WATE Û GIRINGÎYA STRATEJÎYÊ- 5

WATE Û GIRINGÎYA STRATEJÎYÊ- 5

Mijara şerê çekdarî û şîdetê

Dema deng bi sîlehan dikeve, dengên mirov zêde naçe hev.

Xebata siyasî ya ne çekdarî, xebata çandî, xebata li ser zimên, xebata li ser dîrokê, ev hemû fêde didin, hişyarî çêdikin û ji bo rizgariya milî girseyan bi rêk dixin.

Di mijara çekdarîyê de, bi ya min di wir de jî bêtarîfîyek heye. Niha, ji bo demeke dûrûdirêj dikarim bêjim: ji salên 1974an heta 1994an bîst salî fetişizma şerê çekdarî hebû û ev ne tenê di nav PKKyê de bû, em hemû terefterê şerê çekdarî bûn. Kî ku dibêje di salên 1970-80î de em li dijî şerê çekdarî derketine, rastiyê nabêjin. Temamên rêxistinên me xwedî çekdar bûn. Di fahmê me de şerê çekdarî tarza têkoşînê ya esasî bû û di ser wê re fetişizmeke çekdariyê derket.

Dema deng bi sîlehan dikeve, dengên mirov zêde naçe hev. Ev jî li her derê dinyayê wisa ye, tiştekî xwezayî ye. Yanî îro tirkan dest bi şerî kirine, li her derdorê, civata tirkan ji xeynî dengê şer, ”Allhûekber” û ”dewleta me her bijî” tu deng naçe wan. Ev li her derê dinyayê wisa ye, li cem me jî wisa bû. Yekem: li gor prensîbên me: ya serdest siyaset e; çek û leşker divê di kontrola siyasetê de be. Didu: şerê çekdarî ne tarza têkoşînê ya mutleq e. Sisê: şerê çekdarî ne alternatîfa şerê siyasî, têkoşîna çandî, têkoşîna legal, têkoşîna vekîrî ye. Ev ne dijî hevûdin in.

Xwezî hişmendiyeke me ya dewletbûnê hebûya û me bikarîbûya temamên tarzên têkoşînê bi ahengeke milî bi hev re bimeşanda. Yanî, ez qebûl nakim ku em tarzeke têkoşînê derxin pêşîya tarzeke tekoşînê ya din. Di vir de problema esasî, ku ji sala 1999an vir de; berê Ocalan got ku dema şerê çekdarî derbas bûye û ji 1999an heta 2004an bi hezaran rûpel ji Îmralîyê şand ku şîdet tiştekî pir pîs e, bi şîdetê mirov nagîhêje tu derê; dema şerê çekdarî derbas bûye. Esasen yê ku ev slogan bi kadroyên me yên ji dervî PKK da gotin Ocalan e. Eger Ocalan di 1999an de ev fetwa nedabûya, kadroyên me jî pir bi hêsanî nikarîbûn ev fetwa bidana. Encam: Di 2004an de Ocalan piştî ku pênc salan propaganda pasîfîzmê kir, ji nû de, di sala 2004an de bîryara şerê çekdarî da.

”… ev şerê çekdarî êdî şîdetek kwîr e. Yanî ji bo ev şîdet ne kwîr be, çavê wê hebe divê hedefek vî şerî rewa bike, hebe. Hedefeke ku vî şerî rewa dike li ber mirovî tune be, ev şîdeta kwîr e û fêde nade milet, zerarê dide milet”.

Niha, sifra hazir. Aniha li Bakurê Kurdistanê şerdê meşandina şerê partîzanî tune ye. Em bixwe ên li saha vekîrî dixebitin, ji xwe derfetên me jî tune ye ku em şerê çekdarî biparêzin, an şerê çekdarî li dar bixin. Yanî em di saha vekirî de xebata siyasî dikin, xebata fikrî dikin, xebata rêxistînî dikin. Muhaseba vî şerê PKKê lazim e bê kirin. Ev çel sal e şerek dimeşe û bedelên nedîtî hatîye dan. Yanî hejmara kuştiyan li dor sed hezarî, koçberkirina kurdan ji Kurdistanê weke nêvî nêvî ye; nêvîyê kurdan ji Kurdistanê koç kirine hatine li alîyê tirkan bi cî bûne; 4300 gund şewitîne, tu mal nemaye ku kesên wê kuştî, girtî an derneketîye serê çiyê. Lê di encamê de tiştekî ku gîhaştiye, encameke girtî tune ye. Yanî temam, kurd bi rêxistin kirine, aniha jî di nav xelkê de bi rêxistin in, dikarin girseyan mobîlîze bikin, lê di vî çel salî de çel metrekare ax jî rizgar nekirine.

 Ji bo çi dibêjim ax rizgar nekirine? Hişmendiya wan a leşkerî ew bû ku ew ê li çiya qadên rizgar ava bikin û ji wir bigrin ser bajaran. Ji vir em dikarin derxin ku ev şer êdî li Bakurê Kurdistanê ji wateya xwe dûr ketiye. Dudu: ev ên vî şerî dimeşînin ne xwedî hedefeke neteweyî ne.

Di serdema em têde ne, li her derê dinyayê, yên ku şerê çekdarî rewa dike du tişt in. Yek jê, xweparastin, dudu: rizgariya milî.  Ango tu ji bo dewletbûyinekê şer bikî, ev li dinyayê rewa ye. Yasayên Neteweyên Yekbuyî jî rê dide; yasayên însanî jî rê dide ku her milet ji bo rizgar bibe, ji bo li ser axa xwe dewlet be, dikare şerê çekdarî bimeşîne. Ev hedef li ber PKKyê nemaye û şerê çekdarî dimeşîne. Ev dibe çi? Ev tê wê wateyê ku ev şerê çekdarî êdî şîdeteke kwîr e. Yanî ji bo ev şîdet ne kwîr be, çavê wê hebe divê hedefek vî şerî rewa bike, hebe. Hedefeke ku vî şerî rewa dike li ber mirovî tune be, ev şîdeta kwîr e û fêde nade milet, zerarê dide milet.

Ji vir, yanî li ser vî şerî, ji fikirandinê pê ve sîyasetmedarên me gihîştîne encameke tevayî: Dema şerê çekdarî derbas bûye. Ev şaşî ye û di warê fikrî de miletê me bê çek dihêle. Mafê tu siyasetmedarê kurd tune ye, ku bêje dema şerê çekdarî derbas bûye. Li welatê me li dor mîlyonek çekdarên dagirker hene. Welatekî mîlyonek çekdarên dagirker têde hebe, siyasetmedarên wî welatî dê bi çi hişmendîyê bêjin dema şerê çekdarî derbas bûye. Di vê serdemê de şerê çekdarî ji me re nabe, tiştekî din e. Şerê PKK dimeşîne şerekî ne baş e, ev ya tiştekî din e. Lê bi awakî kategorîk reda şerê çekdariyê bi siyasetmedarê miletê kurd nakeve. Wek encam: li dinyayê miletekî bê artêş heye? Tune ye. Mirov  milet be, dê axa xwe çawa biparêze? Mirov dê axa xwe bi kilaman biparêze? Ji bo mirov axa xwe biparêze divê arteşa wî jî hebe.

Ev 20 sal e ez dibêjim: şideta ku PKK bi kar tine êdî bûye şîdeteke kwîr. Divê di nabêna hedef û tarza têkoşîne de lihevbûnek hebe. Yanî ger ku hedef demokratîzekirina Tirkiyeyê be, yek: berî kurdan ev karê tirkan ne. Dudu: eger kurd tevlî vî karî bibin, ew ê bi pêşandanan, bi belavokan, bi afîşan, bi bernameyên telewîzyonan peşdar bibin. Ev tarza têkoşînê û ev hedef li hev nagrin; bi sebep hevûdin nagrin jî. Ev bîst sal e ez dibêjim: ev şerê tê meşandin, şideteke kwîr e. Şideta kwîr tê çi wateyê? Mirov nizane dê kengî li kê biqewime.

Niha, dema hişmendiyeke mirovî ya dewletê hebe û hedefên mirovî li gor têkoşîna mirovî be, dê mirov bizanibe bê li ku derê kengî biteqîne.  Niha li Kurdistanê teqînek çêdibe heta hefteyekê em di nav xwe de gengeşî dikin, gelo dewletê kiriye, PKK kiriye, yan hêzek din kiriye. Sedema vê çi ye? Sedema vê ew e ku şîdet ji hedefa xwe qut bûye û bûye şîdeteke kwîr. Derheq viya de ev bîst sal e em wer dibêjin û wer dinivîsînin. Feqet, di van salên dawîn de hişmendiyeke pasîfîst di nav siyasetmedarên kurdan de belav bûye. Ez vê jî bi qasî fetîşîzma çekdarîyê xeternak dibînim. Ew jî bi tu hawayî bê ku bi Bakur re jî bê sînorkirin, dibêjin: li her derê dinyayê û bi taybet li Kurdistanê dema şerê çekdarî derbas bûye. Îtîraza min ji vê re ye.

 “Tundî û tûjîya ku ez li hember im,  tundî û tûjîya çar dewletên dagirker e ku li çar perçeyên Kurdistanê dixwazin rasteqînîya welat û miletê min ji hole rakin”.

Dê bidome.