Mijar, mijara mirinê ye û mirin bi hezaran sal ê rojewa fîlozofa da ye, fîlozof gelek li ser ramîyan e. Felsefe, mijara hebûn nebûnê ye û bo vê yekê jî di heqê mirinê de jî gelek fîlozof ramîyan e. Bi ya min qasî ez pê zanim a herî trajîk Albert Camûsê ye. Hûn dizanin Camûs, li ser hebûn û nebûnê gelek ramiya ye û di berhemê xwe de gelek qal kiriye.
Wexta ku li ser hebûnê bifikire, mecbûr li ser nebûnê jî difikire. Gelek nîvîsarê Camûs, di derheq mirinê de û di derheqê întîxarê de hene.
Camûs dibêje; weke encam mirin, tiştekî beradayî yanî saçma, lê mirina herî beradayî jî di qeza trafîkê de bimire. Mixabin Albert Camûs jî di qeza trafîkê de wefat kir.
Li vir em dibînin, di hundur mirinê de jî bi hewakî hiyerarşîyekî saz dikin. Mirinên beredayî, ê hîn beradayî, ê hîn beradayîtir ya ê watedar û ê hîn watedar.
Çanda Kurdistanê jî hem stranê wan, helbestê wan, çîrokê wan, romanê wan mişt bi mirinê ve aleqedar e. Di çanda Kurdistanê de jî du cûre mirin ji ê dinê cudatir balê dikşînin. Yek mirina bo evînê ye, ya din jî mirina li sehayê ye. Van her du cûre mirin, wek em ji cûreyên mirinên din cuda dikin û hebekî jî dipesînînin wan cûre mirinan. Yanê Mem û Zîn an Sîyabend û Xecê an Derweş û Edûlê. Helbet mirinên wan, me diêşîne lê bi hewakî em vê cûre mirinê li bejna wan tînin. Em nabêjin Mem boy çi bo evîna xwe mir. Em bi bejna wan tînin. Ê lehengîyê û ê di qada şerde kujtinê jî di pêncî salên dawîn de teşeyek nuh girt. Bêtirîn bo dozê mirin, em wê cûre mirinê jî cuda dinirxînin û em di qada şer de kujtin yan sêdarkirin yan zîndana dagirkeran de mirinê li bejna tekoşerên xwe tînin. Em pir pê diêşin le em bejna wan jî tînin vê mirinê. Îşte weke Yûsif Zîya, Xalit Begê Cibirî, Şêx Seîd Efendî, Şex Evdirehîm, Qadî Mihemed, Seyîd Riza ê dema nêzîk, em bêjin Mazlûm Doxan, Necmedîn Buyukqaya, Vedat Aydin, Dr. Seîd helbet bi mirina wan diêşin lê em vê ya jî beina wan tînin a rastî.
Fuat Önen