew ê li wê derê bike bi destûra parlamento, hukûmet û serokatiya herêmê be. PKK vê qebûl neke, hebûn û şerkirina wê li Başûrê Kurdistanê ne rewa ye û êdî PKK ji bo Başûrê Kurdistanê dibe pirsgirêkeke ewlekariya Başûr.

 Ji bo wê wek prensîp em dibêjin, ku ji bo hebûna te (PKK) li Başûrê welatê me rewa be, divê tu serweriya hukûmet, parlamento û serokatiya herêmê nas bikî û kar û xebata te bi destûr û lihevkirina wan be. Tu vê nekî, tu li wir ne meşrû yî. Tu vê nekî, tu rê li kêşeyên ewlekarîya Başûrê Kurdistanê vedikî. Ew dibêjin ku me vê derê azad kirîye. Yek bihusteke ku PKKyê li Başûrê Kurdistanê azad kiriye tune ye. Ew herêmên di nabêna Başûr û Bakurê Kurdistanê de, bi hezar salan e azad e û bi dehan salan e jî pêşmerge ew der parastine. PKK çûye li cîyê berê rizgarkirî asê dibe. Ev nayê qebûlkirin.

Niha em dikarin çi bikin? Li vir helwêsteke başûrîyan ya zelal tune ye. Tenê di mesela Zînê Wertê de Yekîtî û PDK bi hev re gotin ku divê PKK ji vê derê vekişe. Lê helwêsteke milî, helwêsteke hukûmetê, helwêsteke dewletê ya Başûrê Kurdistanê di vê mijarê de helwêsteke yekgirtî tune ye. Aniha tiştê ez dibînim, ne şerê PKKê dikin, ne şerê Tirkiyeyê û Îranê dikin, lê dinêrin û dibêjin ka  dê çi bibe. Ev dikare helwêsteke maqûl be. Feqet dema li wê derê helwêsteke milî tune be, ez ê ji vê derê çi bandorê li ser PKKyê bikim? Tiştên ku ez ê bêjim ev in û bi dehan sal e min ev tişt gotine.

Rewşenbîrên kurd dikarin çi bikin? Rewşenbîrên kurd dikarin vê prensibê biparêzin, bang li wan bikin û bêjin hûn bi hebûna xwe ji Başûr re dibin pirsgirêkeke ewlekarîyê; eger ku hûn li wê derê bimînin, divê hûn desthilatiya wê derê bipejirînin. Ji vê bêtir tiştekî ku em ji vir, ji Bakur bikaribin bikin tune ye. Tiştê em karin bikin çi ye? Heger em îro li Bakur aktoreke sîyasî bûna, eger îro li Bakur ev grub, kes û rêxistin yên ji derveyî PKKyê navnîşaneke tekoşînê bûya, me dikariya  gelek tişt bikiraya. Yanê niha, karê ji bo Başûr jî, karê ji bo Rojava jî û karê herî zêde ku em dikarin jê sûd wergirin, li Bakur avakirina tevgereke rizgarîxwaz û serxwebûnxwaz a Kurdistanê ye. Heger ev tevger ava nebe û em li Bakurê Kurdistanê nebin aktorekî sîyasî, ji xeynî xisarê, tu fêdaya me ne li Rojava, ne li Rojhilat û ne jî li Başûr çêdibe.

Niha kadro, rewşenbîr, îdeologên me li pê ketine aqil didin başûrîyan, didin rojavayîyan, didin rojhilatîyan. Lê eger aqlê me heye û taqeta me ya têkoşînê heye, werin em li Bakur tevgerekê saz bikin. Eger îro em li Bakurê Kurdistanê di siyasetê de bi bandor bûna, me dikariya di van giş kêşeyan de, ji bo çareserkirina wan, însîyatif bigirtaya. Mesele ew e ku ev tune ye. Yanî ev tune be, sibê, nîvro, êvarê, ji vî alî, ji wî alî re dijûndayin, an aqildayin; yanî aqlê başûrîyan, rojhilatiyan, rojavayiyan ne kêmî aqlê me ye. Belê, di hin mijaran de em dikarin wan rexne bikin an temenîyên xwe bêjin, ew jî dikarin me rexne bikin û temenîyên xwe ji me re bêjin.

Lê axir, karê me li Bakurê Kurdistanê ye. Heger li Bakurê Kurdistanê em hewl nedin û em nebin alternatîfeke sîyasî, ji gotinê pêve tu tiştekî em karibin ji bo çareserkirina van kêşeyan bikin, tune ye. Lê ev nayê wateya ku însîyatîfeke rewşenbîrî derkeve bang li wan bike, nabe. Partîyên sîyasî giş derkevin helwêst bigrin, dê baş be. Û di vê mijarê de em nikarin PDK, PKK û YNK wek hevûdin bigrin. Min di destpêkê de jî cudahîyên di nav wan de gotibû. Li wê derê PDK û YNK tevî ku hevûdin bi îxanetê tawanbar dikin jî, dewletekê bi rê ve dibin, parlamentoyeke wan heye, hukûmeteke wan heye. Dûre, başûrî nehatine li Bakur baregah venekirine û negotine em ê şoreşa vê derê bimeşînin. Rojhilatî jî nehatine, rojavayî jî nehatine. Tenê PKK vî karî dike. Dema PKK vî karî bike tu nikarî bêjî PDK, PKK, YNK, Goran +u hwd.

Na, PKK ciyê wê cuda ye û ji bo ewlekariya Başûr bûye kêşeyeke ewlekarîyê.

Dê bidome.